Xendek, Hezex
Xendek | |
---|---|
Hendekköy | |
Koordînat: 37°23′49″Bk 42°3′30″Rh / 37.39694°Bk 42.05833°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Hezex |
Nahiye | Hezex (navend) |
Bilindahî | 445 m (1460 ft) |
Nifûs (2011) | 84[1] |
Koda postayê | 73300 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Dûrahî | ||
Bajar | gund | Navçe |
---|---|---|
? km | ? km |
Xendek (bi tirkî: Hendekköy), gundekî navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împeratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.
Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî; keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike, gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê dibore êdî bêhna axa kurdan tê.
Li bakûrê Xendekê Kereşa, li başûr Tilêla, li rojava Kanîreş û Bafê û li rojhilat jî Mizgeftok û Cerehî hene. Di navbera Xendekê û Mizgeftok (Laleşok)ê de xirabajarekî mezin heye. Navê vî xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.
Di nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.
Navên kehniyên wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di Xendeka rengîn de gelek kanî û robar hene. Di eslê wê de Xendek cihek biav e. Ji aliyê avê ve tu kêmasiyên wê nîn in. Hem çemê Dîjleyê hem seqlanên wê û hem jî kaniyên wê pirsgirêka avê çareser kirine. Çiqas ku dizanim hê bêhtir kanî hene jî kaniyên ku min tespîtkirîn ev in:
- Kehniya ‘Elkê
- Kehniya Binya Êş
- Kehniya Biya Ewlên (Goreka şêx an jî ilimdarekî li wir e. Yên nexweş diçin wir û wextekî dirazin. Piştî wextekî li gor baweriyê; ew zat tê xewna nexweşî û weke marekî ser re diçe û nexweş sax dibe.)
- Kehniya Cim’îka (cihê Civînê)
- Kehniya Cirnika
- Kehniya Çelo
- Kehniya Çemê Sor
- Kehniya Dehlokê
- Kehniya Êliya
- Kehniya Gund
- Kehniya Gundik
- Kehniya Haco
- Kehniya Hejira Kozê
- Kehniya Hejîrê
- Kehniya Kaşikê Hejîrê
- Kehniya Kêpo
- Kehniya Mêrga Dehşika
- Kehniya Mêrgê
- Kehniya Pîseka
- Kehniya Sitiyê(Sitiya Xirabajar)
- Kehniya Şixra
- Kehniya Temes
- Kehniya Tirik
Navên cih û war û kaşik û xirabajaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xendek ji aliyê navdayînê ve jî pir pêş ketiye. Cih nîn e ku bênav maye. Li her kanî, li her kaşik û li her deştî re navek dîtine. Niha jî hin navên ku min tomar kirîn:
- Aşkê Mejdîn
- Bankê Pîro
- Bêndera Zûr
- Benê Purtî
- Berka Şemdîn
- Beroş
- Beroşê Hemîdê
- Besta Qelêç
- Bestê (Li ber çem cihê bi bestik û fireh û rast e.)
- Çaya Kurtik
- Çemê Binya Ewlên
- Çemê Ehmo
- Çemê Sor
- Çemê Spîndara
- Çemê Şirt
- Çemkê Legan
- Dehlok (Li ber Çemê Dîjleyê cihekî dar û ber e.)
- Derê Şikeftan
- Deşt
- Deştok (Deşta duyem a piçûk e.)
- Erdê Kehniya Cirnik
- Gilxenzîr
- Girê Nêriya
- Girkê Legan
- Girkê Tûpişka
- Girkê Zixronek
- Goniyê Dinho
- Gulşîlan
- Kêlkê
- Kevir Sipîka
- Korta Dehlokê (Bi ser dehlokê re.)
- Mendîşan
- Mextera Şewlo
- Mişar
- Mişara ‘Îdo
- Mişara Govê
- Mişara Kurdiyanya
- Pişta Êş
- Qelêç
- Sêlewan
- Serê Sûlavê
- Serêş
- Sûlav
- Şemilwan
- Tirik
- Xendeka Xirabe (Gundekî wextê Bîzansiyan mayî ye. Nêzîkî 1600 sal dîroka wê heye. Sûrên wê hêjî bi cih in).
- Xwêrêz
- Zeviya Dirêj
- Zeviya Ezdîn
- Zeviya Garanê
- Zeviya Mecîd
- Zeviya Mezin
- Zeviya Miho
- Zeviya Noko (Nehka)
- Erdê Kehniya Mêrgê
- Niwala Kurtik
- Aşê Mala Hacî
- Berseqlan
- Aşê Mehûjoka
- Banê Rast
- Erdê Kehniya Sitiyê
Gundên xirabe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wek me got Xendek xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Divê lêkolînek mezin werê kirin. Niha hin cihên dîrokî û xirab e:
- Xendeka Xirabe (Ji Xendeka nû bi qasî 300 m dûr e. Gundekî ku ji Bîzansiyan an jî Romayê mayî ye. Kela wê hê jî dimêne. Pere, lûleyên avê, malên wan hê jî tên dîtin).
- Xirabajar (Di navbera Xendek û Mizgeftokê de ye. Navê wê yê rast Kurdiyanya ye. Ew jî xwediyê kelehekî ye. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Li gor berê bajarek mezin e. Şûnmahiyên malên wan hê jî dixûyin).
- Kavilê Biya Ewlên
- Kavilê Kêçê
- Kavilê Kehniya Kêpo
- Kavilkê Behîvê
Beriya xirabûna gund malên di Xendikê de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beriya niha 17 salan weke gelek gundên din gundê me Xendek jî hate şewitandin, hate xirakirin. Hingî 48 mal têde bûn. di her malê 5 kes hebin jî hema hema dike 200 mirov. Ev hemû neçar man ku ji gundên xwe birevin û derbikevin; hinek di vê revê perîşanbûn, hinek jî mirin.
Dîsa sala 1998’an 10-15 mal vegeriyan warên xwe û Xendek ji nû ve avakirin. Niha ava ye û nêzî 8 malên bicih 10 malên koçer têde dijîn.
Ez hêvîdar im ku em ê dîsa li gundên xwe vegerin û em ê warên xwe şîn bikin. Niha hinek li Ewrûpa hinek li bajarên Tirkiyeyê (Antalya, Stenbol), hinek li Mezopotamyayê dijîn. Niha jî lîsteya malên ku li Xendekê bicih bûn:
- Mala Ehmedê Silêman: 4 malên wan
- Mala Elî Haciya: 2 malên wan
- Mala Emerê Delo
- Mala Emerê Elî: 6 malên wan
- Mala Emerê Fatim: 2 malên wan
- Mala Mele Evdirehmanê Xendekî
- Mala Hacî Sedûn: 5 malên wan
- Mala Hemedê Hesen: 3 malên wan
- Mala Hemedê Resûl
- Mala Hemedê Sofî
- Mala Hesoyê Simaîl: 2 malên wan
- Mala Mele Mehmût
- Mala Mihêyê Neder
- Mala Mirad: 7 malên wan
- Mala Qaso Tilêlî
- Mala Reşîd
- Mala Salihê Evdê: 2 malên wan
- Mala Sebriyê Qasê
- Mala Sofî Evdirehman: 3 malên wan
- Mala Şêx Simaîl: 2 malên wan
- Mala Xelîlê Ebo
Tevahî: 48 mal
Hejmara Ciwanên beriya 1994an (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Lêkolîner Rênas Xendekî
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- http://www.facebook.com/groups/xendek.hezex
- http://www.facebook.com/renasxendeki
- http://renasxendeki.wordpress.com