Josef Stalin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Josef Stalin (1945)

Josef Stalin (bi Gurcî: იოსებ სტალინი/Îoseb Stalînî; bi Rûsî: Иосиф Сталин/Yosîf Stalîn; * 6'ê befranbarê 1878 li Gorî, Gurcistan; † 5'ê adarê 1953 li Kunzewo ber Moskow) duyemîn sekreterê giştî yê YKSS´ê û yek ji polîtîker û îdeologê navdar ê sedsala 20emîn e.

Ew bi xwe ji gelê Gurcî ye. Di zaroktiya xwe de perwerdeya olî dîtiye. Hêj di ciwaniya xwe de tevlî tevgera sosyalîst dibe û gelek caran tê zîndanîkirin. Navê wî yê orgînal Îoseb Besarîonîs dze Cûẍaşvîlî (bi Gurcî: იოსებ ბესარიონის ძე ჯუღაშვილი; bi Rûsî: Иосиф Виссарионович Джугашвили) ye. Navê "Stalîn" tê wateya "pola" û kodnavê wî ye. Bi Gurciya kevn "cûẍa" jî tê wateya "pola"[çavkanî pêwîst e] û "-şvîlî" paşbendikeke belav e di paşnavên Gurcî de.

Stalîn, piştî mirina serokê şoreşa Bolşevîkan Lenîn, tê ser desthilatiyê. Şerê navxweyî bidawîdike, hêza YKSS´yê ji bo sazûmanbûnê, pêşdebirina alavên hilberînê birêxistin dike. Polîtîkayeke taybet a nateweyan dimeşîne. Kurdistana Sor a ku Lenîn ji bo Kurdan avakiribû bo xatirê Tirkiyê û Îranê ji holê radike. Kurdên YKSS´ê dihêle bin desthilatiya Azerbeycan û Ermenistanê ku ew jî pirranî li pişavtina Kurdan digeriyan. Li Azerbeycanê nasnameya Kurdan tê înkarkirin. Li Ermensitanê rewşa Kurdan heya dawiya YKSSyê baş bû. Vêgav ew jî hebûna Kurdan înkar dikin û dibêjin "li cem me miletê Êzîdî hene, Kurd nînin"[çavkanî pêwîst e].

Stalîn dema artêşên Almanyayê yên di bin serdariya faşîzmê de bûn êrîşî Rûsyayê dikin, hêza xwe vedikişîne, dihêle ku Elman heya derê Moskow werin. Wê demê li amadekariyên şer dixebite. Bi şikestina "Parastina Stalîngradê" pişta artêşên Nazîyan dişkîne. Ev yek rewşa şer jî kivşe dike. YKSS dibe yek ji serdestên Şerê Dinyayê yê II.

Ji bo hinek Rûsan Stalîn wekî lehengekî ye. Lê ji bo gelekan jî polîtîkayên wî şaş bûn û Stalîn bi xwe jî dîktatorek ku dawî li sazûmaniya Lenîn xeyal dikir anî ye. Stalîn di hilweşandina Komara Mehabadê de alîkarî dide Îranê û Kurdan difiroşe. Herwekî serhildanên Kurdistanê bi bikaranîna Partiya Komûnîst a Tirkiyê (TKP) di qada navneteweyî de wekî "tevgerên paşverû yên ku di xizmeta emperyalîzmê de li dijî Komara antî-emperyalîst û pêşverû ya Tirkiyê têdikoşin" dinirxîne. Bi vê yekê hêzên çepgîr, sosyalîst û pêşverû xwe ji alîkariya Kurdan vedikişînin. Komîntern li dijî Kurdan raportên neyîni belavdike. Kurd wekî dijmin tên îlankirin. Heya bigire hin serbazên artêşa Tirkiyê ku endamê TKP´yê bûn tevlî Komkujiya Dersîmê dibin û Kurdên Dêrsîmê dikujin. Di serhildana Şêx Seîd û ya Agiriyê de jî heman helwestê digirin. Stalîn di dîroka Kurd ya nêzîk de wekî kesekî nexêr tê bibîranîn.Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA