Dîroka Rojhilatê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dîroka Kurdistana Rojhilat hat beralîkirin)

Dîroka Rojhilatê Kurdistanê[1] dîroka beşa Kurdistanê ya li Îranê de mayî dihundirîne.

Rojhilata Kurdistanê perçeke ji Kurdistan e ku di nav sînorê welatê Îran cih digre. Parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava û Îlam dikevin nav wê deverê. Piraniya xelkê wê herêmê kurd in.

Destpêk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Dema Sasaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka Serbihûriya Edreşîr Papekan, behsa jiyana damezrînera dewleta Sasanî dike. Pişka 5 a wê pirtûkê, li ser şerê di nav Erdeşêrê Sasanî û şaha kurdan bi navê Madîg dipeyve. Li despêka şerê, leşkera sasanî biserneket û kurdan hizirîn ku Erdeşêr dê vebigera welatê xwe. Lê Erdeşîr leşkerek nû çêkir ku li çar hezar kes pêk hatibû û dîsa hêrişa serê kurdan kir. Di akamê de, hezar kurd hatine kuştin û leşkera kurdan têkçû. Ev bûyer di sedsala 2 ya zayinî de qewimiye.

Dema Îslamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Raperîna Babek

Dema Selcûkiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 12ê de, Siltan Sencer parêzgehek çêkir bi navê Kurdistan ku navenda wê bajaroka Behar li bakûra rojhilatê bajara Hemedan bû. Ew parêzgeh pêkhatibû li deverên Hemedan, Kirmaşan, Sine û Şarezûr. Parêzgeha Kurdistan ji aliyê Suleyman kurê sultan sencer ve dihate birêvebirin.

Serdema mîrektiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta Hesnewiyan
Rewadî

Di nav bera sedsala 10 û 12 yê zayînî de, wê deverê di bin desthilata dewletên Hesenweyhî (959-1015) û Dewleta Enazî (990-1117) bû. Emareta Erdelan di sedsala 14 yê li deverên Qeredax, Xaneqîn, Kerkûk, Kifrî û Hewraman hate demzrandin. Paytexta dewleta Erdelan li sereta de li bajarê Şarezûr bû, lê paştir hate raguhastin ji bo bajarê Sine yê. Di sala 1867 ê de, dewleta Edrelan ji aliyê paşatiya Qacar ve hate hilweşandin.

Mîrektiya Erdelan (1169–1867)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Mîrektiya Erdelan

Mîrektiya Mukriyan(1400-1850)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Mîrektiya Mukriyan

Peymana Zehabê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Peymana Zehabê
 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Bi vê hevpeymana di navbera Sefewî û Osmaniyan de Kurdistan heta niha bû du parçe. Bi vê hevpeymanê Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Îranê û desthilatên Îranê de ma. wek Rojhilatê Kurdistanê û Kurdistana Osmaniyan bû du parçe

Piştî Peymana Zehabê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Emîrxanê Lepzêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Emîrxan Lepzêrîn

Xanedana Zendan (1747-1779)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dûgela Zend

Serdema Serhildanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qacariyan li sala 1868ê de mîrektiya Erdelanê ji holê rakir. Pêkhateya siyasî ya kurdan ya dawî hate vemirandin.

Hikûmeta Kirmaşanê (1914}[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1914ê de eşîren Kirmaşanê Hikumeta Neteweyî-1914 ava kirin.

Peymana li gel rûsan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

17ê xizîrana 1917ê kurdên li derdora Kirmaşanê û rûsan peymana hevgirtinê destnîşan kirin. 4ê îlona 1917ê jî rûsan li gel serokeşîrên herêma Sîneyê peymana hevgirtinê destnîşan kirin [2]

Serhildana Yekem ya Simkoyê Şikak (1922)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak

Serhildana Serdar Reşîdê Kelhûr (1923)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1923yê de serokê kurdên kelhûr Serdar Reşîd dijî navendkirina dewleta Îranê serhildan da destpê kirin. Serdar Reşîd dixwast ku herêma Kirmaşan bindestê wî de be, ne di bin destê parêzgarê Îranê [3]

Serhildana Cafer Siltanê Hewramanî (1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serhildana Duyem ya Simkoyê Şikak (1924)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak

Serhildana kurdên Xorasanê (1926)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana kurdên Xorasanê

Serhildana Sêyem ya Simkoyê Şikak (1929)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak

Sirgûna Celaliyan (1936)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Sirgûna Celaliyan

Li sala 1936ê de kurdên celalî yên li devera Çiyayê Agirîyê ji aliyê dewleta Îranê ji ber givaşa tirkan hatin sirgûnkirin bo parêzgeha Îsfehanê. %40 kurd di rê de mirîn. Li sala 1941ê Reza Şah ji textê xwe dikeve û ev kurdên celalî yên mayî vedigerin welat [4]

Serhildana Serdeştê (1939)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Serdeştê

Li sala 1930ê kurdên devera Serdeşta li dijî polîtkayên Reza Şah serî hildan [5]

Komara Kurdistanê (1945-1946)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komara Kurdistanê
Qazî Mihemed axiftinekê dike, 1945

Xebatên PDKÎ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kêmtir ji du salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe bi veşartî kir. Endamên PDKî li derdora kovara Rêga kom bûn û xebatên xwe bi rêya vê kovarê baştir dikirin.

4ê reşemeha 1949ê li dijî Muhemmed Reza Pehlewî sûîkastek hate kirin. Ji ber vê sûîkastê li dijî mixalifên şahê Îranê operasyonên dijwar destpê kirin. Di encamê de PDKÎ hate qedexekirin. Lê tesîra PDKÎ li nav kurdan de her geş ma. Li sala 1952yê li Îranê hilbijartin çêbûn. Di van hibijartinan de namzedên ku ji aliyê PDKÎ ve dihatin piştevanîkirin li Azerbaycana Rojava %80 deng wergirtin. Lê hilbijartin hatin betalkirin û namzedên şahê Îranê hatin hilbijartin [6]

Serhildan (1967)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildan 1967ê

Ji ber zextên Şahê Îranê kurdan bi rêberiya PDKÎ dest bi serhildanê kirin û 18 mehan ev pêvçûn dewam kirin.

Kuştina Silêman Muînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamê PDKÎ û serkirdeyekê serhildanê bi navê Silêman Muînî ji aliyê rêjimê ve tê kuştin û li dehan bajaran cesedê wî teşhîr dikin, xelkê pê ditirsînin.

Avabûna Komeleyê (1969)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avabûna Komara Îslamî ya Îranê (1979)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Îranê

Serhildana 1979an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana 1979an

Îran di sala 1979an de di kaoseke mezin de bû. Li dijî Şahê Îranê li her derê nerazîbûn peyda bûn. Herwisa li Kurdistanê jî serhildanên gel rûdan. Di adara 1979an de ji aliyê rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêvebiriya Îranê serhildan hate destpêkirin. Kontrola gelek bajarên kurdî di destê kurdan de bû. Şah ji welat derketibû û desthilata Îranê ketibû destê Xumênî de. Di rewşeke wiha de di navbera kurdan de û rêvebiriya Îranê de hevdîtin hatin kirin. Kurdan planeke otonomiyê pêşwazî rêvebiriya Îranê kir, madeyên planê ev bûn [7];

  1. Di makezagona Îranê de mafên gelê kurd bi otonomiyê dê were parastin
  2. Divê cihên kurdnişîn werin tesbîtkirin û merzên Kurdistanê werin belîkirin
  3. Xelkê Kurdistana Otonom ji bo kar û xebatên herêmê dê bi rêya hilbijartinê Meclîse Giştî hilbijêre
  4. Meclîsa Giştî, ji bo karên aborî, çandî û edarî dê komîsyona rêvebirinê ava bike
  5. Zimanê kurdî, li gel farisî dê bibe zimanê fermî yê Kurdistanê
  6. Ewlehiya di nav de hemû karên navxweyî dê ji aliyê organên otonom were rêvebirin

Lê rêvebiriya Îranê ev şert nepejirandin di encamê de li dijî kurdan êrîş hatin destpêkirin û gelek kurd hatin girtin. Di tîrmeha 1979ê de serkirdeyên Artêşa Pasdaran hatin Merîwanê û li gel kurdan hevdîtin kirin lê çi encam derneket. Kurdan bi rêberiya Şêx Îzedîn Huseynî û Ebdurehman Qasimlo serhildana xwe dewam kir lê hêza kurdan ewqas mezin nebû ku karibe bi ser bikeve. Hêjayî gotinê ye ku Şêx Îzedîn Huseynî li dijî dewleta Îranê cîhad îlan kiribû [8]. Her wisa Xûmênî jî li dijî kurdan cîhad îlan kiribû lê kîjan pêşiyê hatibû îlankirin, nediyar e.

Hevdîtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şerên giran qewimîn di navbera herdu hêzan de, hevdîtin hatin destpêkirin ji bo daxwazên kurdan. Di navbera hikûmeta Bazargan û Şêx Îzedîn de hevdîtin bi du tûran destpêkirin[9]

Brakujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şerê birakujî
 Gotara bingehîn: Şerê PDKÎ û Komala

Serhildana PDKÎyê(1989-1996)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana PDKÎyê (1989-1996)

Sûîkastên li dijî PDKÎyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Ebdurehman Qasimlo

Şerê PJAK û Îranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şerê PJAK û Îranê

PJAKê biryar da ku şer li dijî rêjima Îranê bike. Di nîsana 2004an de şer destpêkir û heta 2011an berdewam kir.

Rewşa niha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê
 Gotara bingehîn: Kurdên Xorasanê

Sinorên Rojhilatê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sinorên Rojhilata Kurdistanê

Paşeroja Rojhilatê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dadgeha Kurdistanê

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Li sala 1908ê Simko li dijî Şîeyan aligiriya Osmaniyan dikir heta ku Osmaniyan Urmiye dagir kir. [10]
  • Li sala 1908ê li Îranê Şoreşa Makezagonî çêbû. Di vê şoreşê de Simko aligirê dewleta Îranê bû heta ku piştî şoreşê Îranê bi fermî rêvebirina Kotolê da Simko [11]
  • Li sala 1913ê li gel Ebdulrezaq Bedirxanî dibistaneke kurdî vekir.
  • Li sala 1913ê Komala Kurdistanê dest bi xebatan dike.
  • Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem Îranê ev dibistanên kurdî girtin. Li ser vê dest bi serhildanê kir.
  • Li sala 1918ê artêşa tirkan kete devera Urmiyeyê, piştî leşkerên tirkan vegerî Îranê êrîş bir ser Simko, di encamê de brayê Simko hate kuştin.
  • Li reşemeha 1918ê Nestoriyan herêma Urmiye xist bin destê xwe, gelek kurd û azerî di vî şerî de mirin. Heta dagirkirina Nestoriyan bajar ji aliyê kurdan ve bi rêya rêvebirinên şûra dihate rêvebirin [12]
  • Li adara 1918ê Simko, Mar Şîmon dikuje
  • Heta tîrmeha 1918ê şerê li gel Nestoriyan dewam dike. Di vî şerî de Simko û aligirên wî alikariya tirkan dke
  • Piştî kuştina Mar Şîmon, Simko ji aliyê Rûsan sirgûnî Gurcistanê dibe
  • Li sala 1922yê bi alîkariya Şêx Seyîd Tahayê Hekarî li gundê Çehriqê rêvebirina Kurdistanê ava kir. Li gorî lêkolîneran, xelkê Lor ji bo destekê bidin Simko dest bi serhildanan kiribûn [13]
  • Piştî Îranê êrîşî Simko kir,li tebaxa 1922yê hereketa Simko binket, li zivistana 1922yê çû Silêmanî li cem Şêx Mehmûdê Berzencî
  • Li sala 1924ê li dijî Nasturiyan alîkariya tirkan dike
  • Li sala 1924ê Îranê Simko efû kir û vegerî welat
  • Li sala 1926ê Simko dîsa serhildan da destpê kirin û bajarê Selmasê stand.
  • Dîsa bi serneket û revî gundê Kaşkolê li devera Elbakê. Ji vir jî ji ber êrîşên tirkan revî û dîsa çû Silêmanî
  • Li sala 1928ê Îranê dîsa Simko efû kir .
  • Simko li sala 1930ê vegerî welat û li gel kurê xwe Xosro bi xiyaneta Îranê hate kuştin li Şİnoyê hate kuştin. Lê kuştina Xosro bişik e.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk û Lêkolîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Safevi Kroniklerinde Dımdım Kalesi Kuşatması ve Emir Han Bradostî, Cafer Açar, Weşanên Avestayê
  • Sovyetlerin Oyunları Karşısında Kürdistan Hükümeti, Newşîrwan Mistefa Emîn, Weşanên Darayê
  • Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim Di Navbera Mêjû û Efsaneyê da, Elî Teter Nêrweyî, Weşanên Avesta

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r: 54
  2. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:193
  3. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:234
  4. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:237
  5. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:237
  6. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:281
  7. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:344
  8. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:346
  9. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:347
  10. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199
  11. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199
  12. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:214
  13. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:202