Xwarîn
| Xwarîn | ||
|---|---|---|
| کوردی خوارین, Kurdî | ||
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Herêm | ||
| Axiverên zimanê zikmakî | 4 milyon heya 6 milyon bi Feylî, Kelhurî û Lekî diaxiwin | |
| Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
| Awayên kevn | ||
| Kodên zimanî | ||
| ISO 639-3 | sdh | |
Nexşeya Zaraveyên Kurdiya Xwarîn | ||
Xwarîn yan jî Kurdiya başûrî yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
Kurdiya xwarîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdiya Başûrî (Xwarîn) yek ji tayên zimanê Kurdî ye ku zêdetir nêzî Kurdiya Navîn an Soranî ye. Ji ber ku Kurdiya Xwarîn ketiye navbera Farisî, Lurî, Soranî û Goranî (Hewramî) taybetmendiyên xwe hene. Herwiha li gor ol û ayîn jî zêdetir Kurdên Yarsan û şî'e bi devokên Xwarîn diaxvin. Îro zêdetir ji çar milyon kes bi Kurdiya Xwarîn diaxivin.
Devokên kurdiya xwarîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kirmaşanî: devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bikaranîn.
- Kelhurî: pitir li bajarên Xaneqîn û Şabadê û Eywan tê bikaranîn.
- Mayani: pitir li bajarên Kengawer û Sehne û Bêston û Esedabad tê bikaranîn.
- Lekî: pitir li bajarên Leknişîna Kirmaşan û Luristanê mîna Hersîn û Elişter tê bikaranîn.
- Feylî: pitir li Bexda, Îlam, Mendelî û Bedre tê bikaranîn.
- Şêxbizinî: kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo Anatolî û Tirkî û pitir li Heymane dijîn.[çavkanî hewce ye]
Belavbûyîna kurdiya xwarîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.
Kurdiya xwarîn bi zaravayên kurdî yên din re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Xwarîn | Soranî | Kurmancî | Zazakî | Hewramî |
|---|---|---|---|---|
| Mi, Min | Min | Ez, Min | Ez | Amin, Min |
| Ti, To | To | Tu, te | Ti, To | To, Etû, Tû |
| (Mi) kem | Min dekem | Ez dikim | Ez kenu | Amin/Min mekerû |
| Mi çim | Min deçim | Ez diçim | Ez Şonu | Min milû |
| Fire, Firye | Zor | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | fira |
| Wit | Got/Wit | Got | Vat | Wat/vat |
| Êrenge, Êse, Heême | Êsta | Niha, Vêsta, Nika | Nika | îse |
| Hat- | Hat- | Hat- | ame- | ame- |
| Deng | Bang, Deng | Deng | Veng | Deng |
| Gewra, Qeü, Gep | Gewre | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Gore |
| Wa | Ba | Ba | Va | Va/Wa |
| Waran | Baran | Baran | Varan | Waran |
| Xeraw, Xiraw, Gen | Xirap | Xirab/genî | Xirab | Xiraw |
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kurmancî
- Kirmanckî
- Soranî
- Goranî
- Feylî
- Gûranî (Kelhurî)
- Şêxbizinî
- Bêranwenî
- Harsînî
- Silaxurî
- Gerrusî
- Kûranî
- Kelanî-Ebdûyî
- Sincawî
- Babacanî
- Zengeneyî