Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê

Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1919 – Bi peymana Saint Germainê Împeratoriya Nemsa-Macaristanê belav bû û li ser erdên we Çekoslovakya, Yûgoslavya û Macaristan hate damezrandin.
- 1934 – Yekîtiya Sovyetan ji Cemiyeta Milletan re hate qebûlkirin.
- 1941 – Erdheja Wan-Erdîşê: Li qezayê Erdîş a Wanê erdhejek bi mezinahiya 5,9 richerê qewimî. 192 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
- 1939 – Şerê cîhanî yê duyem: Kanada ji Almanyaya Nazî re şer îlna kir, bi beşdarbûna xwe ya Hevalbendên şerê cîhanî yê duyem re.
- 1942 – Hêzên Hewayî yên Îngilîstanê ji bajara Düsseldorf a Almanyayê re 100 hezar bombe avêtin.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Hêzên almanan dest bi îşgala bajarê Romayê kirin.
- 1960 – OPEC (Rêxistina Welatên Hinardekar ên Neftê) hate damezrandin.
- 2008 – Li Swîsreyê di CERNê de (Navenda Lêkolînên Nukleer a Ewropayê) dest bi Ezmûna ATLASê kirin.
Jidayikbûn
- 1892 – Arthur Compton, fizîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1975 – George Paget Thomson, fizîknasê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1983 – Felix Bloch, fizîknasekî swîsreyî-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê






