Ahmet Türk
Şaredarê Mêrdînê (d) | |
---|---|
- | |
Tuncay Akkoyun (d) Tuncay Akkoyun (d) | |
Şaredarê Mêrdînê (d) | |
- | |
Mustafa Yaman (d) Mustafa Yaman (d) | |
Şaredarê Mêrdînê (d) | |
- | |
Mustafa Yaman (d) | |
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Mardin (en) | |
- | |
Q130681138 | |
- | |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî |
Ahmet Türk |
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Partiya siyasî |
Ahmet Türk (jdb. 2ê tîrmeha 1942an, Dêrika Çiyayê Mazî, parêzgeha Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e ku endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan e. Ew çend caran bû endama Meclîsa Neteweyî û sê caran bûye şaredarê Mêrdînê.[1]
Malbata wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bavê Ahmet Türk, Hecî Sînan darbir bû û di xizmeta kekê xwe yê paşerojê û feodal Huseyîn Kanco de bû, ku yek ji fermandarê siwarên Hemîdiyeyê bû. Bi şertê ku bi keça xwe ya mezin Türkiye re bizewice, hemû debara xwe û serokatiya eşîrê ji Hecî Sînan re wesiyet kir. Di sala 1934an de li Tirkiyeyê bi derxistina qanûna binavkirinê re, malbatê paşnavê Türk qebûl kir (siyasetê dewleta tirk ji bo tirkkirina komên hindekar). Ahmet Türk zarokê hevjîna Hecî Sînan a duyemîn e. Dema ku ew deh salî bû bavê xwe winda kir. Birayê wî yê mezin parlamenterê Partiya Edaletê bû û piştre hat qetilkirin. Ji ber vê yekê Ahmet Türk di 31 saliya xwe de serokatiya Eşîreta xwe ku navê wê Kanco ye, girt.[2]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1973an de ji Partiya Demokrat (DP) ku nûnertiya parêzgeha Mêrdînê dike, hat hilbijartin.[3] Paşê îstifa kir û tevlî Partiya Gel a Komarî (CHP) bû û ji nû ve wekî wekîlê Mêrdînê hat hilbijartin.[4] Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980ê ji parlamenterê hat derxistin[5] û binçavkirin û 22 mehan şandin zîndana Amedê.[6] Piştî ku hate berdan, di nav partiyên çep ên cûda de çalak bû. Di sala 1987an[7] de li ser navê Partiya Sosyal Demokrat a Populîst (SHP) ji bo parlementeriya Mêrdînê hat hilbijartin, lê di sala 1989an de ji ber ku li Brukselê beşdarî konferansa kurdan bû ji partiyê hat dûrxistin.[5] Piştî wê tevlî Partiya Kedê ya Gel (HEP) ya ku nû hatiye damezrandin bû.[8] SHPê dîsa îtîfaqa hilbijartinê qebûl kir û di sala 1991an de dîsa bû parlamenterê.[9] Wî piştgirî da pêvajoya aşitiyê ya dawî di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hikûmeta Tirkiyeyê de û di nîsana 1993an de çû Libnanê ji bo ku bi Celal Talebanî û Kemal Burkay re beşdarî konfêranseke çapemeniyê bibe, ku tê de agirbesta yekalî ji aliyê Abdullah Öcalan ve hat ragihandin.[10] Di tîrmeha 1993an de HEP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat girtin, bi îdiaya ku partiyê armancên li ji bo parçebûna Tirkiyeyê pêk tîne.[11] Paşê tevlî Partiya Demokrasiyê (DEP) bû ku li şûna HEPê di Gulana 1993an de hat avakirin.[12] DEPê piştgirî da Partiya Karkerên Kurdistanê û Hatîb Dîcle weke serokê partiyê hilbijart û diyar kir ku PKK ne partiyeke terorîst e û divê weke partiyeke siyasî were binavkirin.[12] Di rastiyê de, çend serokên partiyan beriya kongreya damezrandina partiyan beşdarî kongreyên ku endamên PKKê jî tê de beşdar bûbûn.[12] Di adara 1994an de parêzbendiya parlementerên Türk û 5 parlementerên DEPê hatine rakirin[13] gelek endamên partiyê ji aliyê dewleta tirk ve têne girtin.[14] Ahmet Turk bi cezayê 15 salan hatiye girtin .[14] Piştî îtîrazên parêzerên Ahmet Turk di 27ê cotmeh sala 1995an de hatiye berdan.[15] Türk serokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya alîgirê kurdan li Bakurê Kurdistanê bû û endamê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê bû. Di 26ê sibat 2007an de, wek seroka bi wekalet ya DTPê, tevî cîgira serok Sabahat Tuncel, ji ber ku zimanê kurdî di belavokeke baskê jinan yê DTPê de, ji bo Roja Cîhanî ya Jinan bi kar anîne, di 8ê adarê bi 18 meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Paşê di 6ê adara 2007an de ji ber ku ji Abdullah Öcalan re gotiye birêz 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.[16] Di 22ê tîrmeha 2007an de dîsa wekê parlamenterê Mêrdînê hatiye hilbijartin.[17] Lê di 11ê berfanbara sala 2009an de dewleta tirk bi hinceta girêdana bi Partiya Karkerên Kurdistanê biryara girtina DTPê dide.[18] Türk ji Meclisa Mezin a Neteweyî hat derxistin û ew û 36 endamên partiyê 5 salan ji bo xebatên siyasî hatine qedexekirin.[19] Türk serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dide û di sala 2016an de Tirkiye bi dayîna 30.000 € hatiye mehkûmkirin.[20] Di nîsana sala 2010an de rastî êrîşeke fizîkî yê ji aliyê nijadperêsteke tirk ê bi navê İsmail Çelik hatiye. Çelik pêşî 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û piştre bi cezayê dayîn a 7000 lîreyên tirk hatiye berdan.[21]
Şaredariya Mêrdînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de Ahmet Türk wekê şaredarê Mêrdînê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye hilbijartin. Di mijdara sala 2015an de dema ku li bajarê Nisêbînê qedexeya derketina derve hebû, tevî siyasetmedarên DBPê tevlê meşa ber bi Nisêbînê ve bû lê ji aliyê rayedarên tirk ve hatine binçavkirin.[22] Di 21ê mijdara 2016an de piştî ku ji aliyê rayedarên tirk ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û li cihê wî qeymeqam weke qeyûm hatiye tayînkirin.[23] Paşê di mehê de ew bi fermî hate girtin.[24] Piştî girtina wî Deniz Baykalê ya CHPê piştgirîya manewî nîşanî hevjîna tirk Mülkiye da û li Mêrdînê çû serdana wê.[25] Ew di 3ê sibat 2017an de hat berdan.[17] Di hilbijartinên herêmî yên 2019an de dîsa bû serbajarê Mêrdînê. Di Tebaxa 2019an de ji ber sûcên piştgirîkirina terorê dîsa ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin.[26] Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wek qeyûm hat tayînkirin.[27] Türk bi tohmeta ku di sala 2015an de beşdarî merasîma cenazeyê endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Şenrexê bûye, hatibû tawanbarkirin, lê di sibata 2020an de dadgehê ew ji bersûcan beraat kiribû.[28]
Bêhtir dozên qanûnî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 17ê adara 202'an de serdozgerê dewletê Bekir Şahin bi hinceta partiyên bi îdiaya yekîtiya rêxistinê ya bi PKKê re ne, ji bo wî û 686 siyasetmedarên din ên HDPê bi girtina ve partiyê re 5 sal qedexeya siyasetê xwestibû.[29]
Nêrînên siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de jî cih girt û di sala 2013an de bi Ayla Akat Ata re bi Abdullah Öcalan re hevdîtin pêk anî.[30] Ew wekî "kesê herî aştiyane, herî berfireh, herî li dijî tundiyê, herî nerm û jîrtirîn kesayetê tevgera siyasî ya kurd û yê herî zêde lihevhatin."[1] Wî piştgirî da pîrozkirina Newrozê[31] û bi armanca ku bi qurbaniyên nîjadkujiya Şerê Cîhanî yê Yekem re li hev bîne, lêborîna xwe ji gelê suryanî, êzidî û ermenî xwest ji ber rola kurdan di nîjadkujiyê de.[32]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Candar, Cengiz (22 çiriya paşîn 2016). "The final nail in the coffin of peace process in Turkey". Al-Monitor.
- ^ "Son Dakika Siyaset Haberleri - Siyaset Gelişmeleri". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2024.
- ^ "Mardin SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Roja gihiştinê 23 tebax 2020.
- ^ "Mardin SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Roja gihiştinê 23 tebax 2020.
- ^ a b Bilgin, Fevzi; Sarihan, Ali (20 hezîran 2013). Understanding Turkey's Kurdish Question (bi îngilîzî). Lexington Books. r. 136. ISBN 9780739184035.
- ^ "Ahmet Türk arrested". Bianet. 25 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 19 tebax 2019.
- ^ "Mardin - 1987 Secim Sonuçları". www.secim-sonuclari.com. Ji orîjînalê di 31 adar 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2019.
- ^ Watts, Nicole F. (1 tîrmeh 2011). Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (bi îngilîzî). University of Washington Press. ISBN 9780295800820.
- ^ "Mardin - 1991 Secim sonuçları". www.secim-sonuclari.com. Ji orîjînalê di 23 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2019.
- ^ Özcan, Ali Kemal (2006). Turkey's Kurds: A Theoretical Analysis of the PKK and Abdullah Ocalan (bi îngilîzî). Routledge. r. 205. ISBN 9780415366878.
- ^ Güney, Aylin. "The People's Democracy Party" (PDF). Political Parties in Turkey: 124–125. Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 13 îlon 2015.
- ^ a b c Watts, Nicole F. (18 çiriya paşîn 2010). Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (bi îngilîzî). University of Washington Press. r. 69. ISBN 978-0-295-99050-7.
- ^ Commission on Security and Cooperation in Europe (1994). Criminalizing Parliamentary Speech in Turkey (bi îngilîzî). The Commission. r. 28.
- ^ a b Gunes, Cengiz (11 kanûna paşîn 2013). The Kurdish National Movement in Turkey: From Protest to Resistance (bi îngilîzî). Routledge. r. 164. ISBN 9781136587986.
- ^ "Human rights of parliamentarians". archive.ipu.org. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2019.
- ^ Turkey : Human Rights Concerns in the Lead up to July Parliamentary Elections (bi îngilîzî). Human Rights Watch. r. 13.
- ^ a b "Ahmet Türk Released". Bianet. 3 sibat 2017.
- ^ "Turkish court bans pro-Kurd party". BBC News. 11 kanûna pêşîn 2009. Ji orîjînalê di 20 nîsan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 nîsan 2010.
- ^ Hacaoglu, Selcan (11 kanûna pêşîn 2009). "Turkey bans pro-Kurdish party over ties to rebels". Ji orîjînalê di 15 kanûna pêşîn 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009.
- ^ Kurdistan24. "Turkey condemned for banning Kurdish party". Kurdistan24 (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 îlon 2019.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Turkish Intellectuals Who Have Recognized The Armenian Genocide: Ahmet Türk". Armenian News By MassisPost (bi îngilîziya amerîkî). 3 adar 2016. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2019.
- ^ "Police Attack on Politicians Trying to Enter Nusaybin". Bianet. 23 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Court arrests former Mardin mayor Ahmet Türk". Hurriyet Daily News. 24 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2016.
- ^ "Ahmet Türk Arrested". Bianet. 25 çiriya paşîn 2016.
- ^ "Court arrests former Mardin mayor Ahmet Türk - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Drei prokurdische Bürgermeister abgesetzt | DW | 19.08.2019". DW.COM (bi almanî). Roja gihiştinê 19 tebax 2019.
- ^ "Corruption in Mardin municipality after government takeover: 13 people remanded in custody". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. Roja gihiştinê 26 adar 2021.
- ^ "Turkish court acquits dismissed HDP mayor Ahmet Türk". Gazete Duvar (bi îngilîziya brîtanî). 14 sibat 2020. Roja gihiştinê 21 gulan 2020.
- ^ "Turkish prosecutor seeks political ban on 687 pro-Kurdish politicians". www.duvarenglish.com (bi tirkî). 18 adar 2021. Ji orîjînalê di 12 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 adar 2021.
- ^ "Ahmet Türk Arrested". Bianet. 25 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 9 sibat 2020.
- ^ "24 hurt as Turkish police clash with Kurds at New Kurdish Year celebrations". ekurd.net. Roja gihiştinê 21 gulan 2020.
- ^ "Kurdish Leader Apologizes for Role in Genocide". Asbarez.com (bi îngilîziya amerîkî). 4 sibat 2013. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2019.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 24an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 23an
- Jidayikbûn 1942
- Kesên ji Mêrdînê
- Mirovên zindî
- Parlamenterên Mêrdînê
- Parlamenter (DTP)
- Siyasetmedarên girtî li Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê
- Siyasetmedarên Partiya Civaka Demokratîk
- Siyasetmedarên Tirkiyeyê