Alaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Alên Kurdistanê hat beralîkirin)
Ala fermî a herêma Kurdistan a Îraqê Ratio: 2:3
Alaya Kurdistanê


Sembola Veksîllolojiyê: Hîn nenase
Pêwendiya binemal: 2:3
Fermî hate qebûlkirin di sala: 1920 ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti wek Alaya Netewî hatû pejrandin.[1]
1927–1930  Komara Araratê
17 kanûna pêşîn a 1945 Komara Kurdistanê
1992 Komara kurdî ya Laçînê
ji 1992 virde Herêma Kurdistanê

Alaya Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ew ala Kurdan e, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê zemînan weke hev mezin in. Zemîna li jor bi rengê xwe sor e, ya navîn spî ye û ya jêr jî kesk e. Firehiya alayê 2/3 cara dirêjiya wê ye. Dîametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwe re 1.0 e û bê tîrêjan 0.5 e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wekhev hatiye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûj e û tîrêj ji herdu aliyên xwe ve bi xêzeke rast pêk tên. Bingehê tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hev du. Roj bi awayekê geometrîk cihê xwe di nîvê alayê de digire. Roj bi awayê emûde, ku vektor di nava tîrêja jorîn de derbas dibe, hatiye bicihkirin.

Ev belgenama ala fermî a hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê, bi eslê xwe ji aliyê Mehrdad Izady (bi nêrîna dîrokî û estetîkî) û Dr. Bijhan Eliasi (ji aliyê teknîkî) ve, di sala 1998 de hatiye amedekirin.[2]

Alaya Rojavaya Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala fermiya kantonên Rojavaya Kurdistanê

Alaya Bakurê Sûriyê an jî Alaya Tevgera Civaka Dêmoqrasiya Rojavaya Kurdistanê alaya ku li Rojavaya Kurdistanê tê bikarandin.

Ew ala jî alayek sêreng e, ser zer nav sor û bin kesk.

Wateya rengan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîn e. Nîşana rojê di dîroka kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 di Dînên kurdan, wek Yezdaniyê de, çevenga vejînê ye.[3] Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwe re demsala biharê jî têne. Rengê sor, xwîna Şehîd/Pakrewanên Kurdistanê nîşan dide. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramîya gelê kurd sembole dike.

Reng Wate CMYK RGB
Kesk Surişt û xwezaya Kurdistanê 100-0-89-60 29 8C 00
Sor Xwîna şoreşgerên Kurdistanê 0-100-100-0 FF 00 00
Zêr Ronahî û azadî 0-25-100-0 FF C0 00
Spî Aştî FF FF FF

Ev nivîsa li ser alayê ya Mahmûd Lewendî ye ku di salên 1991an de nivîsiye û di gelek kovar û rojnameyên wê demê de belav bûye. Gelo çima navê wî nehatiye nivîsîn?

Dîroka alaya Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alaya Kurdistanê yekem ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti, kîjan di sala 1920ê de hatî avakirin, bi reng û şiklê xwe ve, wek Alaya Netewî qebûl kirin. Di kitêba "Doza Kurdistan"ê de Zinnar Silopî dibêje: "Teşkilat-ı Ictimaiye Cemiyeti Alaya kurdî yê bi dirêjiyê û sê rengî,  wek jorê de sor di navê de spî û tê de Roj û jêr da jî kesk, qebûl û belav kirû."[1]

Xoybûn û alaya Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala neteweyî cara pêşî ji hêla rêberên Tevgera Xoybûnê ve, ji bo temsîla kurdên li hemberî împeratoriya Osmanî ya li ber têkçûnê têkoşîna serxwebûnê didin, hatiye diyarkirin.[4]

Kovara Hawarê û alaya kurdî, 1932[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovara Hawar

Di Kovara Hawarê de li ser alayê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe de wiha ala kurdan dide nasîn û dibêje:

« Her milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de kesr, xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wêre diborn, slavan lê diqin, di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan ji welatên xwe bikewirinin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû ve daçiqînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, qesq, sipî û sor e, di nava wê de Çiyayê Agirî û Roj diçirise. »

— Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar 9 (30 îlonê 1932)

Alaya kurdî di 1932 -an de li ser herdu bergên kovara Hawarê, hejmara 11 (10 çiriya paşîn a 1932an), bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên alayê ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû.

Alê kurdan
Alê kurdan di nav roq.
Çi bedew û biheybet.
Bi çar reng î, rengên te,
Çi delal û çi xweşqoq.

Xêzeq qesq û xêzeq sor,
Nav sipî û nîveq zer.
Qesqesor e, bi roj e,
Ev li jêr û ew li jor.

Semyana qeç û lawan,
Rûmeta jin û mêran.
Neyarên te pir jî bin,
Tu dê bidî bera wan.

Qo çirisî roja te,
Dê belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind,
Nîzing bûya rûja te.

— Herekol Azîzan[5]

Ala kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehitiya ax û av

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û ner;
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr.

— Dr. Kamûran Alî Bedirxan[6]

Alaya kurdî li Mehabadê, 1946[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alaya Komara Mahabadê

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê Alaya kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje: "Hikûmeta Komara Mehabadê Alaya Kurdistanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin wek ala ji xwe re pejirand, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Mehabadê qebûl kirin"(4).

Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Komara Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî ya li ser ala kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala kurdî çend rêzên ji wê axaftinê:

"...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye......"(4)

William Aegleton jî derheqê Ala kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: "Di Gulana 1944-an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya netewî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hebû"(5)

"...Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946-an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû....Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(6)

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: "Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye...."(7)

Bulletin Du Centre D-Etudes Kurdes, di bin berpirsiyariya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950"yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li navê, kesk li jêr û li navê jî roja zer (8).

Kurdistana Sor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1992an de di dema îlankirina Kurdistana Sor de li Laçînê heman alaya ku ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti ve hatibû qebûlkirin hatiye bikaranîn.[7]

Di dîrokê de alayên rexistinên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Kurdistanê de alayên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tune ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Zinnar Silopi, Doza Kürdüstan, 1969, Beirut, Stewr Basımevi, Rûpel:60
  2. ^ Malpera Kurdistanica
  3. ^ Dr. M. R. Izady. "The National Flag of Kurdistan". Encyclopaedia Kurdistanica. Ji orîjînalê di 1 gulan 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 sibat 2008.
  4. ^ Malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
  5. ^ Hawar - Kovara Kurdî, Cild 1, Hejmar 5 r.4, Mihemed Bekir, Stockholm 1987, ISBN 91-970863-0-4
  6. ^ Hawar - Kovara Kurdî, Cild 1, Hejmar 8 r.7, Mihemed Bekir, Stockholm 1987, ISBN 91-970863-0-4
  7. ^ Belgefîlm: Kurdistana Sor
  8. ^ a b Kurdistan: Short-lived independent states
  9. ^ "The National Flag of Kurdistan"., Kurdish Institute of Paris.
  10. ^ "Etudes Kurdes Khoiboun" (PDF)., Kurdish Institute of Paris.

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]