Kurdiya jêrîn
Kurdiya jêrîn | ||
---|---|---|
Kurdî xwarig, kurdî | ||
Welatên lê tê axaftin | ![]() ![]() | |
Herêm | ![]() | |
Axiverên zimanê zikmakî | 4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Şiklê kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | sdh | |
Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn |
Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
Derbarê kurdiya jêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farsî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene. Herweha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxvin.
Devokên kurdiya jêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kirmaşanî : Devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bi kar anîn.
- Kelhurî : Pitir li bajarên Gîlan û Şabadê û Eywan tê bi kar anîn.
- Mayani :pitir li bajarên Kangawer û Sahna ù Bêston û Asad abad tê bi kar anîn.
- Feylî : Pitir li Bexda, derdora Xaneqîn û Bedre tê bi kar anîn.
- Şêxbizinî : Kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo anatolî û tirkî û pitir li Heymane dijîn.
Belavbûyîna kurdiya jêrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.
Kurdiya Kirmaşanî ligel zaravayên kurdî yên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kirmaşanî | Soranî | Kurmancî | Zazakî | Hewramî |
---|---|---|---|---|
Min | Min | Ez, Min | Ez | Amin, Min |
Tu | To | Tu, te | Ti, To | To, Etû, Tû |
Min kem | Min dekem | Ez dikim | Ez kenu | Amin/Min mekerû |
Min çim | Min deçim | Ez diçim | Ez Şonu | Min milû |
Fere, zyad | Zor | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | Zor/fira |
Wit | Got/Wit | Got | Vat | Wat/vat |
Îreňe, Îse | Êsta | Niha, Vêsta, Nika | Nika | îse |
Hat- | Hat- | Hat- | ame- | ame- |
Deň | Bang, Deng | Deng | Veng | Deng |
Gewre, Qeü | Gewre | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Gore |
Wa | Ba | Ba | Va | Va/Wa |
Waran | Baran | Baran | Varan | Baran |
Xeraw, Gen | Xirap | Xirab/genî | Xirab | Xirab |