Pêjgeha çînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Destexaneya çînî
Aşpêj soneya (werdek) çînî amade dike, Beijing

Pêjgeha çînî ruh û karakterê çanda çînî dide der. Li Çînê çend herêmên dîrokî hene ku pêjgeha wan jî cuda ne. Gastronom ji ber ku 23 parêzgehên mezin ên Çînê hene, behsa 23 pêjgehan jî dikin. Lê mirov dikare dîsa jî xwarek-vexwarekan di bin 4 sernivîsan de kom bike; Pêjgeha bakur, başûr, rojhilat an Beijing û rojavayê Çînê. Zebze di tevahiyan de havpar e, pirr tê bikaranîn.

Binekomên pêjgeha çînî[biguherîne]

  • Pêhgeha Sichuanê hez ji biharbêhnê dike, sosa soyayê û sosên tûj (no) navdar in
  • Pêjgeha Hunanê re pêjgeha tûjî/notî/tehl jî dibêjin
  • Pêjgeha kantona Guangdongê gelek rengîn û dewlemend e. Gorî kurdan hin xwarinên nexwestî jî didin ser, bo mînak ji goştê segê (kûçik, kutik).
  • Pêjgeha Dongbei, dorberê Beijingê bi xwarinên ji hevîrê, masî, kulîçeyên rengîn tê nasîn.
  • Pêjgeha Shanghai pirr ji masî û sosên bi biharatê hez dike.
  • Pêjgeha herêma ûyguran Xinjiangê bi kartolên biraştî, masî, xwarinên ji pêjgeha ereb û nanên xwe tê naskirin.

Dîsa mirov dikare behsa;

  • Pêjgeha palasê (qesr, koşk), Fangshan
  • Xwarekên ji malbata zadegan Kong, jê re "xwarinên Konfuçe"
  • Xwarekên Tanjiacai (ji malbata zadegan Tan)
  • Xweşçeşniyên pêjgeha mançûrî û yên din
  • Pêjgeha bijîşkiya gelêrî

jî bike.

Soya (bi latînî soia hispida) him di xwarinan de, him sosan de cihekê sereke digire. Xingalên çînî, savar, riz, meqarneya ji ardê rizê, kilor, şeraba birincê di qora pêşîn de cih digirin.

Dab û nêrîtên destexaneya çînî[biguherîne]

Li cem çîniyan xwarin girîng e, li ser xwarinê têkilî tên danîn, suhbet dibin. Li ser xwarinê mirçîn, bi dengê bilind axavtin, qirtik, bawîşkîn ûêd gelek normal tên dîtin. Lê poz (bêvil) tevdan bêhurmetî ye. Xwediyê malê wekî kurdan dixwaze ku mêvan pirr bixwe.

Ew jî wekî japonan bi darikan xwarinê dixwin. Darikên wan ji yên japonî dirêjtir in. Îro gelek çînî bi kevçî û çatelê (çartilî) jî dixwin. Çar danên rojê jî şorbe tê xwarin. Heger xwarin şorbe û savar an birinc be, berê şorbe tê xwarin. Gelek qîmetê didin, xemlandina dextexaneyê lê ev baldarî ne ji bo seleteyan e. Selete di binikên hûrik de tê servîskirin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Thomas O. Höllmann: Schlafender Lotus, trunkenes Huhn. Kulturgeschichte der chinesischen Küche. C. H. Beck, München 2010, ISBN 978-3406605390. (almanî)

Fîlm[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]