Here naverokê

Gotûbêj:Dibistana şevînî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Mekteba şevînî hat beralîkirin)

Barkirina Mekteba şevînî 12-2023

[çavkaniyê biguhêre]
Gotûbêja li jêr hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin. Heke nîqaşeke nû li ser vê mijarê hewce be, gotûbêjeke nû li dar bixin.

Dengdan di 12.12.2023 de dest pê kir û di 20.12.2023 de bi dawî bû.
Nehat barkirin.   3 (%50)  3 (%50)  0 (%0)

Sedem: Standartkirin. Sernavên gotara sereke û kategoriyê Dibistan e. Gotarên din jî bi peyva Dibistan ne wek mînak Dibistana şevborîn, Dibistana amadeyî , Dibistana malê, Dibistana Gûranî, Dibistanên Eşîran ,Dibistana Kurdî , Dibistana Danrin .Tenê gotara Mekteba şevînî bi peyva mekteb e . Her wiha pirtûk û medyayên kurdî peyva dibistan tercîh dikin.--Avestaboy (gotûbêj). 18:55, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

  • Dibistana şevînî (Avestaboy). 18:57, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  • Mekteba şevînî Kelîmeya dibistan ji xelkê re gelek xerîb e. Li xelk pirs bikin ka ji xeynî yên xwende û yên rojhilatî (ji ber ku kelîmeyeke farisî ye ew ji farisan hîn bûne. Çawa ku hin bakurî dibêjin "oqil", rojhilatî jî dibistan dibêjin) gelo ti kes vê kelîmeyê dizane? Divê ti kurd ne mecbûr be ku ji bo xwendina metneke hêsan bi zimanê xwe her tim here ferhengê û li kelîmeyan bigere û kelîmeyên nû hîn bibe. Xelkên me yên ku bi mantiqa tirkparêzî û erebparêziyê mezin bûne timî dikevin vê xeletiyê ku peyvên erebî ji zimanê xwe derxin, bi zimanekî paqij şorê bikin. Eferim ji wan re. Kesên wekî Avestaboy kurdiyeke ewqas xerîb çêkirine ku êdî xelk ji zimanê xwe dûr dikevin dibêjin em "zimanê aqademîq" nizanin loma kitêban jî naxwînin. Heyfê, hezar car heyfê. Herwiha, li gorî netîceya vê gotarê ger mekteb were hilbijartin divê hemû gotarên din jî bibin mekteb. ----Balyozxane (gotûbêj). 18:31, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    {{şîrove}} Êvar baş @Balyozxane Tu behsa xwendina kitêban/ pirtûkan dikî . Gelo tu dixwazî bêjî ku pirtûkên dersê û medyayên kurdî peyva mekteb ji peyva dibistanê bêtir bi kar tînin? Tê gotin ku peyva pirtûk an jî dibistan nayî zanîn. Min carek di bernameyeke li ser Kurdên Qazaxistanê de dît ku ew peyvên wek pirtûk an jî dibistan dizanin. Kurdên Sovyetistanê kurdî baş dizanin. Kurdên ku diçin komelê jî peyva dibistanê nas dikin.
    Beriya sala 1995an kanaleke televizyonê ya kurdî tunebû. Niha çend kanal û Înterneta bi kurdî heye . Şoreşa Rojavayê bû sedem ku peyva Dibistan di pirtûkên dersê de û li ser avahiyên dibistanan de jî cih girt. Yanî gelek kurd peyvên wek
    Şoreş, Zanîngeh, Pîşesazî an jî Komar jî nas nakin. Aniha em li gorî mentiqa te sernavên gotaran wek Inqilap, Ûniversîte / Darûlfûn , Endustrî û Cihumrî / Cumuriyet biguhêrînin ?
    Tu pirr çavkaniyên kurdî wek Rûdaw, Dengê Amerîka hwd . wek çavkanî bi kar tînî . Gelo tu dikarî bêjî kîjan peyv ji aliyê medyayên kurdî zêde tê bikaranîn ? Êvar baş Avestaboy (gotûbêj) 19:22, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Ez êdî bêzar bûme ji ber gotinên te. Min ji te re got ez ê bi te re nekevim ti nîqaşan. Tu naxwazî fêm bikî derdê min çi ye û fêmkirin ne xema te ye jî. Ji aliyê medyayê ve propaganda ji bangeşe zêdetir tê bikaranîn lê te negot temam bila propaganda be loma xuya ye ne xema te ye kîjan kelîme zêdetir tê bikaranîn. Tenê derdê te heye ew jî çi çêkirok, çi farisî, çi soranî kîjan kelîme dûrî tirkî û erebî be wê dixwazî. Nimûneyên wê pir in Hilanok, Pêjimêrk, Gerdîlê. Gotina min a dawî ji te re ev e: binêre Gotûbêj:Bangeşe. Ti cewab nede vê gotina min û ti car bi min re nekeve nîqaşan. (Ger alîkarî lazim be, dikarî ji min re binivîsî, ji bo alîkariyê her tim amade me) --Balyozxane (gotûbêj). 19:55, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Temam ji bo Gerdîle hez heq û maf didim te . Ew peyv bi taybetî bi soranî tê bikaranîn. Ema pêjimêrk peyveke normal e. Bi almanî jî Aufzug û Taschenrechner peyvên normal in . Ji bo almanan re television jî belkî ecêb e . Ji ber ku ew Fernseher dibêjin. Min
    gotarên wek Bank an jî Muzîkvan jî çêkir. Bank û muzîk jî peyvên deynkirî ne . Dîsa jî sernavê gotarê ne perexane an jî sazbend e.
    Aniha ez xwe dipirs im ku tu li kîjan pîvan û krîter dixebitî ? Aniha ez jî dikarim bêjim derdê te hemû peyvên ku tu nas nakî / qebûl nakî ne ? Gelo heke em li gorî biryara te diçin ? Her wiha
    te navê min jî di ravekirina xwe de anî ziman û te got ku ku mirovên wek ez zimanê kurdiyeke xerîb çêkirine.Gelek zimanan xwedî peyvên nû ne. Niha ez jî dikarim bibêjim ku tu bi qebûlnekirina peyvên derbasdar zirarê didî zimanê kurdî. Niha tu fêm dikî ku ez dixwazim çi bibêjim? Avestaboy (gotûbêj) 20:25, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Ne ku tu fêm nakî, tu naxwazî fêm bikî. Ji niha pê ve tenê bibêjim binêre Gotûbêj:Bangeşe --Balyozxane (gotûbêj). 20:34, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Tu ji xwe re hêsan dikî. Di van her 3 dengdan (Dadmendî, Dad û Bangeşe ) de min qet navê te di sedemê de negotiye. Ez matmayî me ji ber ku te min cara din ji bo îftirayê sûcdar kir. Aniha min normal dengdan li dar xist . Û te jî negatîv behsa min kir. Ger min wisa li te kiribûya, tuyê bi hêrs bibûya. Avestaboy (gotûbêj) 21:02, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Min pêjimêrk ji wîkîferhengê jê biribû ji ber ku bêçavkanî bû. Te got ji bo bangeşe tu dikarî 100 çavkanî bibînî, ji bo "pêjimêrk" ez ji te 100 çavkanî naxwazim. Ji min re tenê 3 cumle bibîne, nivîskarên wan û sala bikaranînê belî be, ez ê dîsa çêkim. Lê belê tu nikarî bibînî. Tenê 2 broşûrên ku nivîskarên wan ne belî ne heye û nivîseke Abdulsamet yigit heye ew jî li ser googlê venabe. Niha tu çawa pêjimêrk bi kelîmeyên almanî yên Aufzug û Taschenrechner yên ku bi milyonan car li ser googlê hatine bikaranîn miqayese dikî? Pîvana te çi ye? Ji min re viya bibêje. --Balyozxane (gotûbêj). 21:05, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane Li ser sepana O-ferhengê peyva pêjimêrk he ye. Hin peyvên standartkirin hene . Ema gelo ji bo calculator (hesap makinesi) peyveke standarkirî he ye ? Min gelek peyvên cûda xwend. Heya ji bo peyva machine jî rastnivîsa standartkirî tune . Hin mirov makîne , makine , mekîne , moşen , maşîn dibêjin. Avestaboy (gotûbêj) 21:19, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy O-ferheng daneyên xwe ji wîkîferhengê werdigire loma ew nayê qebûlkirin. Herwiha min got 3 cumle bibîne lê te nedît ne wisa? Ji ber ku min gelek lê geriyaye tune ye. Bikaranîna herî kevn a "pêjimêrkê" li ser înternetê Wîkîferheng bû. Bikarhênerekî bi navê Nizarbira (g · b · a) yan çêkiriye yan jî li cihekî ku li înternetê tine dîtiye. Ti ferhengên çapkirî de pêjimêrk tune ye. Lê wikt:makîneya hesabê qet nebe di ferhenga " Ferhenga Pirzimanî - Çok Dilli Sözlük" ya Osman Aslanoglu/Bedirhan Islamoglu/Zeki Gurur/Hayrullah Acar/Evren Aslanoglu heye. Tu dikarî bi hemû guhartoyên kelîmeya "makîne" lê bigerî lê belê ji xeynî "makîneya hesabê" tu nikarî ji bo yek ji wan jî çavkaniyekê baş bibînî. Sê çavkaniyên "makîneya hesabê" heye. Ferhenga pirzimanî, Rûdaw (Mehdî Mutlu) û pajk.org(Evîn Nejdet). Loma ger tu rûpela pêjimêrkê bêyî dengdan û nîqaşê bar bikî vî sernavî wê demê tu yê îspat bikî ku tu li şîretan fêm dikî û tu dikarî li hev werî. Dûre baweriya min jî ji te were. P.S. ti çavkaniya "jimerîng" jî nîne. --Balyozxane (gotûbêj). 21:33, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane Belkî tu mafdarî . Problem ew e ji bo zimanê kurdî saziyek wek Saziya Zimanê Tirkî (Türk Dil Kurumu) tune ye . Cara din birayê min sepanek ji bo fêrbûna zimanên cuda nîşan da . Heya Zimanê klîngonî ( zimanek çêkirî) hebû. Zimanê kurdî mixabin di nav lîsteyê de tune bû . Ev pir xemgîn e . Pirsgirêk ev e ku em xwediyê hemî ferheng nîn in. Kurdî jî bi du alfabeyên cuda tê nivîsandin. Ez tenê dikarim ferhengên bi alfabeya latînî bixwînim. Berê ez di zarokatiya xwe de hînî xwendina erebî bûm, lê min her tişt ji bîr kir. Avestaboy (gotûbêj) 22:06, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Yanî tu dibêjî tu dixwazî sernav pêjimêrk be ji ber ku tu nikarî alfabeya erebî bixwînî û dibêjî qey li başûr li kar e? Va ye te piştrast kir êdî tu nikarî objektîv bimînî. Te dîsa eyb kir. Ez hêrs nebûm meraq neke. Ez ê rûpela pêjimêrkê bêyî dengdan û nîqaşê bar bikim makîneya hesabê ji ber ku ti çavkaniya pêbawer ya vê kelîmeyê nîne. --Balyozxane (gotûbêj). 22:13, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Encamên ji bo pêjimêrk bi alfabeya erebî [1] --Balyozxane (gotûbêj). 22:14, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane Na na . Te min çewt fêm kir. Min tenê got ku em hemû peyvên kurdî nas nakin.
    Peyvên kurdî bi temamî nehatine tomarkirin û dîjîtalîzekirin. Ji bilî vê, bala min niha li ser vê dengdanê ye. Em dikarin peyva pêjimêrk paşê
    çareser bikin. Ez hêvî dikim ku tu niha fêm dikî ku ez bi rastî dixwazim çi bibêjim. Hemî pirtûk li ser Înternetê nayên dîtin û çewtî an kêmasî jî hene (her weha ji ber Mafê daneriyê). Avestaboy (gotûbêj) 22:28, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy Bo dilxweşiya te, ez ê çend roj li hêviya te bim ji bo pêjimêrk, dûre ez ê bi xwe biguhêrim. Mixabin tu tiştinan dibêjî ku dixwazî rastiyê veşêrî. Wisa neke. Xeletiya xwe qebûl bike. Em li hev werin. --Balyozxane (gotûbêj). 22:43, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane heke tu dixwazî tu dikarî sernavê gotarê biguhêrînî û tu dikarî peyva pêjimêrk îşaret bikî (çavkanî pêwîst e) . Gelo pêşniyara min ji bo te temam e ? Avestaboy (gotûbêj) 22:56, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Avestaboy erê maqûl e. Gelek spas! --Balyozxane (gotûbêj). 22:59, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
  • Mekteba şevînî -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:04, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC) Yekî navnelazim yê sansurker ku zêdetir li ser pornostêrkan xebitîye, û wekî ku min berê jî îzah kiribû guhertinên beredayî dike, dîsa hatîye û nîqaşekê daye destpêkirin ji bo sansûrkirina peyvên kurdî yên "rih-ne-kurdî" (helbet ew bi zanîna xwe ya kêm zen dike ku ev peyv nekurdî ne jî, min hêj pê neşîyaye ku vê yekê pê bidim famkirin jî). Sedema vê daxwaza guhertinê çi ye? Goya standardkirin. Wê çi standard bike? Hêj nizane ku standardkirin çi ye. Çi tê standardkirin, nimûneten yek bêje "erebe", yê din "arebe" ev peyv ji alîyê rastnivîsê ve tên standardkirin. Wekî din çi heye, peyv tên bijartin di îlmê de ji bo manelêbarkirinê, wekî çi? Wekî terman. Mîsal du peyv hebe, wek rastî û realîte, dibe ku di îlmekî de wek term rastî were twercîhkirin û di ya din de "realîte". Li vir dixwaze çi bike? Dîtiye ku peyvekî ne-bi-dilê-wî yê kurdî heye, jê aciz bûye. Gava yekî xeber bide û di xeberdana xwe de "mekteb"ê biemilîne, "kitêb"ê biemilîne, "minasebet"ê, "îrtîbat"ê, "eleqe"yê, û bi hezaran peyvên din biemilîne, wê ev şexs çi bikin? Wê xeberdana însanan qut bikin û bêjin "ev peyv ne peyveke kurdî yê rihkurdî ye, tu nikarî vê biemilînî". Helbet ev yek bêterbiyetî ye. Li vir jî bi eynî şiklî ji aliyê hin nezanan (gerçî yek kes e) tê xwestin ku em tenê peyvên sunî an sallamasyon yên rih-ne-kurdî neemilînin, an yên emilandî werin sansûrkirin. Ji ber dereceya nezanîna wan divê mirov hin kesan tebrîk bike. Û divê ev kes (yê nîqaşê daye destpêkirin) bi daîmî were astengkirin, tenê zerarê dide Wîkîpediyaya kurdî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:04, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    33 pornostêrk di nav 789 gotaran de li ser ensîklopediyeke laîk . Ew hêjmar 5 %
    jî na ke . Li gorî @Bikarhêner
    Elî Teter , Berivan İçen , Şadî kurê Merwan , Sazan Hendrix, Bradley James , Dîlan Xoşnaw , Ferdinand Justi , Sabahat Akkiraz , Philipp Reis , Hediye Yûsif , Evîn Ehmed , Charles Ernest Butler , Şêx Mistefayê Texteyî , Superman û gelek kesên jî gotarên min hemû pornostêrk nin an jî bûn . Yanî ez li ser gelek mijar gotar dinivîsim. Ez dikarim li ser Wîkîpediyayê li ser satanîstan jî binivîsin. Ew ne problem e .Heya 37 gotar bi zimanên cuda li ser kuçikê Adolf Hitler Blondi jî hene. Hevalên hêja @MikaelF, @Balyozxane , @Penaber49 , Bikarhêner berê jî ji bo zimanê xwe tûj hatibû rêxnekirin . Ecêb e ku ku mirovek wisa astengkirina min dixwaz e . Bêrê bi hin tiştan bi heq bû . Piştî tiştên ku niha û berê nivîsand, ez naxwazim bi wî re nîqaş bikim.Min bi awayekî normal dest bi dengdanê kir û ew bi xwe êrîşî min dike. Ez hêvî dikim ku niha hinekan ji we rûyê wî yê rastî dîtine.Tiştên ku dike êdî ne rexne, êrîşeke kesane ya li dijî min e. Sûcdariyên wî tenê bêaqil in. Her carê ji ber ku ji min hez nake hinceteke nû tîne. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 18:17, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Gomada Avestaboy (gotûbêj) 19:36, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Agahdarî: @MikaelF, Ghybu, Baran Agir, Gomada, û Bikarhêner: @Penaber49, Biyolojiyabikurdi, Ferrus, Guherto, Balyozxane, û Rewiye tine:--Avestaboy (gotûbêj). 18:55, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner, Balyozxane, û Avestaboy: Mixabin, hûn hemû bikarhênerên din bêzar dikin. Tenê raya xwe bindin û mekvin gotûbejê; paşê li gor dengdayînê em ê guhertina gotarê bikin. Herwiha, ger hûn bi vî awayî berdewam bikin ez ê hûn her sêyan asteng bikim... --Ghybu (gotûbêj) 21:19, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalê @Ghybu. Ez ji 6 sal wek nivîskar li ser Wîkîpediyayê çalak im. Gelo ez çima bi te , @Penaber49, @MikaelF û @Gomada re şer nakim ? Min tenê dengdan li dar xist. Yanî bila dengên xwe bidin û paşê temam e . Min ne got min hez bikin. Mijara gotarê ne ez im . Mijara gotarê sernavê gotarê ye . Tu dikarî erê an jî na bêjî an jî normal rexne bikî. Ez li vir naxwazim şer bikim. Min dengê xwe da ew temam e . Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 21:38, 13 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Xaneqînî gelo tu jî dixwazî deng bidî ? Avestaboy (gotûbêj) 17:17, 14 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş @Penaber49 . Aniha 3 Kes ji bo Dibistana şevînî û 3 kes ji bo Mekteba şevînî deng dan . Gelo tu jî dixwazî deng bidî ? Avestaboy (gotûbêj) 16:43, 15 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, bi rastî ez dixwazim ji nîqaşên bi vê awayî xwe dûr bigirim. Penaber49 (gotûbêj) 16:50, 15 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Tu çawa nî ? Başî ? Temam ez biryara te qebûl dikim. Avestaboy (gotûbêj) 17:06, 15 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gotûbêja li jor hatiye arşîvkirin. Ji kerema xwe re neguhêrin.