Herêma Kurdistanê
| ھەرێمی کوردستان |
||||||
|---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
| Sirûd: Ey Reqîb |
||||||
Herêma Kurdistanê li ser nexşeyê![]() | ||||||
| Paytext | 36°11'Bk, 44°0'Rh | |||||
| Zimanên fermî | ||||||
| Rêveberî | demokrasiya parlamenter, komar |
|||||
| Avakirin | ||||||
| • | Dema avakirinê | 1991 |
||||
| • | Rûerd | 46.861 kîlometre çargoşe |
||||
| Gelhe | ||||||
| • | Giştî | 6.171.083 (2020) |
||||
| Dirav | ||||||
| Demjimêr | ||||||
| Koda telefonê | +964 | |||||
| Malper https://gov.krd/, http://www.italy.gov.krd |
||||||
Herêma Kurdistanê[1] herêmeke îdarî ya otonom e ku hinek bajar û parêzgehên herêma Başûrê Kurdistanê vedigire. Herêma Kurdistanê ji parêzgehên wekê parêzgeha Hewlêrê, parêzgeha Silêmaniyê, parêzgeha Dihokê û parêzgeha Helebcê pêk hatiye ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne birêvebirin. Herêm li rojhilat bi Rojhilata Kurdistanê, li bakur bi Bakurê Kurdistanê û li rojava jî bi Rojavayê Kurdistanê re sinor e.
Di seranserê sedsala 20an de kurdên Başûrê Kurdistanê di li dijî dagirkerî û komkujiyên rejîma baesê nav têkoşîna parastinê de bûn ku di vê heyamê de Başûrê Kurdistanê di bin rejîma baesê de, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve rastê kapmanyayên erebkirin û komkujiyên qirkirinên giran hatine ku di encama van qirkirinan de bi sedhazaran kurd jiyana xwe jidest dane û bi sedhazaran kurd jî ji cihwarên xwe hatine koçber kirin. Di encama kampayayên valakirin û erebkirina deverên kurdan de bajar navçeyên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin û li gund û navçe û bajarên kurdan erebên ji deverên din ên Iraqê hatine bicihkirin.[2] Lêbelê dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Keyaniya Yekbûyî û Fransayê herêmên qedexekirî yên firînê li Başûrê Kurdistanê ragihandine ku piştî Şerê Kendavê û serhildanên Başûrê Kurdistanê ya 1991ê desthilata hikûmeta Iraqê li deverên Herêma Kurdistanê hatiye bi sinor kirin, rêveberiya herêmê hatiye avakirin û herêma xweser di sala 1992an de bi awayekî de facto hatiye ragihandin.[3] Piştre jî dema ku di şerê Iraqê de rejêma baesê tê têk birin, destûreke federal û demokratîk a Iraqê hatiye pejirandin, Herêma Kurdistanê wekê herêmeke otonom hatiye avakirin.[4]
Herêma Kurdistanê bi piranî ji ber bêpariyên ku di salên dawî yên desthilatdariya Sedam Huseyn de li deverên din ên Iraqê û her weha ji tevlêheviya piştî hilweşandina rejîma baes a Sedam Huseyn di Şerê Iraqê (2003–2011) de ku bandor li herêmê kiribû, rizgar bûye û demokrasiyeke parlamenterî avakiriye û piştê rêveberiya otonom a Herêma Kurdistanê, geşedaneke aborî ya mezin bidest xistiye.[5]
Heya roja îro tevahiya deverên Başûrê Kurdistanê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê nehatiye birêvebirin. Bi polîtîkaya erebkirina deverên Başûrê Kurdistanê kurdên ji van deveran ji aliyê rejîma baesê ve hatine derxistin an koçber kirin û heman dever ji aliyê rejîma baesê ve hatiye ereb kirin.[6] Li gel erebkirina herêmê dîsa piraniya gelên van deverên ku wekê deverên bi nakok hatine binavkirin ji kurdan pêk tên. Heta dawiya sedsala 20an ji bo dagirkirina bajar û gundên kurdan nêzîkî 1,5 milyon kurd ji deverên ku di nav de Kerkûk, Mûsil, Tûz Xurmatû û navendên din hene hatiye koçber kirin û li van herêman ereb hatine bicihkirin.[7][8]
Li gorî wezareta plandanînê hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê di sala 2020an de 6.171.083 kes bû û her diçe zêde dibe.[9]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê
Pêşdîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma Kurdistanê wekê herêmên din ên Kurdistanê yek ji herêmên herî kevin ê cihanê ye ku malavaniya mirovahiyê kiriye.[10][11] Li gorî delîlên ku di qada arkeolojîk a şikefta Şanederê de hatiye dîtin dîroka mirovahî ya li Herêma Kurdistanê ji 75 hezar salên berê niha vedigere.[12] Li gorî lêkolînên ku di destpêka salên 2020an de li qada arkeolojîk Şanederê de hatiye kirin de hatiye tesbîtkirin ku dîroka bermahiyên Neandertalan 75.000 sal berê niha ye.[13]
Di heman demê de Herêma Kurdistanê li di dora sala 7000 ê b.z. de malavaniya çanda Çermo kiriye. Cihê Neolîtîk ê herî kevn ê li Kurdistanê li Hasûnayê ye ku navenda çanda Hassuna ye û dîroka çandê ji 6000 salên b.z. vedigere. Mezinahî, cih û dirêjahiya keleha Hewlêrê kelehê wekê yek ji cihên herî girîng ên Kurdistanê nîşan dide ku xwedî potansiyela beşdarbûnek bingehîn ê di têgihîştina arkeolojîk a herêmê de ye.[14] Lêkolîna rûberî ya berê nîşan daye ku li ser gir bermahiyên ku herî kêm diroka wan ku 6.000 sal berê niha vedigerin hene û dibe ku ev dîrok hê kevintirîn be jî.[14] Di heman demê de lêkolînên dawî yên li ser nivîsên kevnar ên mîxî yên (MacGinnis 2014) li bajarê Hewlêrê, di dîroka Kurdistanê de Hewlêrê wekê ciheke girîng ê dîrokî yên li Kurdistanê destnîşan kiriye.[14]
Di vê serdemê hatiye dîtin ku dîroka mirovahiyê ya li Herêma Kurdistanê ji 75.000 salên berê niha vedigere.[10][11][12] Ev dîrok bi gelemperî wekê serdema paleolîtîkê an 70-75 hezar salên berê niha hatiye belgekirin.[14] Li nêzîkî keleha Hewlêrê delîlên hebûna mirovî di serdema mezolîtîk de (nêzîkî 13000-8500 b.z.) li binê keleha Hewlêrê hatine dîtin.[14] Hebûna cihên li deştên derdora bajêr ku di serdema Xelefê de (5800-5300 b.z.) mirovan lê jiyan kirine, daye nişan dibe ku Hewlêrê malavaniya çanda Xelef ê kiribe.[14] Perçeyên dîzikên ku di lêkolînên arkeolojîk ên di girê keleha Hewlêrê hatine dîtin nîşan dane ku di serdema Ûbeyd de (5300-4500 b.z.) li Hewlêrê niştecihbûneke mirovan hatiye avakirin.[14]
"Dergûşa şaristaniyê" têgeheke nûjen e ku ji bo herêmeke berfireh ê Kurdistanê jî hatiye bikaranîn ku malavaniya şaristaniya sumeriyan kiriye.[15] Şaristaniya sumeriyan, şaristaniyeke herî kevn ê naskirî ye ku di serdema kalkolîtîkê (serdema Ubeyd) de li ser çemên Dîcle û Firatê hatiye avakirin ku du çemên Kurdistanê ne ku ji bakurê Kurdistanê derdikevin û ber bi rojava û başûrê Kurdistanê ve diherikin.[16] Kurdistan cihê yekem pergala nivîsandina naskirî ya cîhanê ye ku di dawiya hezarsala 4ê b.z. de derketiye holê. Di heman demê de Kurdistanê malavaniya şaristaniya sumeriyan kiriye ku yekem netewe bûn ku sumeriyan çerxeyan bikar anîne û bajardewletan ava kirine. Nivîsên sumerî, delîlên yekem ên naskirî yên matematîk (bîrkarî), astronomî, astrolojî, qanûna nivîskî, bijîşkî û dîn û baweriyên rêxistinkirî tomar kirine ku ev yek bi gelemperî li herêma di navbera Firat û Dîcleyê de qewimine.[15]
Serdema kevnar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di Serdema destpêkê û serdema navîn a bronzê de herêm ji aliyê erdnîgarî ve wekê Subartu hatiye naskirin û ligel gutî û lolobiyan, subariyên ku bi zimanê hûrî diaxivin li herêmê bicih bûne. Di sala 2200 ê b.z. de herêm ji aliyê Naram-Sin ê akadî ve hatiye dagirkirin û carek din dîsa di sala 2150 yê b.z. de ji aliyê gutiyan ve ku gelê xwemaliyên herêmê bûn, hatiye rizgarkirin.[17][18]
Împeratoriya Medan ku di navbera sedsalên 7ê b.z. heya nivê sedsala û 6ê b.z. (700 b.z. – 550 b.z.) li ser erdnîgariyeke berfireh ê ku li hemî herêmên Kurdistanê, Îran û hinek deverên Anatolyayê di nav de bû li seranserê axa Medyayê hikûm kiriye. Di serdema kevnar de Herêma Kurdistanê yek ji herêmên Kurdistanê bû ku di navbera salên 624-550 b.z. de ji aliyê Împaratoriya Medan ve ku împeratoriyeke kurd bû,[19][20][21] hatiye birêvebirin.[22]
Serdema navîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta sedsala 7ê b.z. herêm ji aliyê împeratoriya sasaniyan ve hatiye birêvebirin. Piştre di heman sedsalê de (sedsala 7ê b.z.) bi hinceta belavbûna îslamê herêm rastî gelek êrîşên ereban hatiye bajarê Kerkûkê, Hewlêr û hinek deverên Herêma Kurdistanê ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin.
Di sedsala 9an de Hewlêr ji aliyê xanedana hezbaniyan ve hatiye parastin û herêm ji aliyê hezbaniyan ve hatiye birêvebirin. Herêma Kurdistanê yek ji wan deveran e ku piştê sedsala 10an bi caran rastî êrîşan hatiye û di encama van êrîşan de bi caran hatiye dagirkirin. Di heman demê de di sedsala 13an de wekê dever û herêmên din ên li gelek deverên din ên Kurdistanê û herêmên li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê jî ji mongolan ve hatiye dagirkirin û bajar ên herêmê û keleha Hewlêrê ji aliyê mongolan ve hatiye şelandin.[23] Berê ku mongol herêmê dagir bikin di sala 1258an de Bexdayê dagir dikin û piştê ketina Bexdayê ji bo dagirkirina Kurdistanê berê xwe dane Hewlêrê.[24] Keleha Hewlêrê li dijî dorpêç kirin û êrîşên mongolan şeş meh berxwe dide û piştê berxwedana şeş mehan keleh ji aliyê mongolan ve tê dagirkirin.[24]
Di sedsala 10an de careke din dîsa Kerkûk û deverên din ên Herêma Kurdistanê ji aliyê kurdan ve hatiye rizgarkirin, Kerkûkê û deverên derdora Kerkûkê ji sala 1014an heya 1120an ji aliyê kurdên hesenweyhî û kurdên enazîdî ve hatiye birêvebirin. Piştre bajêr ji aliyê tirkên selçûqî ve hatiye kontrolkirin û çend salan bajêr û dever di bin kontrola selçûqiyan dimîne.
Serdema nûjen a despêkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîrektiya Soran (1399 - 1836)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di serdema nûjen a despêkê de Herêma Kurdistanê wekê ciheke stratejîk, di navenda şerên di navbera osmanî û sefewiyan de maye. Her çiqas di vê serdemê de Herêma Kurdistanê di navbera şerên her du aliyan bimîne jî û hinek caran ji aliyê van hêzan were kontrol kirin jî di dîrokên cûda de ji aliyê reveberiya Mîrektiya Soran (d. 1399 – 1836)[25] hatiye birêvebirin.[26]
Di navbera sedsala 13 û sedsala 19an de yek ji desthilatên Herêma Kurdistanê Mîrektiya Soran bû ku demek dirêj li herêmeke berfireh ê Kurdistanê birêve biriye û yek ji mîrekiyên herî girîng û herî bi hêzê dîroka Kurdistanê ye. Rêveberê herî bi hêz ê mîrektiyê Mîr Muhemmed Paşa bû ku di serdema wî de (di sedsala 19an de) gihîştiye bilindeya desthilatdariya xwe ya herî bi hêz.[27] Paytexta Mîrektiya Soran navçeya Rewandizê bû ku niha yek ji navçeyên bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye. Mîrektiya Soran herêmeke berfireh ê Kurdistanê birêve biriye. Bajarên girîng ên Kurdistanê ku ji aliyê mîrektiyê ve hatine birêvebirin bajarên wekê Sêrt, Mêrdîn, Qamişlo, Dihok, Mûsil, Hewlêr, Kerkûk û bajarê Silêmanî bû.[28][29][30]
Serdema nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîrektiya Babanan (1649 – 1850)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mîrektiya Baban a Kurdistanê di navbera sedsalên 16an û 19an de li devereke berfireh ê Başûrê Kurdistanê û li Rojhilata Kurdistanê serwerî kiriye ku demek dirêj rêveberiya xwe parastine.[31] Mîrektî li devera Pijdarê Feqî Ehmed (rêv. 1649-1670) ve hatiye damezrandin û di sedsala 17an de pêş ketiye. Di dema avakirina mîrektiyê paytexta mîrektiyê navçeya Qeladizê bû û piştre jî di sala 1784an de bajarê Silêmanî ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin û paytexta mîrektiyê derbasê bajarê Silêmaniyê bûye. Mîrektiya Baban bikaranîna kurdiya soranî di nav nivîskarên wêjeyî yên herêmî de teşwîq kiriye û mêrektî di warê pêşketina xwe yê wêjeya kurdî hatiye zanîn.[31]
Herêma Kurdistanê heya sedsala 18an ji aliyê Mîrektiya Babanan ve hatiye birêvebirin û Herêma Kurdistanê serweriya mîrektiyê heya sala 1850an berdewam kiriye. Di heyema rêveberiya Babanan de, bi taybetî di sedsalên 18 û 19an de li navenda mîrektiyê li bajarê Silêmanî bû Herêma Kurdistanê serdemeke zêrîn a siyasî û çandî derbas kiriye.[31]
Hewlên destpêka ji bo serxwebûnê (1923 – 1975)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Dewleta Kurd (1918-1919)

Bi hilweşîna Împeratoriya Osmanîyan ku di meha çirî ya sala 1918an de hilweşiyaye û berî ku Iraq di sala 1923an de bibe dewleteke serbixwe, kurdên Başûrê Kurdistanê bi serhildanên Mehmûd Berzencî têkoşîna xwe ya serxwebûnê li dijî Iraq a di bin kontrola Brîtanî de daye destpêkirin.[32][33] Bi hilweşîna osmaniyan re Mehmûd Berzencî hewl daye ku ji osmaniyan veqete û herêmeke xweser a kurdî di bin çavdêriya Brîtanyayê de ava bike. Berzencî ji aliyê konseya esilzadeyên kurd ên li herêma Silêmaniyê ve wekî serokê hikûmetê hatiye hilbijartin. Dema ku di 25ê cotmeha sala 1918an de leşkerên îngilîz derbasê Kerkûkê dibin Berzencî ber bi deverên di bin kontrola osmanî de diçe û van deveran kontrol dike û soza dilsoziya xwe dide Brîtanyayê.[34] Herêmên din ên Kurdistanê wekê Ranye û Koy Sanjaq bi awayê serxwebûna xwe ragehandine.[35]
Mehmûd Berzencî ji aliyê Brîtanyayê ve wekê waliyê Herêma B hatiye erkdar kirin ku ji başûrê Çemê Zap a Biçûk heta sinorê kevin ê osmanî û farisî dirêj dibû.[35] Berzencî hewl daye ku bandora xwe li derveyî herêma diyarkirî berfireh bike û ji bo dabînkirina mûçeyên leşkerên xwe û ji bo alîkariya başbûna ji wêraniyên şer, subvansiyonên brîtanî bi kar aniye. Berzencî hêvî dikir ku bi wergirtina dilsoziya serokê eşîran bingeha desthilatdariya xwe xurt bike.[36] Ev yek bû sedema xirabûna pêwendiyên bi Brîtaniyayê re û di encamê de bibû sedema nakokî û şerên di navbeyna Berzencî û hêzên Brîtanyayê.[36]
Digel astengî û êrîşên li dijî kurdan ku di dîrokên cihêreng de ku ji aliyê hêzên cihêreng ve pêk hatiye, têkoşîna kurdan berdewam kiriye ku Mistefa Barzanî di destpêka salên 1920an de ji bo doza neteweperwer a kurd gav bi gav pêş ketiye û di şerên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku di sedsala 20an de qewimiye, bûye xwedî roleke girîng. Di sala 1943an de Mistefa Barzanî li dijî herêmên di bin kontrola hêzên Iraqê û bi serdegirtina qereqolên polîsên Iraqê ku li Kurdistanê bicih bibûn kiriye. Hikûmeta Bexdayê ji bo êrîşên li dijî kurdan 30.000 leşker dişîne Kurdistanê. Ji ber êrîşan li ser Herêma Kurdistanê serokatiya kurdên Başûrê Kurdistanê neçar dimîne ku di sala 1945an de derbasê Rojhilata Kurdistanê bibin. Li Rojhilata Kurdistanê Mistefa Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrandiye.[37]
Ji sala 1961ê heta 1970an şerê yekem ê Iraqê û hêzên kurd berdewam kiriye ku di encamê vê şerê de peymana otonomiya kurdî hatiye îmzekirin. Lê belê hikûmeta erebî ya Îraqê li gel peymana otonomiya kurdî li herêmên kurdî dest bi paqijkirina etnîkî kiriye ku dest dayne li deverên Herêma Kurdistanê ku li gorî rêjeya hêjmara nifûsê dihatin diyarkirin.[2] Paqijkirina etnîkî yên li deverên Kurdistanê ji bo vê peyamê dibe sedema nebaweriyê ku di encamê di navbera salên 1974 û 1975an de dibe sedema sedema şerê duyem ê Iraqê û hêzên kurd ku ev şer ji bo hêzên kurd dibe sedema şikestineke giran û di encama vê şikestinê de hêzên kurd neçar dimînin ku careke din dîsa vekişin Rojhilata Kurdistanê.
Avabûna xweseriya Herêma Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê şerê kendavê ya yekem rejêma baesê di sala 1991ê de ji bo komkujiyên nû berê dide Kurdistanê ku di encama van êrîşan de bi milyonan mirov ber bi sinorên Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ve herikîne.[6][38] Hatiye diyarkirin ku di dema vê koçberiyê 1.500 kurd ji ber sermayê di rê de jiyana jidest dane.[6] Ji bo pêşîgirtina li vê krîza mirovî û parastina kurdan Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara 688 pejirandiye.[39] Piştê vê biryarê Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê, Keyaniya Yekbûyî û Fransayê li bakurê hêlîpan a 36em qedexekirina firînê ragihandine ku bi vê awayê kurd ji komkujî û êrîşên hewayî yên rejîma baesê hatine parastin.
Piştê vekişîna hêzên rejêma baesê otonomiya Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin û di 19ê gulana sala 1992an de yekem hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya demokratîk hatiye lidarxistin.[40] Di vê hilbijartinê de nêzîkî milyonek hilbijêran li seranserê herêmê dengên xwe dane ku beşdarbûna vê hilbijartinê nîşana herî xurt a xwesteka wan a ji bo avakirina nîzameke siyasî ya nû yê li Herêma Kurdistanê bû. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piraniya dengan bi dest xistine û hikûmetek parvekirina desthilatdariyê ava kirine[40] ku wekê hevpeymaniya "pêncî-pêncî" (50/50) hatibû zanîn. Bi vê hilbijartinê ji meqamên wezîran bigire heta kadroyên hikûmeta herêmî, her meqam bi awayekî wekhev di navbera her du partiyên Herêma Kurdistanê de hatibû dabeşkirin.[40]
Di navbera salên 1994 û 1998an de ji ber nakokiyên li ser parvekirina dahatê û kontrola îdarî şerê dramatîk a birakujiyê di navbera partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê KDP û YNKê de rû daye. Di vê pêvajoyê de Herêma Kurdistanê bi du deverên îdarî hatiye dabeş kirin yek ku deverek parêzgeha Hewlêrê (KDP) û devera din jî parêzgeha Silêmaniyê (YNK) bûne navendên partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê. Piştre di sala 1998an de ev nakokî bi peymana Washingtonê (1998) bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di navbera Mesûd Barzanî û Celal Talebanî de peymanek aştiyê hatiye çêkirin ku bi fermî şerên birakujiyê bi dawî bûye.[41]
Piştê destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Iraqê ku di sala 2003an de li dijî rejîma baes a Sedam Huseyn pêk hatibû,[42] rewş û statuya Herêma Kurdistanê bi tevahî hatiye guhertin. Piştê Şerê Iraq û DYAyê, bi destûra bingehîn ê nû yê Iraqê ya sala 2005 Herêma Kurdistanê bi fermî wekê herêmeke federe hatiye nas kirin. Di çarçoveya destûra nû de zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî wekê zimanê fermî ya Iraqê hatiye qebûlkirin. Di sala 2006an de di çarçoveya pêvajoya "yekgirtinê" rêveberiyên cuda yên li Hewlêrê û li Silêmaniyê di bin hikûmetek yekgirtî de hatine yek kirin û Nêçîrvan Barzanî bûye yekem serokwezîrê hikûmeta yekgirtî ya Herêma Kurdistanê.[43]
Di navbera salên 2006 û 2009an de Herêma Kurdistanê di bin desthilatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşketinên girîng ên siyasî û aborî bidestxistiye. Di salan li bajarên mezin ên Herêma Kurdistanê gelek avahiyên bilind hatine avakirin û herêm pêşketineke aborî ya berbiçav bidest xistiye ku ev sal wekê destpêka "serdema zêrîn" Herêma Kurdistanê hatine binavkirin.[44] Di van salan de li bajarên wekê Hewlêr û Silêmaniyê, projeyên mîmarî yên modern, avahiyên bilind û navendên danûstandinê hatine avakirin û bajaran bi awayekê bilez pêşçûnên nûjen bidest xistine.[44]
Şerê li dijî DAIŞê (2014–2017)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Kurdistanê yek ji wan deveran bû ku rastê êrîşên DAIŞê hatibû. Di heyama beriya dagirkirina Iraqê ji aliyê DAÎŞê ve ku di hezîrana sala 2014an de pêk hatibû, pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi bi Iraqê re di rewşek baş de nebû û di dema şerê li dijî DAÎŞê re xirabtir bibû.
Pêşketina DAIŞê ber bi Hewlêrê ve û êrîşa DAÎŞê li ser herêma Şingalê bûye sedema krîza mirovî.[45] Di encamê de li Şingalê li dijî êzîdiyan komkujî û gelek dîlgirtin diqewime.[46] Bi hezar kurdên êzîdî berê xwe dabûn çiyayê Şingalê ku xwe ji komkujiya DAIŞê xilas bikin.[46] Di encama encama êrîşan de gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê ku di wî demê de derbasê Herêma Kurdistanê bibûn ji bo gelên ku ji Şingalê direvin rastî êrîşan neyê li çiyayê Şingalê korîdoreke mirovî avakiribû. Ev krîza mirovî bûye sedema destwerdana civaka navneteweyî û koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ku bi êrîşên hewayî li Şingalê êrîşê DAÎŞê bikin.
Dema ku hêzên Iraqê ji ber êrîşên DAÎŞê direvin û ji bajarên Başûrê Kurdistanê bajarê wekê Mûsil, Kerkuk, Xaneqîn, Celewla û Başîqayê vekişiyan Herêma Kurdistanê neçar dimîne ku di eniyeke bi qasê dirêjahiya 1000 kîlometre li dijî êrîşên DAÎŞê Herêma Kurdistanê biparêze. Bajarên Başûrê Kurdistanê ku di nav van bajaran de Kerkûk, Xaneqîn, Celewla, Başîqa, Şingal hebûn aliyê DAÎŞê ve hatibûn dagirkirin.
Piştê demek dirêj ê şerê Herêma Kurdistanê ku li dijî DAIŞê hatibû berdewam kirin bajarên wekê Kerkûk, Xaneqîn, Celewla, Başîqa, Şingal û Mexmûr, ji aliyê gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê ve ji DAÎŞê hatibûn rizgarkirin.[47]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm û sinor
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Herêma Kurdistanê li herêmeke li Başûrê Kurdistanê ye ku Li rojhilat bi Rojhilata Kurdistanê, li bakur bi Bakurê Kurdistanê re û li rojava jî bi Rojavayê Kurdiatanê re sinor e. Ev herêm piraniya Başûrê Kurdistanê digire nav xwe ku ev herêm beşa herî başûrê herêma erdnîgarî ya Kurdistanê ye. Herêm di navbera hêlîpanên bakur 34° û 38°N û hêlîlarên rojhilat 41° û 47°E de ye. Piraniya beşên bakur û bakurê rojhilat ên herêmê çiyayî ne, nemaze deverên ku bi Bakurê Kurdistanê û bi Rojhilata Kurdistanê re sinor in deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê ne. Herêm xwedî çend çiyayên bilind û rêzeçiyayan e. Deverên din ên herêmê gir û deşt in ku beşên navendî û beşên herî başûrê herêmê pêk tînin.[48]
Herêma Kurdistanê xwedî rûpîvaneke nezîkî 40643 km2 e û ji sedî 10e wê ji av pêk tê. Tixûbên herêmê bi Rojhilata Kurdistanê re 220 km, bi Rojavayê Kurdistanê re 150 km û bi Bakurê Kurdistanê re jî 352 km ne.
Nêzîkî 1.368.388 hektar rûber (%33) ji erdê herêmê ê, erdê çandiniyê yê ku bi baranê tê avdan û 328.428 hektar (%8) jî erdê çandiniyê erdên avdaniyê ye.[49] Piraniya barîna li Herema Kurdistanê di navbera mehên mijdar û nîsanê de dibare ku bi gelemperî wekê baran an berf dibare ku barîna salane di navbera 375 û 724 mm de ye. Vê yekê ji demên kevnar ve çandiniya berhemên zivistanê (sebze û fêkî di havînê de) û xwedîkirina ajalan gengaz kiriye.[50]

- Herêma Kurdistanê
- Herêmên bi nakok
- Herêmên xwestî û di bin kontrolê de ne
- Herêmên mayî yên Başûrê Kurdistanê
- Iraq
Heya roja îro tevahiya erdên Başûrê Kurdistanê neketiye destê rêveberiya Herêma Kurdistanê. Gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi polîtîkaya erebkirina rejîma baesê û bi berdewamî ya heman polîtîkaya erebkirinê di bin di bin navê deverên nakokî di bin desteserkirina Iraqê de ye. Ji ber vê yekê xaka Herêma Kurdistanê bi awayekî rast nehatiye destnîşankirin û bi demê re bi şêweyên guherbar ên kontrola de facto û bi hukmên destûrî û pêşketinên siyasî re pêşketiye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demên cuda de kontrola li ser deverên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê Iraqê ve hatine desteser kirin pêk aniye. Ev kontrol nemaze di demên pevçûnên wekê piştî sala 2003an û di navbera 2014 û 2017an de pêk hatiye ku hêzên Herêmê Kurdistanê (Pêşmerge) van deverê Başûrê Kurdistanê ji dagirkirkirina DAÎŞê rizgar kiribû. Ji ber polîtîkaya erebkirinê ku di dîrokên cihêreng de ereb li deverên kurdî hatine bicihkirin û wekê herêmên bi nakok hatiye destnîşankirin ku di pêşerojê de kurdên ku ji aliyê rejîma baesê ve ji gund û herêmên xwe hatiye derxistin, vegerin malên û ev deverên bi kurdan bi ser hikumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan.[51] Lê haya roja îro ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê gavên erênî nehatine avêtin û heya roja îro ev herêmên kurdan ji aliyê hikumeta Iraqê ve desteserkirî ye.[51]
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keşûhewaya Herêma Kurdistanê avhewayeke nîvhişk a parzemînî ye ku di mehên havînan de germ û hişk ev û di mehên zivistanan sar û şil e.[52]
Herêm di mehên havînan germ û hişk in ku germahiyên navînî yên bilind ji 35 °C ê li deverên herî sar ên bakur heta 40 °C a li başûrê rojavayê herêmê diguherin û germahiyên herî nizm ji dora 21 °C ê heta 24 °C an diguherin. Di mehên zivistanan de germahiyên herî bilind bi navînî di navbera 9 °C û 11 °C an de ne û germahiyên herî nizm li hinek deveran li dora 3 °C e û li din ên herî sar jî bi navînî dadikeve −2 °C û 0 °C an.[52]
Rêveberî û siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Li gorî destûra bingehîn a Iraqê Herêma Kurdistanê herêmeke federal ê di nav Iraqê de ye û bi rêya saziyên xwe di gelek waran de ku di nav de lêçûna herêmê, polîs û ewlehî, perwerde û tenduristî, çavkaniyên xwezayî, binesazî, siyaseta derve û siyaseta din, qanûndanîn, cîbicîkar û dadwerî hene, rayeya xwe pêk tîne.[53]
Dezgeha qanûndanînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku berê wekê Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê dihat zanîn, berpirsiyarê qanûndanînê, destnîşankirina serokê Herema Kurdistanê, dayîna û kişandina baweriyê ji bo wezîran û pesendkirina lêçûna Herêma Kurdistanê ye. 100 endamên parlamentoyê hene ku divê herî kêm ji %30 ji parlamenter endamên jin bin û hemî parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo heyameke çar salan têne hilbijartin.[54]
Partiyên siyasî yên jêrîn ku di parlamentoya Kurdistanê de hene ev in: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (NGM), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Helwesta Neteweyî, Koma Edaletê ya Kurdistanê, Eniya Gel, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Goran e.
Rêveberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijartin û wekê serokê dewletê kar dike. Serokê Herêma Kurdistanê dikare du heyamên ku ji çar salan pêk tê li ser erka xwe bisekine û di heman divê dema ku qanûnan bikevin meriyetê ji aliyê serokê herêmê were pesend kirin. Di heman demê de parlamentoya Kurdistanê dikare her guhertinek betal bike. Serokkomarê niha Nêçîrvan Barzanî (PDK) ye ku di 1ê hezîrana sala 2019an de dest bi erka xwe kiriye.[55]
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye û kabîneya wî ya wezîran û hinek kursî ji bo jin û komên kêmneteweyan hatine veqetandin. Serokwezîrê niha Mesrûr Barzanî (KDP) ye ku di sala 2019an de dest bi kar kiriye. Kursîyên kabîneyê berê bi wekhevî di navbera KDP û YNKê de dihatin parvekirin lê KDP ji ber nûnertiya wî ya zêdetir a li parlamentoyê li dijî berdewamiya vê rêjeyê ye.
Dadwerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Konseya Dadwerî ya Kurdistanê (KDK) li Herêma Kurdistanê li gorî qanûna desthilata dadwerî ya hejmara 14e ya sala 1992an hatiye damezrandin û wekê dadgeha temyîzê ya herêmê kar dike. Li gorî qanûna 23ê ya sala 2007an Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê îdarî û darayî ve ji şaxa cîbicîkirinê serbixwe ye. Wek mînak serokê dadgeha Herêma Kurdistanê ji aliyê dadweran ve têne hilbijartin û dadwer jî ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve têne erkdar kirin.[56]
Lêbelê analîst û rêxistinên wekê Enstîtuya Tahrîr a ji bo Siyaseta Rojhilata Navîn destnîşan dikin ku dadwerî bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû maye. Gelek bendên qanûna hejmar 23 ya sala 2007an bi tevahî nehatine bicîhanîn ku ev yek jî dibe sedema têgihîştina siyasîbûna dadweriyê. Bi demê re PDK û YNK bandora xwe di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berfirehtir kirine û li gorî raporê dadwer ne ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve têne erkdar kirin, ji aliyê serokwezîrê herêma ve têne erkdar kirin. Serokê dadgehê ji aliyê serokwezîrê herêmê ve hatiye erkdar kirin û gelek dadwer wekê girêdayî yek ji du partiyên serdest ên herêmê têne dîtin.[56]
Destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bingehên rêveberiya kurdan li Başûrê Kurdistanê di 8ê nîsana sala 1992an de bi qanûna hilbijartinê ya qanûna hejmar 1ê, piştî rêkevtinek di navbera Eniya Kurdistanê de ku hevpeymaniyek e ku PDK û YNK jî di nav de ye, hatiye danîn. Ev yek rê li ber avakirina saziyên qanûndanînê, rêveberî û dadwerî vekiriye ku li ser bingehek fiîlî dixebitin.[57]
Di sala 2002an de, Parlamentoya Kurdistanê destûreke herêmî ya ji ku 78 bendan pêk hatiye amade kirîye lê ji ber bêîstîqrariya siyasî ya li Iraqê û zextên derveyî yên welatên cîran, bi taybetî li ser statuya Kerkukê wekê paytexta pêşniyarkirî ya Herêma Kurdistanê, nehatiye pejirandin. Lêbelê ev amadekariya qanûnê ji bo nîqaşên destûrî yên paşê de wekê xaleke referansê maye.[57]
Piştî şerê Iraqê ya di sala 2003an de û ji nû ve organîzekirina siyasî ya ji aliyê desthilata demkî ya koalîsyonê ve, Destûra bingehîn a Iraq a sala 2005an hatiye pejirandin. Bi bandora prensîbên wekê federalîzm û cudakirina desthilatan, Herêma Kurdistanê bi fermî wekê herêmeke federal li gorî benda 117an qanûna bingehîn a Iraqê, hatiye naskirin û rewatiya destûrî daye herêmê û saziyên herêmê ya heyî hatiye piştrast kirin. Benda 120an rê daye herêmê ku destûra xwe ya herêmî qebûl bike. Piştre di sala 2009an de komîteyeke nû ya destûrî hatiye avakirin û pêşnûmeyeke duyem a destûrî ku ji 122 bendan pêk dihat, hatiye amadekirin. Lêbelê nakokiyên siyasî yên berdewam di navbera partiyên sereke de, bi taybetî li ser ka divê sîstem nîv-serokatî be an jî parlemanî be, rê li ber pêşkêşkirina pêşnûmayê ji bo referandûmê girtiye û pêşnûme awayeke bi bandor hatiye paşvexistin.[57]
Di encama vê yekê de Herêma Kurdistanê bêyî destûreke nivîskî ya neteweyî ya herêmî berdewam dike. Bêyî çarçoveyeke destûrî ya bilindtir ku dibe sedema pirsgirêkên siyasî yên berdewam, rêveberî bi giranî li ser qanûnên ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatine derxistin dimîne.[57]
Partiyên siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê PDK û YNK ye ku di sala 1975an de ji hev veqetiyane. PDK li parêzgehên Hewlêr û Dihokê serdest e YNK jî li parêzgehên wekê Silêmanî û Helebçeyê serdest e. Ev herdu partî ji aliyê malbatên Barzanî û Talabanî ve hatine damezrandin û bi hev re desthilatdariya Herêma Kurdistanê parve dikin. Tevgera Gorran di salên 2010an de ji bo demek kurt wekê hêzek mezin a opozisyonê derket holê, li dijî serdestiya YNKê siyaset kiriye lê ji wê demê ve paşve çûye.[58]
Hilbijartinên pêşîn ku di 19ê gulana sala 1992an de di bin çavdêriya rêxistinên mafên mirovan de hatiye lidarxistin, di wê demê de wekê hilbijartinên herî demokratîk ên Rojhilata Navîn dihatin hesibandin ku bi beşdariya dengdêran a bêhempa pêk hatiye. Rêjeya beşdariya dengdêran li Herêma Kurdistanê ji deverên din ên Iraqê bi her dem bi berdewamî bilindtir bûye.[59]
Parêzgehên Herêma Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tenê çar parêzgehên Başûrê Kurdistanê di bin serweriya Herêma Kurdistanê ji çar parêzgeh. Parêzgehên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne birêve birin parêzgehên Hewlêrê, Silêmanî, Dihok û Helebçeyê. Navendên bi heman navên parêzgehan navendên îdarî yên parêzgehan e û bi tevahî 26 navçeyan pêk hatine.[60]

| Parêzgeh | Nifûs
(2020) |
Qad
(km2) |
|---|---|---|
| Hewlêr | 2.932.800 | 14.873 |
| Silêmanî | 2.250.000 | 20.144 |
| Dihok | 1.292.535 | 10.956 |
| Helebce | 109.000 | 889 |
| Tevahî | 6.584.335 | 46.862 |
Di sala 2012an de dabeşkirineke îdarî ya din ê bi navê rêveberiya serbixweji bo parêzgehan hatiye damezrandin. Yekem ji van dabeşên îdarî rêveberiya Raparînê bû ku deverên Ranye û Qeladiza girtiye nav xwe.[61] Ev statû nenavendîbûneke mezintir peyda dike û desthilatê zêdetir dide rayedarên herêmî ku xizmetên giştî baştir bikin. Rêveberiyên serbixwe yên din rêveberiya Soran û Zaxo ne ku her du di sala 2021ê de hatine damezrandin.[62][63]
Pêwendiyên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Herêma Kurdistanê pêwendiyeke xurt ê derve bi gelek welatên cîhanê re birêve dibe. Herêma Kurdistanê pêwendiyên çêker bi welatên cîran re berdewam dike û bi gelek welatên ewropî re xwedî pêwendiyên baş e.
Dezgeha sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina karûbarên derve, Wezareta Pêwendiyên Derve (WPD) ye. Armancên sereke yên wezaretê ew in ku profîla Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanî bilind bike, têkiliyên navneteweyî yên herêmê bi hikûmet û rêxistinên navneteweyî yên cûrbecûr re baştir bike û derfetên karsaziyê yên nû li Herêma Kurdistanê ji aktorên herêmî û navneteweyî re pêşkêş bike.[64]
Vîzyona siyaseta derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li ber damezrandina nûnertiyên dîplomatîk ên cûrbecûr li Kurdistanê vekiriye.[64]
Her çiqas Herêma Kurdistanê welatekê deryayî nebe jî siyaseteke derve ya proaktîv dimeşîne ku tê de xurtkirina têkiliyên dîplomatîk ên bi Îran, Tirkiye, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê re heye. Nûnerên dîplomatîk ên 31 welatan li Herêma Kurdistanê heye û di heman demê de Herêma Kurdistanê li 14 welatan xwedî ofîsên nûnertiyê ye. Dezgehên pirneteweyî ku di nav de YE, NY, ICRC, JICA û KOICA hene li Herema Kurdistanê ofîsên xwe vekirine.[64]
Hêz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Pêşmerge

Ji sala 1991ê vir ve Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tê parastin. Ewlhehî û aramiya herêmê ji aliyê Pêşmerge, asayîş û polîsên Herêma Kurdistanê ve tê birêve birin.[65][66] Li gorî benda 117an a destûra bingehîn a Iraqê ya sala 2005an Herêma Kurdistanê bi hêzên xwe yên ewlehiyê yên navxweyî ku di nav de "polîs, hêzên ewlehiyê û parêzvanên herêmê" hene parastina xwe dike. Hêzên Herêma Kurdistanê bi tevahî ji hêzên Iraqê hêzeke serbixwe xwe ye ku biryarên xwe bi zincîra fermandariya xwe werdigire.[67][68]
Hêzên Pêşmerge ku hêzeke girêdayê Wezareta Pêşmerge ye, sereke hêzên leşkerî Herêma Kurdistanê ye. Li gel hêza Pêşmerge, Herêma Kurdistanê xwedî rêzek saziyên ewlehiyê ye ku di nav wan de polîsê Herêma Kurdistanê, ewlehî û îstîxbarata navxweyî (Asayîş û Konseya Ewlekariya Herêma Kurdistanê), îstîxbarata biyanî (Parastin û Zanyarî), hêzên cendermeyan (Zeravanî û Hêzên Parastinê û Awarte) û hêzên dijî-terorê û yên taybet ên wekî Daîreya Dijî Terorê, CTG Kurdistan û Hêzên Komando yên Kurdistanê hene.
Demografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî daneyên hêjmara nifûsa sala 2024an, nifûsa Herêma Kurdistanê 6.370.668 kes e Nêzîkî ji %84ê nifûsa Herêma Kurdistanê li deverên bajarî û ji %16 ji nifûsa herêmê jî li deverên gundewarî dijîn. Li Herêma Kurdistanê 1,38 milyon malbata heye û bi navînî serê malbatê 4,3 kes dikeve. Nifûs li gorî zayendê hema hema bi awayekî wekhev dabeşkirî ye û nifûsa herêmê ciwan e ku ji %31,9 di bin 15 salî de û ji %63,07 jî di temenê xebatê de ne. Herêm ji sala 2009an vir ve bi rêjeya ji %2,48 nifûsa herêmê zêde bûye.
| Rêz | Bajar | Parêzgeh | Nifûs | ||
|---|---|---|---|---|---|
| 1 | Hewlêr | Hewlêr (parêzgeh) | 1.400.000 | ||
| 2 | Silêmanî | Silêmanî (parêzgeh) | 725.000 | ||
| 3 | Dihok | Dihok (parêzgeh) | 350.000 | ||
| 4 | Ranye | Silêmanî (parêzgeh) | 200.836 | ||
| 5 | Zaxo | Dihok (parêzgeh) | 190.000 | ||
| 6 | Şeqlawe | Hewlêr (parêzgeh) | 124.628 | ||
| 7 | Helebce | Helebce (parêzgeh) | 120.000 | ||
| 8 | Rewandiz | Hewlêr (parêzgeh) | 102.399 | ||
| 9 | Çemçemal | Silêmanî (parêzgeh) | 100.000 | ||
| 10 | Koye | Hewlêr (parêzgeh) | 100.000 |
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Kurdistanê herêmeke pirzimanî ye ku gelek ziman û zaravayên cuda lê herêmê têne axatin. Piraniya nifûsê bi zaravayên cûrbecûr ên kurdî diaxivin ku zimanê kurdî li gel çend zimanên din yek ji fermî yê herêmê ye. Du zaravayên sereke yên kurdî li herêmê kurdiya navendî (soranî) ku li Hewlêrê û Silêmanî tê axaxtin û kurdiya bakur e (kurmancî) ku bi piranî li Dihokê tê axavtin. Di roja îro de nêzîkî hemî nifûsa Herêma Kurdistanê dikarin her du zaravayên sereke biaxivin an jî jê fem bikin.[69]
Ziman û zaravayên din ên kurdî ku ji aliyê civakên wan ve têne axavtin hewramî û kurdiya başûrî ye. Di heman demê de zimanê erebî, neo-aramî (ku di nav de keldanî û suryanî hene), zimanê ermenî û zimanê tirkmenî li herêmê têne axavtin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirrengiya zimanî pêş dixe û hinek dibistan bi karanîna van zimanên kêmneteweyan wekê navgîniya sereke ya perwerdeyê hatine damezrandin.[69] Li gorî qanûna zimanên fermî ya sala 2014an ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin, zimanê tirkmenî, suryanî û zimanê ermenî li Herema Kurdistanê ligel zimanê kurdî, zimanên naskirî ne.[70]
Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Kurdistanê xwedî nifûseke dînî ya cihêreng e ku ev serdestî bi derketina DAÎŞê ji ber ku endamên gelek komên kêmnetewe reviyan herêmê, hinek zêdetir xurt bûye. Dînê serdest a li Herêma Kurdistanê baweriya îslamê ye ku piraniya niştecihên Herêma Kurdistanê vê dînê dihebînin. Di nav kesên ku baweriya xwe bi dînê îslamê anîne de kurd, tirkmenên Herêma Kurdistanê û ereb hene ku bi piranî wan girêdayî mezheba şafiî ya îslama sunî ne. Her wiha hejmareke hindik ji kurdên yeylî yên şîe yên Herêma Kurdistanê hene.[71]
Di heman demê de li Herêma Kurdistanê kesên ku baweriya xwe bi dînê xiristiyanê anîne hene ku di nav wan de asûrî, keldanî, kurd û ermenî hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide ku tevlêbûna civakên xiristiyan pêş bixe; wek mînak, hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2015an de qanûnek derxist ku bi fermî kêmneteweyên dînî biparêze, ji bo avakirina dêr û saziyên perwerdehiyê alikariya darayî peyda kiriye û di sala 2021ê de xweseriyeke berfireh daye Ankawayê ku taxeke Hewlêrê ye ku bi piranî xiristiyanên Herêma Kurdistanê lê dijîn.[72]
Baweriya êzîdî yek ji baweriyên girîng ên Herêma Kurdistanê ye ku li gorî daneyên sala sala 2005an nêzîkî 650.000 kes[73] li Herêma Kurdistanê baweriya xwe dînê êzdêtî anîne.[71] Nêzîkî 200.000 kes baweriya bi baweriya yarsanî (ehlî heq an kakaî) anîne.[71]
Di sala 2020an de hatiye ragihandin ku 60 malbatên xwedî baweriya zerdeştî li Herêma Kurdistanê dijîn,[74] di heman demê de çavkaniyên din texmîn kirine ku li Herêma Kurdistanê 15.000-30.000 kesên ku baweriya xwe bi dînê zerdeştî tînin hene. Her çiqas hêjmara kesên girêdayî zerdeştê bi awayekê baş diyar nebe jî hatiye texmîn kirin ku ji ber hinek kurd zerdeştîtiyê wekî dînî xwe ya "resen" dibînin û ji neteweperestiya kurdî bandor bûne û piştî wehşetên ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve hatine kirin, ji îslamê dûr ketine û baweriya bi dînî zerdeştî anîne.[72] Yekem perestgeha zerdeştî ya nûjen di îlona sala 2016an de li bajarê Silêmanî yê hatiye vekirin[75] û di heman demê de perestgeheke din jî di sala 2020an de li Hewlêrê hatiye vekirin.[72]
Li herêmê civateke etno-dînî ya biçûk a mandaiyan jî heye. Komeleya neteweyî ya cihûyên ji Kurdistanê li Îsraêlê diyar kirine ku hejmareke kêm ji cihûyên koçber li Herêma Kurdistanê hene lê ti cihû ji civakên cihûyên resen nemane.[76][77] Endamên dînê baha'î jî li Herêma Kurdistanê hatine naskirin.[72]
Koçberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çalakiyên aborî yên berfireh di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de derfet dane kurdên Bakurê Kurdistanê ku koçê Herêma Kurdistanê bi cih bibin. Rojnameyeke kurdî texmîn kiriye ku di sala 2009an de nêzîkî 50.000 kurdên ji Bakurê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bicih bûne.[78]
Li gorî amarên kanûna sala 2017an, Herêma Kurdistanê malavaniya 1,2 milyon koçberên navxweyî yên iraqî kiriye ku ji ber şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAÎŞ) koçberê Herêma Kurdistanê bibûn. Berê sala 2014an nêzîkî 335.000 koçberên navxweyî û penaber li herêmê hebûn û hinek ji van koçberan di sala 2014an de ji ber aloziyên li Rojavayê Kurdiatanê û Sûriyeyê di êrîşên destpêkê ya DAÎŞê gihîştibûn Herêma Kurdistanê.[79]
Perwerdehî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dibistana navneteweyî ya Şûeyfatê ku yekem dibistana navneteweyî ye ku di sala 2006an de şaxê dibistanê li Herêma Kurdistanê hatine vekiriye. Dibistanên din ên navneteweyî jî hatine vekirin û Dibistanên Navneteweyî yên Brîtanî li Kurdistanê ya herî dawî ne ku hatibû plankirin ku di îlona 2011an de li Silêmaniyê werin vekirin. Li Herêma Kurdistanê li gel zimanê kurdî, bi zimanî îngilîzî, erebî û çend zimanên din ên kêmneteweyan perwerdehî tê dayîn.
Piştê damezrandina rêveberiya otonomî ya Herêma Kurdistanê geşedanên akademîk bi awayekê berbiçav li herêmê pêş ketiye. Li gel zanîngehên heyî gelek zanîngeh taybet û kolej li Herêma Kurdistanê hatine avakirin. Zanîngeha herî kevin ê Herêma Kurdistanê Zanîngeha Silêmaniyê ye ku di sala 1968an hatiye damezrandin.[80] Zanîngehên din ên herêmê Zanîngeha Selahedînê, Zanîngeha Dihokê, Zanîngeha Zaxoyê, Zanîngeha Koyeyê, Zanîngeha Hewlêrê, Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê, Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê, Zanîngeha Bijîşkî ya Hewlêrê, Zanîngeha Fransî ya Libnanî, Zanîngeha Cîhanê, Zaningeha Işik, Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Komarê, Zanîngeha Soran, Zanîngeha Newrozê, Zanîngeha Pêşveçûna Mirovî, Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê,[81] Zanîngeha Zanînê û Zanîngeha Katolîk a Hewlêrê ye.[82]
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Aboriya Herêma Kurdistanê ji aliyê pîşesaziya petrolê û sektoreke giştî ya mezin ve serdest e ku ji ber vê yekê wekê dewleteke rantîer an jî dewleteke petrolî yên mîna welatên kendavê hatiye binavkirin.[83] Piştê damezrandina hikumeta xweser, li Herêma Kurdistanê geşbûneke aborî ya bihêz çêbûye ku di navbera salên 2003 û 2006an de, hejmara milyonerên li Silêmanî ji 12 kesan bilindê 2.000 kesan bûye[84] û derfetên aborî di navbera salên 2003 û 2005an de nêzîkî 20.000 karker ji deverên din ên Iraqê ji bo kar û xebatê derbasê Herêma Kurdistanê bûne.[85] Ji dawiya salên 2010î vir ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl daye ku aboriyê cûrbecûr bike ku xetereyên ji ber girêdayîbûna tenê bi petrolê ve derdikevin kêm bike û lawaziya qeyranên aborî kêm bike.[86]
Li gorî deverên din ên Iraqê, Herêma Kurdistanê xwedî rêjeyên hejariyê ya herî nizm e û xwedî aboriyeke bihêztir e.[87] Lêbelê bêkarî li Herêma Kurdistanê hê jî zêde ye ku bi taybetî nifûsa ciwanan di dîtina kar û xebatan de zehmetiyan dikişînin. Di navbera salên 2021 û 2022an de rêxistina navneteweyî ya kedê rêjeyên bilind ên bê kariya bi berdewamî yên ji %14-18 ragihandiye[88] ku ji ber pandemiya COVID-19 xirabtir bûye û amarên fermî nîşan didin ku rêje di sala 2024an de ku di nav nakokiyên bi hikûmeta Iraqê ya li ser dayîna mûçeyan, ev rêje bilind ê ji %24an bûye.[89][90] Li gorî texmînan, deynê Herêma Kurdistanê di çileya sala 2016an de gihîştibû 18 milyar dolarên amerîkî.[91]
Çavkaniyên petrol û mîneralê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 milyar bermîl rezervên petrolê yên kivşekirî vedihewîne. Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê texmîn kiriye ku herêm nêzîkî 45 milyar bermîl (7.2×109 m3) çavkaniyên petrolê ku hê nehatine kivşekirin vedihewîne.[92][93][94]
Derxistina hinek rezervên nefta Kurdistanê di sala 2007an de dest pê kiriye. Ji bo ku hilberîna petrolê herêmê di 5 salên pêş de bi qasî pênc caran zêde bike û heta nêzîkî 1 milyon bermîl di rojê de (160,000 m3/d) derîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê şirketên biyanî aniye Kurdistanê ku li 40 deverên nû yên petrolê veberhênanê bikin. Pargîdaniyên girîng ên ku li Herêma Kurdistanê çalak in Exxon, TotalEnergies, Chevron, Talisman Energy, DNO, MOL Group, Genel Energy, Hunt Oil, Gulf Keystone Petroleum, û Marathon Oil e.[95]
Binesazî û veguhastin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Binesazî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber wêraniyên ku ji ber kampanyayên artêşa Iraqê di bin serokatiya Sedam Huseyîn û rejîmên berê de çêbûne, piraniya binesaziya Herêma Kurdistanê paşketî dimîne. Piştî damezrandina herêma ewle di sala 1991ê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi projeyên nû ji nû ve avakirina herêmê daye destpêkirin. Heta salên 2000an 4.500 (ji sedî 65ê tevahiya gundan) gundên ku di kampanyayên berê de wêran bûbûn ji nû ve hatine avakirin. Zanyaran ji nû ve avakirina herêmê ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye despêkirin ku diviyabû hema hema ji binî ve dest pê bike, wekê serketineke bi nav kirine.
Veguhastin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Balafirga Navneteweyî ya Hewlêrê û Balafirgeha Navnetewî ya Celal Talebanî du balafirgehên çalak ên Herêma Kurdistanê ne ku ji gelek welatên biyanî geştên ji derveyê welat têne lidarxistin. Rêyên bejahiyê herî çalak rêya di navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ye ku hêsanî bi rêya deriyê sinorê Xabûrê di navbera her du beşên Kurdistanê de geşt dikarin werin pêkanîn. Du deriyên sinorê, deriyê sinorê Hacî Omeran û deriyê sînorê Başmegê ku li nêzîkî bajarê Silêmaniyê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de çûn û hatin dikare pêk were. Di heman demê de deriyeke sinorî bi Rojavaya Kurdistanê re heye ku wekê deriyê sinorê Sêmalka tê zanîn. Ji hundirê Iraqê jî bi rêya bejahî û bi rêya gelek rêyan di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de çûn û hatin heye.[96]
Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê geştên ber bi Rojhilata Navîn û Ewropayê li her du balafirgehan pêk tên. Pargîdaniyên ku rêwî ji her du werdigirin Turkish Airlines, Austrian Airlines, Lufthansa, Etihad, Royal Jordanian, Emirates, Gulf Air, Pegasus Airlines, Egyptair, Middle East Airlines, Fly Baghdad, Atlas Jet, Iraqi Airways, Wizz Air, Flynas û Flydubai ye.[97] Li Herêma Kurdistanê herî kêm 2 balafirgehên leşkerî hene.[98]
Li Başûrê Kurdistanê bi tenê rêyeke hesin heye ku ji bajarê Hewlêr ber bi Kerkûk, Tûzxûrmatû, Celewla, Bakûbayê ve diçe Bexdayê. Di van salên dawîyê da dewleta Iraqê vê riya hesîn hilweşandiye.
Riyên reş û asfalt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew riyên ku hene jî, ji bo leşkerî û berhemên Kurdistanê ku bikşînin herêma Araban çêkirine. Di herêma Başûr de riyên reş û hesin ên hên girîng û mezin ev in.
- Riya yekem, ji Dihokê dest pê dike ber di Zaxo ve diçe Xabûrê. Ji wir jî diçe Bakurê Kurdistanê.
- Riya duyem, Ji Dihokê diçe Elkeş, Mûsil, Kelek û Hewlêrê.
- Riya sêyem, ji Hewlêrê diçe Perdê, Kerkûk, Tûz Xurmatû, Xalîs û heta Bexdayê
- Riya çarem, ji Hewlêrê diçe Koyê, Ranya û digihe Qeladizê.
- Riya pêncem, ji Hewlêrê diçe Koyê û Silêmaniyê.
- Riya şeşem, ji Kerkûke diçe Çemçemal û Silêmaniyê.
- Riya heftem, ji Silêmanîye diçe Çemçemal, Kerkûk, Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê.
- Riya heştem jî, ji Kerkûkê diçe Tûzxûrmatû, Xalîs û Bexdayê. Wîlayeta Silêmaniyê, ji Mawet, Sêrdaş, Qeladiz, Herbet, Senger, Pêncûyî, Helepce, Qeredax, Seyidsadiq, Çarte, Dokan, Derbendîxan, Pişder, Bekreçê û Xurmalê pêk tê.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çanda Herêma Kurdistanê bi giranî kurdî ye ku bi kevneşopiyên cuda yên bi muzîk, reqs, cil û berg û festîvalan herêmê ji deverên din ên Iraqê cuda dike. Pîrozbahiya salane ya cejna Nevrozê ku wekê sersala kurdî û cejna biharê her sal di 21ê adarê de tê pîrozkirin.[99] Yek ji festîvalên girîng ên Herêma Kurdistanê pirozbahiya Newroza Akreyê ye ku her sal bi pîrozbahiyeke bêhempa li navçeya Akreyê tê pîrozkirin.[100]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike". Rûdaw. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.
- ^ a b Danilovič, Alex, edîtor (2017). Iraqi Kurdistan in Middle Eastern politics. London New York: Routledge. ISBN 978-1-315-46840-2.
- ^ "Calhoun Repository :: Login" (PDF). calhoun.nps.edu. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ "Iraq Timeline: Since the 2003 War". United States Institute of Peace (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 îlon 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ "South Kurdistan profile". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 3 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ a b c Long, Katy (29 tebax 2013). The Point of No Return: Refugees, Rights, and Repatriation (bi îngilîzî). OUP Oxford. ISBN 978-0-19-165422-0.
- ^ "Kurds say Iraq's attacks serve as a warning". Christian Science Monitor. ISSN 0882-7729. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ "Kurdish Refugees Straggle Into Iran, Followed By Tragedy". AP NEWS (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ "Nifûsa Herêma Kurdistanê sala 2040î dê çend be?". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
- ^ a b Pomeroy, Emma; Bennett, Paul; Hunt, Chris O.; Reynolds, Tim; Farr, Lucy; Frouin, Marine; Holman, James; Lane, Ross; French, Charles; Barker, Graeme (2020). "New Neanderthal remains associated with the 'flower burial' at Shanidar Cave". Antiquity (bi îngilîzî). 94 (373): 11–26. doi:10.15184/aqy.2019.207. ISSN 0003-598X.
- ^ a b "Ancient history of Kurdistan – History of Kurdistan". Roja gihiştinê 10 nîsan 2026.
- ^ a b "Revealed: face of 75,000-year-old female Neanderthal from cave where species buried their dead". www.cam.ac.uk (bi îngilîzî). 2 gulan 2024. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ Kuta, Sarah. "Meet Shanidar Z, a Neanderthal Woman Who Walked the Earth 75,000 Years Ago". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ a b c d e f g Kopanias, Konstantinos; MacGinnis, John (23 hezîran 2016). The Archaeology of the Kurdistan Region and Adjacent Regions (bi îngilîzî). Archaeopress Publishing Ltd. ISBN 978-1-78491-394-6.
- ^ a b Maisels, Charles Keith (24 çiriya pêşîn 2005). The Near East: Archaeology in the 'Cradle of Civilization' (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-66469-6.
- ^ Daoudy, Marwa (2005). Bibliographie. Paris: CNRS Éditions. rr. 215–244. ISBN 978-2-271-07815-5.
- ^ Liverani, Mario (1993). Akkad: The First World Empire : Structure, Ideology, Traditions (bi îngilîzî). Sargon. ISBN 978-88-11-20468-8.
- ^ "Ancient Cities and Landscapes in the Kurdistan Region: The Erbil Plain Archaeological Survey 2012 Season" (PDF). dash.harvard.edu. Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ Theodor Noldeke. Geschichte des Artachsir i Papakan aus dem Pehlewi uebersetzt (bi almanî).
- ^ Sanjānā, Dārāb Peshotan (1896). The Kârnâmê î Artakhshîr î Pâpakân: being the oldest surviving records of the Zoroastrian emperor Ardashîr Bâbakân, the founder of the Sâsânian dynasty in Irân ; the original Pahlavi text edited for the first time with a trans-literation in Roman characters, translation into the English and Gujerati languages, with explanatory and philological notes, an introduction, and appendices (bi îngilîzî). Printed at the Education Society's Steam Press.
- ^ "The medieval reception of the Shahnama as a mirror for princes | WorldCat.org". search.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 nîsan 2026.
- ^ Sanjana, Darab Dastur Peshotan (1896). The Karname I Artakshir I Papakan : being the oldest surviving records of the Zeroastrian emperor Ardashir Babakan. Education Society Steam Press, Bombay.
- ^ "University of Chicago Press Journals: Cookie absent". RCNi Company Limited (bi îngilîzî). doi:10.1086/372531. Roja gihiştinê 11 nîsan 2026.
- ^ a b "Research of the Arbil Citadel, Kurdistan, First Season". kar.zcu.cz. Roja gihiştinê 11 nîsan 2026.
- ^ Mariscotti, Cathlyn (1997). "A Modern History of the Kurds". History: Reviews of New Books. 25 (2): 84–85. doi:10.1080/03612759.1997.9952739. ISSN 0361-2759.
- ^ "Kurdistan: Short-lived independent states". www.crwflags.com. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
- ^ "The Impact of Architectural Identity on Nation Branding: The Case Study of South Kurdistan" (PDF).
- ^ Kardam, Ahmet (2011). Bedirxan, Begê Cizîra Botan: Salên Berxwedan û Serhildanê (bi tirkî). Dipnot.
- ^ Hakan, Sinan (1 kanûna paşîn 2007). "Kurd û Berxwedana Kurdan di Belgeyên Arşîvên Osmanî de (1817-1867)". Doz Yayınları.
- ^ Archival Document Collection Codes from the Başbakanlik Arşivi (Bbk)/Ottoman Prime Ministry Archives. I.B.Tauris. 2015. ISBN 978-1-78076-852-6.
- ^ a b c "BĀBĀN". Encyclopaedia Iranica (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
- ^ Rostami, Mari R. (2019). Kurdish Nationalism on Stage: Performance, Politics and Resistance in Iraq. Kurdish Studies. London: I. B. Tauris & Company, Limited. ISBN 978-1-78831-870-9.
- ^ O’Ballance, Edgar (1996). The Kurds Divided. London: Palgrave Macmillan UK. rr. 12–20. ISBN 978-1-349-39576-7.
- ^ "'HISTORY OF THE GREAT WAR BASED ON OFFICIAL DOCUMENTS. THE CAMPAIGN IN MESOPOTAMIA 1914-1918. VOLUME IV.' [166v] (337/540)". Qatar Digital Library (bi îngilîzî). 7 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
- ^ a b "Britain's Policy Towards The Kurdish Question, 1915-1923" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 31 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 nîsan 2026.
- ^ a b McDowall, David (1997). A Modern History of the Kurds (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-86064-185-5.
- ^ Ismael, Tareq Y. (2015). Iraq in the Twenty-First Century: Regime Change and the Making of a Failed State. Durham Modern Middle East and Islamic World Series. Hoboken: Taylor and Francis. ISBN 978-1-317-56759-2.
- ^ "Turkey Concerned at Growing Number of Syrian Refugees". Voice of America (bi îngilîzî). 11 adar 2012. Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Resolution 688 (1991) / adopted by the Security Council at its 2982nd meeting, on 5 April 1991". digitallibrary.un.org. Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ a b c "History of Parliament". Kurdistan Parliament - Iraq (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Kurdish Agreement Signals New U.S. Commitment | The Washington Institute". www.washingtoninstitute.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Persian Gulf War: Dates & Operation Desert Storm - HISTORY". HISTORY (bi îngilîzî). 9 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Region | Facts & Figures". Kurdistan Regional Government (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ a b "Iraqi Kurdistan : Does independence beckon ?". Institutkurde.org (bi fransizî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "IHD STATEMENT ON THE YAZIDI GENOCIDE – İHD" (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ a b "Yezidi Genocide 2014 – Free Yezidi Foundation" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Iraq takes disputed areas as Kurds 'withdraw to 2014 lines'". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 18 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 19 nîsan 2026.
- ^ "Gobierno Regional del Kurdistán | Geography". www.krgspain.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
- ^ "Agricultural lands". krso.gov.krd (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
- ^ "Geography of Iraq - Fanack.com". Fanack.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
- ^ a b "Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Li deverên nakokbar erebkirin û guhertina demografîk pêk tê". Rudaw (bi tirkî). 21 sibat 2026. Roja gihiştinê 5 hezîran 2026.
- ^ a b "The Kurdistan Region is an autonomous region in federal Iraq". presidency.gov.krd. Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
- ^ "Governing Kurdistan". www.tandfonline.com. doi:10.1080/17449057.2018.1525166. Roja gihiştinê 4 nîsan 2026.
- ^ Kurdistan24 (13 adar 2024). "Kurdistan Region Judicial Council issues statement on latest ruling of Iraqi Federal Supreme Court". Kurdistan Region Judicial Council issues statement on latest ruling of Iraqi Federal Supreme Court (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Nechirvan Barzani elected president of Kurdistan Region of Iraq". U.S. (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2026.
- ^ a b Chomani, Kamal (11 kanûna paşîn 2019). "Judiciary in Kurdistan Region in Peril". The Tahrir Institute for Middle East Policy - (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2026.
- ^ a b c d I•CONnect (3 tebax 2025). "Three Decades Without a Social Contract: A Call for Constitutional Adoption in the Kurdistan Region of Iraq". www.iconnectblog.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ ""Kurdistan Region of Iraq: Introductory profile"" (PDF).
- ^ "Yoshioka, Akiko (3 December 2025). "Hybrid Governance with Armed Non-State Actors in a Fragile State: The Case of Iraq and the Kurdistan Region"" (PDF).
- ^ "Why Choosing the Right Sunscreen Matters for Australia's Reefs | KRSO". Why Choosing the Right Sunscreen Matters for Australia's Reefs | KRSO (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "History of Raparin Area". University of Raparin (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ Kurdistan24 (13 hezîran 2022). "PM Barzani decrees establishment of new agricultural directorates in independent administrations". PM Barzani decrees establishment of new agricultural directorates in independent administrations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Kurdistan24 (23 gulan 2022). "PM Barzani decrees establishing general municipality directorate for Raparin". PM Barzani decrees establishing general municipality directorate for Raparin (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ a b c "Overview: Kurdistan Region of Iraq". Fin-Afford (bi îngilîziya amerîkî). 28 îlon 2022. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "Kurdistan Region: A Country Profile" (PDF).[girêdan daimî miriye]
- ^ "THE SUB-CONFLICT BETWEEN ISIL AND THE KURDISH FORCES: WOMEN'S PARTICIPATION BEYOND ARMED STRUGGLE" (PDF).
- ^ "Backgrounder: Literature Review of Local, Regional or Sub-State Defense Forces in Iraq" (PDF).
- ^ Sosnowski, Piotr (28 adar 2019). "Rentier economy of the Kurdish region in Iraq as a source of barriers for the regional security sector reform". Security and Defence Quarterly (bi îngilîzî). 23 (1): 144–157. doi:10.35467/sdq/105429. ISSN 2300-8741.
- ^ a b "Gobierno Regional del Kurdistán | Language". www.krgspain.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "Kurdistan a safe haven for Iraq's minorities". Kurdishglobe (bi îngilîziya amerîkî). 18 tebax 2025. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ a b c ""Minorities in Kurdistan: Memory, Identity and Challenges"" (PDF). masaratiraq.org. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ a b c d "Länderreport 68 Irak: Die Autonome Region Kurdistan" (PDF).
- ^ "Kurdistan's Yezidis: A Religious and Ethnic Minority Group Faces Repression and Assimilation" (PDF). www.aina.org. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ Kurdistan24 (21 hezîran 2020). "Kurdistan welcomes US State Department report on religious freedom". Kurdistan welcomes US State Department report on religious freedom (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Hopes for Zoroastrianism revival in Kurdistan as first temple opens its doors". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "2020-11-17 Quadruple communique from the National Association". Google Docs (bi tirkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "Publicity seeking Kurdish official brings back memories of Jewish Kurd aliya fiasco | The Jerusalem Post". The Jerusalem Post | JPost.com (bi îngilîzî). 7 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 6 nîsan 2026.
- ^ "An unusual new friendship". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Urgent reconstruction needed for returning Iraqi refugees: IOM". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "History". University of Sulaimani (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 nîsan 2026.
- ^ "دەربارەی زانکۆ". زانکۆی پۆلیتەکنیکی سلێمانی. Roja gihiştinê 8 nîsan 2026.
- ^ "About CUE".
- ^ "The Kurdish opening". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Iraqi President Talabani's Letter to America - DefendAmerica News". defendamerica.mil. Ji orîjînalê di 15 sibat 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ Barkey, Henri J.; Laipson, Ellen (2005). "I raqi K urds and I raq's F uture". Middle East Policy (bi îngilîzî). 12 (4): 66–76. doi:10.1111/j.1475-4967.2005.00225.x. ISSN 1061-1924.
- ^ "Diversification Of Economy–An Insight into Economic Development with Special Reference to Kurdistan" s Oil Economy and Agriculture Economy".
- ^ "Nearly 25 percent of Iraqis live in poverty". NBC News (bi îngilîzî). 20 gulan 2009. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Kurdistan Labour Force Survey" (PDF).
- ^ team, T. I. I. (24 kanûna pêşîn 2024). "Iraqi Kurdistan unemployment hits 25% amid ongoing salary crisis". The Insight International (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ Corporation, Nalia. "نزیکەى ٢٥٪ى خەڵکى هەرێمى کوردستان بێکارن". nrttv.com. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Is the KRG heading for bankruptcy? - AL-MONITOR: The Middle Eastʼs leading independent since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Iraq Kurds Cabinet Approves Plan for Starting Oil Company". Bloomberg (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "New oil pipeline boosts Iraqi Kurdistan, the region made of three northern provinces". The Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). 13 hezîran 2014. ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ Lister, Tim (24 hezîran 2014). "Destination unknown: Will Kurds use oil to break free from Kurdistan?". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Kurdistan Oil and Gas Activity Map" (PDF). www.westernzagros.com. Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2026.
- ^ "Iraq federal, Kurd region oil chiefs informally agree on exports - UPI.com". UPI (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ "Office Locations | Flynas". flynas.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.[girêdan daimî miriye]
- ^ "Why Australia's Housing Market Offers Unique Insights for Marketers | Milair Comms". Why Australia's Housing Market Offers Unique Insights for Marketers | Milair Comms (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
- ^ Kurdistan24 (20 adar 2026). "Newroz: The Flame of Freedom Igniting Kurdish Identity and Resilience". Newroz: The Flame of Freedom Igniting Kurdish Identity and Resilience (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ RonseCreative. "Akrê çawa bû paytexta Cejna Newrozê?". İlke TV (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 nîsan 2026.

