Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/Tebax
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn
<< | Di dîrokê de îro ji bo tebaxa 2024an | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | |||
5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 |
Bûyer
- 527 – Yustîniyan I bû hukimdara yekane yê Împeratoriya Romê.
- 1498 – Krîstofor Kolumbus bû kaşifê ewropayî yê yekem ku li Venezuêlaya îroyîn geriya.
- 1830 – Belçîkî li dijî Holendayê serî hildan û Belçîkayê ava kirin.
- 1834 – Sîstema koledariyê li împeratoriya Brîtanyayê hate rakirin.
- 1894 – Şerê Çîn-Japonan: Împeratoriya Japonyayê ji bo hakimiyeta Koreyê ji Çînê re şer îlan kir.
- 1876 – Colorado weke dewleta 38em tevlî DYA'yê bû.
- 1902 – DYA, hemû mafên Kanala Panamayê ji Fransayê kirrî û înşeata kanalê da dest pê kirin.
- 1914 – Şerê cîhanê yê yekem; Almanyayê li dijî Rûsyayê îlana şer kir.
- 1960 – Benînê ji Fransayê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1960 – Îslamabad weke paytexta Pakistana federal hate îlankirin.
Jidayîkbûn
- 1924 – Georges Charpak, fîzîknasê polonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1945 – Douglas D. Osheroff, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1957 – Sirri Sakik, siyasetmedarê kurd
Mirin
- 2004 – Philip Hauge Abelson, fizîknas û kîmyagerê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 216 – Herba Cannaeyê: Romayiyan li ber Hannibalê mexlûb bûn.
- 1923 – Cîgirê serokê Calvin Coolidge, li ser mirina Serok Warren G. Harding dibe serokê Amerîkayê.
- 1934 – Adolf Hitler bû Führerê Almanyayê. Rejîma totalîter (zordest) dest pê kir.
- 1939 – Albert Einstein û Leo Szilárd ji Franklin D. Rooseveltê re, ji bo pêşxistina çekek nukleerî dest bi projeya Manhattanê bikin peyamek nivîsand.
- 1990 – Serokê Iraqê dîktator Sedam Huseyn, Kuweytê îşgal kir. Mîrê Kuweytê Cabir es-Sabah, reviya Erebistana Siyûdî.
- 1991 – Şîle û Arjentîn ji bo ku aloziyên sînoran yê di navbera hev de ku ji sedsalî zêdetire dewam dikir xilas bikin, peymanek îmze kirin.
- 1997 – Muhammed Xatemî bû serokê nû yê Komara Îslamî ya Îranê.
- 1999 – Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan, ji bo ku hêzên xwe vekişînin derveyî sînor bang li PKK'ê kir.
- 2001 – Sucdarê komkujiyê, generalê sirb Radislav Krstić, ji bo ku di tîrmeha sala 1995'an de li Srebrenicayê (Bosniya û Herzegovîna) bi hezaran misilmanan qetil kir, li La Hayeyê ji aliyê Mehkemeya Sûcen Şerrê ve ji 46 sal hepsê re mehkûm kirin.
Jidayîkbûn
- 1912 – Palle Huld, aktor û nivîskarê danîmarkî
- 1923 – Şîmon Peres, siyasetmedarekî îsraelî, serokdewletê Îsraelê ya 9em
- 1934 – Arnold Reisman, endazyar, dîroknas û nivîskarekî amerîkî
Mirin
- 1923 – Warren G. Harding, rojnamevan û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê DYAyê yê 29em
- 1976 – Fritz Lang, fîlmçêker, senaryonivîs û derhênerekî alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1492 – Krîstofor Kolumbus, ji Spanyayê ji bo ku bigihîje Hindistanê û parzemînên nû keşf bike bi rê ket.
- 1914 – Şerê Cîhanê ya Yekem: Almanya li dijî Fransayê şer îlan kir û wê gavê Romanya jî bêalîbûna xwe îlan kir.
- 1936 – Atleta reşik yê Amerîkayî, Jesse Owens, di Olîmpiyada Havînê ya 1936 yê Berlînê de 100 metreyê 10.3 saniyeyê de baz da û rekora dinyayê derbas kir, medalyeya zêrîn kar kir. Ji xeynî vê jî wek atleta ku Adolf Hitlerê ji stadyûmê da revandin bi nav û deng bû. Hitler ji bo ku reşikek bû yekemîn stadyûmê terk kir.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Hêzên îtaliyan dest bi dagirkirina Somalîlanda Brîtanî kirin.
- 1949 – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza Çînê ya tevlîbûna Neteweyên Yekbûyî, red kir.
- 1960 – Nîjer serxwebûna xwe ya Fransayê îlan kir.
- 2008 – Li paytexta Somalya, Mogadishuyê bombeyek teqiya û bû sedamê mirina 20 kesan.
- 2008 – Li bakurê Hindistanê di perestgehek Hindûyan de îzdîham derket û di vê îzdîhamê de 30 hebê we zarok, bi tevahî 68 kes mirin.
Jidayîkbûn
Mirin
- 2008 – Aleksandr Soljenîtsin, nivîskar û dîroknasê rûs, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1870 – Li Keyaniya Yekbûyî Komeleya Xaçasor hate damezrandin.
- 1924 – Peymana Lozanê kete meriyetê.
- 1944 – Anne Frank ji aliyê Naziyan ve hate girtin. Di sala 1945an de li kampa komkirinê mir. Notên ku di dema girtina xwe de girtibû paşê wek pirtûkê hate amadekirin.
- 1958 – Billboard Hot 100 cara ewil hat weşandin.
- 1976 – Şahê Spanyayê Juan Carlos, 90% girtiyên siyasî efû kir.
- 1983 – Li Îtalyayê cara pêşîn e ku sosyalîstek, Sekretera Giştî yê Partiya Soosyalîst Bettino Craxi, bû serokwezîr.
- 2007 – NASA, keştiya xwe ya fezayê yê bi navê Phoenix derxist piyaseyê.
Jidayîkbûn
- 1859 – Knut Hamsun, nivîskar, şaîr û şanonivîsê norwêcî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1960 – José Luis Rodríguez Zapatero, siyasetmedarê spanî, serokwezîrê Spanyayê ya 5em
- 1961 – Barack Obama, hiqûqnas û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê Amerîkayê yê 44em, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1875 – Hans Christian Andersen, helbestvan û nivîskarê danmarkî
- 1886 – Samuel J. Tilden, hiqûqnas û siyasetmedarê amerîkî, waliya New Yorkê ya 25em
- 2013 – Şêrko Bêkes, helbestbêj û şaîrê kurd (z. 1940)
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1858 – Di navbera DYA û Ewropayê de kobloya transatlantîk a yekem hate kişandin.
- 1882 – Li Japonyayê rêvebiriya awarte hate îlankirin.
- 1884 – Kevira yekem a Peykera Azadiyê hate danîn. Ev peyker, li derbaseya lîmana New Yorkê ye.
- 1897 – Thomas Alva Edison, fîlma reklamê ya pêşîn îmal kir.
- 1914 – Li bajarê Clevelandê yê girêdayî eyaleta Ohioyê lambeyên trafîkê yên ceyranî ketin xizmeta xelkê.
- 1945 – Fransa li Cezayirê qetlîameke mezin kir. Di vê qetlîamê de 45 hezar cezayirî mirin.
- 1949 – Li Ekuadorê erdhejek çêbû. 50 gund xira bûn, ji 6 hezarê zêdetir kes jî mirin.
- 1960 – Burkîna Faso serxwebûna xwe ji Fransayê îlan kir.
- 1962 – Çalakvan û parêzvanê mafê mirovan Nelson Mandela kete hepsê. Di 1990an de hate berdan.
Jidayikbûn
- 1813 – Ivar Aasen, zimanzan û helbestvanê norwêcî
- 1930 – Neil Armstrong, pîlot, endezyar û astronotê amerîkî
Mirin
- 1895 – Friedrich Engels, siyasetmedar û fîlozofê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1661 – Di navbera Portûgal û Komara Holendayê de Peymana Haeguyê hate îmzekirin.
- 1806 – Împeratoriya Romê ya Pîroz hilweşiya.
- 1824 – Simón Bolívar di şerê Junínê de spanî mexlûb kirin.
- 1825 – Bolîvya, serxwebûna xwe ya ji Spanyayê ragihand.
- 1914 – Şerê Cîhanê yê Yekem: Serbistan ji Almanyayê re, Awistriya jî ji Rûsyayê re şer îlan kir.
- 1924 – Peymana Lozanê kete meriyetê.
- 1945 – Di Şerê cîhanî yê duyem de Amerîka ji bajarê Hîroşîmayê yê Japonê re bombeya atomê avêt. 70.000 kes di wê bîskê de û bi deh hezaran kes jî di nav çend salan de ji ber radyasyonê mirin. Piştî çend salan kanserên ku ji ber radyoaktîvîteyê derketin jî tê de, hejmara miriyan derket yaserî 200 hezarê.
- 1960 – Şoreşa Kûbayê: Wek cewaba ambargoya DYAyê, hemû milkên amerîkî û ecnebiyan hatin millîkirin.
- 1962 – Jamaîka serxwebûna xwe ragihand.
- 1997 – Balafira rêwiyan ê di şekla Boeing 747 de yê koreyiyan wextê ku peya dibû balafirgeha Gaumê kete erdê. 228 kes mirin.
Jidayikbûn
Mirin
- 1969 – Theodor Adorno, fîlozof, sosyolog û bestekarê swîsreyî
- 1973 – Fulgencio Batista, leşker û dîktatorê kûbayî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1819 – Artêşa Amerîkaya Başûr ku ji 3 hezar kesî pêk tê, bi rêvebiriya Simón Bolívar û Francisco de Paula Santander, li nêzîkê herêma Boyacáyê (îro di erdên Kolombiyayê de dimîne) qewetên Keyîtiya Spanyayê mexlûb kirin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Almanyaya Nazî herêma Elsas-Lorraineyê îşgal kir.
- 1955 – Yek ji saziyên Sonyyê ya bi navê "Tokyo Telecommunications Engineering", li Japonyayê dest bi firoştina radyoya bi transîstor ya pêşîn kir.
- 1960 – Komara Peravê Diranfîl serxwebûna xwe îlan kir.
- 1966 – Li bajarê Lansing yê girêdayî Michiganê serhildanên etnîkî çêbûn.
- 1974 – Cambazê benê Philippe Petit, di navbera her du bircên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê de, di 417 metre bilindahiyê de li ser werîsek şow kir.
- 1976 – Keştiya fezayê Viking 2 li ser rêgeha Marsê hate bicihkirin.
- 1981 – Rojnameya The Washington Starê dawî li weşana xwe ya 128 salî anî.
- 1990 – Piştî ku hêzên Iraqê Kuweytê îşgal kirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi Operasyona Bahoza Çolê kir. Balafirên şerê şandin Erebistana Siyûdî.
- 1998 – Ji balyozxaneyên Amerîkayê yên li Dar es Salaam (Kenya) û Nairobiyê (Tanzanya) re bi bombeyan êrîş kirin. Di van êrîşan de 224 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1966 – Jimmy Wales, karsazê amerîkî, avakarek Wîkîpediyayê
- 1984 – Yun Hyon-seok, helbestvan û nivîskarê ji Koreya Başûr
Mirin
- 1941 – Rabindranath Tagore, nivîskar, awazvan, ramanwer û nîgarsazê hindistanî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1220 – Swêd di Şerê Lihulayê de ji qebîleyên estonan re mexlûb bû.
- 1885 – Zêdetirî 1.5 mîlyon kes li bajara New Yorkê beşdarî cenazeya serokê Amerîkayê Ulysses S. Grantê bûn.
- 1908 – Wilbur Wright, li herêma Le Mans yê Fransayê di pîsta pêşbaziyê de firrîna xwe ya yekem pêk anî.
- 1925 – Li Amerîkayê, kongreya yekem ya Ku Klux Klanê hate kirin. Komeleyekî nijadperestan yê veşartî ye, li dijî reşikên li Amerîkayê ava bûye.
- 1929 – Yek ji keştiyên hewayê yên Zeplînan ya bi navê LZ 127 Graf Zeppelin ji bo tûra dinyayê bi hewa ket.
- 1945 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Yekîtiya Sovyetan ji Japonyayê re şer îlan kir.
- 1949 – Encumena Ewropayê civîna xwe ya pêşîn li Strasbourg li dar xist.
- 1949 – Bûtan serxwebûna xwe îlan kir.
- 1963 – DYA, Îngilistan û Yekîtiya Sovyetan peymana li ser rawestandina cerribandinên sîlehên nukleerî li Kremlînê îmze kirin.
- 1990 – Iraq, Kuweytê îşgal kir.
Jidayîkbûn
- 1901 – Ernest Lawrence, fizîknasekî amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1902 – Paul Dirac, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê (m. 1984)
- 1943 – Dengir Mir Mehmet Fırat, siyasetmedarê kurd
- 1952 – Jostein Gaarder, nivîskarê norwêcî
- 1979 – Emiliano Zapata, şoreşgerê meksîkî
Mirin
- 117 – Trajan, împaratorê Împeratoriya Romê
- 2009 – Aramê Dîkran, hunermendê zimanê kurdî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1173 – Dest bi çêkirina Birca Pisayê kirin. Çêkirina we nîv sedsal bihurî.
- 1805 – Awistriya, Keyaniya Yekbûyî, Swêd, Rûsya û Napolî, li hemberî Napolyonê tifaq kirin.
- 1902 – Edward VII, wek şahê Keyaniya Yekbûyî tac da serî xwe.
- 1942 – Mahatma Gandî ji alî îngilîzan ve li Mumbaiyê hate girtin.
- 1945 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bajara Nagazakî yê Japonyayê re bombeya atomî avêt. Di we bîskê de 70.000 kes mirin.
- 1965 – Singapûr ji Malezyayê veqetiya û bû welatekî serbixwe.
- 1974 – Piştî ku Skandala Watergate'ê derket holê û serokê Amerîkayê Richard Nixon îstîfa kir, cîgirê serokê Gerald Ford bû serok.
- 1999 – Serokê Rûsyayê Borîs Yeltsîn, serokwezîr Sergei Stepashin ji wezîfeyê kişand.
Jidayîkbûn
- 1896 – Jean Piaget, psîkologê swîsreyî
- 1929 – Abdi İpekçi, rojnamevanê tirk
- 1957 – Melanie Griffith, aktrîseke amerîkan
- 1972 – Juanes, muzîkjenekî kolombiyayî
- 1976 – Audrey Tautou, model û lîstikvana fransî
Mirin
- 378 – Valens, împaratorê Împeratoriya Romê
- 1173 – Necmedîn Eyûb, eskerekî kurd, bavê Selahedînê Eyûbî
- 1962 – Hermann Hesse, nivîskar û helbestvanê swîsreyî-alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1969 – Cecil Powell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2005 – Marco Cavagna, astronomeke amator û kefşkereke îtalî ê asteorîdan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- BZ 612 – Şahê Asûriyan Sînşarîşkun hate kuştin. Bajarê Nînewayê ji aliyê Med û Babîliyan ve bi tevahî hat wêrankirin û ji bo demeke dirêj careke din nehate avakirin. Ereb di sala PZ 637'an de ketin Nînewayê û li aliyê din ê çema Dîcleyê bajarê Mûsilê ava kirin.
- 610 – Kitêba pîroz Qur'an ji Hezretî Mihemedê re dest pê kir peyabûnê.
- 1675 – Çavdêrxaneya Greenwichê li bajarê Londonê hate damezrandin.
- 1702 – Şoreşa Fransayê: Seraya Tuileriesê hate talankirin. Louis XVI hate girtin.
- 1809 – Paytexta Ekuadorê Quito, serxwebûna xwe ya ji Spanyayê îlan kir.
- 1904 – Di navbera keştiyên şerê yên rûs û japonan de Herba Behra Zer derket.
- 1920 – Peymana Sêwrê ku Kurdistan û Ermenîstaneke serbixwe dixwest li dar ket.
- 1945 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Japonya teslîm bû û şerê cîhanî yê duyem, li Pasîfîkê xilas bû.
- 1997 – Komara Afrîkaya Başûr, ji ber binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêka Kîprosê firoştina helîkopterên eskerî yên ji bo Tirkiye da sekinandin.
- 2000 – Nifûsa dinyayê gihîşt 6 milyarê.
Jidayîkbûn
- 1874 – Herbert Hoover, endezyar û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê ya 31em
- 1960 – Antonio Banderas, aktor û fîlmçêkerê spanî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1519 –Ferdinand Magellan bi pênc heb keştiyên xwe ji bo tûra xwe ya li derdora dinyayê ji herêma Sevillayê bi rê ket.
- 1914 – Kruvazorên almanan yê bi navê Goeben û Breslaununê di şerê cîhanî yê yekem de gava ji fîloya îngilîzan direviyan ji Tengava Çanakkale derbas bûn û ilticayê Împeratoriya Osmanî kirin. Împeratoriya Osmanî jî ragihand ku ew, wan kirrîne.
- 1952 – Huseyn bin Telal bû şahê Urdunê.
- 1960 – Komara Çadê serxwebûna xwe îlan kir.
- 1972 – Şerê Viyetnamê: Yekîneya şerê erdê ya dawîn yên Dewletên Yekbûyî ji Viyetnama Başûr vekişiya.
- 2003 – NATO fermandariya qewetên aştîparêz ya li Afxanistanê hilda ser xwe, di dîroka xwe ya 54 salî de cara pêşîn e ku li derveyî Ewropayê wezîfe digire.
- 2012 – Li nêzî Tewrêz, Îranê cotek erdhej çêbû. Bi kêmî 306 kes mirin, 3.000 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1894 – Ernst Angel, helbestvan, nivîskar, senarîst, weşanger û psîkoanalîstê awistriyayî-amerîkî
- 1946 – Óscar Berger, siyasetmedarê guatemalî, serokdewletê Guatemalayê yê berê
Mirin
- 2014 – Robin Williams, aktor û komedyenê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1877 – Astronomê amerîkî Asaph Hall, heyva gerstêrka Behramê Deimosê keşf kir.
- 1914 – Şerê Cîhanê ya Yekem: Keyaniya Yekbûyî ji Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê re şer îlan kir.
- 1927 – Li Bolîvyayê 80 hezar kes li ber hikûmetê serî hildan.
- 1953 – Yekîtiya Sovyetan li Qazaxistanê cerribandina bombeya atomî kir.
- 1954 – Eskerên NY'yê ji Koreyê dest bi vekişandinê kirin.
- 1964 – Afrîkaya Başûr ji ber polîtîkayên xwe yên nijadperest ya li welat, ji lîstikên olîmpiyadê hate qedexekirin.
- 1981 – IBM (Şerîkeya Navneteweyî ya Makîneyên Karweriyê) kompûtera xwe ya şexsî a pêşîn pêşkêşê piyaseyê kir.
- 1992 – Kanada, Meksîk û DYA diyar kirin ku hevdîtinên xwe yên ji bo îmzekirina Peymana NAFTA'yê ya pêşîn temam kirine.
- 2005 – Wezîrê Karên Derve yê Srî Lankayê Lakshman Kadirgamar, ji alî nîşanbazek ve hate kuştin.
Jidayîkbûn
- 1866 – Jacinto Benavente, dramatîker û rojnamegerê spanî
- 1887 – Erwin Schrödinger, fizîknasê awistirî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1915 – Charles Hard Townes, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1794 – Maximilien Robespierre, siyasetmedar û hiqûqnasê fransî
- 1827 – William Blake, helbestvanê îngilîz
- 1955 – Thomas Mann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1999 – Can Yücel, şaîr û nivîskarê tirk
- 2004 – Francis Crick, biyolog û fizîknasek îngîlîz
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1792 – Şahê Fransayê Louis XVI ji alî "Mehkemeya Neteweyî" ve hate girtin wek dijminê xelkê hate îlankirin.
- 1889 – Kaşifê alman Ferdinand von Zeppelin, patenta îcada xwe ya balona bi navê Zeplînê, yê ku dikarin werin sewq û îdarekirin wergirt.
- 1918 – Fabrîkê motorê ya BMW li Almanyayê hate damezrandin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Balafirên şerê yên almanan dest bi bombebarankirina balafirgeh û baregehên radaran kir.
- 1960 – Komara Afrîkaya Navend, serxwebûna xwe ya ji Fransayê ragihand.
- 1961 – Hikûmeta Almanyaya Rojhilatê, ji bo ku rê li ber revînan bigire sînorên Berlînê bi têlên strîn girt. Di 20'ê gelawêjê de di şûna van têlan de, dest bi çêkirina dîwara beton kirin.
- 1966 – Mao li Komara Gel a Çînê Şoreşa Çandî îlan kir.
- 1973 – Zulfeqar Elî Buhto, bû serokwezîrê Pakistanê.
Jidayîkbûn
- 1903 – Fahri Korutürk, siyasetmedarê tirk, serokkomara Tirkiyeyê ya 6em
- 1926 – Fidel Castro, siyasetmedar û şoreşgerê kûbayî, serokdewletê Kubayê yê 15em
Mirin
- 1910 – Florence Nightingale, hemşîreya îngilîz-îtalî
- 1956 – Yakub Kolas, helbestvan û nivîskarekî belarûsî
- 2013 – Lothar Bisky, siyasetmedarê alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1893 – Li dinyayê cara pêşîn, li Fransayê plaka danîn ser tirimpêlan.
- 1941 – Serokê Amerîkayê Franklin Roosevelt û serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Winston Churchill, Peymana Atlantîkê weşandin. Ev peyman ji bo ku Hevalbendên Şerê cîhanî yê duyem şerê bi rê ve bibin hatiye îmzekirin.
- 1945 – Di dawiya şerê cîhanî yê duyem de Japonya bê şert û merc teslîm bû. Împerator Hîrohîto da zanîn ku welatê wî teslîm bûye.
- 1947 – Keyaniya Yekbûyî serxwebûna Hindistanê nas kir. Piştî ku serokê Yekîtiya Misilmanan yê Hindistanê Muhammed Ali Cinnah û serokê Partiya Kongreyê Pandit Nehru plana îngilîzan yê parvekirina Hindistanê qebûl kirin, welat bû du parçe û Pakistana serbixwe hate damezrandin.
- 1953 – Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst diyar kir ku ew bombeya hîdrojenî çêkirine.
- 1974 – Tirk cara duyem dest bi îşgala girava Kîprosê kirin: 140.000 - 200.000 yewnanî bûn penaber. Nêzî 6.000 kes hatin qetilkirin, 1.619 kes jî winda bûn.
- 1992 – Artêşa Gurcistanê Abxazyayê îşgal kir.
Jidayîkbûn
- 1867 – John Galsworthy, dramatîker û nivîskarê brîtanî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1956 – Bertolt Brecht, helbestvan û nivîskarê alman
- 1994 – Elias Canetti, nivîskarê bûlxarî-alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 2004 – Czesław Miłosz, helbestvanê polonî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1914 – Ji Kanala Panamayê keştiya ewil derbas bû.
- 1935 – Adolf Hitler zewaca di navbera cihû û almanan de qedexe kir.
- 1945 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Japonya teslîm bû. Îşgala japonan ya Koreyê xilas bû. Li Koreya Bakur û Başûr ev roj wek Roja Xilasiyê tê pîrozkirin.
- 1947 – Hindistan serxwebûna xwe bi dest xist. Jawaharlal Nehru bû serokwezîra ewil yê Hindistanê.
- 1947 – Avakarê Pakistanê Muhammed Ali Cinnah, wek Waliya Giştî li Keraçiyê son xwar û dest bi wezîfeyê kir.
- 1960 – Komara Kongoyê serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
- 1973 – Şerê Viyetnamê: DYA, bombebarankirina Kambocayê sekinand.
- 1984 – Bi êrîşên li Şemzînan û Dihê tekoşîna çekdarî a PKKê dest pê kir. (bnr:15'ê gelawêja 1984'an)
- 2004 – Li Amedê kursa zimanê kurdî hate vekirin.
- 2007 – Li başûrê Kurdistanê , lî bajarokê Qahtaniya ku girêdayî navçeya Mûsilê Şengalê ye, êrîşa reşekujî (terorîstî) pêk hat. Di encamê de nêzîkî 500 kurdên êzîdî jiyana xwê ji dest dan. Hate tesbîtkirin ku di êrîşê dê du ton bombe hatiye teqandin.
Jidayîkbûn
- 1769 – Napoleon Bonaparte, general împeratorê fransî
- 1892 – Louis de Broglie, fîzîknasê fransi, xwediyê Xelata Nobelê
- 1933 – Stanley Milgram, psîkologek amerîkî
Mirin
- 1594 – Thomas Kyd, nivîskarekî lîstikên şano û dramê yê îngilîz
- 1936 – Grazia Deledda, nivîskar û helbestvana îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1975 – Şêx Mucîburrehman, siyasetmedarê bangladeşî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1868 – Li bajara Arica yê Perûyê (îro li Şîleyê ye), pêşî bi erdhejek di hêza 8,5 hejiya piştre jî tsunamî lê ket û bajar wêran bû. 25.000 kes ji bajarê Aricayê, bi tevahî 70.000 kes mirin.
- 1913 – Zanîngeha Împeratorî ya Tōhokuyê (vêga wek Zanîngeha Tohokuyê tê naskirin), xwendekarê xwe ya jin ya yekem qebûl kir.
- 1925 – Fîlma Charlie Chaplin yê bi navê "Êrîşa bo Zêran" hate nîşandan.
- 1929 – Eskerên Çîn û Yekîtiya Sovyetê li herêma Manchuriayê şerr kirin.
- 1946 – Partiya Demokratik a Kurdistana Îran (PDK-Î) li Mehabadê wek PDK'ya yekem hat damezrandin.
- 1960 – Girava Kîprosê serxwebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî ragihand.
- 2008 – Werzişkar Usain Bolt li Beijingê di Lîstikên Havînê ya 2008an de 100 metreyê di 9,69 saniyeyê de baz da û rekora dinyayê şikand.
Jidayîkbûn
- 1832 – Wilhelm Wundt, doktor, psîkolog û fizyolojîstê alman
- 1845 – Gabriel Lippmann, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1913 – Menaxem Begîn, siyasetmedarê îsraelî-belarûsî, Serokwezîrê Îsraelê ya 6em, xwediyê Xelata Nobelê
- 1920 – Charles Bukowski, nivîskar û helbestvanê alman-amerîkî
- 1946 – Mesûd Barzanî, siyasetmedarê kurd, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokê PDK'yê
Mirin
- 1893 – Jean-Martin Charcot, neurologê fransî
- 1899 – Robert Bunsen, kîmyagerê alman
- 2011 – Mihri Belli, siyasetmedar û çalakvanek tirk
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1942 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Qewetên Deryayî yên Amerîkayê li Pasîfîkê êrîşî girava Makinê kirin.
- 1945 – Îndonezya, serxwebûna xwe ya ji Holendayê îlan kir.
- 1949 – Erdheja Kanîreşê 1949: Li Kanîreşa bi ser Çewlîgê ve erdhejek bi mezinahiya 6,7 çêbû. Di erdhejê de 320 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûne.
- 1960 – Gabon serxwebûna xwe ji Fransayê bi dest xist.
- 1969 – Li DYA'yê di bahoza bi navê Camilleyê de 248 kes mirin.
- 1982 – CD'ya (Compact Discs) yekem li Almanyayê derket piyaseyê.
- 1996 – Di navbera Rûsya û Çeçenistanê de bi awayekî fermî agirbest hate îlankirin.
- 1999 – Erdheja Îzmîtê 1999: Li Îzmîtê (İzmit, Tirkiye) erdhejek bi mezinahiya 7,4 çêbû. Di vê erdhejê de zêdertirî 17.000 kes mirin, 44.000 kes jî birîndar bûn.
Jidayîkbûn
- 1930 – Ted Hughes, nivîskar û helbestvanê îngilîz
- 1932 – V.S. Naipaul, nivîskarekî hindistanî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1941 – Lothar Bisky, karsaz û siyasetmedarê alman
- 1953 – Herta Müller, romannivîs û helbestvana alman, xwediyê Xelata Nobelê
- Hunermendê kurd ciwan haco 1957
Mirin
- 1969 – Otto Stern, fîzîknasekî amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1868 – Astronomê fransî Pierre Jules César Janssen, elementa helyûmê keşf kir.
- 1877 – Astronomê amerîkî Asaph Hall, peyka Marsê Phobosê keşf kir.
- 1920 – Li Amerîkayê ji jinan re mafê raydanê hate dayîn.
- 1944 – Cihû, ji kampa komkirinê ya bi navê Drancy'ê yê li Fransayê xilas bûn.
- 1945 – Sukarno, piştî daxuyaniya serxwebûna welatê xwe yê ku rojek berê hatibû îlankirin, wek seroka yekem ya Îndonezyayê bi awayekî fermî dest bi wezîfeyê kir.
- 1950 – Serokê Partiya Komunîst ya Belçîkayê Julien Lahaut, bi sûîqestekî hate kuştin.
- 1958 – Romana Vladimir Nabokov ya bi navê Lolita li Amerîkayê hate weşandin.
- 1971 – Şerê Viyetnamê: Awistralya û Nû Zelenda qerar girtin ku eskerên xwe ji Viyetnamê vekişînin.
Jidayîkbûn
- 1414 – Nûredîn Evdirehman Camî, şairê mezin yê farisî
Mirin
- 1227 – Cengîz Xan, serdarê mongolan
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1630 – Ewliya Çelebî dest bi seyaheta xwe ya ku wê pêncî sal bidome dike. Diçe Kurdistanê jî û li çar aliyê Kurdistanê digere. Paşê van ditînên xwe di kitêba xwe ya bi navê Seyahatnameyê de dinivîse.
- 1878 – Sarayevo ji aliyê Împeratoriya Awistriya-Macaristanê ve hate îşgalkirin.
- 1919 – Efxanistan, serxwebûna xwe ya ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
- 1934 – Adolf Hitler li Almanyayê di referandûma serokkomariyê de bi rêjeya 89,9% dengên 'erê' wergirt. Bi vê yekê, hem bû serokkomar û hem jî ji wezîfeya xwe ya şansolyetiyê re dewam kir.
- 1945 – Şerê Viyetnamê: Ho Chi Minh hate îqtîdarê.
- 1953 – Li Îranê hikûmeta Muhammed Museddiq hate xistin, Mihemed Reza Pehlevî hate îqtîdarê.
- 1954 – Li Amerîkayê partiya komunîst hate qedexekirin.
- 1965 – Serokwezîrê Japonyayê Eisaku Satō bû serokkomara yekem yê ku piştî Şerê cîhanî yê duyem herêma Okinawayê ziyaret kiriye. Hakimiyeta ve herêmê piştî Şerê cîhanî yê duyem ji bo demekê kurt ketibû destê Amerîkayê.
- 1966 – Erdheja Gimgimê: Li Gimgimê (Mûş) erdhejek bi mezinahiya 6,9 richter rû da.
- 1991 – Li Rûsyayê KGB û generalên artêşê yên komunîst hewl dan ku derbe bikin.
Jidayîkbûn
- 1946 – Bill Clinton, hiqûqnas û siyasetmedarê amerîkî, serokdewletê 42em yê DYAyê
- 1970 – Fat Joe, aktor û rapperê amerîkî
Mirin
- 14 – Augustus, qeyserê Împeratoriya Romê
- 1662 – Blaise Pascal, matematîkzan, fîzîknas û bîrewerê fransî
- 1936 – Federico García Lorca, helbestvan û şanonivîsê spanî
- 1977 – Groucho Marx, komediyen û aktorê amerîkî
- 1994 – Linus Pauling, kîmyagerê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 636 – Şerê Yermûkê: Hêzên misilmanan bi serokatiya Xalid bîn Welîd, kontrola Sûrî û Filistînê ji Împeratoriya Bîzansê girtin.
- 1833 – Li Amerîkayê xulaman bi rêberiya Nat Turnerê serî hildan.
- 1866 – Serokê Amerîkayê Andrew Johnson, bi awayekî fermî îlan kir ku Şerê Navxweyî yê Amerîkî xilas bûye.
- 1914 – Şerê Cîhanê yê Yekem: Artêşa almanan Brukselê îşgal kirin.
- 1941 – Ji bo cihûyan kampa komkirin û îmhakirinê ya Drancyê hate çêkirin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Neteweyên Yekbûyî hicûma qewetên Korêya Bakur paşde avêtin. Hêzên Koreya Bakur hewl dabûn ku Çemê Nakdongê derbas bibin û êrîşî bajarê Taeguyê bikin.
- 1953 – Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bi awayekî fermî îlan kir ku cerribandina bombeya hîdrojenî kirine.
- 1960 – Senegal ji Federasyona Maliyê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.
- 1975 – NASA keştiya xwe ya fezayê a bi navê Viking 1 ber bi Marsê ve bi rê xist.
- 1988 – Şerê di navbera Îran-Iraqê de bi agirbestek xilas bû. Ev şer heşt salan dewam kiribû.
Jidayîkbûn
- 1833 – Benjamin Harrison, siyasetmedar, hiqûqnas û generalê amerîkî, serokdewletê Amerîkayê yê 23yem
- 1890 – H. P. Lovecraft, şair û nivîskarê amerîkî
- 1901 – Salvatore Quasimodo, rexneger û lîrîkerekî îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1977 – Gulan Avci, siyasetmedareke swêdî yê esilkurd
- 1983 – Andrew Garfield, muzîkjen û aktorê amerîkî
Mirin
- 1955 – Bêhûd, helbestvanekî kurd
- 1961 – Percy Williams Bridgman, fîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1911 – Tabloya Mona Lîzayê ji aliyê xebatkarek Muzeya Louvreyê ve hate dizîn.
- 1940 – Yek ji serokên Şoreşa Sovyetan Lev Trotskî li Meksîkê hate kuştin.
- 1959 – Serokê Amerîkayê Dwight Eisenhower, Hawaiiyê wek eyaleta 50em îlan kir.
- 1968 – Eskerên Sovyetê Çekoslovakyayê îşgal kirin. Serokdewletê Romanyayê Ceaușescu, ji xelkê xwe xwest ku li hemberî îşgalekê wekî vê çekdar bibin.
- 1983 – Li Filîpînê serokê mixalefetê Benigno Aquino Jr., li balafirgeha navneteweyî ya Manîlayê bi sûîqestekî hate kuştin.
- 1986 – Li Kamerûnê ji gola volkanîk ya Nyosê gazên jehrî derketin. Ji ber van gazan 1746 kes mirin.
- 1991 – Letonyayê, serxwebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetan îlan kir.
- 2001 – NATOyê qerar girt ku eskerên xwe bişîne Makedonyayê.
Jidayîkbûn
- 1895 – Kamiran Alî Bedirxan, parêzger û rojnamenivîsê kurd
- 1926 – Can Yücel, şaîr û nivîskarê tirk
- 1934 – John L. Hall, fîzîknasek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1943 – Henrik Pontoppidan, nivîskarê danîmarkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1642 – Li Îngilistanê şerê navxweyî dest pê kir.
- 1791 – Li Haîtiyê xulam serî hildan.
- 1812 – Li Urdunê bajarokekî dîrokî yê xirabe Petra hate keşfkirin.
- 1901 – Şirketa motoran yê Candillacê hate avakirin.
- 1910 – Japonê Kore îşgal kir.
- 1941 – Artêşa almanan gihîşt Lenîngradê, dorpêça bajêr dest pê kir.
- 1942 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Brazîl, ji Almanya û Îtalyayê re şer vekir.
- 1944 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Romanya ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hate zeptkirin.
- 1962 – Keştiya yekem a bar û rêwiyan a ko bi hêza nûkleerî dişixule NS Savannah dest bi rêwitiya xwe a pêşîn kir.
Jidayîkbûn
- 1893 – Dorothy Parker, helbestvan û nivîskara amerîkî
- 1902 – Leni Riefenstahl, reqsvan, derhêner û wênekêşeke alman
- 1904 – Deng Xiaoping, siyasetvan û şoreşgêrê çînî, Serokwezîrê 1em ya Çînê
- 1942 – Uğur Mumcu, nivîskar û rojnamevanê tirk
Mirin
- 1958 – Roger Martin du Gard, nivîskarê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Nûrî Dêrsimî, pêşengê kurd
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 634 – Xelîfeyê duyem Hz. Ebûbekir wefat kir.
- 1799 – Napoleon Bonaparte, ji bo ku li Fransayê îqtîdarê bi dest bixe ji Misrê veqetiya.
- 1839 – Rêvebirina Hong Kongê ji Keyaniya Yekbûyî re hate berdan.
- 1914 – Şerê Cîhanî yê Yekem: Japon ji Almanyayê re şer îlan kir û bajara Qinqdaoyê (Çîn) bombebaran kir.
- 1923 – Peymana Lozanê ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê ve hate qebûlkirin.
- 1939 – Di navbera wezîrên derve yên Almanya û Yekîtiya Sovyetan de Pakta Molotov-Ribbentropê hate îmzekirin.
- 1942 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Di navbera Almanya û Yekîtiya Sovyetan de Herbê Stalîngradê dest pê kir.
- 1990 – Sedam Huseyn berî îşgala Kuweytê ji welatên rojava xwest ku balyozxaneyên xwe vala bikin.
- 1991 – Ermenistan serxwebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetan îlan kir.
- 2011 – Li Lîbyayê dawî li rejîma Muemer Qedafî anîn.
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1814 – Eskerên îngilîzan Washington D.C.'yê îşgal kirin, agir berdan ser Qesra Spî (White House) û gelek avahiyên din.
- 1858 – Li Richmond, Virginiayê (Amerîka) 90 reşşik bi sûca perwerdebûnê hatin girtin.
- 1891 – Thomas Alva Edison patenta kamerayê ku kêşana bihereket dikare bike wergirt.
- 1912 – Alaska tevlî Amerîkayê bû.
- 1931 – Fransa û Yekîtiya Sovyetê, peymana êrîşnekirinê îmze kirin.
- 1949 – Peymana Bakurê Atlantîkê (mitabeqeta ku pê NATO hate avakirin) kete meriyetê.
- 1954 – Serokdewletê Brazîlê Getúlio Vargas întihar kir.
- 1968 – Fransa bombeya hidrojînî a pêşîn bi kar anî.
- 1991 – Mîxaîl Gorbaçov ji serokatiya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetan îstîfa kir. Di eynî rojê de; Estonya, Letonya û Ukrayna seexwebûna xwe ragihandin. Û pêvajoya parçebûna Yekîtiya Sovyetan dest pê kir.
- 2006 – Yekîtiya Navneteweyî ya Astronomiyê (IAU) qerar da ku Pluto ne gerstêrk e, ew nîvgerstêrk e. Yanî gerstêrkek biçûk e.
Jidayîkbûn
- 1899 – Jorge Luis Borges, helbestvan û nivîskarê arjentînî
- 1932 – Ordîxanê Celîl, zimannasê kurd
- 1947 – Paulo Coelho, strannivîs û romannivîsê brazîlî
- 1973 – Udo Pastörs, siyasetmedarê alman
Mirin
- 1943 – Simone Weil, fîlozof û aktîvîstê fransî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1758 – Şerê Heft Salan: Şahê Prûsyayê Friedrich II, artêşa rûsan mexlûb kir.
- 1825 – Ûrûguay serxwebûna xwe ya ji Brezîlê îlan kir.
- 1830 – Şoreşa Belçîkayê dest pê kir.
- 1933 – Îtalya û Yekîtiya Sovyetan peymana êrîşnekirinê îmze kirin.
- 1933 – Li herêma Sichuan a Çînê erdhejek çêbû. Di vê erdhejê de 9 hezar kes mirin.
- 1940 – Balafirên herbê yên almanan dest bi bombebarankirina bajarê Londonê kirin.
- 1944 – Paytexta Fransaye Parîs, ji îşgala almanan xilas
- 1980 – Zîmbabwe beşdarî Neteweyên Yekbûyî bû.
- 1991 – Belarûs serxwebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetan îlan kir.
- 1991 – Linus Torvalds (çêkera Linuxê) ragihand ku ew, sîstemekî xebitandinê yê nû çêdikin û her kesê ku eleqedarê vê ye dikarin alî wan bikin.
Jidayîkbûn
- 1928 – Herbert Kroemer, fîzîknas û endezyarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1776 – David Hume, fîlozof, dîroknas û aborînasekî skotlendî
- 1900 – Friedrich Wilhelm Nietzsche, helbestvan û fîlozofê alman
- 1908 – Henri Becquerel, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1976 – Eyvind Johnson, nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2012 – Neil Armstrong, pîlot,endezyar û astronotê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1789 – Meclîsa Fransayê "Danezana Heqên Însan û Hemwelatiyan" qebûl kir.
- 1814 – Şerê Serxwebûnê a Şîleyê: Di herba "Las Tres Acequias"ê de di navbera hêzên serhildêr yên José Miguel Carrera û Bernardo O'Higginsê de şerê navxweyî derket.
- 1920 – Jin, li Amerîkayê cara pêşîn ray dan.
- 1936 – Keyaniya Yekbûyî, Kanala Suweyşê xaric, ji Misrê re serxwebûna wan da.
- 1936 – Weşana televîzyona bideng a yekem di kanala BBC'yê de hate kirin.
- 1940 – Çad bi rêberiya Félix Ébouéyê (waliya kolonyal ya Fransayê ya reşik), bû koloniya pêşîn a Fransayê ê ko beşdarî Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Duyem (Qewetên Mittefîqan) bû.
- 1944 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Qewetên "Fransayê Azad" bi serokatiya Charles de Gaulle ketin Parîsê û dawî li Fransaya Vichyê (dewleta kûkla yê ku Almanya, li derdora bajarê Vichy yê Fransayê ava kiribû) anîn.
- 1966 – Şerê serxwebûnê a Namîbyayê bi herba Omugulugwombasheyê dest pê kir.
Jidayîkbûn
- 1880 – Guillaume Apollinaire, helbestvan û rexnegîrê fransî-îtalî
- 1882 – James Franck, fîzîknasê alman-amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1910 – Mader Teresa, rahîbe û mîsyonera hindistanî-makedonî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1980 – Chris Pine, aktorê amerîkî
Mirin
- 1998 – Frederick Reines, fizîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1813 – Împeratorê fransî Napoleon I di Herba Dresdenê de hêzekê mezin yê Awistriya, Rûsya û Prûsyayê mexlûb kir.
- 1828 – Ûrûguay dema şerê Cisplatineyê a di navbera Brazîl û Arjentînê de, di hevdîtinên aştiyê a ewilîn de serxwebûna xwe bi awayekî fermî deklare kir. Ev hevdîtin ji aliyê Keyaniya Yekbûyî ve hatibû amadekirin.
- 1859 – Li eyaleta Pensîlvanya yê Amerîkayê bîra petrolê ya yekem hate vekirin.
- 1947 – Cezayir ji Fransayê serxwebûna xwe xwest.
- 1959 – Keştiya fezayê ya rûsan Sputnik 3, tevî du kûçikên tê de şandin fezayê.
- 1979 – Waliya hindistanê yê dawîn Lord Louis Mounbatten, bi bombeya ku ji aliyê IRA'yê (Artêşa Komarî yê Îrlendayê) ve di yatê wî de hatibû bicihkirin hate kuştin.
- 2003 – Mars ji dinyayê re piştî 60 hezar salan dîsa ji nêz ve derbas bû.
- 1991 – Moldova, serxebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetan îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1770 – Georg Wilhelm Friedrich Hegel, fîlozofê alman
- 1908 – Lyndon B. Johnson, fermandar û siyasetmedarê amerîkî, serokê 36'emîn ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
- 1915 – Norman Foster Ramsey, Jr., fîzîknasek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1929 – Yaser Erefat, siyasetmedarê filistînî
- 1946 – John C. Mather, astrofîzîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1950 – Cesare Pavese, nivîskar û şaîrê îtalî
- 1958 – Ernest Lawrence, fizîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1521 – Artêşa Osmaniyan, bajarê Belgradê (bi nava berê Nándorfehérváyê) îşgal kir.
- 1914 – Şerê Cîhanî yê Yekem: Qewetên almanan bajarê Namur a Belçîkayê girtin.
- 1916 – Şerê Cîhanî yê Yekem: Almanya ji Romanyayê re şer îlan kir. Îtalya jî ji Almanyayê re şer îlan kir.
- 1924 – Muxalefeta Gurcistanê li hember Yekîtiya Sovyetê serhildanek da dest pê kirin.
- 1943 – Şerê Cîhanî yê Duyem: Li Danîmarkayê, li dijî dagirkeriya Naziyan gireva giştî dan dest pê kirin.
- 1963 – Li Amerîkayê "Meşa Heqên Sivîlan" ku ji Başûr dabûn dest pê kirin, li Washington, D.C.yê, ber abîdeya Lincolnê bi dawî bû. Martin Luther King, xeberdanê xwe ya ku bi I have a dream - "xeyalekî min heye" - dest pê dike li ber 200.000 kesan kir.
- 1990 – Iraq, Kuweytê wek herêma xwe ya nû îlan kir.
- 1990 – Li Illinoisê bahozek derket: 28 kes mirin.
- 1991 – Ûkrayna serxwebûna xwe ya ji Yekîtiya Sovyetê îlan kir.
- 1991 – Mîxaîl Gorbaçov ji sekreteriya Partiya Komunîst a Sovyetan îstîfa kir.
Jidayîkbûn
- 1749 – Johann Wolfgang von Goethe, nivîskar, helbestvan, zanistvan û firmesunê alman
- 1903 – Bruno Bettelheim, psîkoanalîst û psîkologê amerîkî
- 1957 – Ivo Josipović, hiqûqnas û siyasetmedarê kroatî, Serokdewletê Kroatyayê a 3yem
Mirin
- 430 – Augustînus, teologek cezayîrî
- 2006 – Melvin Schwartz, fîzîknasek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2012 – Alfred Schmidt, fîlozofekî alman
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1498 – Vasco da Gama qerar da ku ji Calicutê derkeve û vegere Keyaniya Portûgalê.
- 1825 – Keyaniya Portûgalê serxwebûna Brazîlê nas kir.
- 1831 – Michael Faradayê înduksiyna elektromagnetîk keşf kir.
- 1910 – Peymana Japon-Koreyê ya 1910an, ku bi navê Peymana Esîrgirtinê a Japon-Koreyê tê zanîn, li Koreyê pêvajoya hakimiyeta Japonê bi awayekî fermî hate aktîvkirin.
- 1918 – Polonya serxwebûna xwe îlan kir.
- 1941 – Talinn, paytexa Estonyayê, piştî îşgala Yekîtiya Sovyetan ji aliyê Naziyan ve hate îşgalkirin.
- 1949 – Projeya Sovyetê a bombeya atomê: Yekîtiya Sovyetan ezmûnên xwe ya yekem a bombeya atomî, ku wek First Lightning an wek Joe 1 tê zanîn, li Sêmîpalatînskê, Qazaxistanê cerriband.
- 1950 – Şerê Koreyê: Eskerên brîtanî ji bo ku hebûna Amerîkayê a li Koreyê xurttir bikin çûn wir.
- 1966 – Nivîskar Misrî û serokê Hereketa Birayên Misilman (Îxwan el Muslîmîn) Seyîd Qutib, hate dardekirin.
- 1988 – Bi hezaran kurd ji artêşa Iraqê reviyan û li ber sînora Tirkiyeyê civiyan.
Jidayîkbûn
- 1632 – John Locke, fîlozofê îngilîz
- 1780 – Jean Auguste Dominique Ingres, helbestvanê fransî
- 1862 – Maurice Maeterlinck, nivîskarek belçîkayî
- 1958 – Michael Jackson, stranbêj, fîlmçêker, dancer û aktorê amerîkî
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1918 – Hewldana kuştina Lenînê: Hewl dan ku ji lîdera bolşevîk Vlademir Lenînê re sûîqestek bikin. Herçiqas Lenîn bi awayekî dijwar birîndar bûbe jî ji vê sûîqestê sax xilas bû.
- 1941 – Artêşa almanan dest bi dorpêçkirina Lenîngradê kirin. Ev dorpêç, 900 roj berdewam kir.
- 1963 – Xeta telefonê a sor yê ku di navbera Kremlîn (avahiya ku serokdewletê rûsan lê dimînin) û Qesra Spî (avahiya ku serokdewletê amerîkiyan lê dimînin) de hevdîtina rasterast temîn bike kete dewreyê.
- 1981 – Serokdewletê Îranê Muhammed Elî Recaî û serokwezîr Muhammed Cevad Behonar di êrîşekî bombeyî de hatin kuştin.
- 1988 – Hikûmeta Tirkiyeyê bi hezaran kurdên ku ji artêşa Iraqê ber bi Bakurê Kurdistanê ve reviyabûn û li sînora Tirkiyeyê civiyabûn, qebûl kir ku bikevin Tirkiyeyê.
- 1995 – NATO li hemberî Sirbên bosniyayî operasyona hewayî da dest pê kirin. Operasyona Hêza Plankirî, piştî Şerê cîhanî yê duyem yek ji bombebaranên herî dijwar bû.
- 1999 – Xelkê Tîmora Rojhilat ji bo serxwebûna xwe ya ji Endonezyayê di referandumekê de dengê xwe dan.
Jidayîkbûn
- 1912 – Edward Mills Purcell, fizîknasê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1928 – Wilhelm Wien, fizîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 – Joseph John Thomson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2006 – Naguib Mahfouz, nivîskar û rojnamevanê misrî, xwediyê Xelata Nobelê
- 2013 – Seamus Heaney, nivîskarê îrlendî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Bûyer
- 1897 – Thomas Edison ji bo kamerayê xwe yê fîlmê Kînetoskopê patentek wergirt.
- 1939 – Ji bo ku sedem û behaneyekê ji bo Şerê li dijî Polonya biafirîne, Almanyayê di 31'ê gelawêja 1939'an de çend nakokiyên ser sînor û erişa li dijî Sentrala radyoyê ya Gleiwitzê provoke kir. Piştî rojekê, ji ber vê yekê Şerê cîhanî yê duyem li Ewropayê dest pê kir.
- 1966 – Artêşa Iraqê, bajarê Hewlêrê ku di destê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de bû îşgal kir.
- 1988 – Kurdên Başûr ku ji zilma dewleta Iraqê direviyan ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin û dest pê kirin ji sînora Tirkiyeyê derbas bûn.
- 1991 – Qirgizistan serxwebûna xwe ya ji Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst îlan kir.
- 1996 – Hêzên Sedam Huseyn piştî ku Mesûd Barzanî ji bo mexlûbkirina reqîba xwe YNK'ê jê alîkarî xwest bajarê Hewlêrê bi dest xist.
- 1998 – Korêya Bakur peyka xwe a pêşîn şande fezayê.
- 2010 – Şerê Îraqê piştî axaftina serokê Amerîkayê Barack Obama bi awayekî fermî xilas bû.
Jidayîkbûn
- 1908 – William Saroyan, nivîskarê ermenî-amerîkî
- 1949 – H. David Politzer, fîzîknasek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1977 – Jeff Hardy, pro wrestlerê amerîkî
Mirin
- 1867 – Charles Baudelaire, rexnegir û helbestvanê fransî
- 1920 – Wilhelm Wundt, psîkolog û fîlozofê alman
- 1927 – Andranîk Ozanyan, serhildêrê ermenî
- 2005 – Józef Rotblat, fîzîknasê brîtanî-polonî, xwediyê Xelata Nobelê
nîşan bide – biguherîne – dîrokê bibîne
Di dîrokê de îro • Arşîv
Kanûna paşîn – Sibat – Adar – Nîsan – Gulan – Hezîran – Tîrmeh – Tebax – Îlon – Çiriya pêşîn – Çiriya paşîn – Kanûna pêşîn