Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
    Dîwan (tevlîhev)

    Tu bi xêr hatî Dîwanê! Ji kerema xwe re ji bo parvekirinên xwe beşên têkilîdar bikarbîne!

    Nûçeyên Wîkîpediyayê biguhêre
    Daxwaz
    Daxwazên jêbirinê
    Kurtenav:
    WP:DTH
    Mijarekê lê zêde bike

    Arşîv
    1 - 2 - 3 - 4

    Sersala 2023an pîroz be!

    Bi hêviya saleke aram û bi hêviya xebatên serkevtiyên jibo Wîkîpediya kurdî, sersala we pîroz be!Ev peyama bêîmze ya Penaber49 (gotûbêjbeşdarî) e. 18:23, 31 kanûna pêşîn 2022‎

    Sersala we pîroz be! Destxweş bî @Penaber49: bila hûn di karên xwe yên Wîkîpediyane û yên jiyana xwe de hertim serketî bin! --MikaelF (gotûbêj) 18:44, 31 kanûna pêşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]


    Dijmintiya gotinan li wîkiyê

    @MikaelF, @Ghybu, @Balyozxane, @Gomada, @Bikarhêner, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy

    Merḧeba ḧemû bikarînerên wîkiyê. Ev wextekî dirêj e problemeke mezin di wîkiya me de heye û ez dixwazim em tiştekî li ser vê bikin ji bo ku bisekine. Hinek kes bê sebeb gotin/peyv/kelîmên di nav nivîsaran de li gora dilê xwe diguherin. Wîkîpediya yek ji malperên herî mezin ên kurmancî ye û gelekî muhîm e zimanê wê rast be û karibe ji aliyê her xwendevanî ve were fêmkirin. Heke ev karê ne xweş dewam bike wê ḧalê me yî ku jixwe xirab e hê xirabtir bibe.

    Însanên ku ketine pey zimanekî "resen"/"xwerû" yan "paqij" fêm nakin ku di ḧemû zimanan de gotinên ji zimanên dî hene. Bav û kalên me gelek gelek salan van gotinan bi kar anîne û bûne parçeke muhîm ji zimanê me. "Zimanê akademîk" bûye weke nexweşiyek û zimanê kitêb û nivîsên înternetê meḧf kiriye. Ferqiyek mezin di neqeba zimanê xelkê me û zimanê malperên weke Wîkîpediya çêbûye.

    Va ne hinek nimûne ji guhertinên pûç, bê sebeb û ku tenê tevlîhevî çêdikin:

    Kesekî 115 caran di nav nivîsa nivîsaran de "qebûlkirin" xistiye "pejirandin". Wekî dî jî gelek caran "dîn" xistiye "ol", "dinya" xistiye "cîhan" û "însan" xistiye "mirov". Ev tenê hinek nimûne ne. Belê, bêhtirê van gotinan têne fêmkirin lê hîç sebebek nîne ku werin guhertin. Li vir dijmintî li ser gotinên ji zimanê 'erebî hatiye kirin.

    Komeke dî heye ew jî guhertina bi gotinên yan sixte/çêkirî yan jî soranî. Ji bonî nimûne, kesekî 590 caran gotina "kitêb" xistiye "pirtûk". Nimûnên dî: guhertina "deqe" bi "hûrdem", "siyasetmedar" bi "ramyar", "qelem" bi "pênûs" û "mîmar" bi "avahîsaz".

    Heke em li axiftina xelkê xwe binerin, gotinên ku dijmintî li ser wan hatiye kirin gelekî têne bikaranîn û ti ferqa wan ji gotinên dî nîne. Ev bi qasî ḧemû gotinên zimanê me 100% kurmancî ne.

    Ez dixwazim we hişyar bikim li ser meselekê. Em karin vî ḧalî bi tirkiya osmanî re qiyas bikin. Wextê ku welatê xwe ava kirin ji ber nasyonalîzmê dest bi "paqijkirina" zimanê xwe kirin. Netîca vî karî jî bû ew ku zimanê tirkî bi timametî ji zimanê osmanî qetiya û bû zimanekî nû. Vêce ew hew karin edebiyat û nivîsên xwe yî kevn di şiklê orjînal de bixwînin, divê ji zimanê xwe yî berê tercime bikin zimanê xwe yî nû. Talûkeke mezin heye ku heke ev karê kurmanciya "akademîk"/"xwerû"/... dewam bike em bikevin 'eynî ḧalî de. Guherto (gotûbêj) 14:13, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Guherto, divê em di vî mijarê de bi awayekî hevsengî tevbigerin, ne zêde di bin bandora asîmîlasyonê de bin (ji xwe ne başe) ne jî bi tundî li hemberî peyvên biyanî bin. Lê divê hevalê ku li vir dinivîsin hinek xwedî lêkolîn bin. Her peyvên ku em dibêjin kurdî ya akademîk dibe ku wisa ne be. Mînak peyva Ol, ez bixwe qet bawer nakim ku ev peyv bi kurdî be. Li gorî mînakên wiha heta me peyvek ku koka xwe kurdî kifş kir divê em peyva ku ji aliyê gel ve tê bikaranîn binivîsin. Ligel vê yekê mînak Dinya û Cîhan ev herdu peyv ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn. Peyvên wiha divê li gorî xwesteka bikarhêneran be. Ez bi xwe li gelek cihan peyva Cîhan dinivîsim jiber ku ev peyv bi kurdî ye û ji aliyê Kurdan ve jî tê bikaranîn. —Penaber49 (gotûbêj) 14:26, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Merheba @Penaber49, ez weke te nafikirim. Ne hewce ye gotineke ku "kurdî" ye were keşfkirin. Jixwe gotinên me hene û ev 100% kurdî ne, qedrê wan ji gotinên bi rayê kurdî yan arî/îranî ne kêmtir e. Ka ma çi yî gotina "kitêb" ne kurdî ye? Ev ne di bin bindestiyê yan asîmîlasyonê de ketiye nav zimanê me. Ev gotin li rojhilata navîn ḧemûyî heye. Kurmancî, farisî, belûçî, 'erebî, ûrduyî, peştûyî, tirkî, ... Tiştê ku ez dibêjim, hîç ḧewce nîne însan bikeve pey karê "paqijkirina" ziman ji ber ku ev tişt di her zimanî de hene, tiştên normal in. Her ziman ji zimanekî dî gotinan standiye, ne tiştekî hêja ye yek dijmintî li ser wan bike. Guherto (gotûbêj) 14:31, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav Guherto, li Bakurê Kurdistanê zextên li ser zimanê kurdî ji xwe diyar e. Ez dema ku bêjeyek dinivîsim yan jî wergerê zimanê kurdî dikim hinek peyv hene ku bi jiber zextên asîmîlasyonê di zimanê kurdî ya îro de jî tê bikaranîn û peyv ji sedî sed jî tirkî ye. Di rewşê wiha de ez li ser ferhengan lêkolîn dikim û peyva herî ku tê bira mirov bi kurdî ye bikar tînim. Di vê mijarê de jî armanca min ev ku di vî pêvajoya ku zextek tundî li ser zimanê kurdî heye, jibo zimanê kurdî bibim alîkar ku peyv winda nebin û neyên jibîrkirin. Ev rastî jî heye ku hinek peyvên ku bi tirkî û kurdî bi heman navê ne û peyv jî bi kurdî ye, ew ji xwe ne pirsgirêk e. —Penaber49 (gotûbêj) 14:53, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Belê rast e hinek gotin ji ber bindestî yan jî asîmîlasyonê ketine nav zimanê xelkê. Ji bo nimûne, li Bakur li hinek deveran "yas kirin" dibêjin ji bonî "nivîsandin". Ev 100% ji ber bindestiyê ye. Lê, problema li vir ne ew gotin in. Problema li vir ew e ku hinek kes ji ber vî tiştî dibêjin qê ḧemû gotinên ku ji zimanên dî hatine "asîmîlasyon" in. Ev ne rast e, gotinên weke "dinya, saet, kitêb, dîn, însan, qebûl kirin" zû de ketine zimanê me û zimanê me zengîntir dikin. Belê, gotinên weke cîhan û mirov jî kurdî ne, şibhe li wir jî nîne lê problem çêdibe wextê ku hinek kes diçin û tên li gora dilê xwe gotinên ji koma pêşî dixine ên koma 2a. Bere her nivîskar li gora dilê xwe dinya yan cîhan binivîsîne, le bere li gora dilê xwe ji yekî neguhere ya dî.
    Ez dixwazim bidim pêş jî ku ev cewaba min ya ku wun dixwînin li ser gotinên sixte/çêkirî/soranî weke "pirtûk"/"hûrdem"/"pênûs" tiştekî nabêje. Guherto (gotûbêj) 15:09, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav Guherto, belê gotina rast e. Em dikarin wiha bêjin peyvên ku rasterast jiber asîmîlasyonê derbasî zimanê kurdî nebûye bila kes zêde neguherîne. Kîjan bikarhêner dixwaze bi van peyvên ku tu dibêjî bikar tîne bila bîne ew jî nebin pirsgirêk. —Penaber49 (gotûbêj) 15:19, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @MikaelF, @Ghybu, @Balyozxane, @Gomada, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy Merheba hevalino.
    Bi rastî mijara zimanê kurdî, peyvên deyngirtî, meseleya standardkirinê û yên din gelek berfireh in, û problemên mezin jî dihewînin di nava xwe de. Hin ji van probleman jî ji bikarhênerên vî zimanî derdikevin holê. Ji bo ku gotin zahf dirêj nebe, hinekî bi kurtasî behs bikim ku hêja Bikarhêner:Guherto jî behs kiriye. Peyvên ji zimanên din deyngirtî di her zimanî de hene û ev peyv ji bo zimanê bideyngirtî dibe zengîniyekê. Lê belê hin kesên ku îlmê wan ê eleqedarê zimanê pir kêm in, zen dikin ku ev peyv "peyvên ne-bi-kurdî" ne. Di serî de dixwazim vê xeletiyê bînim ziman. Peyvên bideyngirtî jî peyvên kurdî ne, tenê rihên wan ji zimanekî din e. Yanî riherebîbûn, rihîngilîzîbûn, rihfransîbûna peyvan wan peyvan ji daîreya zimanê kurdî dernaxe, wan nake "nekurdî". Mixabin ku gelek kesên ku hêj vê ferqê nizanin li ser meseleya ziman û xisûsen li ser meseleya peyvên bideyngirtî û sadekirina zimanê kurdî xeber didan. Hema tenê xeberdana wan jî xelet e, bi vê kêmzanîna wan.
    Ya didûwan, peyvên riherebî ên wekî "kitêb, qelem, defter, qebûlkirin" û peyvên rih-ewropî yên wek "sîstem, problem, lînk, televîzyon" û gelek peyvên din bi kurdî ne, ne "nekurdî" ne û di bi sedan çavkaniyên kevn û yên îro de cih girtine û digirin jî û berê û îro jî li kar in, di ferhengên kurdî de cih digirin, di çand û edebiyata kurdî de hene. Kesên ku van peyvan ji gotaran derdixin, gotinên kesên din asteng dikin, ev yek jî ne xizmetê zimanê kurdî ye, û zerareke mezin dide ziman û miletê me. Jixwe di praktîkê de zexmên li ser kurdan û zimanê kurdî li holê ye, polîtîkayên asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê hişk û xurt bûne, ger zimanê kurdî jî bi vî awayî were sansurkirin, ji ber zehmetbûn, zorbûna zimanê kurdî wê însanên me ji kurdî dûr bikevin. Jixwe wekî din jî min xeletbûna vê sansurê li jor îzah kiriye. Lewma sansurker bila bên astengkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:55, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav @Penaber49: , @Guherto: Hin tiştên ku tên gotin rast in. Lê belê, ne tenê ji neteweperestan , ji kevneperestan jî dijminatiya li hember peyvan heye. Ango her tim tê jibîrkirin. Ev mirovan li dijî her nûkirina ziman in. Dijminatiya li hember peyvên kurdî bi qasî redkirina temamî ya peyvên biyanî xirab e. Lewma ez ji bilî peyvên kurdî hevwateyan jî dinivîsim. Ez jî sernavê ji Siyasetmedar naguherim ramyar. Lê dema ku sernavên mîna pirtûk û pênûsê vediguherînin kitêb û qelem ez wê jî xirab dibînim. Mirov nikare bi tenê pêşketina zimanekî paşguh bike .

    Avestaboy (gotûbêj) 15:46, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    @Avestaboy Ger tirkek şûnda peyva yiyen "ê ku dixwe", peyva "akil" a osmanî bi kar bîne ew dibe kevneperestî. Ji ber ku îro ti tirk nabêje akil, dibe ku di osmanî de dihat bikaranîn lê belê îro nayên bikaranîn. Peyvên wekî kitêb û qelem di nav xelkê de tên bikaranîn lê belê ti kes pirtûk û pênûs nabêje. Îro kesê ku nû dest bi xwendinê dike gelek zehmet dikşîne heta ku hîn bibe ji ber ku nivîskarên me her peyva soranî wekî kurmancî qebûl dikin. Kesek heye şûnda peyva Genetîkê peyva "bomawezanî" bi kar tîne. Yanî ew çi peyva ecêb e ku mirov peyveke ewqas nezan bi kar bîne? Bi ya min divê em wîkîpediyayê ji peyvên soranî û çêkirî paqij bikin. --Balyozxane (gotûbêj). 15:04, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav @Balyozxane Di nav gel de kes peyva pirtûk nas nake ? Ew ne rast e. Min carekê belgefîlmek li ser Kurdên Sovyetistanê tema§e kir û di hevpeyvînê de hemûyan peyva pirtûk gotin û ne kitêb. Heke tu jêbirina hemî peyvên çêkirî dixwazî divê tu peyva têlefonê jî jê bibî. Ev peyv ji hêla Philipp Reis ve hat çêkirin. Min çend caran ji te re got ku dema peyv di nav gel û medyayan de tê bikaranîn ne peyvek xeyalî ye. Lê tu vê yekê fêm nakî û tu ne bêalî ne. Guhertina bi tundî ya peyvên ku tu qebûl nakî rawest e. P.S . Soranî jî kurdî ye. Avestaboy (gotûbêj) 18:18, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    @MikaelF, @Ghybu, @Gomada, @Bikarhêner, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy

    Silav gelî hevalan. Ez wisa bawer dikim ko hemû kesên li vir, bi dilekî pak ji bo zimanê me kar dikin. Pisporiya min di warê biyolojiyê de ye. Loma ez bi gelemperî gotarên derbarê biyolojiyê dinivîsim an jî sererast dikim.Dema ez gotarek dinivîsim bi dehan çavkaniyan dinêrim paşê gotarê amade dikim. Gelemperiya çavkaniyên min pirtûkên bi înglîzî ne. Li ba min kurd yek milet e, welatên wan Kurdistan e zimanê wan jî kurdî ye. Ango kurmancî jî soranî jî kurdî ye. Zimanê zanistê di kurdiya kurmancî de bi têra xwe çê nebûye. Loma dema pêdiviya min bi peyvek hebe û ew peyv di kurdiya kurmancî de tune be an jî peyvek ne belavî be, ez peyvê ji kurdiya soranî werdigirim û bi kar tînim. Gelo jo bo peyvên ko hê di kurdiya kurmancî de cîh nebûne kîjan baştir e? Peyvên ji zimanê biyanî an peyvên ji kurdiya soranî? Bikarhênerek bi navê Balyozxane heye. Min got ez çend gotarên wî bixwînim ka gelo çava dinivîse, lê ez rastê gotarên wî nehatim. Ez nizanim pisporiya wî di çi beşê de ye, lê li gor wî ew her tiştê baş dizane lê em nezan in. 2 sal berê ji ber tevgerên neyînî yên bikarhêner Balyozxane û hin kesên din motîvasyona min xira bû, min dev ji xebata li ser wîkîferhengê berda. Îcar heman kes hatiyê vira û dîsa li gor kêfa xwe xebatên min diguherîne. Ji kerema xwe, bikarhêner Balyozxane hişar bikin û bila dev ji xirapkirina xebatên min berde.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 15:54, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    @Biyolojiyabikurdi Va ye gotarekê min Girê Mirazan (hemû) û Kurd (Ji xeynî beşa Ziman û piştî Civak û jiyana kurdan). Çi eleqeya kurdên kurmanc û soran hene? Tu çawa peyvên soranî wekî kurmancî bi kar tînî? Dema kurmancek bi soranekî re diaxive çiqas fêm dike? Hema bêje qet fêm nake. Soran ti tişt nakin ku zimanê xwe nêzîkî zimanê me bikin, hûn çima tiştek wisa dikin? Ji bo xêra dê û bavên xwe, fêmkirina kurdî zortir nekin. Jixwe xelk nezan e em çima zimanê xwe bi peyvên çêkirî yan soranî zortir dikin? --Balyozxane (gotûbêj). 16:10, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]


    Silav hevalno, ev niqaş tenê enerjiya hevalan bi awayekî virtûvala xerc dike. Heta em bi tiştê wiha re dema xwe vala derbas dikin çima gelo jibo pêşketina wîkîpediyayê naxebitin? Mixabin ev nîqaş li cih nîne. Bi ya bin be bila ev niqaş bê bidawîkirin. Jibo hinek fikrê cûda divê bikarhêner yek bi yek bi hev re biaxivin. Ew dem êdî bi awayekî baş û aqilane mirov dengê hev seh dike, Bi silav û rêz. —Penaber49 (gotûbêj) 16:26, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Penaber49 hevalên wekî Biyolojiyabikurdi dibêjin hemû peyvên soranî kurmancî ne. Loma divê em biryarekê bidin yan em ê peyvên soranî bi kar bînin yan jî bi kar neyînin. Bê biryar gotûbêjên wisa mixabin ne mimkûnê ku bi dawî bibe. --Balyozxane (gotûbêj). 16:33, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Balyozxane Heke kesek got ko “Çi eleqeya kurdên kurmanc û soran hene? Soran ti tişt nakin ku zimanê xwe nêzîkî zimanê me bikin” Li ba min ew kes rihê kurdiyatiyê fehm nekiriye. Loma ji kerema xwe ji karê min dûr bisekine, pisporiya te li ser kijan babetêye here li wir binivîse. Te xwe ji bo rêvebiriyê endam nîşan kir,me ne pêjîrand.Tu çima mîna rêvebir biryar digirî? Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:40, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Silav Balyozxane mixabin li vir em tu encamekê bidest naxin. Jibo cudahî, pêşniyar, yan jî divê yek bi yek mirov bi hev re biaxive. Mînak tu dikarin ji mamoste @Biyolojiyabikurdi: di derbarê vî mijarê de bipirsî ka fikrê wî çiye. Ew dem tu dikarî bi fikreke hevpar bigihîjî biryarekî. Dema ku me li vir nivîsî kes dengê kesî seh nake. —Penaber49 (gotûbêj) 16:44, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Biyolojiyabikurdi Birêz, ez ti biryar nagirim. Ez fikrê xwe dibêjim. Ma heqê min nîne bibêjim? Herwiha xuya ye haya we ji ruhê wîkiyê nîne. Li vir rêveber tenê xîzmetkar in, loma ferqek di navbera bikarhêner û rêveberan de tine ye. Li ser wîkîferhengê jî eynî ye.
    @Penaber49 Birayê delal, mijarên gelemper li ser Dîwanê tên axiftin. Ew ne tenê pirsgirêka min û biyolojibikurdi ye. Ma te qet li wîkiyên din nenêrî? Di her mijarê de biryareke gelemper digrin û li gorî wan tevdigerin. --Balyozxane (gotûbêj). 16:55, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Silav Balyozxane, bira ez te bi awayekî baş fem dikim. Li ser wîkîpediya me her kes xwedî fikreke cuda ya. Dema ku di em di warê hinek tiştan de bi awayekî tund israr bikin ev jî dibe sedema belavbuna bikarhêneran û xebat têne rawestandin. Dibe ku di derbarê xwesteka xwe de ji sedî sed rast bêjî. Bi vî awayî ku em dikin nabe, jibo me nabe. Mînak em dikarin ji mamoste @Biyolojiyabikurdi: bixwazin ku heta ji destê wî tê peyvên soranî mînîmalîze bike. Mînak jibo hevalên ku bi awayekî tund li dijî peyvên deyngirtî yên wekî siyaset, siyasetmedar, kitêb û hwd bila zêde neguherînin. —Penaber49 (gotûbêj) 17:27, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    @Penaber49 Bila hinek xebat raweste ew ne muhîm e. Ev mijar li ser hebûn û tunebûna kurdiyê ye. Îro gelek nivîskar vê xeletiyê dikin ku "zimanekî akademîk" çêbûye û xelkê nezan dûrî xwendin û nivîsandina kurdî dike. @Biyolojiyabikurdi Bala xwe bide heta niha min ti car gotarên te neguhart. Tenê sererastkirinên biçûk kirin. Tu her tim "ko" şûnda "ku" dinivîsî ez wê jî naguhêrim ji ber ku naxwazim bi te re bikevim nîqaşekê û bêhemdî dilê te ji wîkîpediyayê sar bikim. Di mijara peyvên soranî de tu dibêjî qey tu tiştekî baş dikî lê belê binêre kesek di derbarê te de çi gotiye [1] "Zimanê wî gelek hêsan e lê hinek peyvên "akademîk"* hene ku meriv jê fehm nake. Ne xem e, jixwe Mamoste di bin gotarên xwe de peyvên ku nayên zanîn bi îngilîzî û tirkî nivîsandiye." Yanî kurdê ku inglîzî û tirkî nizanibe, nikare gotarên te bixwîne. --Balyozxane (gotûbêj). 17:43, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Xwezî hevalên @Ghybu, MikaelF, û Gomada: jî tevlî vê gotûbêjê bûne. --Balyozxane (gotûbêj). 17:44, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Bi min pirsgirêka herî mezin ew e ku kurd her ku diçe bi mantiq û rêzimana tirkî kurdî dinivîsin; bo mînak, niha, ergatîvîtî wekî berî nê bikaranîn... Herwiha li ser vê mijarê nêrîna Roşan Lezgîn binêrin: [2]. Ghybu (gotûbêj) 23:34, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Min sêr kir, Roşan Lezgîn hemû gotinên me ji me baştir îfade kiriye. Ez dibêjim hevalên @Avestaboy û @Biyolojiyabikurdi vê vîdeoyê temaşe bikin. Herwiha vê gotarê jî bixwînin dê baş be.Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî
    Di mijara ergatîvitiyê de divê bibêjim ku ger em fêmkirina zimanê xwe hêsantir bikin, wê demê xwendevanên me ji kitêb û gotarên ku dixwînin hînî ergatîviteyê bibin. --Balyozxane (gotûbêj). 00:17, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Loma bi ya min problema mezin ne ergatîvite lê belê fêmkirina zimên e. --Balyozxane (gotûbêj). 00:18, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    Baş e, edî em kurmancî bi tirkî biaxivin her kes jî fam dike: pirsgirêk ne ma :) Min li jor got ku kurdî (hevokên kurdî) hêdî hêdî bi mantiqa tirkî tê nivîsandin: ergatîvite jî tenê mînakek e... Çima ergatîvite kêm tê bikaranîn ji ber ku di rêzimana tirkî de tine ye. Ghybu (gotûbêj) 00:47, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
    @Ghybu Xebera te ye. Ew jî problemeke mezin e lê belê çareserkirina wê ne di destê me de ye. Em li ser tiştê ku em dikarin bikin xeber bidin çêtir e, ne wisa? --Balyozxane (gotûbêj). 00:54, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Roja we tev de xweş be! Gotûbêjkirin çandeke gelekî muhîm û medenî ye. Loma kêfxweş dibim gava dibînim kurd bi hev re li ser mijaran gotûbêjê dikin. Lê mixabin gotûbêjên me gelek caran bi zimananekî tûj pêk tên. Hêvî dikim em bikaribin bi bêhnfirehî li ser pêşniyazên hevdu bifikirin û wisa bersivên xwe bidin. Bi ya min eger di kurmancî de peyveke zanistî kêm be yan divê ji latînî/yewnanî yan jî heke di soranî de peyveke berbelav hebe dikare jê bê girtin, ne hewce ye em ji bo her zimanê kurdî peyveke nû çêkin. Herwiha ne baş/rast e ku em gotinên rojane bi hin gotinên çêkirî biguherin. Bi xêra xwe vê peyva dîn hew bi ol biguherin. Dîn rast e, di zimanê me de tê gotin û kurdî ye. Gotinên hevwate (nimûne: qebûlkirin-pejirandin) ne hewce ne bi hev bên guhertin. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 13:36, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

    Eve gotûbêjeke balkêş û giring e, xwezîka gotûbêja rojane ya zimannas û rewşenbîrên kurd jî bûya. Em di Wikipedia de me, divê mirov wek pîvang bigire, ku eve Wîkîpediya kurdî ya azad e. Li vir sensûrker tune ne û xebatkarên aktîv nayên astengkirin, ji ber ku ji bo me gelek hêja ne. Gelek spas ji bo karê we li Wîkîpedya kurdî, hûn her hebin! --MikaelF (gotûbêj) 19:45, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]