Xanedana Yuan
Xanedana Yuan 元朝 | |||||
| |||||
![]() Xanedana Yuan (1294)
|
Xanedana Yuan (çînî: 元朝; "Yuáncháo"; mongolî: Dai Ön Yeke Mongghul Ulus) xanedaneke ku di navbera 1280-1368 de li Çînê hukumdar bû. Xanedan ji hêla Mongolan ve hatî damezrandin.
Kubîlay Xan damezrînerê xanedanê ye ku neviyê Cengiz Xan, kurê Tuluy e. Di sala 1368an de împerator Togon Temur neçar ma ku paytext Dadu (çînî: 大都 Dàdū, farsî: خان باليق Khān Bālīq, tirkî: Hanbalık) berde û bireve bakur. Ji vî şunda xanedan bi navê Xanedana Yuan ya Bakur hatîye nav kirin. "Tadu" navenda bîngehîn a Xanedana Yuan e ku ji hêla Kubîlay Xan ve hatîye saz kirin û niha paytexta nujen ya Çîn ê, Beijing e.
Xanedan bi rastî beşek ji împeratoriya Mongolan e ku ji Ewropaya Rojhilat û Rûsya heya Rojhilata Navîn, Çîn û Koreya dirêj dibe. Lêbelê, Mongolên vê xanedanê tenê bi împaratoriya Çîn re mijûl bûn û tercîh kirin ku li şûna sernavê "Kaxanê Mongol", sernavê "împeratorê Çîn" bi kar bînin.
Qedexe û zordarîyên bêbandor ku ji hêla rêveberiya Mongol ve dahate kirin bu sedema serhildanên Çînan ango gelê Han. Di sala 1333an de serhildan li seranserê welat belav bu. Di sala 1340na de lî başûrê Çîn Serhildana Turbana Sor derket û li dewerên din yê welat belav bu. Yek ji serverên vê serhildanê Zhu Yuanzhang di sala 1368an de bajarê Dadu bi dest xist. Xanedana Yuan têk çu, xanedana Ming hate damezrandin.
Artêşa Yuan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Artêşa xanedana Yuan piranî ji eşîrên Mongolan pêk dahat. Di nav artêşê de her wiha çekên barûdê jî hebûn. Di dema Kubîlay Xan de gelê Ûygûr di artêşêda gihîştine astên girîng, lê gelên Han ji vî mafî bêpar bun. Çînên Han dikarîbun di artêşêda kêm cîhan bigirên. Ew ji dest xistina rayên bilind hatibun asteng kirin. Di dema Yuan de çînên Han ji ber komkujîyan koçî cîhê din kirin.
Binêre[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
Dîroka Çîn | ||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|
KEVNAR | ||||||||
Neolîtîk d. 8500 – d. 2070 B.Z. | ||||||||
Xia d. 2070 – d. 1600 B.Z. | ||||||||
Shang d. 1600 – d. 1046 B.Z. | ||||||||
Zhou d. 1046 – 256 B.Z. | ||||||||
Zhou (Rojava) | ||||||||
Zhou (Rojhilat) | ||||||||
Serdema Bihar û Payiz | ||||||||
Serdema Dewletên Şer Dikin | ||||||||
ÎMPERATORÎ | ||||||||
Qin 221–207 B.Z. | ||||||||
Han 202 B.Z. – 220 P.Z. | ||||||||
Han (Rojava) | ||||||||
Xin | ||||||||
Han (Rojhilat) | ||||||||
Sê Împeratorî 220–280 | ||||||||
Wei, Shu and Wu | ||||||||
Jin 265–420 | ||||||||
Jin (Rojava) | ||||||||
Jin (Rojhilat) | Şanzdeh Keyanî | |||||||
Xanedanên Bakur û Başûr 420–589 | ||||||||
Sui 581–618 | ||||||||
Tang 618–907 | ||||||||
(Wu Zhou 690–705) | ||||||||
Pênc Xanedan û Deh Keyanî 907–979 | Liao 916–1125 | |||||||
Song 960–1279 | ||||||||
Song (Bakur) | Xia (Rojava) | |||||||
Song (Başur) | Jin | Liao (Rojava) | ||||||
Yuan 1271–1368 | ||||||||
Ming 1368–1644 | ||||||||
Qing 1644–1912 | ||||||||
MODERN | ||||||||
Komara Çîn 1912–1949 | ||||||||
Mançukuo 1932–1945 | ||||||||
Komara Gel a Çînê 1949– | ||||||||
Komara Çînê (Taywan) 1949– | ||||||||