Şêxbizinî an şêxbizinkî ji zaravayê eşîra Şêxbizinî ya ku li Anatolyayê û Bakurê Kurdistanê belavbûye re tê gotin. Şêxbizinî di nava xwe de gelekî heterojen e, ji ber ku herêmî gelekî di bin bandora zaravayên kurdî yên din de maye. Dîsa mirov dikare bibêje, di ferhengok û rêzimanê xwe de, ev zaravayeke kurdiya jêrîn/başûrî a ku li Kirmaşan û feylî ve tê axaftin.
Ev zaravayê ji kurmancî û soranî bêhtir nêzîkî Kirmaşanî û lekî ye. Şêxbiziniya modern her çiqas di bin bandora kurmancî de mabe jî, him etîmolojiya ferhengoka wê him jî tewanga wê bernîşaniya kokeke di kurdiya başûr de ne. Di aliyê ferhengokê de hin karakterîstîkên kurdiya başûr di vê zaravayê de têne naskirin.
Lewendî[1] lîsteyeke 60 peyvên basît ji zaravayê Şêxbizinî ligel serzaravayên kurdî yên din ve çêkiriye. Di vê lîsteyê de 60 peyvên Şêxbizinî bi beranberên xwe yên ji Kurmancî, Soranî, Feylî, Dimilî û Hewramî têne berhevdan. Frekansa wanan ya wekhevî û dirûvtiya mezin bi peyvên Şêxbizinî re ev e.
Bi taybetî li hin herêmên Bakurê Kurdistanê kûrayiya tesîra kurmancî tê xuyandin. Herwuha di şêxbizinî ya ku li hin navçeyên Amed (Licê û Rezik) û Îdirê tê axavtin cînavkên şexsî ji kurmancî hatine girtin.[2]
Mehmûd Lewendî di sala 1997'an de di kovara Bîrnebûn ji bo zaravayê şêxbizinî alfabeyeke kurdî ya taybet ji bo nivisandina vê zaravayê liberxist. Gorî Lewendî di zaravayê Şêxbizinî de 34 deng hene, ji wanan 24 bêdeng 10 heb jî dengdar in.[1]
Di Şêxbizinî de navdêr di du kategoriyên jimarî de têne tewandin: pêşbendikên jimarî -î û -gel in. Di pirrjimarê de yek caran -yel an jî -el tê bikaranîn heke ku k û g werin ba hev dibin -el: Mînak verk (berx) di pirrjimarê de dibin verkel, ji ber ku k û gel bihevre dihelin û dibin verk + gel = verkel.
Şêxbizinî
Kurmancî
jingel
jin (...jinan)
teyrgel
teyr (...teyran)
guranigel
stran, goranî (...goraniyan)
Di tewanga navdêran de şêxbizinî çar paşbendikên cûda nas dike. Belê paşbendkirina navdêran ne gorî zeyandiyên wan e, mîna di kurmancî û dimilî de. Paşbendikên tewanga navdêran (ezafe) ev in: -î, -ê, -a û -y.
Negasyona lêkeran di Şêxbizinî de xeynî dema niha (nê-), di hemî deman de bi pêşdanka ne-'yê têye realîzekirin. Pêşdanka negasyonî me- ya ku zêde naye bikaranîn (tenê di forma fermanî de), wekî hemî serzaravayên kurdî di Şêxbizinî de jî heye.