Qirmiraviya reş
Qirmiraviya reş | |
---|---|
![]() | |
Qirmiraviyekê ku bi çengşorî dadayî ye. | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Cûn: | Aves |
Kom: | Pelecaniformes |
Famîle: | Phalacrocoracidae |
Cins: | Phalacrocorax |
Cure: | P. carbo |
Navê zanistî yê latînî | |
Phalacrocorax carbo Linnaeus, 1758 |
Qirmiraviya reş an qirmeraviya reş[1] an kersele[2][3] an jî qîtik[2] (bi latînî: Phalacrocorax carbo), cureyekî qirmiraviyan e.
Şayes, reftar û jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hindek balindeyên avî yên mezin, nikul û kilikdirêj in. Per û çeng reş in. Pê bi perde ye. Serê nikulê wan xwar e. Ref ref difirin. Dema bêhnvedanê çengên xwe şor dikin û behra pitir li cihên bilind bo bêhnvedanê dilîsin. Nêr û mê rengek in. Qirmiraviyên reş li ser daran yan li ser rizde û revezan hêlînan çêdikin. Qirmiraviya reş 90-92 sentîmetreyan dirêj e. Balindeyeke avî yê mezin û reş e. Alek û gewrî spî ne. Bi çengşorî dadide. Dema firînê li pişt yek dibine kêş. Komkome dijîn.
Jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di derya û gol û geravan de ne û li ser tateber û gizîrteyên nav deryayê, herwisa li ser daran, hêlînan çêdikin. Zivistanan mişe ye. Piniyeke spî li binhefik û alekan heye. Çav kesk in û nikul qehwayiyekî tarî ye. Pê reş e. Zivistanan qesta Kurdistanê dike ji heyva heşt û nehê heta nîsanê li gol û geravên kûr û fireh dihê dîtin. Li nîveka Ewropayê û başûrê wê û Asyayê û li Tûnisê têjikan tîne derê. Zivistanan xwe dibe peravê bakurê rojava ya Afrîkayê û peravên erebî û Îraqê.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Refeke qirmiraviyên reş.
-
Qirmiravî li ser daran jî hêlînên xwe çêdikin.
-
Hêkên qirmiraviya reş
Parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xwarina wan masî û beq û lawirên avî yên ku çoç in. Li Kurdistanê cureyek bi tenê hatiye dîtin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Şahîn, Îsmaîl Taha (2005). Balindeyên Kurdistanê, 1. Dihok: Spîrêz. r. 18.
- ^ a b Zana Farqînî.
- ^ D. Îzolî (2007).
- Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. îzolî (2007). Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre] Li Wikimedia Commons medyayên di warê Qirmiraviya reş de hene

Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |