Japon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Japan hat beralîkirin)
Japon
日本国
Nippon-koku an Nihon-koku
Alayê Japanê Nîşanê Japanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Kimigayo
Zimanên fermî Japonî


Paytext Tokyo
35°41′Bk 139°46′Rh / 35.683°Bk 139.767°Rh / 35.683; 139.767
Bajarê mezin Tokyo
Sîstema siyasî Keyîtî
 - Împerator
 - Serekwezîr
Naruhito (徳仁)
Fumio Kishida (岸田 文雄)
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

377.975 km2
1,4
Gelhe
 - Giştî (2023, 21ê Gulanê)
 - Berbelavî

125,373,634 kes
334 kes/km2
Serxwebûn 3'ê gulanê 1947 (makeqanûn)
TBH
 - Giştî (2023)
 - TBH/kes

Zêdebûn $4.409 trîlyon
Zêdebûn $35,385
Dirav Yen (JPY)
Dem UTC+9
Nîşana înternetê .jp
Koda telefonê +81

Japon an Japonya an Japan[1] an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî  Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Oxotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.

Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.

Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e.[2][3] Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ D. Îzolî, Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî: Japan, xelkê Japanê.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 tîrmeh 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 tîrmeh 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]