Tansu Çiller

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tansu Çiller
Jidayikbûn24 gulan 1946 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
  • Aborînas
  • mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1993–1995)
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
  • Deputy Prime Minister of Turkey (1996–1997)
  • Wezîrê Karên Derveyî (1996–1997)
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1995–1995) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • True Path Party (1990–2002) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Özer Uçuran Çiller Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Necati Çiller Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • doctor honoris causa of Keiō University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tansu Çiller (jdb. 24ê gulana 1946an li Stembol) serokwezîrekê jin a yekem a Tirkiyê ye.

Ji sala 1993 heya 1996 serokwezîrtî kiriye. Herwekî di nava salên 1993 - 2002 de serokatiya DYP (Partiya Riya Rast) kiriye. Ew bi xwe hemwelatiya DYE bû. Gorî zagonên Tirkiyê bûyîna wê ya serokwezîrtiyê ne gengaz bû. Lewra kesê ku hemwelatiya welatek biyan bi wan re hene, nikarin bibin wezîr an serokwezîr. Lê bû.

Wê bi qasî demekê wezîrtiya karê derve jî hilwergirt (1996 - 1997). Piştî xwandina xwe ya dibistana amadeyî li Robert College li Zanîngeha Bosforêi beşa aborînasiyê biserîdike. Dû re li DYA bicih dibe û dibe hemwelatiya DYAyê. Li zanîngeha Yale û Connecticut berdewamiya bilind a perwerdeyê dike.

Çiller di polîtîkayê de riyeke pragmatîst dimeşîne. Ji aliyê ronakbîran ve pirr dihat rexnekirin ku ew wekî malbat, li pey berjewendiyên xwe ne. Dîsa navê wê tevî firotina kokaîn û eroîn bû. Li Almanyayê di dadgehê de ji ber kiryarên kirêt hat darizandin.

Çiller herwekî dijminatiya Kurdan dikir. Di dema desthilatdariya wê de bi hezaran gundên Kurdan hate rûxandin, bi hezaran mirovên Kurd ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatin tunekirin. Li Kurdistanê navê wê kirin "Mîreya ku bi xwîna Kurdan dijî". Çiller yek ji endamên dewleta kûr a Tirkiyê bû. Rastgîrên Tirk wê wekî "Mezina sedsala dawî, asenaya diya Tirkan" dinirxînin. Tê gotin ku malbata wê bingeh Aşkalî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]