Antarês
Antarês | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Antarês an Qelbuleqreb an jî α Scorpii (Alpha Scorpii) stêra tewrî geş a di komstêra dûpişkê de ye. Ew 550 salên roniyê dûrî dinê ye[1]. Navê wê tê mehneya dijê(antî)-Marsê. Xwedewanda yewnanî Arês, ji hêla romiyan wek Mars dihat binavkirin. Çima ku rengê Antarês dişibe rengê Marsê meriv dibe wan şaş bike, bi taybetî gava ku komstêr nêzîkî eklîptîk dibe, hana hatiye binavkirin. Navê wê yê din Qelbuleqreb (قلب العقرب, "dilê Eqrebê") jî ji erebî derhatiye. Ew bi Deberan, Spica û Regulus ve yek ji çar stêrên geş ên nêzikî eklîptîk in.
Taybetmendiyên fizîkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Geşî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi qedra zahirî ya 1,09 ew 15emîn geştirîn stêra li ezmana şevê ye. qedra wê ya mitleq jî -5,3 e û bi vê ve dorê 10.000 car ji rojê geştir e. Rûyê wê rêjeyî sar e û tenê 3.400 kelvîn e û vê lomê rûyê wê rengekî tirincî nîşan dide û pirr tîrêjên înfrarûj diçûrisîne ku bi çavên merivan nayên dîtin.
Mezinahî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eşkêla wê nêzî 1144 milyon kîlometre ye û ev nêzî 850 car ya rojê ye. Giraniya wê jî 15 car ya rojê ye [2]. Bi va eşkêla xwe ve bihata danîn şûna rojê wê şûneka heta Mars bigirta.
α Scorpii B
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Antarês bi stêreke li kêleke ya nebalkêş ve stêrcêwiyeke pêk tîne. Qedra wê ya zahirî 5,5 mag e. Bi vê ve ew xweyî geşiyeke 1/370 a Antarês e û xweyî geşiyeke 170 car a rojê ye. Ew dorgerra xwe 878 salan, ango 550 yekeya astronomîk, de temam dike.
Raçavkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gava ku Antarês nêzikî eklîpktîk dibe, ji hêla roj, hîv û gerstêrkên din ve pêşî dikare li wê bê girtin. Pêşîlêgirtina paşîn a gerrstêrkekê 17ê îlonê 525 berî zayînê[çavkanî hewce ye] ji hêla tebaxê ve hat pêkanîn, ya nêziktir jî ê 17ê çiriya pêşîn 2400î de dîsa ji hêla tebaxê ve bê pêkanîn. Lêbelê ew ji hêla hîvê ve 31ê tîrmeha 2009an de pêşî lê hatiye girtin[3].
Antarês hersal di roja 31ê gulanê de hema di mideta şevê gîşê de dîtbar e. Ew bi roçûna re li dûv rojê, bi rohelat re hema li ber rojê heltê. Ew li dor 30ê çiriya pêşîn du-sê hefteyan li esmana şevê, çima ku xwiyayî nêzika rojê ye, ne dîtbar e.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (inglîzî) Qiyaskirina mezinahiya wê ya bi cismên din ên esmanî ve
- (inglîzî) Di derbarê Antares de agahiyên kûrtir