1943 – Keştiyeke bin–avê, keştiyeke nexweşexaneyê da ber torpîlê, di encamê de 299 kes mirin.
1948 – Dewleta Îsraelê hate damezirandin. Yekser piştî îlankirina dewleta Îsraelê ango di heman şevê de di navbêra artêşên Ereb û hêzên siyonîst de şer derket. şer heta 13ê kanûna paşîn a sala 1949an dom kir.
1997 – Artêşa Tirk tevî bi dehan hezar leşker, 2 hezar koricî û 250 tang û her wiha bi piştgiriya asîmanî êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Di vê êrîşê de ku di heman salvegera damezirandina dewleta Îsraîlê de hate lidarxistin, armanc ji holê rakirina hêzên gerîllayên Kurd yên girêdayî PKKê bû.