Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/28ê kanûna paşîn
Xuyakirin
Bûyer
- 1517 – Artêşa Osmaniyan bajarê Qahîreyê dagir kir.
- 1871 – Şerê Fransa-Prûsyayê: Di dorpêçkirina Parîsê de Fransa teslîm bû û şer bi dawî bû.
- 1909 – Hêzên artêşa amerîkan ji Kûbayê vekişiyan.
- 1918 – Di bûyerên şerê sivîl ê Fînlendayê de serhildêran bajarê Helsinkiyê zemt kirin.
- 1921 – Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Mustafa Suphî tevî 15 hevalên xwe di Deryaya Reş de ji aliyê Kemalîstan ve hate fetisandin.
- 1932 – Japonyayê êrîşî Şanghayê kir.
- 1935 – Îsland bû yekemîn welatê rojavayî ku zarokjiberbirin bi destûra fermî hate pejirandin.
- 2006 – Li bajarê Polonyayê Katowiceyê banê pêşengehekê ji sedema giraniya berfê rûxiya. Di encamê de 65 kes mirin û bêhtirî 170 kesî brîndar bû.
Jidayikbûn
- 1225 – Thomas Aquinas, keşeyê îtalî
- 1955 – Nicolas Sarkozy, serokkomarê Fransayê
Mirin
- 814 – Karlê Mezin, damezrînerê Împeratoriya Romê ya Pîroz
- 1725 – Peterê Mezin, çarê Rûsyayê
- 1939 – William Butler Yeats, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê
- 1970 – Werner Caskel, dîrokzan, profesorê fîlolojiya rojhîlatê û nivîskarekî berhemên dîrokî ku bi eslê xwe alman bû
- 1996 – Joseph Brodsky, helbestvanê xwediyê Xelata Nobelê