Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Çiriya paşîn
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo çiriya paşîna 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | ||||
4 | 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 |
11 | 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 |
18 | 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 |
25 | 26 | 27 | 28 | 29 | 30 |
Bûyer
- 2014 – 1ê mijdarê, roja cîhanî ya Kobanê ji aliyê saziya (EUTCC) ya Yekîtiya Ewropayê ve hate ragihandin.
- 1683 – Navçeya New York City a bi navê Queens hate avakirin.
- 1755 – Li paytexta Portûgalê Lîzbonê erdhej çêbû. Di encamê de nêzîkê 90.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1897 – Yaneya futbolê ya îtalî Juventus F.C. hate avakirin.
- 1925 – Li Îranê Mihemed Reza Pehlevî dawî li rêveberiya Qaçariyan anî.
- 1981 – Antîgua û Berbûda ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe îlan kir.
- 2000 – Serbistan tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1864 – Alfred Hermann Fried, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1878 – Carlos Saavedra Lamas, dadnas û siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1889 – Philip Noel-Baker, atlet û parlamenterê brîtanî
- 1939 – Bernard Kouchner, siyasetmedarê fransî
- 1950 – Robert B. Laughlin, fîzîknasê amerîkî
Mirin
- 1903 – Theodor Mommsen, nivîskar û zanyarê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1889 – Dakotaya Bakur û Dakotaya Başûr weke 39emîn û 40emîn dewletan tevlî DYAyê bûn.
- 1953 – Parlamena Pakistanê navê welat weke Komara Îslamî ya Pakistanê guhert.
- 1991 – Serokê Giştî yê SHP Erdal İnönü, li Dêrsimê ji gel re got: "Tiştek nabe û kes nikare we birawestîne ku hûn di navbera xwe de bi kurdî biaxivin, bi zimanê xwe yê zikmakî li stranan guhdarî bikin. Lê zimanê we yê fermî jî tirkî ye."
Jidayîkbûn
- 1815 – George Boole, matematîkzan û fîlozofê îngilîz
- 1911 – Odysseus Elytis, hunermend û helbestvanê yewnan
- 1929 – Richard E. Taylor, fîzîknasê kanadayî
- 1932 – Melvin Schwartz, fîzîknasê amerîkî
- 1965 – Shahrukh Khan, hunermendê Bollywoodê
Mirin
- 1950 – George Bernard Shaw, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 644 – Omer ibn Xetab li bajarê Medîneyê ji aliyê xulamekî îranî ve tê kuştin.
- 1812 – Artêşa Napoleon di Şerê Vyazma de têk diçe.
- 1903 – Bi piştgiriya DYA'yê welatê Panamayê ji Kolombiya diveqete.
- 1918 – Polonyayê ji Rûsya serxwebûna xwe îlan kir.
- 1986 – Dewletên Federal ên Mîkronezyayê ji DYAyê serxwebûna xwe bi dest xistin.
- 1994 – Navenda rojnameya Özgür Ülke ya li Stenbolê hate bombekirin. Di encamê de xebatkar Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da.
- 2002 – Di hilbijartinên Tirkiyê de partiya ku serokê wê Recep Tayyip Erdoğan e dibe partiya yekê.
Jidayîkbûn
- 1558 – Thomas Kyd, nivîskarê îngilîz
Mirin
- 1957 – Wilhelm Reich, civaknas û psîkyatrîstê ji Awistriya-Macaristanê
- 1996 – Abdullah Çatlı, zilamê dewleta kûr û endamê mafyaya tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1869 – Hejmara pêşîn ya kovara înglîzî ya zanistî Nature derket.
- 1922 – Gora Tutankhamun ji aliyê arkeologê brîtanî Howard Carter ve hate vedîtin.
- 1946 – Rêxistina UNESCO hate damezrandin.
- 1954 – Xelata Nobelê ya Aştiyê dane Albert Schweitzer.
- 1956 – Hêzên Yekîtiya Sovyetan ketin welatê Mecaristanê.
- 1964 – Pêşengê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Xumênî ji aliyê şah ve mişext bû û ew şande Bursayê.
- 2008 – Li DYAyê cara yekem mirovekî afrîkî-amerîkî, Barack Obama, weke serokdewlet hate hilbijartin.
Jidayîkbûn
- 1908 – Józef Rotblat, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1967 – Yılmaz Erdoğan, nivîskar, listîkvan û derhênerê kurd
Mirin
- 1968 – Refî Cevat Ulunay, rojnamevan û nivîskarê tirk
- 1995 – Îzhak Rabîn, general, wezîr û serokwezîrê Îsraêlê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1919 – Fransiyan bajarê Kurdistanê Dîlok dagir kirin.
- 1925 – Benito Mussolini hemû partiyên çepgir ên Îtalya girtin.
- 1930 – Reklama televizyonê ya pêşî li Londonê hate nîşandan.
- 1945 – Kolombiya tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1970 – Enwer Sedat piştî mirina Cemal Abdulnasir bû serokdewletê Misirê.
- 1991 – Li Filîpînê di encama lehiyê de 7000 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1992 – Bawer Rodî Qantoz û kurê wî ciwanê kurd ê bi navê Şûrzan Qantoz li Elezîzê ji aliyê hêzên tarî yên tirk ve hatin gulebarandin. Di encamê de Şûrzan Qantoz jiyana xwe ji dest da û bavê wî Rodi Demirkapı giran brîndar bû.
- 2006 – Ji aliyê dadgeha Iraqê ve cezayê mirinê li dîktatorê Iraqê Sedam Huseyn hate birrîn.
Jidayîkbûn
- 1948 – William D. Phillips, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1885 – Will Durant, dîroknasê amerîkî
Mirin
- 2006 – Bülent Ecevit, siyasetmedarê tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1913 – Rêberê tevgera serwxwebûna Hindistanê Mahatma Gandhi hate girtin.
- 1917 – Fînlenda serxwebûna xwe îlan kir.
- 1918 – Li Polonyayê komara duyem a polonî hate îlankirin.
- 1918 – Hêzên îngilîz û fransî Tengava Çanakkale dagir kirin.
- 1917 – Hêzên Artêşa Sor ên Yekîtiya Sovyetan bajarê Kîevê ji destê hêzên naziyan xilas kirin. Lê berî ku hêzên nazî ji bajar derkevin gelek avahihyên kevnare xera kirin.
- 1983 – Di hilbijartinên fermî yên Tirkiye de Turgut Özal biser ket.
- 1985 – Li Bogota gerîllayên çepgir ên Tevgera 19ê Nîsanê yên Kolombiyayê qesra dadgehê dagir kirin. Di encamê de 115 kes hatin kuştin.
- 1991 – Ajansa sîxuriyê ya Rûsya KGB hate girtin. Di encama wê de FSB hate avakirin.
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1917 – Împeratoriya Brîtanyayê bajarê Xazeyê dagir dike.
- 1944 – Franklin Delano Roosevelt cara çarem serokdewletiya DYAyê bi dest xist.
- 1962 – Li Afrîkaya Başûr ji sedema derketina derveyî welat ya Nelson Mandela, pênc sal cezayê girtîgehê lê hate birrîn.
- 1982 – Li Tirkiyeyê makezagona dîktatorê tirk Kenan Evren bi hilbijartinê tê pejirandin.
- 2000 – George W. Bush weke serokdewletê DYAyê hate hilbijartin.
Jidayîkbûn
- 1867 – Marie Curie, kîmyagera xwediya Xelata Nobelê
- 1879 – Lev Trotskî, siyasetmedar , fîlozof û şoreşgerê rûsî
- 1888 – C. V. Raman, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1913 – Albert Camus, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1793 – Li Parîsê Muzeya Louvre hate vekirin.
- 1889 – Montana bû dewleta 41em a DYAyê.
- 1960 – John F. Kennedy bû 35em serokdewletê DYAyê.
- 1971 – Albûma çarem a koma îngilîz a muzîka rockê Led Zeppelin derket.
Jidayîkbûn
- 1923 – Jack Kilby, endezyarê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1953 – Îvan Bunîn, nivîskar û wergêrê xwediyê Xelata Nobelê
- 2009 – Vîtalî Gînzburg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1861 – Maça yekem a tomarkirî ya futbolê li Kanadayê, Zanîngeha Torontoyê hate lîstin.
- 1872 – Şewateke mezin li Bostonê çêbû.
- 1925 – SS di dema Komara Weimar de weke rêxistineke girêdayî NSDAP ji bo parastina Adolf Hitler hate damezrandin.
- 1937 – Hêzên Japonê Şanghay dagir kir.
- 1953 – Kamboca ji Fransa serxwebûna xwe bi dest xist.
Jidayîkbûn
- 1731 – Benjamin Banneker, astronom, matematîkvan û weşanger
- 1885 – Hermann Weyl, matematîkzan, fîzîknas û fîlozofê alman
- 1928 – Anne Sexton, nivîskar û helbestavê amerîkî
- 1929 – Imre Kertész, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1974 – Alessandro Del Piero, futbolvanê îtalyan
Mirin
- 1918 – Guillaume Apollinaire, nivîskarê fransî
- 1953 – Dylan Thomas, nivîskar û helbestvanê walesî
- 1970 – Charles de Gaulle, serokkomarê berê yê Fransayê
- 2011 – Îsmet Şerîf Wanlî, profesor û siyasetmedarê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1938 – Li Almanyaya Nazî, Şeva krîstalî ango Kristallnacht pêk hat. Di encama êrîşa naziyan de 1.668 kinîşt hatin talankirin. Ji wan 267 hatin şewitandin.
- 1975 – Portugalê serxwebûna Angola pejirand.
- 1989 – Li Bulgaristanê rejîma komunîst hilweşiya.
- 2001 – Apple dest bi firotina IPodan kir.
Jidayîkbûn
- 1483 – Martin Luther, reformîstê baweriya Protestanî
- 1919 – Mîxaîl Kalaşnîkov, general û çêkerê çeka kalaşnîkovê
- 1937 – Keremê Anqosî, siyasetmedar û nivîskarê kurd
Mirin
- 1891 – Arthur Rimbaud, helbestvanê fransî
- 1938 – Mustafa Kemal Atatürk, damezrînerê komara Tirkiye
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1889 – Washington, weke dewleta 42'em tevlî DYAyê bû.
- 1926 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêya navdar a bi navê U.S. Route 66 hate vekirin.
- 1938 – İsmet İnönü li meclîsa Tirkiyeyê weke serokkomar hate hilbijartin.
- 1965 – Koloniya îngilîzan a li Afrîkayê ya dawî, Rodesya, serxwebûna xwe îlan kir. Erda Rodesya îroj li Zîmbabwe ye.
- 1968 – Li Maldîvê komara duyem hate îlankirin.
- 1990 – Têkoşera kurd Türkan Temel ango Bêrîvan li bajarê Qersê ya Bakurê Kurdistanê hate kuştin.
- 2000 – Bernameya Roj TVyê Gava Sêyemîn destpê kir.
Jidayîkbûn
- 1821 – Fyodor Dostoyevskî, nivîskarê rûs
- 1864 – Alfred Hermann Fried, aştîxwazê xwediyê Xelata Nobelê
- 1944 – Kemal Sunal, aktorê esilkurd ê sînemaya Tirkiyeyê
Mirin
- 1855 – Søren Kierkegaard, fîlozofê danîmarkî
- 1990 – Yannis Ritsos, helbesvanê yewnanî
- 2004 – Yaser Erefat, yek ji serokên gelê Filistinê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1905 – Li Norwêcê di encama referandûmê de alîgirên monarşiyê li dijî alîgirên komariyê bi ser ketin.
- 1918 – Awistriya bû dewleta bi sîstema komarî.
- 1941 – Li Erzinganê erdhej çêbû. Di encamê de 40.000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 1947 – Rojnameya almanî ya rojane Junge Welt, bi jêrnavê "Organa navendî ya ciwanên azad ên alman" derket.
- 1956 – Maroko, Sûdan û Tûnis tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1980 – Keştiya ezmanî ya NASAyê ya bi navê Voyager I , wêneyên xelekên gerstêrka Keywanê kişandin.
- 1981 – Keştiya ezmanî Columbia ji bo ezman hate şandin. Bi vê re Columbia bû keştiya yekem ku du caran hate şandinî ezman.
- 1982 – Serokê partiya karkerên polonî Lech Walesa piştî girtina yazdeh mehan a girtîgehê, serbest hate berdan.
- 1998 – Alîkarê serokdewletê DYAyê Al Gore Protokola Kyotoyê îmze kir.
Jidayîkbûn
- 1842 – Lord Rayleigh, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1962 – Bror Abelli, lîstikvan, stranbêj û nivîskarê swêdî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1805 – Hêzên Napolyon Bonapart ketine bajarê Viyanayê.
- 1918 – Şerê cîhanî yê yekem: Hêzên Bloka Hevalbend paytexta Osmaniyan, Stembol, dagir kirin.
- 1947 – Versiyona pêşketî ya çeka keleşkofê hate encamdan.
- 1957 – Yekîtiya Sovyetan keştiya fezayê Sputnik-3 şande valahiyê. Di Sputnik-3 de du se hebûn.
- 1960 – Şewata Sînemaya Amûdê: Di navbera 180-283 zarokên kurd mirin.
- 1985 – Li Kolombiyayê volkanê bi navê Nevado del Ruiz teqiya: di encamê de nêzîkê 23.000 kesan jiyana xwe ji dest dan.
- 1994 – Di encama referandûmê de Swêdê biryar da ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.
- 1996 – Kofi Annan, bû sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
Jidayîkbûn
- 354 – Augustînus, teolog û fîlozofê xiristiyaniyê
- 1899 – Huang Xianfan, dîroknasê çînî
Mirin
- 1981 – Xelîlê Çaçan Mûradov, nivîskar û rojnamevanê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1940 – Şerê cîhanî yê duyem: Bajarê Îngilistanê, Coventry ji aliyê hêzên alman ve hate bombekirin. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û katedrala bajar bi tevahî xera bû.
- 1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Li bajarê Slonim a Polonyayê hêzên alman 9000 cihû kuştin.
- 1969 – NASA'yê ji bo peywira duyema ya bimirov a ji bo lêgerîna li ser heyvê keştiya Apollo 12 şande fezayê.
- 1975 – Spanya ji welatê Sahraya Rojava derket.
- 1984 – Yaneya tirk a futbolê ya neteweyî li hemberî Îngilistanê 8-0 têk çû.
- 2001 – Yekîtiya hêzên afgan ên bakurî, rêveberiya paytext Kabûlê bi dest xistin.
- 2002 – Li Arjentînê bi pêkhatina krîza aboriyê, dewlet bi 805 milyon dolaran bûbû deynbarê Bankaya Cîhanê.
Jidayîkbûn
- 1972 – Josh Duhamel, model û aktorê amerîkan
- 1973 – Dilnarîn, stranbêj û dansera kurd
Mirin
- 1716 – Gottfried Wilhelm Leibniz, fîlozof û matematîkvanê alman
- 1831 – Georg Wilhelm Friedrich Hegel, fîlozofê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1889 – Li Brazîlê komarî hate îlankirin.
- 1945 – Venezuêla tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1983 – Komara Tirk a Bakurê Kîprosê hate damezrandin lê tenê ji aliyê Tirkiye ve hate pejirandin.
- 1988 – Dewleta Filistînê ji aliyê Konseya Neteweyî ya Filistînê vehate îlankirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Turgut Özal, daxuyand ku ew dewleta Filistînê nas dikin.
- 2007 – Rojnameya tirkî Taraf derket.
Jidayîkbûn
- 1862 – Gerhart Hauptmann, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1952 – Xelîl Cindî, nivîskar û lêkolînerê kurd
- 1965 – Bengi Yıldız, parlementerê BDP yê Êlihê
Mirin
- 1916 – Henryk Sienkiewicz, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1937 – Seyîd Riza, pêşeweyê kurd
- 1959 – Charles Thomson Rees Wilson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1967 – Michael Adams, pîlotê DYAyî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1849 – Li Rûsyayê dadgehekê cezayê mirinê li Fyodor Dostoyevskî birrî lê piştre ev hate guhertin û bû cezayê sekan kişandinê.
- 1907 – Herêma çermsoran û herêma Oklahoma bûne yek û weke dewlete 46em a bi navê Oklahoma tevlî DYAyê bû.
- 1945 – Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hate damezrandin.
Jidayîkbûn
- 1717 – Jean le Rond d'Alembert, fîlozof û matematîkzanê fransî
- 1922 – José Saramago, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1938 – Robert Nozick, fîlozofê amerîkî
Mirin
- 2000 – Ahmet Kaya, bestekar û hunermendê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1869 – Kanala Suweyşê ku Deryaya Sor û Deryaya Navîn bi hev ve girê didê bi şahiyekê hate vekirin.
- 1873 – Bajarên bi navê Buda û Peşt bi awayê fermî bûne yek û êdî weke Budapeşt hatin binavkirin.
- 1922 – Sîbîrya, tevlî Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bû.
- 1939 – Piştî xwepêşandana xwendekarên çek ên li dijî naziyan neh xwendekar hatin kuştin û 1200 xwendekarên çek ji bo kampên naziyan hatin şandin. Ji wê rojê ve Roja Navneteweyî ya Xwendekaran tê pîrozkirin.
- 1989 – Li Çekoslovakyayê li dijî rejîma komunîst Şoreşa Qedîfe destpê kir. Gel bê tundî li qadan bi findan civiyan.
- 1997 – Fermandarê ARGK, Hüseyin Özbey (Harûn), li navbera Sason û Pasûrê bi heşt hevalên xwe re şehîd ket.
- 2007 – Ekuador, piştî 15 salan vegeriya nav rêxistina OPECê.
Jidayîkbûn
- 1749 – Nicolas Appert, dahênerê fransî
Mirin
- 1990 – Robert Hofstadter, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1993 – Firîca Hecî Cewarî, bijîşka kurd û keça Heciyê Cindî
- 1997 – Hüseyin Özbey (Harûn), fermandarê ARGKê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1912 – Li Stenbolê nexweşiya kolerayê belav bû.
- 1918 – Letonyayê ji Rûsyayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1926 – George Bernard Shaw diravên Xelata Nobelê qebûl nekirin û got "Ez dikarim Alfred Nobel ji bo dahênana dînamîtê efû bikim, lê tenê şeytanekî di şeklê mirovan de dikaribû Xelata Nobelê îcat bike".
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem; Di Şerê Berlînê de 440 balafirên Royal Air Force, bombe li Berlînê reşandin, lê ziyaneke kêm da bajar û 131 alman hatin kuştin. Herwiha neh firokeyên RAFê hatin daxistin û 53 zilamên di hundirên wan de hatin kuştin.
Jidayîkbûn
- 1897 – Patrick Blackett, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1939 – Margaret Atwood, helbestvan romannivîsa Kanadayî
Mirin
- 1922 – Marcel Proust, nivîskarê fransî
- 1952 – Paul Eluard, helbestvanê fransî
- 1962 – Niels Bohr, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1095 – Konseya Clermontê ji bo nîqaşkirina şandina hêzên yekem ên Xaçperestan, bi banga papa Ûrbanê Duyem kom bû.
- 1946 – Afxanistan, Îsland û Swêd tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1969 – Futbolvanê efsanewî yê Brazîlê, Pelé, gola xwe ya 1000î tomar kir.
- 1977 – Balafireke Boeing 727 ya Portûgalê li Giravên Madeira kete xwarê. Di encamê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dan.
- 1977 – Serokê Misir, Enwer Sedat, bû serokê yekem ê ereb ku serdana fermî ya Îsraîlê kir.
- 1988 – Li Pakistanê Benazir Butto bû serokwezîr.
- 2005 – Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), bi hemû rêveber û endamên xwe ve tevlî DTP bû û DEHAP fesih kir.
Jidayîkbûn
- 1917 – Indira Gandhi, serokwezîra Hindistanê
- 1942 – Sharon Olds, helbestvanê amerîkan
- 1978 – Věra Pospíšilová-Cechlová, atleta çekî
Mirin
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1917 – Li Ûkraynayê sîstema komarî hate îlankirin.
- 1940 – Mecaristan, tevlî dewletên Peymana Sêalî bû. Di vê yekîtiyê de Almanyaya Nazî û Îtalyaya Mussolînî hebûn.
- 1959 – Keyaniya Yekbûyî, Awistirya, Danîmarka, Norwêc, Portûgal, Swêd û Swîsre peymana rêxistina bi navê Yekîtiya Bazirganiyê ya Serbest a Ewropayê (EFTA) îmze kirin.
- 1959 – Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin.
- 1985 – Microsoft'ê Windows 1.0 derxiste piyaseyê.
- 1989 – Şoreşa Qedîfe: Li bajarê Komara Çekî, Pragê, hejmara xwepêşanderan ji 200.000 kesan gihaşt nîv milyon kesan.
- 1999 – Transgender Day of Remembrance (TDOR), Roja Bîranîna Mexdûrên Trans yên Sûcên Nefretê
Jidayîkbûn
- 1858 – Selma Lagerlöf, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
- 1901 – Nazim Hîkmet Ran, helbestvan û nivîskarê tirk
- 1923 – Nadine Gordimer, nivîskara xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Mizgîn Hesko, helbestvana kurd
Mirin
- 1910 – Lev Tolstoy, romannivîsê rûs
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1386 – Tîmûrleng bi hêzên xwe re bajarê Tibîlîsî dagir kir.
- 1789 – Karolînaya Bakur, bû 12emîn dewleta DYAyê.
- 1877 – Thomas Edison, da zanîn ku wî fonograf îcat kiriye.
- 1918 – Ala Estonyayê ji aliyê çalakvanên pêş-serxwebûnê ve hate bikaranîn û weke ala fermî ya Estonyayê hate pejirandin.
- 1979 – Konsolxaneya DYA'yê ya li Îslamabadê, rastî êrîşê hat û hate şewitandin. Di encamê de çar kes mirin.
- 1980 – Li Las Vegas-Nevadayê di otelekê de şewat derket. Di encamê de 87 mirin û 650 kes brîndar bû.
- 2002 – Li kombûna Pragê ya NATOyê de bangewaziya tevlîbûna rêxistinê li Lîtvanya, Letonya, Estonya, Bulgaristan, Romanya, Slovakya û Slovenyayê hate kirin.
Jidayîkbûn
- 1694 – Voltaire, fîlozofê fransî
- 1902 – Isaac Bashevis Singer, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1924 – Îsmet Şerîf Wanlî, profesor û siyasetmedarê kurd
Mirin
- 1970 – C. V. Raman, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1858 – Bajarê Denver a li Koloradoyê hate damezrandin.
- 1943 – Libnanê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1943 – Şerê cîhanê yê duyem: Serokdewletê DYAyê Franklin D. Roosevelt, serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill, û serokê çînî Chiang Kai-Shek li Qahîre, Misirê civiyan û di derbarê têkbirina Japonê de nîqaş kirin.
- 1963 – Serokê DYAyê John F. Kennedy, li Dallasê di suîkastekê de hate kuştin.
- 1975 – Sîstema monarşiyê careke din li Spanyayê pêk hat. Juan Carlos bû şahê Spanyayê.
- 1989 – Di encama êrîşeke bombeyî ya li rojavayê Bêrûtê de serokê dewleta Libnanê, René Moawad, hate kuştin.
- 2005 – Angela Merkel, bû jineka yekemîn a serokatiya hikûmeta Almanyayê. Ango şansolyeya Almanyayê.
Jidayîkbûn
- 1852 – Paul Henri Balluet, siyasetmedarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1869 – André Gide, nivîskarê fransî
- 1890 – Charles de Gaulle, serokkomarê berê yê Fransa
- 1908 – Nathan Ackerman, psîkoanalîst û mamosteyê zanîngehê
Mirin
- 1916 – Jack London, nivîskarê DYA'yî
- 2011 – Danielle Mitterrand, hevjîna serokkomarê Fransayê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1844 – Dukîtiya Schleswig-Holsteinê ji Danîmarkayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1938 – Adolf Hitler ji bo cihûyên ku xwediyê bêhtirî 5.000 mark zagona stendina baca ji sedî bîst derxist.
- 1940 – Romanya, tevlî dewletên Peymana Sêalî bû. Di vê yekîtiyê de Almanyaya Nazî û Îtalyaya Mussolînî hebûn.
- 1946 – Behriyeya Fransayê bajarê Hai Phong ê Viyetnamê topbaran kir. Di encamê de 6.000 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
- 1971 – Nûnerên Komara Gel a Çînê cara yekem tevlî civînên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1980 – Li başûrê Îtalyayê erdhej pêk hat. Di encamê de 4.800 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1996 – Balafireke Etiyopyayê hate revandin. Piştî ku sotemeniya wê xilas, balafir kete Okyanûsa Hindî û 123 kesên têde mirin.
Jidayîkbûn
- 1837 – Johannes Diderik van der Waals, fîzîknasê holandî.
- 1860 – Hjalmar Branting, serokwezîrê berê yê Swêdê.
- 1920 – Paul Celan, helbestvanê alman ê cihû.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 380 – Theodosiusê Mezin şahiya xwe ya fermî ya têketina bajarê Konstantînopolîsê pêk anî.
- 1925 – Li Erzîromê piştî îlankirina zagona şewqeyan xwepêşandanên nerazîbûnê pêk hatin. Li 13 xwepêşandêran cezayê darvekirinê hate birrîn û li Erzîromê heyvekê rewşa awarte hate îlankirin.
- 1940 – Slovakya, tevlî dewletên Peymana Sêalî bû. Di vê yekîtiyê de Almanyaya Nazî û Îtalyaya Mussolînî hebûn.
- 1976 – Firîna yekemîn a bi zeplînê ji aliyê endazyarê fransî Henrî Giffard ve pêk hat.
- 1976 – Li Bêgiriya Wanê bi mezinahiya 7,2 a li gor pîvana Richterê erdhej çêbû. Di encamê de 3.840 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1983 – Îsraîlê ji bo serbestberdana 6 leşkerên xwe 4800 Filistînî serbest berdan.
- 2007 – Di hilbijartinan de partiya Kevin Rudd bi radeyeka dengdayîna bilind biserket û ew bû 26emîn serokwezîrê Awistralyayê.
Jidayîkbûn
- 1632 – Baruch Spinoza, fîlozofê holandî yê bi eslê xwe cihû
- 1926 – Tsung-Dao Lee, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1974 – Azad, rapvanê esilkurd ê Almanyayê
Mirin
- 1958 – Robert Cecil, dîplomatê xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1667 – Li Kafkasyayê erdhejek pêk hat.Bajarê Şemaxî xera bû û nêzîkê 80.000 mirovî jiyana xwe ji dest da.
- 1703 – Bagera herî mezin a tomarkirî ya başûrê Brîtanyayê pêk hat. Di encamê de 9.000 mirov mirin.
- 1759 – Li Deryaya Navîn erdhejek pêk hat. Di encamê de ziyana mezin giha Bêrût û Şamê. Herwiha di navbera 30.000-40.000î de mirov mirin.
- 1936 – Almanya û Japon, li dijî rejîma Bolşevîk peymana yekbûnê girêdan.
- 1960 – Roja navneteweyî ya li dijî zordariya li ser jinan: Xwişkên bi navên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn.
- 1973 – Li Yewnanistanê darbeya leşkerî pêk hat.
- 1975 – Sûrînam, bû welatekî serbixwe.
- 1992 -Parlamena federal a Çekoslovakyayê bi dengdanê biryar da ku welat di 1ê kanûna paşîn a 1993an de weke Komara Çekî û Slovakya bibin du dewlet.
- 1999 – Dadgeha bilind a cezayê ya nehê ya tirk, cezaya mirinê ya li ser rêberê PKK Abdullah Öcalan pejirand.
- 2000 – Li Azerbaycanê Bakuyê erdhejeke bi mezinahiya 7 a li gorî pîvana Richter pêk hat. Di encamê de 26 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1917 – Alparslan Türkeş, siyasetmedarê neteweperest ê tirk
Mirin
- 1950 – Johannes V. Jensen, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
- 1999 – Didier Anzieu, psîkoanalîstê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1548 – Artêşa Osmaniyan bajarê Helebê dagir kir.
- 1842 – Zanîngeha Notre Dame ya li dewleta Indiana ya DYAyê hate damezrandin.
- 1942 – Li Yûgoslavyayê Konseya Antî-Faşîst a Rizgariya Gel hate damezrandin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Moşekeke naziyan a V-2 li Londonê li firoşgehekê ket. Di encamê de 168 kesên di dikanê de mirin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Artêşa naziyan bi moşekên V-1 û V-2 êrîş birin ser bajarê Belgiya, Antwerpenê.
- 1950 – Tirkiye tevlî Şerê Koreyê bû.
- 1971 – Şoreşgerê kurd Sait Kırmızıtoprak, bi du hevalên xwe re ji aliyê KDP ve hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1931 – Adolfo Pérez Esquivel, çalakgerê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 2010 – Palle Huld, nivîskar û aktorê danîmarkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- B.Z. 520 – Serhildana Araxa li Babîlê têk çû.
- 1095 – Papa Ûrban II li Konseya Clermontê Sefera xaçperestan a yekem daxuyand.
- 1228 – Bi daxwaziya Metran Robert dêrek li Velehradê tê avakirin ku ew bingeha bazîlîkaya îroyîn bû.
- 1912 – Spanyayê li ser peravên Marokoyê desthilatdariya xwe daxuyand.
- 1943 – Li Amasya, Çorum, Tokat, Ordu û Kastamonuyê erdhej çêbû. Di encamê de 4016 kes mirin û 23.785 mal xera bûn.
- 1978 – Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gundê Fîsê (Lîce, Amed) weke partiyeke marksîst-lenînîst hate damezrandin.
- 2005 – Şakirê Miho, li Silêmaniyê xelata zêrîn a Pîremerd wergirt.
Jidayîkbûn
- 1701 – Anders Celsius, astronom, matematîkvan û fîzîknasê swêdî
Mirin
- 1953 – Eugene O'Neill, dramatîkerê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1893 – Pîrekan cara yekemîn di hilbijartinên Zêlanda Nû de deng dan.
- 1936 – Japonya, dagirkirina Etiyopyayê ya ji aliyê Îtalyayê ve pêk hatibû pejirand.
- 1958 – Çad, Gabon û Komara Kongo bûn komarên xweser.
- 1960 – Morîtanyayê ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1964 – Partiya alman NPD li bajarê Hannoverê hate damezrandin.
- 1975 – Tîmora Rojhilat ji Portûgalê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1991 – Osetyaya Başûr ji Gurcistanê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1998 – Li navçeya Çelê ya Colemêrgê firokeyeke artêşa tirk ji aliyê PKK ve hate daxistin. Di encamê de 16 leşker mirin.
- 2015 – Tahir Elçi di dema çalakiya xwedîlêderkertina Minareya Çarling û sekinandina şerê li Kurdistanê de, bi guleyekê hate kuştin. (wêne)
Jidayîkbûn
- 1757 – William Blake, helbestvan û wênesazê îngilîz
- 1820 – Friedrich Engels, fîlozofê alman
- 1881 – Stefan Zweig, nivîskarê Awistriyayî
- 1950 – Russell A. Hulse, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1964 – Şêrko Fatah, nivîskarê kurd
Mirin
- 1954 – Enrico Fermi, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2015 – Tahir Elçi, parêzerê kurd û serokê Baroya Amedê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 800 – Charlemagne ji bo lêpirsînkirina îddayên di derbarê sûcdariyên Papa Leo III de giha Romayê.
- 1922 – Mezela Tutankhamun ji bo gel hate vekirin.
- 1944 – Komara Gel a Albanyayê hate damezrandin.
- 1945 – Komara federal a Yûgoslavyayê hate damezrandin.
- 1947 – Neteweyên Yekbûyî, parçekirina ji hev ya Filîstîn û Îsraîlê pejirand. Bi vê re dewleta Îsraîl hate damezrandin.
- 1972 – Helbestvan Can Yücel, ji ber pirtûka xwe ya bi navê "Sosyalîzm û Mirov li Kubayê" ji bo cezayê lêbirrîn ê 7,5 salan kete girtîgehê.
- 1978 – 913 endamên terîqeta bi navê Perestgeha Gel li daristanên Guyanayê bi hev re jehr xwarin û xwe kuştin.
Jidayîkbûn
- 1825 – Jean-Martin Charcot, neurologê fransî
- 1924 – Danielle Mitterrand, hevjîna serokkomarê Fransayê
- 1932 – Jacques Chirac, serokkomarê berê yê Fransayê
Mirin
- 1932 – Evdila Cewdet, bijîşk, helbestvan û siyasetmedarê kurd (wêne)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1872 – Yekemîn maça futbolê ya navneteweyî li Glasgowê hate leyistin (Skotland-0 Îngilistan-0)
- 1908 – Li Marianna ya Pennsylvaniayê di encama teqîna tepînkekê de 154 kesan jiyana xwe ji dest da.
- 1936 – Li Londonê Qesra Krîstal ango the Crystal Palace di encama şewatê de xera bû.
- 1966 – Barbadosê ji Keyaniya Yekbûyî serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1967 – Komara Gel a Yemena Başûr ji Brîtanyayê serxwebûna xwe bi dest xist.
- 1982 – Albûma Michael Jackson ya li cîhanê herî gelek hatiye firoştin Thriller derket.
Jidayîkbûn
- 1667 – Jonathan Swift, nivîskarê îrlandî
- 1817 – Theodor Mommsen, dîroknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1865 – Rudyard Kipling, helbestvan, romannivîs û çîroknivîs
- 1869 – Nils Gustaf Dalén, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1874 – Winston Churchill, siyasetmedar û serokwezîrê Brîtanyayê
Mirin
- 1900 – Oscar Wilde, şanonivîs û helbestvanê îrlandî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn