Gotûbêj:Erdheja Gurgum û Dîlokê 2023

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Silav, nexşeya Wêne:Anatolian Plate.png pirr tê bikaranîn, kurdîkirin hewce ye?

Ghybu (gotûbêj) 22:19, 7 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Bi îngilîzî.
Bi kurdî.
Wêne:Anatolian_Plate_ku.png --Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 00:22, 9 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Wêneyê sereke yê sablonê ne bêalî ye[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno. Gelo kes dizane cima ev montaja nijadî hê jî tê dîtin? Kesek montaja wêneyan amadekiriye û %40 a wêneyê ji ala romî pêk tê. Û dinya alem dizane ku erdhej li Sûriyê jî pêk hatiye, lewma ez ji xwe dipirsim cima alayek (tenê yê romî) tê de ye. Min doh sererastkiribû da ku wêneyek bêalî were dîtin (avahiyên wêran). Lê dîsa wêneyek siyasî (bi alayek) hatiye lê zêdekirin û ez nizamin ez cawa karim wêneyê sereke biguhêrim. Kes kare alîkar be? Ji neha ve spas. Ferrus (gotûbêj) 10:07, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Çêbû --Balyozxane (gotûbêj). 10:25, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min li vir qala vê mijarê kir: https://commons.wikimedia.org/wiki/File_talk:Turkey_earthquake_2023_montage.png Ferrus (gotûbêj) 10:25, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ferrus min jî doh êvarê dît mixabin wek gotina te ye ez jî wisa difikirim. Min jî çend car ceriband divê ev wêne li wîkîtadayê bê guhertin li wir jî mixabin ev ji aliyê kesên dilxirab tê guhertin. Jiber vê divê em Agahîdank erhejê çêkin bikarhêner Sayid çêkiriye lê wisa dixûyê ku kêmasiyên şablonê hene. Pêwist e ew şablon bê temam kirin li gotarê bê zêdekirin. Penaber49 (gotûbêj) 10:28, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas bo we herudyan! Min ev mijar li vir jî vekir. Bi xêr ew kêmasiya fotomontajê wê bê sererastkirin... Ferrus (gotûbêj) 10:31, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelo îmkan heye em li sûna fotomontajê em vî wêneyî bi kar bînin? Wêne bêalî ye. Ferrus (gotûbêj) 10:36, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Belê --Balyozxane (gotûbêj). 10:47, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ferrus, jiber ku hemî agahî li şablonê bê zêdekirin divê em şablonê agahîdank erdhejê temam bikin. Balyozxane ji şablonan baş fem dike, ez texmîn dikim ku ew li herêma erdhejê ye ez naxwazim wî aciz bikin. Ez hinek li ser şablonê xebitîm di demên guncav de ez dîsa biceribînim. Penaber49 (gotûbêj) 10:50, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ya din lîsansa fotomontajê li wîkîmediya communsê çawa ye nizanim. Penaber49 (gotûbêj) 10:52, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Spas bo karê we yê bedew! Fotomontaja aniha zehf cêtir e ji ya berê. Ji bo min wêneyên li ser Wîkîpediyayên din ci ne ferq nake. Ya muhîm ev e ku em Wîkiya kurdî ji sovenîzmê paqij bihêlin bes e. Qewat be ji we hemiyan re hevalno. Ferrus (gotûbêj) 09:33, 12 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kurmancên wê deverê dibêjin Markaz. Loma yan divê em nav bikin Markaz an jî Bazarcix. Qewet be ji we re! —Gomadapeyam 16:08, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Gomada, belê rast e Kurdên Pazarcixê dibêjin markaz lê ev navek herêmî ye. Markaz ji zimanê Tirkî tê ku tê wateya navendê yanî ez wiha difikirim ev jiber ku gelên herêmê navekî din wekê navend bikar neanîne navê bi tirkî ku tê wateya navend markaz bikar anîne. Nebî em dikarin navê gotarê wekî Erdheja Bakur-Rojavayê Kurdistanê biguherînin. Penaber49 (gotûbêj) 20:15, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Sernavê gotarê[çavkaniyê biguhêre]

Silav Penaber49 Ez hêvîdar im ku tu baş û saxlem bî. Sernavê vê gotarê yê Wîkîpediya soranî Erdheja Bakur-Rojavayê Kurdistanê 2023 ye. Bi dîtina min, ew çêtir e ji Erdheja Pazarcîxê 2023. Tu? Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 18:43, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav MikaelF, sipas dikim ez baş im hêvî hêvîdarim ku tu jî baş bî. Bi rastî ez jî li ser vî navê fikirîm saziyên erdhejê yên Tirkiyeyê navenda erdhejê wekê Pazarcixê diyar kirine l bi awayekî balkêş ji xeynî medyayên derve medyay tirkî vî yekê nayînin ziman. Li ser wîkîpediya tirkî jî li hemberî hemî daxuyaniyan navên Pazarcixê nabêjin. Ji ber vê yekê min biryar da ku ev nav çendek bisekine. Bi ya min dibe ku em nav biguherînin lê ev yek jî heye li bakurê Kurdistanê li 8 parêzgehan Erdhej çêbûye li rojavayê Kurdistanê jî tenê li Efrînê erdhej giran derbas bûye. Penaber49 (gotûbêj) 20:06, 11 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Penaber49, Bazarcix bi "B" tê nivîsandin û ne „P“ yan „î“ di nav de. Silav û rêz. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 01:55, 15ê sibat 2023 (UTC)
Silav KelêÛxelfetî, haya min ji çewtiyan heye. Ku herikana agahiyên nû yê di derbarê erdhejê de qut bû ez sererast bikim. Penaber49 (gotûbêj) 07:04, 15 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]