Kurdistan (rojname)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Kurdistan (cudakirin) binêre.
Rojnameya Kurdistan

Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya bi kurdî ye.

Rojnameya Kurdistan di 22yê nîsana sala 1898an de, ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kiriye. Destpêka weşandina rojnameyê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameyê îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke destpêka rojnamegeriya kurdî tê qebûl û pîroz kirin.[çavkanî pêwîst e]

Rewşa cihanê û pêdiviya rojnameyek kurdî[biguherîne]

Piştî şoreşa 1789an li Fransayê, raman û giyana netewayetî li seranserê welatên Ewropayê belav bû. Di nav demeke kin de, ev raman mîna lehiyekê li cîhanê belav bû û bêguman Împeratoriya Osmanî û gelên ku di bin desthilatdariya wan de dijiyan, mîna ereb, alban (arnawid), bulxar û tirk bi xwe jî ketine ber vê lehiyê.

Piştî têkçûna Serhildana Bedirxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê dike. Mîqdad Mîdhed Bedirxan beg li wir dest ji kar û xebatên netewayetî bernade û xebatên xwe yên rewşenbîrî didomîne. Rojnamegeriya kurdî jî cara yekem bi van xebatên Mîdhed Beg û weşandina rojanameya Kurdistan, dest pê dike.

Rojnameya Kurdistan û destpêka rojnamegeriya kurdî[biguherîne]

Ev rojnameya yekeme di dîroka Kurdistanê de. Her wiha, gelê kurd wê demê hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê çandî û ramanî, hem jî di warê ziman û gelek aliyên din de li hemberî êrîş, zilm û zordariya desthilatdaran têkoşîna man û nemanê dida. Taybetî û girîngiyeke din a mezin a rojnameya Kurdistanê jî ev bû ku, di demeke wiha de hate weşandin. Lewre pêdiviyeke mezin a gelê kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr û mîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi ked û kespeke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt û pê re jî bû destpêkek, bû dîrokeke giranbiha.

Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

"Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim."

Miqdad Midhet Bedirxan di sergotara yekem a rojnameya Kurdistanê de li ser rewşa aborî û civakî ya gelê kurd jî radiweste.

Zextên li ser rojnameya Kurdistan[biguherîne]

Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domandin.

Hejmarên 1ê ta 5an li Qahîreyê, ji ya 6an ta 9an li bajarê Cenewreya Swîsreyê, ji ya 20an ta 23yan li Qahîreyê, hejmara 24an li Londonê, ji 25an ta 29an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30yî ta 31ê dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.

Piştî Midhet Bedirxan Beg, Evdirehman Bedirxan Beg xwe da bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.

Di 13ê nîsana 1909an rojnameya Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Mehmet Emin Bozarslan, Rojnama kurdî ya pêșîn, Stockholm, Wêșanên Deng, 1991.