Helhel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Halhal hat beralîkirin)
Kaniya Helhelê

Helhel, gundekî navçeya Hezroyê ya li ser bi Amedê ve ye. Helhel ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin. Beriya şewitandina 1993'an de pir gundeki mezin bûye. Gundiyên Helhelê ewil de karê titûnê dikin.

Derûdora Helhelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cîranên Helhelê ji aliyê rojhelat ve gundên Sinê (ser bi bajarê Licê ve) û Şimşimê, ji aliyê başûr ve jî gundên Dedaş û Îndarê ve hevsînor e. Ji aliyê rojavavê gundên Zengê û [Kerwes]]ê ve û ji aliyê başûr ve jî gundên Mişirfê, Intaxê û Şatihê ve (vana gundên ser bi Licê ve ne) dorpêç kiriye. Helhel gundek bi erdê xwe ve jî mezin e.

Kaniyên Helhelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav gund de kaniyeke dîrokî û têrav heye dertê. Li ber kaniyê hewzek vekirî û du hewzên sergirtî hene. Serşoyeke jinan jî dorgirtî heye. Mizgefta gund li jorê kaniyê ye. Li ber kaniyê deverek ji kevirên çêkirî ji bona limêjê bi haweyeke servekirî hatiye çêkirin. Li dora kaniyê çend darên tuwan yên mezin yên tûyên sor û spî hene. Erdên gund yên jêrê kaniyê hemî bi ava vê kaniyê tên avdan û gundî debara xwe bi giranî li ser ajotina tutûna van erdan debara xwe dikin.

Li Helhelê hema bêje her cûre darê. Fêkiyan hene. Lê muxabin gundî pir kêm darê. Fêkiyan pirtir dikin.

Li biniya gundê Helhelê hema bêje di rêzekê de çar kaniyên avsar û kaniyeke avgerm jî henin. Ava ku ji van kaniyan derdikevin dibin destpêka çem. Di nav çemê Helhelê de sê aşên avê hene. Ji berê de genimê gundên derdorê livir dihatin hêran.

Her weha gundî pez û dewaran jî xwedî dikin. Rez û darên gûzan jî têra xwe hene. Darên hewran jî jibona keresteyan û xeratan tên xwedî kirin. Dibistanek seretayî ji sala 1961ê vir de li gund heye. Telefon û elektrî hatiye gund. Rêyeke erebeyan ya pir xirab jî ji Hezroyê heta Deşta Fîsê ji gund dibuhure.

Şêniyên Helhelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya şêniyan bi eslê xwe (80%) kird (zaza) in, lê niha tenê çend mal bi kirdî dipeyivin yên din bi kurmancî dipeyivin.