Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Çiriya pêşîn
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo çiriya pêşîna 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | |
7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 |
14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 |
21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 |
28 | 29 | 30 | 31 |
Bûyer
- 1880 – Yekemîn karxaneya lembeya ceryanê ji aliyê Thomas Edison ve hate vekirin.
- 1896 – Kamyona yekem a bi navê „Phönix“ li bajarê Stuttgartê ji aliyê fîrmaya Daimler Motor ve tê çêkirin.
- 1949 – Komara Gel a Çînê ji aliyê Mao Zedong ve hate damezrandin.
- 1958 – NASA kete cihê NACA de (nav hate guhertin).
- 1960 – Nîjeryayê ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bidest xist.
- 1961 – Beşa başûr a dewleta Kamerûnê ku di bin desthilatiya Brîtanya de bû tevlî Kamerûnê bû.
- 1962 – Rojnameya Dicle-Fırat li Stenbolê derket.
- 1975 – Li Seyşelê hikûmeta navxweyî ya xweser hate avakirin.
- 1978 – Dewleta Tûvalû ji Keyaniya Yekbûyî veqetiya û bû serbixwe.
- 1994 – Dewleta Palau ji Neteweyên Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist.
Jidayîkbûn
- 1924 – Jimmy Carter, 39emîn serokdewletê DYA
- 1935 – Edward Said, nivîskar û teorîsyenê wêjeyê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1187 – Dorgirtina Orşelîmê ku ji 20ê çiriya pêşîn bi serdariya Selahedînê Eyûbî destpê kiribû, bi dawî bû û Orşelîm kete destê hêzên misilmanan.
- 1789 – George Washington, serkomarê DYA'yê guhartineka qanûna bingehîn a bi navê Rêzika Mafan ji bo pejirandinê ji dewletên xwe re şand.
- 1908 – Cemiyeta Teawun û Teraqiya Kurd li Stenbolê hate damezrandin.
- 1919 – Serokdewletê berê yê DYAyê, Woodrow Wilson felc bû.
- 1925 – Ceribandina pêşîn a sîstema televizyona dixebite ji aliyê John Logie Baird ve pêk hat.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Naziyan serhildana Warşovayê têk bir.
- 1953 – Almanyaya Rojava ji aliyê NATO'yê ve hate pejirandin.
- 1958 – Gîneyê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1968 – Li Meksîkê xwendekaran zanîngeh dagir kir û leşkeran têkilî bi zanîngehê kir. Di encamê de ji sedî bêhtir xwendekar mirin.
- 1990 – Komara Demokratîk a Almanyayê bi dawî bû.
Jidayîkbûn
- 1869 – Mahatma Gandî, pêşeng û avakerê dewleta Hindistanê
- 1871 – Cordell Hull, dadnas û siyasetmedarê amerîkî
Mirin
- 1973 – J. R. R. Tolkien, zimanzan, helbestvan û nivîskarê brîtanî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 382 – Împerator Theodosius I bi gotan re peymana aştiyê girêda û ew li Balkanê bicih kirin.
- 1932 – Dewleta Iraqê ji Brîtanya serxwebûna xwe bidest xist.
- 1952 – Brîtanyayê yekemîn ceribandina xwe ya bombeya atomê pêk anî.
- 1990 – Almanyaya Rojhilat û Almanyaya Rojava bûne yek.
- 1994 – Death Valley ya li Kalîforniyayê dibe parka neteweyî.
- 1994 – Keçika kurd a bi navê Çiğdem Özgül ji bo şermezarkirina îxaneta bavê xwe ya li dijî gelê wî, bi çeka bavê xwe yê cerdevaniyê li meydana gund xwe dikuje.
- 2008 – PKKê êrîş bir ser qereqola Bêzelê. Li gorî agahiyên dewleta tirk di encamê de 17 leşker mirin û 20 brîndar bûn. Herwiha neh gerîlayan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1889 – Carl von Ossietzky, pasîfîst, nivîskar û rojnamevanê alman
- 1895 – Anna Freud, psîkoanalîsta keça Sigmund Freud
- 1896 – Michael Balint, psîkoanalîstê macar
- 1895 – Sergey Yesenin, helbestvanê rûs
- 1897 – Louis Aragon, nivîskarê fransî
Mirin
- 1849 – Ernst von Feuchtersleben, bijîşk , helbestvan û ronakbîrê awistriyayî
- 1929 – Gustav Stresemann, serokwezîrê împeratoriya almanî
- 1987 – Jean Anouilh, nivîskarê fransî
- 2017 – Celal Talebanî, siyasetvanê kurd (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 610 – Herakliyo ji Afrîka giha Stembolê; împeratorê Bîzansê têk bir û bû împerator.
- 1582 – Papa Gregor XIII biryara bikaranîna Salnameya gregorî da. Lewma li Îtalya, Poland, Portûgal û Spanya roja piştî 4ê çiriya pêşîn bû 15ê çiriya pêşîn.
- 1830 – Belgiya bi veqetandina ji Holendayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1853 – Împeratoriya Osmanî bi Rûsya re li Qirimê kete şer.
- 1943 – Şerê cîhanî yê duyem: Dewleta DYAyê, Giravên Salomon zemt kirin.
- 1957 – Yekîtiya Sovyetan peyka xwe ya pêşîn a bi navê Sputnik şande fezayê.
- 1965 – Hejmara yekem a rojnameya fermî, ya partiya komunîst a Kûbayê, ya bi navê Granma derket.
- 1966 – Basutoland ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist û navê xwe kir Lesoto.
- 1992 – Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKKê de pêk hat.
- 1992 – Parlamentoya Neteweyî ya Kurdistana Başûr, dewleta kurd a federe îlan kir. (nexşe)
Jidayîkbûn
- 1822 – Rutherford B. Hayes, 19'em serokdewletê DYAyê
- 1916 – Vîtalî Gînzburg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1947 – Max Planck, fizîknasê xwediyê xelata Nobelê
- 1974 – Anne Sexton, helbestvana xwediya xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1793 – Şoreşa Fransayê: xiristiyanî ji dewletê hate veqetandin.
- 1841 – Sirûda neteweyî ya Almanyayê, Das Lied der Deutschen, cara pêşîn li Hamburgê hate gotin.
- 1864 – Li bajarê Kolkata yê Hindistanê di encama pêkhatina sîklonekê de 60.000 mirov mirin.
- 1908 – Bulgaristanê xwe weke dewleteke serbixwe îlan kir.
- 1915 – Bulgaristan tevlî Şerê cîhanê yê yekem bû.
- 1927 – Xoybûn bi kongreya li Beyrûdê hat damezrandin.
- 1948 – Li Aşgabatê erdhej çêbû, di encamê de 110.000 mirov mirin.
- 1953 – Tirkiye, bû endamê Konseya Ewlekariyê ya NYê.
- 1962 – Koma Beatles strana xwe ya hît a pêşîn Love me do derxist.
- 1970 – Enwer Sedat, bû serokê Misirê.
- 1989 – Dalai Lama, Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.
Jidayîkbûn
- 1713 – Denis Diderot, nivîskar û fîlozofê fransî
- 1887 – René Cassin, dîplomat û dadnasê fransî
- 1936 – Václav Havel, serokê Komara Çekî
Mirin
- 1880 – Jacques Offenbach, bestekarê alman (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1908 – Awistriya, herêmên Bosniya û Herzegovînayê zemt kirin.
- 1939 – Şerê cîhanê yê duyem: artêşa dawî ya polonî têk çû.
- 1951 – Serokdewletê Yekîtiya Sovyetên Rûsyayê, Stalîn got em xwediyê bombeya atomê ne.
- 1966 – Firokevanê amerîkî, Michael Adams, bi firokeya xwe ya bi navê X-15 cara pêşîn firî. (wêne)
- 1973 – Di navbera Îsraêl û dewletên ereb de şerê Yom Kippur destpê kir.
- 1981 – Sêyemîn serokkomarê Misirê, Enwer Sedat, li Qahîreyê hate kuştin.
- 2000 – Serokdewletê Yûgoslavyayê, Slobodan Milošević îstifa kir.
- 2008 – Lîsteya Sor a IUCN li Barcelonayê hate weşandin û hate ragihandin ku ji çar guhandaran yek di bin metirsiya nemabûnê de ye.
- 2010 – Google TV hate damezrandin.
- 2014 – Serhildanên ji bo Kobanê dest pê kir ku wê heta 8ê mehê dewam bikira.
Jidayîkbûn
- 1846 – George Westinghouse, endezyarê amerîkî
- 1903 – Ernest Walton, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1923 – Yaşar Kemal, nivîskar û romannûsê zimanê tirkî yê esilkurd
- 1931 – Riccardo Giacconi, astrofîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1912 – Auguste Beernaert, dadnas û siyasetmedarê belçîkî
- 2001 – Kerîm Husamî, nivîskar û siyasetmendê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1769 – Vebînerê îngilîz James Cook Zêlanda Nû vedît.
- 1940 – Şerê cîhanê yê duyem: Artêşên alman û îtalî, Romanya dagir kirin.
- 1949 – Komara Demokratîk a Almanyayê hate damezrandin.
- 1958 – Mele Mistefa Barzanî ji mişextiya welatê Sovyetan vegeriya Iraqê.
- 1960 – Dewleta Nîjeryayê tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1963 – Ji ber bagera Florayê, li Haîtiyê û Komara Domînîk 7190 kes mirin.
- 1971 – Dewleta Omanê tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1986 – Yekemîn çapa rojnameya navdar The Independent hate weşandin.
- 2001 – Dagirkirina Afxanistanê ya ji aliyê DYAyê ve destpê kir.
- 2023 – Şerê Îsraêl û Hemas bi êrîşa terorîstî ya Hemasê li dijî Îsraêlê dest pê dike.
Jidayîkbûn
- 1885 – Niels Bohr, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1931 – Desmond Tutu, keşe û çalakvanê mafên mirovan
- 1952 – Vladimir Putin, serokwezîrê Rûsya
Mirin
- 1849 – Edgar Allan Poe, nivîskar û helbestvanê amerîkî
- 1896 – John Langdon Down, tûrenas û dermanfiroşê brîtanî
- 1926 – Emil Kraepelin, psîkyatrîstê alman
- 1967 – Norman Angell, nivîskar û weşangerê brîtanî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1600 – San Marînoyê makezagona xwe pejirand. Herwiha ev destpêka rizgariya wê bû.
- 1860 – Di navbera Los Angeles û San Francisco de xeta telgrafê hate vekirin.
- 1939 – Şerê cîhanê yê duyem: Almanya rojavayê Polonyayê dagir kir.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem: Almanya bi dagirkirina bajarê Mariupol giha Deryaya Azov.
- 1952 – Li Londonê di encama qezaya sê trênan de 112 kes mirin.
- 1962 – Dewleta Cezayirê tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1967 – Che Guevara û zilamên wî li Bolîvyayê hatin girtin.
- 1971 – John Lennon strana xwe ya navdar Imagine derxist.
- 1998 – Xelata Nobelê ya Wêjeyê dane nivîskarê portûgalî yê bi navê José Saramago.
Jidayîkbûn
- 1832 – Bjørnstjerne Bjørnson, siyasetmedarê û helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1895 – Juan Peron, serokê berê yê Arjentînê
Mirin
- 1992 – Willy Brandt, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1941 – Hikûmeta Almanyayê ya wê demê li cihûyan dike ferz ku stêrka Dawid bi xwe ve bikin.
- 1957 – Tîbet, bû beşek ji Komara Gel a Çînê.
- 1962 – Komara Ûganda hate damezrandin
- 1967 – Che Guevara li Bolîvyayê hat kuştin.
- 1971 – Cezaya îdamê li Deniz Gezmiş û 17 hevalên wî hate birrîn.
- 1998 – Di encama komployeke ku bi hevkariya hêzên navneteweyî hat amadekirin, serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Sûriyê derkeve.
Jidayîkbûn
- 1879 – Max von Laue, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1890 – Kurt Lewin, psîkologê alman-amerîkî
- 1892 – Ivo Andrić, dîplomat û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1950 – Jody Williams, xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê
Mirin
- 1806 – Benjamin Banneker, astronom, matematîknas û weşanger
- 1943 – Pieter Zeeman, fîzîknasê xwediyê xelata Nobelê
- 1956 – Şêx Mehmudê Berzencî, serokê Keyaniya Kurdistanê
- 1967 – Che Guevara, şoreşgerê arjentînî (wêne)
- 1982 – Anna Freud, psîkoanalîsta keça Sigmund Freud
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 680 – Kurê Elî, Îmam Hiseyn li Kerbelayê hate serjêkirin.
- 1631 – Artêşeke Saksonî bajarê Pragê zemt kir.
- 1780 – Li Karayîbê di encama bagerekê de 20.000-30.000 mirov mirin.
- 1944 – Li kampa Auschwitzê 800 mitirb ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin.
- 1970 – Fîjî, bû serbixwe.
- 1986 – Li paytexta El Salvadorê, San Salvadorê, erdhej pêk hat û di encamê de 1500 mirov mirin.
- 1997 – Kitêbxaneya Kurdî, ji aliyê Wezîra Çandê ya Swêdê, Marita Ulvskog ve hate vekirin.
- 1997 – Li Ûrûguayê balafir ket û di encamê de 70 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1861 – Fridtjof Nansen, ajalnas û lêkolînerê xwediyê Xelata Nobelê
- 1913 – Claude Simon, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Harold Pinter, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1950 – Rezoyê Osê, nivîskar û lêkolînerê kurd
- 1963 – Hülya Avşar, hunermenda Tirkiyeyê
Mirin
- 1797 – Mary Wollstonecraft, nivîskar û parêzerê mafê jinan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1138 – Erdhejeke mezin li Helebê çêbû.
- 1811 – Ferîbota bi hilmê ya pêşîn, Juliana, di navbera New York – New Jersey de dest bi ajotinê kir.
- 1910 – Theodore Roosevelt bû serokdewletê yekem ê DYA'yê ku bi balafirê firî.
- 1941 – Li Makedonyayê şerê neteweyî yê rizgariyê destpê kir.
- 1963 – Li Êlihê şaxeke neftê hate dîtin.
- 1968 – NASAyê, cara pêşîn firîna fezayê ya bi mirov bi maşîna Apollo 7 pêk anî.
Jidayîkbûn
- 1885 – François Mauriac, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1903 – Theodor Adorno, fîlozof, sosyolog û bestekarê Swîsreyî
Mirin
- 1919 – Karl Gjellerup, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1963 – Jean Cocteau, nivîskar, wênesaz û derhênerê fransî
- 2007 – Mehmed Uzun, nivîskarê kurd
- 2012 – Abdurrahman Dürre, helbestvan û nivîskarê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 539 – Qralê Medopersî, Kûruşê Mezin, Babîl zemt kir.
- 1164 – Piştî peymangirêdana bi serwerê xaçperestan Amalric re, Şêrko û Selahedînê Kurdî divegerine Şamê.
- 1492 – Krîstofor Kolumbus, diçe Karîbê û Bahama keşf dike, lê dibe qey ev der Asyaya başûr e.
- 1918 – Li Minnesota daristanek dişewite û di encamê de 453 kes dimirin.
- 1968 – Gîneya Rojbendî ji Spanya serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1991 – Serokê Yekîtiya Sovyetan, Mîxaîl Gorbaçov, bi serokên din en komarên sovyetan re civiya û biryara betalkirina KGB da.
- 2006 – Xelata Nobelê ya Wêjeyê dane nivîskarê tirk Orhan Pamuk.
Jidayîkbûn
- 1896 – Eugenio Montale, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1935 – Luciano Pavarotti, tenorê îtalî û hunermendê operayê
Mirin
- 1924 – Anatole France, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1987 – Fahri Korutürk, şeşemîn serokkomarê Tirkiyeyê
- 2011 – Dennis Ritchie, zanistê komputerê yê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 409 – Vandalan çiyayên Pîrenêyê derbas kirin û li Hispania derketin holê.
- 1905 – Yaneya Werzişê ya Galatasarayê (GS) hate damezrandin.
- 1923 – Enqere weke paytexta Tirkiyeyê hate hilbijartin.
- 1944 – Şerê cîhanî yê duyem: Paytexta Letonya Rîga ji aliyê Artêşa Sor ve hate rizgarkirin.
- 1970 – Fîjî tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1996 – Rojnameya tirkî Radikal dest bi weşana xwe kir.
Jidayîkbûn
- 1927 – Turgut Özal, yek ji serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê
Mirin
- 1949 – August Aichhorn, pedagog û psîkoanalîst
- 1990 – Le Duc Tho, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 2003 – Bertram Brockhouse, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1913 – Li Keyaniya Yekbûyî di kaneke komirê de qeza çêbû, di encamê de 439 kes mirin.
- 1944 – Atîna ji aliyê hêzên Brîtanya ve ji destê naziyan hate rizgarkirin.
- 1964 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Martin Luther King.
- 1969 – Olof Palme bû serokwezîrê Swêdê.
- 1981 – Piştî hefteya kuştina Enwer Sedat Husnî Mibarek weke serokdewletê Misirê hate hilbijartin.
- 1973 – Di hilbijartinên Tirkiye de, Deniz Baykal wekî parlamenterê CHPê yê Antalyayê tê hilbijartin.
- 1973 – Di roja pîroz a Yom Kippur de artêşên Misir û Sûrî êrîşî Îsraîl kirin.
- 1982 – Yaşar Kemal li Fransayê xelata navneteweyî Cino del Duca stend.
- 1994 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Yaser Erefat, Îzhak Rabîn û Şîmon Peres.
Jidayîkbûn
- 1907 – Solomon Asch, psîkologê polonî
- 1908 – Róbert Bak, psîkoanalîstê macar
- 1911 – Le Duc Tho, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1914 – Raymond Davis, Jr., fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1946 – Craig Venter, biyokîmyagerê DYAyî
Mirin
- 1092 – Nizam el-Mulk, wezîrê Selçûqî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1878 – Thomas Edison, şîrketa xwe ya bi navê Edison Electric Light Co vekir.
- 1934 – Mao Zedong bi 100 hezar yekîneyê xwe ve ji başûr rojhilatê Çînê ber bi bakur rojhilat ve, dest bi Meşa Mezin kir.
- 1944 – Yekem zimanê nûjen ê komputerê Fortran hate derxistin.
- 1961 – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Londonê hate damezrandin.
- 1990 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane serokdewletê Yekîtiya Sovyetan Mîxaîl Gorbaçov.
- 1993 – Xelata Nobelê ya Aştiyê, dane serokdewletê Afrîkaya Başûr Frederik Willem de Klerk û Nelson Mandela
Jidayîkbûn
- BZ 70 – Virgil, helbestvanê romê
- 1542 – Ekberê Mezin, împeratorê Împeratoriya Mongolî ya Hindî
- 1844 – Friedrich Nietzsche, fîlozofê alman
- 1926 – Michel Foucault fîlozofê fransî
- 1944 – David Trimble, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1605 – Ekberê Mezin, împeratorê Împeratoriya Mongolî ya Hindî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1964 – Çînê, yekem bombeya xwe ya atomê teqand û da zanîn ku ew dewleta çarem a xwedî hêza nukleer e.
- 1973 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Henry Kissinger û Le Duc Tho.
- 1978 – Papa Yûhana Paulê II ê polonî weke papa hate hilbijartin.
- 1981 – Derhênerê kurd Yılmaz Güney ku ji girtîgeha Isparta bi destûr derketibû, reviya derveyî Tirkiye.
- 1994 – Xelata Nobelê ya Aştiyê, dane keşeyê afrîkî Desmond Tutu.
- 1992 – Artêşa Tirk, li Başûrê Kurdistanê herêma Heftenînê operasyon li dijî PKK da destpêkirin.
- 2002 – Dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyn, di hilbijartinê de hemû deng standin.
- 2002 – Serokdewletê DYAyê, George W. Bush, biryara şer-destpêkirin a li dijî Iraqê îmze kir.
Jidayîkbûn
- 1854 – Oscar Wilde, nivîskarê îrlendî
- 1863 – Austen Chamberlain, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1885 – Karen Horney, psîkoanalîsta alman
- 1888 – Eugene O'Neill, dramatîkerê amerîkî
- 1927 – Günter Grass, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1959 – George Marshall, generalê xwediyê Xelata Nobelê
- 1988 – Muzafer Şerif, avakerê psîkolojiya komî yê esilkurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 539 – Kûruşê Mezin dikeve ser rêya bajarê Babîlê.
- 1912 – Dewletên Bulgaristan, Yewnanistan û Serbistanê li dijî dewleta Osmaniyan ketin şer.
- 1918 – Komara Yugoslavya hate damezrandin.
- 1933 – Zanyarê alman Albert Einstein, ji Almanya reviya DYA'yê.
- 1945 – Juan Peron bû serokdewletê Arjentînê.
- 1973 – Botswana û Lesoto tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1973 – OPEC'ê ambargoya neftê da destpêkirin.
- 1979 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Mader Teresa.
- 1989 – Li San Franciscoyê bi erdhejeke bi pileya 7,1 çêbû.
- 2003 – Li Taipei balaxaneya 101 qetî ku hate vekirin ji balaxaneya Kuala Lumpurê 50 m dirêjtir bû, lewma bû avahiya herî bilind a cîhanê.
Jidayîkbûn
Mirin
- 1849 – Frédéric Chopin, bestekarê Fransa yê esilpolon
- 2010 – Mehmet Kemal Işık ango Torî, nivîskar û lêkolînerê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1867 – DYA, Alaska ji Rûsya bi 7,2 milyon dolaran kirî û bû xwediyê wê.
- 1892 – Di navbera Chicago û New Yorkê de yekem xeta dirêj a telefonê vebû.
- 1898 – DYA bû xwediyê Porto Rîkoyê.
- 1944 – Adolf Hitler fermana damezrandina koma bargir/milîs a neteweyî ya almanan da.
- 1944 – Yekîtiya Sovyetan welatê Çekoslovakya dagir kir.
- 1991 – Azerbaycanê ji Yekîtiya Sovyetan serxwebûna xwe îlan kir.
- 1996 – Ji aliyê dadgehê ve ji bo Yaşar Kemal salek û heşt meh ceza hate birrîn.
- 2002 – Li welatê Peravê Diranfîlê piştî pevçûnên heyvekê agirbest di navbera serhildêr û hikûmetê de pêk hat.
- 2007 – Li Pakistanê di êrîşeke xwekujî ya li dijî konvoya serokwezîra berê ya Pakistanê ya esilkurd, Benazîr Butto pêk hat. Di encamê de 139 kesan jiyana xwe ji dest da û 450 kes brîndar bûn, lê tiştek ji wê nehat.
Jidayîkbûn
- 1859 – Henri Bergson, fîlozofê fransî yê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1931 – Thomas Edison, dahênerê amerîkî
- 1955 – Jose Ortega y Gasset, fîlozofê spanî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 439 – Vandalan li bakurê Afrîka bajarê Kartaca dagir kirin.
- 1781 – Şerê serxwebûnê ya amerîkiyan bi serkevtina George Washington a li dijî îngilîzan gihaşte encamê.
- 1812 – Napoleon Bonaparte mecbûr ma ku ji Moskowê vekişe.
- 1912 – Dewleta Îtalya bajarê Lîbyayê Trablûs ji destê Osmaniyan bi dest xist.
- 1813 – Hezên artêşa DYAyê daketine welatê Filîpînê.
- 1951 – Hêzên artêşa îngilîz rêveberina Kanala Suweyşê bi dest xistin.
- 1962 – Yekemîn fîlmê James Bond ê bi navê "Dr. No" derket.
- 1978 – Hikûmeta girava Niûe bû xwediyê xweseriyê.
- 1813 – Mader Teresa ji aliyê Papa Yûhana Paulê II ve hate pîrozekirin.
- 2005 – Dadgehkirina Sedam Huseyn a ji bo tawanbariya qirkirina kurdên Helebceyê destpê kir.
Jidayîkbûn
- 1899 – Miguel Ángel Asturias, dîplomat û nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1745 – Jonathan Swift, nivîskarê îrlandî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1905 – Yaneya futbolê ya Galatasaray hate damezrandin.
- 1935 – Mao Zedong û hevalên xwe ku li dijî hikûmeta neteweperest a Çînê, dest bi Meşa Mezin kiribûn (6.000 mîl) gihane encamê.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem: Artêşa nazî ku Serbistan dagir kiribû li dijî sivîlên Kragujevac komkujî pêk anî.
- 1944 – Hêzên Yekîtiya Sovyetan û partîzanên Yûgoslavya, Belgrad ji destê naziyan rizgar kirin.
- 1945 – Misir, Sûrî, Iraq, Lubnan û Filîstînê li dijî cihûyan yekîtiya ereban damezrandin.
- 1970 – Li Somaliya dewleta sosyalîst hate îlan kirin.
Jidayîkbûn
- 1854 – Arthur Rimbaud, helbestvanê fransî
- 1891 – James Chadwick, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1946 – Elfriede Jelinek, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
- 1966 – Ebu Musab el-Zarqawî, serokê berê yê Elqaîdeya Îraqê
Mirin
- 1935 – Arthur Henderson, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1984 – Paul Dirac, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1520 – Ferdinand Magellan, Tengava Macellan keşf kir.
- 1938 – Japonan bajarê Çînê Kanton dagir kirin.
- 1945 – Li Fransayê pîrekan cara pêşîn mafê dengdanê bi dest xistin.
- 1969 – Li Almanyaya federal Willy Brandt bû serokwezîr.
- 1971 – Xelata Nobelê ya Wêjeyê dane Pablo Neruda.
- 1981 – Destpêka hîmê Bendava Ataturkê ji aliyê Kenan Evren ve hate avêtin.
- 1994 – Li Sêûlê ji sedema xerabûna Pira Seongsu 32 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1999 – Li paytexta Çeçenistan, Grosniyê êrîşa bi moşek pêk hat. Di encamê de 110 kes mirin û 440 kes jî brîndar bû.
- 2007 – Şerê Oremarê di navbera leşkerên tirk û şervanên PKK de qewimî. 13 leşker hatin kuştin, 16 leşker brîndar bûn û 8 leşker jî dîl hatin girtin.
Jidayîkbûn
- 1833 – Alfred Nobel, kîmyager , kaşîf û karsazê Swêdî
- 1951 – Kesire Yıldırım, hevjîna berê ya Abdullah Ocalan
- 1957 – Wolfgang Ketterle, fîzîknasê alman
Mirin
- 1980 – Hans Asperger, psîkologê awistrî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1784 – Rusyayê li girava Alaska ya bi navê Kodiak koloniyek ava kir.
- 1859 – Spanyayê li dijî Marokoyê şer da destpêkirin.
- 1927 – Nîkola Tesla şeş îcatên xwe yên nû derxistin.
- 1953 – Laosê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1957 – Di şerê Viyetnamê de dewleta DYA windayên xwe yên pêşî dan.
- 1964 – Xelata Nobelê ya Wêjeyê dane Jean-Paul Sartre lê wî qebûl nekir.
- 1993 – Li Licêyê, fermanderê herêma Amedê, Bahtiyar Aydın, ji aliyê hêzên tirk ve hate revandin û hate kuştin . Piştî vê bûyerê rewşa awarte hate îlan kirin û derketina derve hate qedexekirin.
Jidayîkbûn
- 1688 – Nadir Şah, şahê Îranê
- 1811 – Franz Liszt, piyanîst û bestekarê macar
- 1870 – Îvan Bunîn, nivîskar û wergêrê rûsî
- 1881 – Clinton Davisson, fîzîknasê amerîkî
- 1919 – Doris Lessing, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1944 – Artêşa Yekîtiya Sovyetan kete Macaristanê.
- 1972 – Li Zonguldakê di encama teqîna du kanên madenê de 20 karker mirin û 76 brîndar bûn.
- 1983 – Li Bêrûtê li dijî biryargehên aştiyê yên DYA û Fransa êrîş pêk hat. Di encamê de 241 leşkerên amerîkî û 58 leşkerên fransî mirin.
- 1994 – Gerîlaya esilalman a PKK ya bi navê Andrea Wolf ji aliyê leşkerên tirk ve dîl hate girtin û pişt re hate înfazkirin.
- 1994 – Polîsên Londonê berdevkê wê demê yê ERNK yê bi navê Kanî Yilmaz digire û diavêje girtîgehê.
- 2005 – Hiquqnas û nivîskarê kurd Kemal Seyîd Qadir li Hewlerê winda bû. Piştre hate zanîn ku di destê hêzên PDK'yê de ye.
- 2011 – Li parêzgeha Wanê, erdhejeke bi mezinahiya 7,2 çêbû. Di encamê de 605 kes mirin û 4.152 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1897 – Erebê Şemo, nîvîskarê kurd û bavê romana kurdî
- 1905 – Felix Bloch, fîzîknasê swîsrî-amerîkî
- 1960 – Randy Pausch, profesor û nivîskarê amerîkî
Mirin
- 1944 – Charles Glover Barkla, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2011 – Nusrat Bhutto, siyasetmendê Pakistanê yê esilkurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1857 – Yekemîn yaneya futbolê ya bi navê Sheffield F.C. li Îngilistanê hate damezrandin.
- 1882 – Zanyarê alman Robert Koch, mîkroba êşa ziravê vedît.
- 1904 – Metroya New Yorkê vebû.
- 1912 – Di şerê Balkanê yê yekem de hêzên Serbistanê Osmanî têk birin.
- 1945 – Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin.
- 1993 – Yek ji serdarên artêşa tirk ê bi navê Cem Ersever ku li dijî PKK şer dikir, kuştî hate dîtin.
- 1997 – Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1932 – Pierre-Gilles de Gennes, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1147 – Artêşa Selçûqî li Eskişehirê artêşa Xaçperestan têk bir.
- 1917 – Hêzên Lenîn serweriya tevahiya Rûsyayê xistin bin destê xwe. Ev dibê destpêka pîrozbahiya Şoreşa Çiriya Pêşîn.
- 1935 – Haîtî bager çêbû. Di encamê de ji 2000an bêhtir mirovan jiyana xwe ji dest da.
- 1936 – Adolf Hitler û Benito Mussolini yekîtiya Roma û Berlînê pêk anîn.
- 1937 – Serokwezîrê Tirkiyeyê, İsmet İnönü îstifa kir.
- 1960 – Rêveberiya Kubayê hemû kargehên amerîkî tevlî rêveberiya dewletê kirin.
- 1962 – Pênc salên girtîgehê li Nelson Mandela hatin birrîn.
- 1962 – Uganda tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1971 – Komara Gel a Çînê tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1991 – Leşkerên dawî yên Yûgoslavyayê ji Komara Slovenya vekişîn.
Jidayîkbûn
- 1971 – Elif Şafak, nivîskara tirk
Mirin
- 1924 – Ziya Gökalp, nivîskar û siyasetmedarê tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 740 – Li Konstantînopolîsê erdhejek çêbû.
- 1905 – Norwêcê ji Swêdê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1912 – Yewnanistanê bajarê Tesalonîkiyê bi dest xist.
- 1951 – Winston Churchill bi temenê xwe yê 77'an careke din bû serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî.
- 1961 – Li Tirkiyeyê Cemal Gürsel bû serokkomar.
- 1967 – Mihemed Reza Pehlevî xwe weke şahê Îranê û hevjîna xwe jî weke şahbanû ya Îranê îlan kir.
- 1975 – Enwer Sedat bû serokê Misirê yê yekem ê ziyareta fermî ya DYAyê kirî.
- 1982 – Yılmaz Güney ji hevwelatiya Tirkiyeyê hate derxistin.
- 1994 – Di navbera Îsraîl û Urdunê de şerê 46 salan bi dawî bû.
- 1995 – Doza Partiya Demokrasiyê (DEP) bi dawî bû. Di encamê de li Leyla Zana, Hatip Dicle, Orhan Doğan û Selîm Sadak her yek jê 15 sal, li Mahmut Alinak û Sırrı Sakık jî her yek jê 3 sal û 6 meh ceza hate birrîn.
Jidayîkbûn
- 1916 – François Mitterrand, serokdewletê Fransa
- 1919 – Mihemed Reza Pehlevî, şahê Îranê
- 1947 – Hillary Rodham Clinton, wezîre karên derve ya DYA
- 1955 – Stephen Kern Robinson, astronotê DYA'yî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1275 – Roja avakirina kevneşopî ya Amsterdamê.
- 1492 – Krîstof Kolomb, Kuba keşf kir û tevlî keyaniya Spanya kir.
- 1806 – Hêzên Napolyon Bonapart bajarê Berlînê dagir kirin.
- 1924 – Li Yekîtiya Sovyetan welatê Ûzbekistan hate avakirin.
- 1953 – Brîtanya, li başûrê Awistralyayê bi navê Totem 2 ceribaneke nukleerî pêk anî.
- 1961 – Morîtanya û Mongolya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1971 – Navê Zaîre li dewleta ku niha navê wê Kongoya Demokratîk hate kirin.
- 1980 – Nivîskarê kurd Medenî Ferho care duyem hate girtin û bi vê girtinê şeş sal û şeş mehan di girtîgehê de ma.
- 1995 – Letonya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa serî lê da.
- 2005 – Li Fransayê piştî kuştina du ciwanên misilman protestoyên sivîl destpê kirin. Di bîst şevên dema van protestoyan de 8.973 erebe hatin şewitandin û 2.888 kes hatin binçavkirin.
Jidayîkbûn
- 1858 – Theodore Roosevelt, serokdewletê berê DYAyê
- 1844 – Klas Pontus Arnoldson, nivîskar û aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
- 1914 – Dylan Thomas, helbestvanê Walesî
- 1932 – Sylvia Plath, nivîskar û helbestvana DYAyî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1848 – Li Katalonyayê (Spanya) yekemîn xeta rêhesin di navbera Barcelona-Mataró de hate çêkirin.
- 1886 – Xelata Fransayê ya ji bo DYAyê Peykera Azadiyê li New Yorkê hate danîn.
- 1918 – Çekoslovakyayê ji Awistriya-Macaristanê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1922 – Hêzên faşîst ên Benito Mussolini bajarê Romayê bi dest xistin.
- 1927 – Li Tirkiyeyê serjimara yekem pêk hat. Di encamê de hate daxuyankirin ku 13 milyon û 648 hezar û 270 hevwelatî hene.
- 1940 – Şerê cîhanê yê duyem: Îtalyayê di ser Albanyayê re Yewnanistan dagir kir.
- 1941 – Li Lîtvanyayê, naziyên alman ji 9000an bêhtir cihû li qada bajarê Kaunasê gulebaran kirin.
- 1981 – Koma muzîka heavy metalê Metallica, li San Franciscoyê hate avakirin.
- 1995 – Di encama şewata li metroya bajarê Bakûyê 289 kes mirin û 265 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1955 – Bill Gates, damezrînerê şîrketa Microsoftê
- 1957 – Ahmet Kaya, hunermendê kurd
Mirin
- 1704 – John Locke, fîlozofê îngilîz
- 1998 – Ted Hughes, helbestvan û nivîskarê îngilîz
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 539 – Kûruşê Mezin kete hundirê bajarê Babîlê û destûr da cihûyan ku vegerin welatê xwe, lê gelek ji wan venegerîn.
- 312 – Konstantînê Mezin piştî serkeftina xwe ya li Pira Mîlviyan kete bajarê Romayê.
- 1787 – Operaya Mozart a bi navê Don Giovanni cara pêşî li Pragê hate lidarxistin.
- 1787 – Hêzên Îsraîlê Nîvgirava Sînayê dagir kir.
- 1923 – Li Tirkiyeyê rêveberiya komarî hate îlankirin û Atatürk bû serokkomar.
- 2014 – Pêşmerge ji bo parastina Kobaniyê derbasî Rojava bûn.
Jidayîkbûn
- 1926 – Necmettin Erbakan, siyasetmedarê tirk
- 1950 – Abdullah Gül, serokkomarê yazdehem ê Tirkiyeyê
Mirin
- 1783 – Jean le Rond d'Alembert, matematîkvanê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1905 – Aspîrîn li cîhanê cara pêşî derkete piyaseyê.
- 1918 – Li Çekoslovakyayê komarî hate îlankirin.
- 1905 – Partiya Komûnîst a Awistralyayê li Sydney hate damezrandin.
- 1922 – Benito Mussolini bû serokwezîrê Îtalyayê.
- 1956 – Brîtanya û Fransa hişyarî da Îsraîl û Misirê ku ji Kanala Suweyşê derkevin.
- 1970 – Li Viyetnamê di encama baranên musonê de 293 kes mirin û 200.000 kes bêmal man.
- 1973 – Pira Avtengê ji aliyê serokkomarê tirk Fahri Korutürk ve hate vekirin.
- 1983 – Li Arjentînê piştî rejîma heft salan a leşkerî cara pêşî hilbijartinên demokratîk pêk hatin.
- 1983 – Li Erzerom û Qersê di encama erdhejê de 1330 kes mirin û 534 kes jî brîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1885 – Ezra Pound, helbestvanê amerîkan
- 1941 – Theodor W. Hänsch, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1960 – Diego Maradona, futbolvanê arjentînî
Mirin
- 1910 – Jean Henry Dunant, damezrînerê Xaça Sor û xwediyê Xelata Nobelê
- 2002 – Jam Master Jay, rapvanê amerîkî
- 2012 – Arjen Arî, nivîskar û helbestvanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1517 – Martin Luther, li Wittenbergê protestanî îlan kir.
- 1864 – Nevada weke dewleta 36emîn a DYAyê hate pejirandin.
- 1876 – Li Hindistanê bagereke mezin çêbû. Di encamê bêhtirî 200.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1918 – Ajansa Çapemeniyê ya Polonî bi alîkariya rojnamevanên biyanî bingeha wê tê avêtin.
- 1984 – Serokwezîra Hindistanê Indira Gandhi, ji aliyê du leşkerên parêzker ve hate kuştin. Piştî vê alozî derket û di encamê de 10.000 bawermendên sîhîzmê hatin kuştin.
- 1989 – Turgut Özal, bi 263 dengan bû serokkomarê heştem ê Tirkiyeyê.
- 1992 – Li Zanîngeha Duhokê kursa pêşî hate vekirin.
- 1996 – Balafireke Brazîlê ya bi modela Fokker 100 li bajarê Sao Paulo kete xwar. Di encamê de 98 kes mirin.
- 2000 – Li Sîngapûrê balafireke bi modela Boeing 747 kete xwar. Di encamê de 83 kesan jiyana xwe ji dest da.
Mirin
- 1984 – Indira Gandhi, yekem serokwezîra jin a Hindistanê
- 1985 – Prof. Qanadê Kurdo, pisporê zimanê kurdî
- 2007 – Erdal İnönü, siyasetmedarê tirk
- 2020 – Necmedîn Kerîm, siyasetmedarê Kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn