Împeratoriya Eşkanî
Împeratoriya Eşkanî
Keyaniya Eşkanî | ||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||
Împeratoriya eşkaniyan di salên 60'ê BZ de
| ||||||||||||||||||
|
Împeratoriya Eşkanî (bi zimanê pehlewanî: Pahlav/Pahlavanigh,[çavkanî hewce ye] erebî بارثيون, farisî اشکانیان) an Keyekseriya eşkaniyan an jî Pehlewanistan an jî Împeratoriya partan — împeratoriyeke kevnar, ku derdora salên 250 berî zayînê li başûr û başûrê rojhilatê Derya Xezarê ava bûye. Di qirna 1 berî zayînê de êdî axeke mezin ji Mezopotamyayê heta Hindistanê hildigirte nava xwe. Di salên 220 piştî zayînê (P.Z.) dawî bi hebûna wê hat.[1]
Di nivîsarên çînî Çjan Tsen Împeratoriya eşkaniyan û keyadana Arsî (Arşak) bi navê Ansî derbas dibe.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Destpêk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gor teoriyekê orijîna Eşkaniyan bi bingeha xwe Îskîtên bi navê Parnî (Parni) ne, ku li başûr rojhilata Deryaya Mazenderan bicih bibûn. Kîngê wan koçî satrapa Perthava (bi zimanê înglîzî yan latînî Parthia) kir wan navê Perth yan Parth (bi zimanê îro Pehl wergirt.[2]
Avabûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî mirina Îskenderê Makedonî (323 B.Z.) împeratoriya wî parî çend dewletan dibe.[3] Destpêkê axa Ariyan dikeve destê Selewkîdan(312 B.Z.), axa Medya radestî Pîtonê yûnan dikin, beşeke Medyayê di destê rêberê wî yê kevn Adirpêt de dimîne û lewra wek Medya Atropatena an Medya Biçûk tê binavkirin, li bakurê-rojhilat dewleta Greko-Baktriya (Greko-Baxtrîş) (256 B.Z.) ava dibe, li dorhêla Xorasanê jî Keyatiya Pehlewana (Pehlewanistan) (250 B.Z.) ava dibe.[3]
Dameziranêrê Împeratoriya eşkaniyan keya Arşak e, rêberê eşîra Parna, yê ku di sala 250 B.Z. li dijî împeratoriya Selewkîdan serî hildide. Di yek ji cengan de keya Arşak tê kuştin û rêbertiya serhildanê û eşîra Parna derbasî birayê wî Tîrîdat dibe. Hemû hewiladanên împerator Selewk II ên têkbirina serhildanê bêencam dimînin, lewma di navbera salên 230-227 da ew neçar dimîne serxwebûna Pehlewanistanê bipejirîne.
Tîrîdat bi fermî wek keyayê Împeratoriya eşkaniyan tê îlankirin û navê xwe yê rêbertiyê diguhere û dibe Arşak II. Di sala 209 B.Z. Pehlewanistan serxwebûna xwe winda dike, dikeve destê împeratorê Selewkîdan Antîoxos III ê Gewre, lê piştî demeke kurt serxwebûna xwe careke din vedigerîne.[4]
Firehbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keyayê Împeratoriya eşkaniyan Mîtrîdat I (170—138 B.Z.) axa Persya û piraniya Mezopotamyayê ji dest împeratoriya Selewkîdan digire, herwiha beşeke dewleta Greko-Baxtrîş jî (axa heta çiyayê Hindûkuş (wergera ji zimanê pûştû kujerê Hindiya)) dikeve destê Pehlewanistanê. Mîtrîdat I tîtûla şahînşah li ser xwe dipejirîne û bi vî rengî dibe mîrasgirê Hexamenişiya (împeratoriya Medopersya (559 B.Z.–338 B.Z.) Selewkîd çend caran hewl didin Pehlewanistan zeft bikin, lê sernakevin. Cara dawî artêşa împeratorê selewkîdî Antîox VII di sala 129 B.Z. windahiyên giran dide.
Împeratoriya eşkaniyan di dema desthilatdariya keya Mîtradat II (124 b.z.–88 b.z.) aramiyê dest dixîne. Heta wê demê bi dewletên cîran re tim di nav şer de ye.
Temasên bi Romê re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekemîn temasên Împeratoriya eşkaniyan bi Romê re di destpêka sedsala I B.Z. çêdibin. Bi peymana sala 92 B.Z. çemê Firatê wek sînora di navbera Romê û Pehlewanistanê tê diyarkirin.[5]
Di dema desthilatdariya keya Ard II (57—37/36 B.Z.) de leşkerên romî di bin rêbertiya serleşker Markûs Lîsînîûs Krassûs (Marcus Licinius Crassus) da çemê Firatê derbas dikin û dikevin Mezopotamyayê, di cenga ku di sala 53 b.z. de pêk tê, pehlewanî li Xarranê Împeratoriya Romê bin dixin. Di wê cengê de serleşkerê romî Krassûs ji aliyê pehlewaniyan ve tê kuştin.
Ber bi sala 40 B.Z. ve pehlewanî hema-hema tevahiya Asya Biçûk, Sûrî û Filîstîn hildigirin destê xwe. Bi serkeftinên Pehlewanistanê otorîte û desthilatdariya Romê dikevin xeteriyê, lewma di salên 39-37 B.Z. romî êrîş dibin ser pehlewanan û herêmên windakirî paşde vedigerînin. Lê bes binketina artêşa romî ya di bin rêbertiya serleşker Antonîûs de (36 B.Z.) li Medya Atropatenayê desthilatdariya Romê li ber çamê Firatê rawestand.[2]
Di dema Augustus de di sala 20 b.z. de herdu dewletan çemê Firat bi bajarê Dura Europos ve wek sînora navbera hev de diyar kirin û pehlewanan ew xakên dagirkirî şunda ji Romê re vegerandin.[2] Ji dema Augustus û pê ve împeratorên romî ji bo destxistina Pehlewanistanê hem diketin şerên navxweyî, hem jî di nav pehlewana de jî pevçûn gur dikirin. Di encama siyaseta romî de li Pehlewanistanê çend liv şerên navxweyî pêk hatin, lê di sala 43'an de serhildana dijpehlewana li Selewkiyayê hat têkbirin, bajarên yûnanî xweseriya xwe winda kirin û li Pehlewanistanê hewaya dijhelenî (dijyûnanî) û dijromayî belav bû.[2]
Cengên dinên navbera pehlewanî û romayiyan di demê împeratorên Nero Nero (ji Ermenistan 54–63), Trajan (114–117), Marcus Aurelius (161–166), Septimius Severus (195 û 197/198) û Caracalla (216–218) de bûn.
Ruxîna keyatiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têkoşîna ji bo desthilatdariyê ya hundurîn û êrîşên alanan bûn sedem ku Pehlewanistan hêdî-hêdî ber bi têkçûnê ve biçe. Roma vê sistbûna Pehlewanistanê bi kar anî û êrîşên giran li hember rojavayê welêt pêk anî. Lêdana herî hestiyar serleşkerê romî Trayan pêk anî, yê ku axa ji bakurê Kurdistanê heta başûrê Mezopotamyayê zeft kir û bajarê Tîsfûn ji xwe re kir wargeh.[2]
Herçiqas pehlewanî dem bi dem romiyan têk dibirin, lê pêvajoya hilweşîna siyasî ya keyatiyê destpê kiribû û rawestandina vê yekê ne gengaz bû. Êrîşên ji stepên Asyaya Navîn ji Saka û Împeratoriya Kûşan dihatinî jî bandor li ser Pehlewanistanê dikir. Şerên ji der û li hundur welat sist kirin. Li Farsê, welatê Kûrûş û Daryûş, tevgera ku dawî bi desthilatdariya pehlewanan anî, destpê kir. Erdeşîrê Babekan tevahiya Farsê dike yek û li dijî keyayê Pehlewanistanê Artaban dest bi şer dike. Di sala 226 P.Z. li qada cengê Artaban tê kuştin û texta şahînşah dikeve dest xanedana Sasaniyan.
Ziman û peywendî bi kurdiyê re
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji zimannasên ewropayî yên navdar weke Jost Gippert[6][7] yan jî Gernot Windfuhr[8] hat nivîsîn ku zimanê pehlewanî pêşrewê hemû zimanên îraniyên bakûr rojavayî ye wek gilekî, talişî, semnanî, mazenderanî û bi taybetî jî ji zimanên kurdî. Tê gotin ku piştî cihgirtina Pehlewaniyan (Eşkaniyan) li şûna Medan li navenda Medan a Ekbatana (Hemedana îro) ew ziman bandora xwe daye zimanên îraniyên bakûr rojavayî yên ku li nav wan de zimanên kurdî jî hene. Îro bi taybetî zimanê Kirmanckî/Zazakî li zimanê Pehlewaniya emperyala Eşkaniyan nêzîk e û pir wekheviyan nîşan dide. Zimannas û zanyarê Mehrdad Izady[9] îdîa dike ku pê re, zimanê pehlewanî û xwe navê Pehlewan, Pehle, Pahla û hwd. li Kurdistanê hîna dijîn. Jê nimûneyek navê zimanê Feyliyan e ku bi eslê xwe û berê Îslamê wek Pehlî hat nasîn. Ji ber ku di alefbayê erebiyê de tîpê p tine ye, ji vê demê ve bo vê zimanê kurdî, Feylî hat gotin. Her wiha hat zanîn ku li Kurdistana Rojhilatê devereke bi navê Pahla heye ku tê de hîna Kurdên feylî û lekî dijîn.
Keyên Pehlewanistanê û nûnerên xanedana Arşakiyan (Eşkaniyan)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Arşak I (bi yewnaniya kevn: ΑΡΣΑΚΗΣ) (Aras I; Eşkê yekem), derdora 250 b.z.–211 b.z., damezirînerê xanedana Arşakiyan
- Tiridates I (Tîrda I; Eşkê duyem), dema serweriyê nayê zanîn
- Arşak II (Aras II; Eşkê sêyem), 211 b.z.–191 b.z., kur (an birayê) Aras I e.
- Phriapatios (Friyapat I; Eşkê çarem) 191 b.z.–176 b.z., neviyê Aras II e.
- Phraates I (Firat I; Eşkê pêncem) 176 b.z.–171 b.z., kurê Friyapat e.
- Mithridates I (eşkanî) (Mîhrda I; Eşkê şeşem) 171 b.z.–138 b.z., kurê Friyapat e, yek ji gewretirîn keyayên Pehlewanistanê.
- Phraates II (bi yewnaniya kevn: ΦΡΑΑΤΗΣ) (Firat II; Eşkê heftem) 138 b.z.–128 b.z., kurê Mîhrda I e.
- Artabanos I (Erdevan I; Eşkê heştem) 128 b.z.–123 b.z., apê Firat II e.
- Mithridates II (eşkanî) (Mîhrda II; Eşkê dehem) 123 b.z.–88 b.z., tevî Mîhrda I û Orod I gewretirîn keyayê Pehlewanistanê ye.
- Gotarzes I (Guhderz I) 95 b.z.–90 b.z., neviyê Friyapatî ye, tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
- Orodes I (Orod I) 90 b.z.–87 b.z., tevî Mîhrda II hevseroktiyê dike.
- Sinatrukes (Sînatrûk; Eşkê yanzdehem) ca. 77 b.z.–70 b.z., yek ji pismamên xanedana Arşakiyan e.
- Phraates III Theos (Firat III; Eşkê danzdehem) 70 b.z.–57 b.z., kurê Sînatrûk e.
- Orodes II (Orod II; Eşkê sêzdehem) 57 b.z.–37 b.z., kurê Firat III sêyemîn gewretirîn keyayê Pehlewanistanê. Di dema wî de sînorê Pehlewanistanê gihîşt Derya spî.
- Mithridates III (eşkanî) (Mîhrda III; Eşkê çardehem) 56 b.z./55 b.z., kurê Firat III e.
- Pakor I (Pakor I) ? b.z.–38 b.z., kurê mezin ê Orod II e, wek hevserok hatibû îlankirin. Fermandarekî wêrek û jêhatî bû. Di şerê li dijî Romayê de li cenga Gindarê jiyana xwe ji dest dide.
- Phraates IV (Firat IV) 38 b.z.–2 b.z., kurê Orod II e.
- Tiridates II (Tîrda II) 32 b.z., berendamê textê, komeke feodalan serî li hember Firat IV radike û ji text dixîne, di wê demê de Tîrda II wek keyayê Pehlewanistanê tê îlankirin, lê Firat IV di demeke kurt de Tîrda II bindixîne û careke din radibe ser text.
- Mithridates (Mîhrda) 12 b.z.-10 b.z., gengaz e ku berendamê rabûna ser text e, lê hebûna wî hê jî tê guftûgokirin.
- Phraatakes (Firat V; Eşkê panzdehem) 2 b.z.–4 p.z., kurê Firat IV e.
- Mûsaya Pehlewanistanê — jina Firat IV û dayîka Firat V, hevseroka keyatiyê.
- Orodes III (Orod III; Eşkê şazdehem) 4–7
- Vonones I (Vonon I; Eşkê hevdehem) 7–12, kurê Firat IV e.
- Artabanos II (Erdevan II; Eşkê hejdehem) 12–38, kurê şahbanûya Arşakiyan.
- Phraates VI (Firat VI) 35, tenê salekê şûna Erdevan II ê dewrkirî li ser text ma. Piştî salekê Erdevan II careke din ser text rûdinê.
- Tiridates III (Tîrda III) 36–37, ji aliyê romayîyan ve şûna Erdevab II wek keya hatibûye îlankirin, lê Erdevan II desteka eşîra dax digire û careke din text ji xwe re vedigerîne.
- Kînnam (37-38?), hebûna wî di guftûgoyê de ye, îhtîmaleke mezin yek ji berendamên text bûye.
- Vardanes (li rojavayê keyatî) (Verdan I yan Berdan I; Eşkê nozdehem) 39–47, tevî birayê xwe Guhderz II keyatî kiriye.
- Gotarzes II (li rojhilatê keyatî) (Guhderz II; Eşkê bîstem) 41–51, tevî birayê xwe Berdan keyatî kiriye.
- Vonones II (Vonon II; Eşkê bîst û yekem) 51, kurê Erdevan II e.
- Vologaeses I (Velaş I; Eşkê bîst û duyem) 51–78, kurê Vonon II e.
- Vardanes II, (Verdan II yan Berdan II; Eşkê bîst û sêyem) 55–58, kurê Velaş I e.
- Vologaeses II (Velaş II) 77–80, kurê Velaş I e, bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, hewl daye text ji destê Pakor II werbigire.
- Pakoros II (Pakor II; Eşkê bîst û çarom) 78–110, kurê Velaş I e.
- Artabanos III (Erdevan III) 80–81, kurê Velaş I e, berendamê text bûye, lê nehatiye ser text.
- Vologez II (êdî wek Vologez III) (Velaş III; Eşkê bîst û pêncem) careke din bi serê xwe xwe wek keya îlan kiribûye, vê carê hewl daye text ji destê Xusrew I werbigire. Ji sala 128'an û pê ve tevî Mîhrda IV li ser text rûdinê.
- Osroes I (Xusrew I; Eşkê bîst û şeşem) 109–128, kurê Velaş I e.
- Mithridates IV (Mîhrda IV) 128–147, kurê Velaş I e.
- Keyayekî ne diyar, îhtîmal e ku yek ji berendaman e.
- Vologaeses III (Velaş IV; Eşkê bîst û heftem) 148–192, kurê Velaş III e.
- Vologaeses IV (Velaş V; Eşkê bîst û heştem) 191–208, kurê Velaş IV e.
- Vologaeses V (Velaş VI; Eşkê bîst û nehem) 208–228), birayê Erdevan IV e.
- Artabanos IV (Erdevan IV) 212–224, birayê Velaş VI e.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Nigara keybanû Mûsa, jina Firat IV. (li Mûzeya netewî ya Îranê).
-
Tableta pehlewanî ya Dewrana Tunc a bi wêneya Pêgas (hespê bi per). Li Xûzistanê hatiye dîtin.
-
Destşoya di şikilê rûyê mirovan de.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ roughly western Khurasan" Bickerman 1983, p. 6.
- ^ a b c d e Bivar 1983, pp. 28–29
- ^ a b Brosius 2006, p. 84
- ^ Ball 2016, p. 155
- ^ Katouzian 2009, p. 41; Curtis 2007, p. 7; Bivar 1983, pp. 24–27; Brosius 2006, pp. 83–84
- ^ * Jost Gippert: Die historische Entwicklung der Zaza-Sprache, in: Ware - Zeitschrift der Zaza-Sprache und Kultur 1996, Baiersbronn. Online: http://zazaki.de/deutsch/aufsaezte/gippert-entwicklung%20zaza.pdf Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine
- ^ * Jost Gippert in Ferdinand Hennerbichler (2009): Die Kurden - Geschichte des kurdischen Volkes von Anfängen bis zur Gegenwart
- ^ Gernot Windfuhr: Kurdish Complex, Personal Webpage of Ferdinand Hennerbichler (2011) http://www.hennerbichler.info/-kurdish-complex-.html Girêdana arşîvê 2013-08-28 li ser Wayback Machine
- ^ M. Izady (1992): The Kurds: A Concise Handbook, Taylor & Francis Publishers