Afroamerîkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Afro-amerîkî hat beralîkirin)
Afroamerîkî
Afro-Americans
Wêneyên jî hinek navdarên afroamerîkî
Wêneya yekem; Afroamerîkî yên navdar, wêneya duyem; li gorî daneyên sala 2020an li rêjeya belavbûna afroamerîkîyan li Amerîkayê diyar dike.
Gelhe tevahî
Texmîna sala 2023an DYA 40.1 milyon (12,4% ji nîfûsa DYA)[1]
Ziman
Inglîzî û Spanî
Baweriya dînî
Xristiyanî û Îslam[2]
Têkildarên komên etnîkî
Amerîkî

Afroamerîkî ji kesên ku ji dê û bavê xwe ve afroamerîkî ne têne gotin.

Afroamerîkî (wekî amerîkiyên reş û afrîkî û amerîkî jî têne binavkirin) komek etnîk e ku ji amerîkîyên bi bav û kalên xwe yên qismî an tevahî ji Afrîkaya binsaharayî pêk tê.[3][4]

Têgîna afroamerîkî bi gelemperî neviyên afrîkiyên koledar ên ku ji DYAyê ne destnîşan dike.[5][6][7] Digel ku hin koçberên reş an neviyên wan jî dikarin wekî afroamerîkî bên binavkirin, piraniya wan tercîh dikin ku bi neteweya xwe ya eslê xwe bidin nasîn.[8][9]

Piraniya gelê afroamerîkî neviyên nêzîkê 6,5 heya 10 mîlyon[10] mirov in, ên ku ji hêla bazirganên mirovan ên ewropî ve di dema bazirganiya koleyan a Atlantîkê ya di navbera salên 1619 û 1808 de ji warê xwe hatin dûrxistin û bi giranî li deryaya Karîbê û Amerîkaya Bakur wekî kole hatine îstismar kirin.[11][12] Nêzîkî 160 sal piştî betalkirina koletiyê li Dewletên Yekbûyî, nifûsa afroamerîkî ya welêt hê jî tekoşîna li dijî cihêkariya nijadî didomîne.[13]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Xulamtî li DYAyê

Destpêkên koletiyê di cîhana nû de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem mezadê xulaman li Amsterdama Nû ya di 1655an de, nîgara 1895an ji hêla Howard Pyle ve[14]

Dîroka afroamerîkî di sedsala 16an de dest pê kir, dema ku afrîkî ji rojavayê Afrîkayê ji bazirganên koleyên Ewropî re hatin firotin û li seranserê Atlantîkê berbi Sêzdeh Koloniyan ve hatin veguhestin.

Yekem afrîkiyên tomarkirî yên li Amerîkaya îngilîzî (ku piraniya Dewletên Yekbûyî yên pêşerojê jî tê de) "20 and odd negroes" (20 negroyên xerîb) bûn ku di tebaxa 1619an de bi rêya Cape Comfortê hatin Jamestown, Vîrjînya, wekî xizmetkarên kirêkirî. Her ku gelek niştecihên Virginiayî ji ber şert û mercên giran mirin, her ku çû bêtir afrîkî hatin birin da ku wekî karker bixebitin.

Xizmetkarekî kirêkirî (ku dibe spî an reş be) dê çend salan bê mûçe bixebite. Rewşa xulamên kirêkirî yên li Vîrjînya û Marylandê yên destpêkê mîna koletiyê bû. Xizmetkar dikaribûn bên kirîn, firoşin an kirêkirin û ji ber guhnedanê yan jî revînê dikaribûn bi awayekî fizîkî bihatana lêdan. Berevajî koleyan, piştî ku dema karûbarê wan bi dawî bû an hat kirîn, serbest hatin berdan, zarokên wan statuya wan mîras negirtin, û piştî ku ji peymanê derketin wan "ji salek ceh, cil û bergên ducar, amûrên pêwîst" û dravdana piçûk distandin. Ji dravdana piçûk re "berdêla azadiyê" dihat gotin.[15] Afrîkî dikaribûn bi qanûnî çandinî û dewaran bikin da ku azadiya xwe bikirin.[16] Wan malbat mezin dikirin, bi afrîkiyên din re û carinan bi amerîkiyên xwecihî an niştecîhên Ewropî re zewicîn.

Bazirganiya sêgoşeya transatlantîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firotina mirovan bû karekî girîng û bi kêrî. Wekî encam, bazirganiyeke bêhempa li seranserê Atlantîkê li sêgoşeya Ewropa, Rojavayê Afrîka û Karibik pêşve çû. Hêzên mezin ên Ewropî keştiyên bi çek, toz, tekstîl, hesp, alkol, zîv, titûn, şekir û tiştên malçêkirî bar kirin. Keştî diçûn beravên Afrîkaya Rojava, li wir bi serokên eşîrên herêmî tiştên ku bi xwe re anîbûn bi koleyan diguherandin. Paşê keştiyên bi koleyan barkirî ber bi Amerîkayê ve çûn, li wir kole li Cîhana Nû bi bihayên herî zêde dihatin firotin. Bazirganan li cîhana nû dîsa keştiyên xwe bar kirin, vvê carê madeyên xwestî yên koloniyan tê de hebûn: çay, qehwe, şekir, pembû, titûn, biharat û zêr. Dûv re bazirgan vegeriyan bendera mala xwe ya li Ewropayê.

Ev bazirganiya koleyan a transatlantîk karsaziyek transneteweyî jî bû. Berî ku neteweyên nûjên derkevin holê, ew padîşahên ewropî yên hêzdar bûn ku bi awayekî sîstematîk bazirganiya koleyan a bikêr bi pêş dixist: Portûgal, Brîtanya Mezin, Holenda, Fransa, Spanya, Danîmarka, Brandenburg-Prûsya û Swêd.

Bazirganiya koleyan a transatlantîk ji 350 heta 400 salan ajot. Di hema hema 400 salên koletiya atlantîk de, dora 10-12 milyon afrîkiyên reş ên revandî bi saxî hatin Amerîkayê. Çar-pênc milyon kole birin giravên Karîb, ji 3,5 heta 5 milyonî gihîştin Brezîlê û nîv milyon kole jî ji DYAyê re hatin firotin. Lê hejmara dersînorkirinên sîstematîk ên nehatine raporkirin gelek zêde ne. Tê texmînkirin ku derdora 40 milyon afrîkî hatin revandin û kole kirin. Lê tenê yek ji çaran ji girtina li Afrîkayê rizgar bû, ji ceribandina birina ji Afrîkayê ber bi qeraxê ve, û di dawiyê de ji zehmetiyên xedar ên li ser keştiyan.

Çend kes karîbûn bi desteserkirin an revînê bigihîjin azadiyê û dû re civakên serbixwe ava kirin.

Şerê navxweyî yê amerîkî û pirsgirêka xulamtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xulamên ku li benda firotinê ne (Richmond, Vîrjînya, sal 1853). Bala xwe bidin cilên nû. Bazirganiya xulaman gelek malbat ji hev diqetand, û kesan têkiliya xwe ya bi malbat û eşîran re winda dikir.

Piştî ku Dewletên Yekbûyî di sala 1783an de hate damezrandin, piraniya mirovên reş hê jî di bin koletiyê de bûn. Piraniya wan li Amerîkaya başûr peyda bûn.

Pirsgirêka koleyan di Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de, ku tê de dijberên koletiyê ji dewletên bakur serdest in, rolek girîng dilîze. Di wê demê de 20 milyon mirov li dewletên bakur û hema heft milyon li başûr dijîn. Mirovên li bakur pêşverû bûn, li başûr mirov bi awayekî kevneperest difikirîn. Bakur wek herêmek pîşesazî ya geş pêş ketibû û başûr ji hêla çandiniyê ve serdest bû. Axayên dewlemend ên li başûr bi giranî pereyên xwe ji çandinî û hinartina pembû qezenc dikirin. Lêbelê, wan tenê bi saya karkerên erzan dikaribû zeviyên mezin bi kêrî kar bikin. Ji ber vê yekê, hema çar milyon koleyên reş neçar bûn ku di zeviyên pembû de bixebitin. Li bakur koletî ji holê hatibû rakirin û mirov li pey rêça cîhana modern bû.

Bi zextên mezin ên siyasî re bakur xwest ku başûr jî koletiyê ji holê rake. Lê belê, ger cotkarên başûrî dev ji keda koletiyê berdabûna, wê biketana nava fiaskoyeke aborî. Li senatoya DYAyê li ser mijara koleyan nîqaşên xurt hatin kirin. Li başûr dengên daxwaza veqetîna ji Yekîtiyê bilind bûn. Pevçûn ji ber hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê jî gurtir bû. Abraham Lincoln yek ji namzetên herî bi hêvî û dijberê koletiyê bû. Dema ku Lincoln di Mijdara 1860an de 16emîn Serokê Dewletên Yekbûyî hate hilbijartin, Karolînaya Başûr derketina xwe ji hikûmeta federal ragihand. Di sibata 1861ê de, nûnerên şeş dewletên koledar civiyan û biryar da ku "Dewletên Konfederal ên Amerîkayê" ava bikin. Piştî demeke kin pênc dewletên din jî tevlî vê konfederasyonê bûn. Richmond (Virginia) bû paytexta konfederasyonê û Jefferson Davis bû serok. Dewletên veqetandî makezagonek amade kirin ku ji pir aliyan ve bi ya Yekîtiyê re hevaheng bû. Lêbelê, mafê xwedîbûna koleyan bi eşkere hate parastin.

Di sala 1863an de, artêşa Yekîtiyê kesên Freedmen (mirovên reş yên xilaskirî) qebûl kir. Di wêneyê de leşkerên ciwan ên Reş û Spî têne dîtin.

Dema ku di 12ê avrêlê 1861an de, leşkerên konfederal Fort Sumter li Charleston, Karolînaya Başûr topbaran kirin, Şerê Navxweyî yê Amerîkî dest pê kir, heta sala 1865an dom kir û wergeriya şerekî tunekirinê. General Robert Edward Lee, fermandarê giştî yê artêşa konfederal, biryar da ku di 9ê nîsana 1865an de teslîm bibe. Bi vê yekê şer bi awayekî fermî bi dawî bû. Di encamê de 600 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes seqet man. Zirara aborî ya ji ber wêrankirinê gelek mezin bû. Lincoln, ku di sala 1864an de ji nû ve hate hilbijartin, DYAyê xilas kir. Di 15ê nîsana 1865an de ji ber guleyên başûriyekî fanatîk mir. Armanca Lincoln ya rakirina xulamtiyê li hemî dewletên Yekîtiyê demek kin piştî mirina wî pêk hat.

Di sala 1865an de, 13emîn Guherîna Destûra Bingehîn bi fermî koletî li Dewletên Yekbûyî qedexe kir û çar milyon xulam tenê di dema şerê navxweyî û di dawiya 1865an de hatin azadkirin.[17]

Ku Klux Klan, civakeke veşartî ya nijadperest, demeke kin piştî şer hate damezrandin û li dijî gelê reş, siyasetmedar û karsazan sûîqest pêk anîn.

Tevgera mafên sîvîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Tevgera mafên sivîl
Beşdar û rêberên Meşa 1963an a li ser Washingtonê û rêberên ku ji Washington Monument berbi Bîrdariya Lincoln meşiyan. Li ser afîşan dirûşmên li dijî veqetandina nijadî û daxwaza mafên siyasî ji bo nifûsa afroamerîkî hatine nivîsandin.

Di dema nûavakirinê de, gelê afroamerîkî hemwelatîbûn û mafê dengdanê bi dest xistin, lê ji ber siyaset û îdeolojiya berbelav a serweriya spî, ew bi giranî wekî hemwelatiyên pileya duyemîn hatin dîtin û xwe zû li başûr bê maf didîtin. Di navbera salên 1910 û 1970an de bi xizanî û cudakariya nijadî re rûbirûbûnek berdewam hebû, ku bû sedema koçberiyeke mezin û demdirêj, ku jê re Great Migration (koçberiya mezin) tê gotin. Di vê pêvajoyê de bi mîlyonan afroamerîkî ji dewletên başûr ber bi Midwest, dewletên Atlantîka navîn û başûrê New England, û her weha berbi Kalîforniya ve çûn. Wekheviya qanûnî pir hêdî pêş diket, û di civakê de veqetandina nijadî, ku ji sala 1896an vir ve di bin navê separate but equal de qanûnî bû, pêk dihat. Berevajî vê, tevgera mafên sîvîl ya afroamerîkî di nîvê salên 1950î de derket holê, ku tê de kesayetiyên cûda yên wekî Martin Luther King, Malcolm X û Stokely Carmichael ji Partiya Pantera Reş pêşêngiye digirtin. Tevger cûrbecûr rêbazên têkoşînê yên siyasî ceriband - wek boykot, bêîteatiya sivîl û berxwedana bê tundûtûj - û bi vî rengî wê rê dawî li veqetandina nijadî anî û rê li wekheviya fermî ya tam ji bo gelê afroamerîkî vekir.

Saya tevgera mafên sîvîl rewşa gelê afroamerîkî ji ber beşdarbûna di pevçûnên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî de; koçberiya berbiçav a ji başûr; rakirina veqetandina nijadî ya qanûnî; û tevgera mafên sivîl ku li azadiya siyasî û civakî digeriya, guherî.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Barack Obama (wêneya portreya fermî, sal 2012)

Ji nîvê sedsala 20an vir ve, pirraniyek mezin a afrîkî û amerîkî piştgirî didin Partiya Demokrat. Di hilbijartinên serokatiyê yên 2020an de, 91% ji dengdêrên afrîkî û amerîkî piştgirî dan namzetê demokratan Joe Biden, dema ku 8% piştgirî da namzetê komarî Donald Trump. Her çend di siyaseta derve de lobiya afroamerîkî hebe jî, lê bandora rêxistinên afroamerîkî di siyaseta navxweyî de nebûye.[18]

Gelek afrîkî û amerîkî di dehsalên piştî dawiya Nûavakirinê de ji siyaseta hilbijartinê hatin dûrxistin. Ji bo yên ku dikaribûn beşdar bibin, heta Peymana Nû, afrîkî û amerîkî alîgirên Partiya Komarparêz bûn, ji ber ku serokê komarî Abraham Lincoln di dayîna azadiyê de ji koleyên Amerîkî re bû alîkar. Di wê demê de komarî û demokrat li şûna her îdeolojiyek taybet, berjewendîyên bakur û başûr temsîl dikirin û hem kevneperest û hem jî azadîxwaz di her du partiyan de wek hev hatibûn temsîlkirin. Di dema depresyona mezin a salên 1930î de, bernameya New Deal ya Franklin D. Roosevelt arîkariya aborî pêşkêşî afroamerîkiyan kir. Ji hingê ve piraniya afroamerîkî tercîh dikin ku dengê xwe bidin demokratan. Hevbendiya Peymana Nû ya Roosevelt partiya demokrat veguherand rêxistinek çîna karker û hevalbendên wan ên lîberal. Dema ku serokên demokrat John F. Kennedy û Lyndon B. Johnson di salên 1960î de qanûnên mafên sîvîl bi awayekî aktîf xûrttir kirin, dengdana afroamerîkî hîn bihêztir bû Demokrat. Di sala 1960an de, nêzîkî sêyeka afrîkî û amerîkî dengên xwe dane komarparêz Richard Nixon.[19]

Di sala 2008an de, siyasetmedarê demokrat Barack Obama bû yekem afroamerîkî ku wek serokê Dewletên Yekbûyî hate hilbijartin.[20]

Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kesên reş
Xwarinek soul food ya kevneşopî ya ku ji mirîşka sorkirî bi meqarne û penîr, keskawî, bamyeya sorkirî û nanê ceh pêk tê.
Kanye West, rapgotinekî navdar ya Afroamerîkî

Ji destpêka hebûna wan ya li amerîkaya Bakur, çanda afroamerîkî bandorek girîng li ser çanda cîhanî heye, wek li ser hunerên dîtbarî, wêje, zimanê îngilîzî, felsefe, siyaset, xwaringeh, werzîş, muzîk û nûbûnên civakî û teknolojîk. Tevkariya afroamerîkî ji muzîka populer re ew qas kûr e ku hema hema hemî muzîka amerîkî, wekî Cez, gospel, blues, Dîsko, hip hop, R&B, soul û rock eslê xwe bi kêmî ve an bi tevahî afroamerîkî ye.[21][22]

Çandinî û bikaranîna gelek berhemên çandiniyê yên li DYAyê, mîna yams, fistiq, riz, bamye, sorgul, zebeş, rengê îndîgo, û pembû, bandorek giran ji Afrîkaya Rojava û afrîkî û amerîkî ve girtiye. Di nav nimûneyên berbiçav George Washington Carver e, ku nêzîkî 500 berhem ji fistiq, kartolên şîrîn, û pekan afirandin.[23]

Xwarina soul food (xwarina giyanê) pêjgehek e ku di nav gelê afrîkî û amerîkî de populer e. Ew ji nêzîk ve bi pêjgeha başûrê Dewletên Yekbûyî ve girêdayî ye. Dibe ku navê xwarinê di nîvê salên 1960î de derketibe, dema ku peyva soul diyarkerek hevpar bû ku ji bo danasîna çanda afrîkî û amerîkî (mînak, muzîka soul) bê bikar anîn. Afrîkî û amerîkî gelên pêşîn ên DYAyê bûn ku tevî koçberên skotlendî yên li başûr mirîşka sorkirî çêkirin. Her çend skotlendiyan berî ku koç bikin mirîşk dipijiqandibûn jî, lê biharat û tama ku afroamerîkiyan bi kar anîbûn, li ba wan hê tunebûn. Ji ber vê yekê niştecîhên amerîkî yên skotlendî rêbaza afrîkî û amerîkî ya çêjkirina mirîşkê pejirand. Lêbelê, mirîşka sorkirî bi gelemperî di civata afrîkî û amerîkî de xwarinek nadîr bû, û bi gelemperî ji bo bûyer an pîrozbahiyên taybetî dihate amadekirin.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îngilîziya afroamerîkî zarava, etnolekt û sosyolekteke îngilîziya amerîkî ye, ku bi gelemperî ji hêla çîna karkerên bajarî û bi gelemperî afrîkî û amerîkî yên çîna navîn ve tê axaftin.[24]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Black/African American - The Office of Minority Health". minorityhealth.hhs.gov. Ji orîjînalê di 18 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
  2. ^ "Religious tradition by race/ethnicity (2014)". The Pew Forum on Religion & Public Life. Roja gihiştinê 5 nîsan 2019.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 1 adar 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 adar 2022. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "African Americans Law and Legal Definition | USLegal, Inc". definitions.uslegal.com. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  5. ^ Martin, Carol Lynn; Fabes, Richard (25 kanûna paşîn 2008). Discovering Child Development (bi îngilîzî). Cengage Learning. ISBN 978-1-111-80811-2.
  6. ^ Locke, Don C.; Bailey, Deryl F. (17 îlon 2013). Increasing Multicultural Understanding (bi îngilîzî). SAGE Publications. ISBN 978-1-4833-1421-1.
  7. ^ "Lewis Mumford Center Census 2000 Metropolitan Racial and Ethnic Change Series". web.archive.org. 12 çiriya pêşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 çiriya pêşîn 2007. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ Forson, Tracy Scott. "Who is an 'African American'? Definition evolves as USA does". USA TODAY (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  9. ^ "DSpace Angular Universal". {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  10. ^ "400 years since slavery: a timeline of American history | Race | The Guardian". amp.theguardian.com. Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  11. ^ "Slavery in America - Timeline - Jim Crow Museum". www.ferris.edu. Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  12. ^ "African Americans - Slavery in the United States | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  13. ^ "Black Americans in the Civil War: Enslaved in the South, Unequal in the North". HistoryNet (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 adar 2023.
  14. ^ "New Netherland Institute :: Slave Trade". www.newnetherlandinstitute.org. Roja gihiştinê 21 sibat 2023.
  15. ^ "The First Black Americans - US News and World Report". web.archive.org. 2 sibat 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 sibat 2011. Roja gihiştinê 21 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  16. ^ "The shaping of Black America: forthcoming 400th celebration". web.archive.org. 5 adar 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2008. Roja gihiştinê 21 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ Harris, Paul; York, Paul Harris New (16 hezîran 2012). "How the end of slavery led to starvation and death for millions of black Americans". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 21 sibat 2023.
  18. ^ Dickson, David A. (çiriya paşîn 1996). "American Society and the African American Foreign Policy Lobby Constraints and Opportunities". Journal of Black Studies (bi îngilîzî). 27 (2): 139–151. doi:10.1177/002193479602700201. ISSN 0021-9347.
  19. ^ Green, John Clifford; Coffey, Daniel J. (2007). The State of the Parties: The Changing Role of Contemporary American Politics (bi îngilîzî). Rowman & Littlefield. ISBN 978-0-7425-5322-4.
  20. ^ MacAskill, Ewen; Goldenberg, Suzanne; Schor, Elana (5 çiriya paşîn 2008). "Barack Obama to be America's first black president". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 21 sibat 2023.
  21. ^ "The soundtrack of history: How Black music has shaped American culture through time". NBC News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2023.
  22. ^ "How Black People Created All Your Favorite Music". Highsnobiety (bi îngilîzî). 4 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 21 sibat 2023.
  23. ^ "Inventors and Inventions: African-American Inventors - EnchantedLearning.com". web.archive.org. 13 hezîran 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 hezîran 2007. Roja gihiştinê 22 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ Schneider, Edgar Werner; Kortmann, Bernd (2004). A Handbook of Varieties of English: Morphology and syntax (bi îngilîzî). Walter de Gruyter GmbH & Company KG. ISBN 978-3-11-017532-5.