Selahattin Demirtaş
Selahattin Demirtaş | |
---|---|
![]() | |
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan | |
Wezîfedarî 22ê hezîrana 2014an – 11ê sibata 2018an Hevserok Serpil Kemalbay (berê Figen Yüksekdağ) | |
Berê | Ertuğrul Kürkçü |
Paşê | Sezai Temelli |
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê | |
Wezîfedarî 1ê sibata 2010an – 22ê nîsana 2014an | |
Berê | Mustafa Ayzit Demir Çelik |
Paşê | Partî hat girtin Binêre Partiya Herêmên Demokratîk |
Parlamenterê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê | |
Wezîfedarî 22ê tîrmeha 2007an – 7ê tîrmeha 2018an | |
Herêma hilbijartinê | Diyarbekir (2007) Hekarî (2011) |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 10ê nîsana 1973an Palo, Xarpêt |
Partiya siyasî | Partiya Civaka Demokratîk (Bêriya 2008) Partiya Aştî û Demokrasiyê (2008–2014) Partiya Demokratîk a Gelan (2014–didome) |
Hevjîn | Başak Demirtaş (zw. 2002) |
Zarok | 2 |
Xizm | Nurettin Demirtaş (bira) |
Perwerde | Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê |
Malper | www.hdp.org.tr |
biguherîne![]() |
Selahattin Demirtaş (jdb. 10ê nîsana 1973an li Paloya Elezîzê, Bakurê Kurdistanê) parêzer[çavkanî pêwîst e] û siyasetmedarekî kurd ê zaza ye. Demirtaş heşt birayên wî hene; yek ji birayên wî endezyar e, sê parêzer in û sê jî mamoste ne. Nurettin Demirtaş birayekî wî ye.
Perwerdehiya wî[biguherîne]
Selahattin Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana amadehiyê li Amedê xwendiye û li Zanîngeha Enqereyê beşa dadê qedandiye û bûye parêzer.
Xebatên dadmendî, çalakiyên komelevaniyê û xebatên li IHDê[biguherîne]
Demîrtaş, piştî ku sala 2000an xwendina huquqê temam dike, tê li Amedê tev li rêveberiya IHDyê (Komeleya Mafê Mirovan) dibe. Hingê Osman Baydemîr serokê IHDyê ye, lê gava ku Baydemîr di sala 2004 an de dibe serokê şaredariya Amedê, Demîrtaş dikeve dewsa wî û dibe serokê IHDyê.
Jiyana ramyarî û hilbijartinê serokkomarî (2014)[biguherîne]
Selahattin Demirtaş endamê HDPê ye û niha parlamenterê Amedê yê HDPê ye. Di sala 2007an li DTP çalak ramyarî xwe wî têkoşîne dest pê kirina Demirtaş, sala wek li hilbijartina giştî ya encamdan bûn, DTP û hêzên demokrasî ya Tirkiyeyê hevbeş, Lîsteya Namzedên Hezar Hêviyan (bi tirkî: Bin Umut Adayları) jî lîsteya Amed Parlementerê Dema 23an neqand bûn. Li Endamên Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê avakirinên Koma ya DTP beşdarbûn û li 34 saliya Partiya koma Cîgiratî ya Serok girtin serxwe bûn. li sala 2009an asêkirina DTPyê li pêvajoya li pey çûne, wan Parlamenterê BDP yê piştreyê derbazbûnî li sala 2010an kombûna deresayî li komcivîne Selahattin Demirtaş û Gültan Kışanak BDPyê nû Hevserokê wan hilbijartinên. 2011 Hilbijartinên Giştî ya Tirkiye ku vê carê cuda 18 tevgera demokrasî û li BDPya xwe piştgirîkirine navê bi tirkî; Emek, Demokrasi ve Özgürlük Bloku, anku "Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê" ye namzedê Colemêrg bûye Demirtaş, li hilbijartine Parlementerê Dema 24an û Selahattin Demirtaş li hilbijartinê serokkomarî li ji ber 10% û girînge serkeftinek pêkanînê nêzîkî çar milyon ango 4 Milyon ray xwedî bûn.
Girtin[biguherîne]
Selahattin Demirtaş bi hevseroka HDPê FigenYuksekdag û 9 parlementerên HDPê ve 4ê mijdara 2016an de ji aliyê dewleta Tirk ve piştî binçavkirinê hatin girtin[çavkanî pêwîst e].
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropî di 22ê kanûna pêşîn a 2020an de pêwîstiya ji hepsê berdana wî ragihand û biryar da ku Tirkiye ji Demirtaşî re tazmînateke 3 hezar û 500 Euro maddî, 25 hezar Euro jî manevî, ji ber lêçûn û mesrefan 31 hezar û 900 Euro diravê bide.[1][2]
Jiyana Taybet[biguherîne]
Selahattin Demirtaş, di 2002an de ligel Başak Demirtaş zewicî bû û bavê du keçan Delal û Dilda ye.
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ "AİHM Büyük Dairesi Demirtaş Kararını Açıkladı". Amerika'nin Sesi | Voice of America - Turkish (bi tirkî). Roja wergirtinê: 2020-12-22.
- ↑ Daventry, Michael (2020-12-22). "Human rights court orders Turkey to release Kurdish leader Demirtaş". euronews (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-22.