Here naverokê

Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji YPJ hat beralîkirin)
Yekîneyên Parastina Jinê
Çalakî2012 – niha
Qada operasyonêKantona Cizîrê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Kobaniyê ya Rojavaya Kurdistanê
Kantona Efrînê ya Rojavaya Kurdistanê
Mezinahî10.000 – 20.000
Şer û ceng
  • Şerê Serê Kaniyê
  • Şerê Helebê
  • Şerê Kobanê
  • Şerê Cezaa
  • Şerê Efrînê
Malperypjrojava.com

Yekîneyên Parastina Jinê bi kurtasî YPJ, rêxistinek parastinê ye ku bi temamî ji jinan pêk tê. YPJ beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk e, ku yek ji hêzên çekdar ên Rojavayê Kurdistanê ye.[1] Şervanên YPJê bi giranî jinên kurd pêk tê û ji gelek neteweyên curbicur şervanên jin di nav rêxistina YPJê de hene.[2] Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di dema şerê navxweyî yê Suriyê li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin.[3]

Jin ji destpêka sala 2011ê û vir ve tevlî şerê berxwedana kurdên Sûriyê bûne. Ew beşek ji YXG bûn, ku paşê di 2012ê de navê xwe wek YPG guherî. YPJ di 4ê nîsana 2013ê de weke rêxistinek tenê ji bo jinan bi tabûra yekemîn a li Cindirêsê[4] hate avakirin û piştre xebatên xwe ber bi kantonên Kobanê û Cizîrê ve berfireh kir. Hemû şervanên jin ên ku berê di nava yekîneyên mixalif ên YPGê de cih digirtin, bi awayekî xweser bûn endamên YPJê. Di destpêkê de li her sê kantonên Rojava tenê tabûrek YPJê hebû, lê li her taxê tabûrek bi lez hat avakirin û rêxistin berfirehtir bû.

Ji sala 2014ê heta mijdara 2016ê YPJê di navbera 7 hezar û 20 hezarî de endam jimartin. Di tebaxa 2017ê de hat ragihandin ku rêxistin 24 hezar endamên wê hene.[5] Piştî şikestina DAIŞê, ev hejmar kêm bûye, û li gorî hevpeyvîna ku Fermandarê Giştî Newroz Ehmed ji rojnameya The Guardian re kiriye, niha 5000 e.[6]

Di şerê navxweyî yê Sûriyê de, YPJ û YPG li bakurê Sûriyê li dijî çeteyên curbicur şer kirin, di nav de Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ). YPJê beşdarî parastina Kobanî di dema Dorpêkirina Kobanî de jî bû[7], ku di adara 2014ê dest pê kiribû. Gelek ajansên ragihandinê yên kurdî radigihînin ku "Di şer de hêzên YPJê gelek girîng bûn". Di dorpêçkirina Kobanî de, berî ku YPJ alîkarî ji hêzên rojavayî werbigire, neçar mabû ku êrîşên DAIŞê tenê bi çekên sivik rawestîne: Wan kalaşnîkovên rûsî yên kevnar ên ji bazara reş, bombeyên destçêkirî, û tankên ku ji wesayîtên înşaetê û pîkapên li hev kom kirin" bikar anîn. Ta ku di cotmeha 2014ê de Amerîka dest bi kordînasyona êrîşên esmanî bi şervanên YPJ-YPGê yên li ser erdê bike.

Her wiha YPG, YPJ û PKK di tebaxa 2014ê de tevlî operasyoneke leşkerî ya li Çiyayê Şengalê bûn, û bi qasî 10,000 êzdî ji qirkirina di destê DAIŞê de rizgar kirin.[8][9] DIAŞê piştî ku Pêşmerge ji herêmê derketibûn, piraniya deverên derdora Çiyayê Şengalê xistibû bin kontrola xwe.[10] Ji ber ku DAIŞ êzdiyan wekî "civaka bêbawer" dibîne[11], yên ku ji berê ve li dora Şengalê dijîn, gelê êzdî neçar mabû ku birevin çiyayan. Vê yekê bi dehhezarên êzdî, di nav wan de jin, zarok û extiyar, bê xwarin, stargeh û alîkarî hiştin. Yên ku hîna li bajêr bûn, yan ji aliyê DAIŞê ve hatin qetilkirin yan jî wek xulam hatin revandin.[12]

Li gel alîkariya êrîşên asmanî yên amerîkî, herêmeke ewle ya bi dirêjahiya 30 kîlometreyan (19 mi) ji bo penaberên êzîdî hate avakirin, da ku ji destê DAIŞê birevin. Paşê penaber derbasî Bakurê Sûriyê bûn û piraniya wan piştre çûn herêmên ewletir ên Kurdistana Iraqê.

Şervanên YPJê bi ala rêxistinê li pişt xwe, sal 2015

Îro YPJê di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li kêleka YPGê têkoşîna xwe didomîne. YPJ di şerên wek êrîşa HSDê de li dijî baregehên sereke yên DAIŞê li Tebqa û Reqqayê beşdar bû, û wek hêza sereke[13] (ligel YPG) ji bo Amerîka xizmet dikir.[14] Di dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê de, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Kantona Efrînê, yekîneyên YPJê dîsa bi giranî tevlî şer bûn. Taktîkên şerê gerîlayî yek ji wan taktîkan bû ku li dijî Tirkiye û hevalbendên wê yên Sûriyeyê hatin bikaranîn.

Çeteyên terorîst ên Sûriyeyê ji şervanên YPGê ditirsin û ew şermezar dikin. Gelek îslamîstên cîhadî bawer dikin ku ger ji aliyê şervaneke jin ve bên kuştin ew ê rasterast biçin dojehê.[15] Lewma di êrîşa 2019ê ya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, termê şervaneke YPJê ya ku li bejahiya nêzîkî Kobanî hatibû kuştin, pêl û perçe kiribûn.[16]

Amblema YPJê stêrka sor a li ser zemîne kesk e, bi rengê zer jî li derdora stêrkê herfên rêxistinê hatine nivîsandin.

Endamek YPJê, sal 2014

Îdeolojiya YPJê li ser esasê azadiya jinê û xweparastinê ye. YPJ beşeke ji tevgera rizgariya kurd e ku îlhama xwe ji rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Öcalan girtiye. Ew ji bo mafên wekhev ên jinan di civakeke baviksalarî de têdikoşin. Ew ne tenê daxwaza wekheviya zayendî dikin, di heman demê de di pêkhateyên civakî û siyasî de guhertineke radîkal jî dixwazin.

YPJê azadiya jinê weke mifteya rizgariya tevahiya gelan dibîne û tekez dike, ku zilma li ser jinê bi zextên komên din ên civakî ve girêdayî ye. Îdeolojiya wan neteweperestiya kevneşopî red dike û li şûna wê civakek li ser bingeha demokrasî, ekolojî û femînîzmê pêş dixe. Ew ne tenê li dijî DAIŞê, di heman demê de li dijî her şêwe zordestiya baviksalarî jî şer dikin. Di nava YPJê de jin hem di warê leşkerî û hem jî di warê siyasî de xwedî mafên wekhev in.

Armanca bingehîn a YPJê ew e ku jin li jiyana xwe xwedî derkeve, ev jî bi xweparastin û berpirsyariya civakê pêk tê. Şervan kapîtalîzma rojavayî red dikin û ji bo civakek azad û xweser a xwe dispêre hevkarî û hevgirtina civakê diparêzin. Di pratîkê de ev tê wateya avakirina meclîsên jinan ku biryarên siyasî yên girîng didin. YPJ bersivek e li dijî zilma ku bi sedan salan e li ser jinên li herêmê û cîhanê tê meşandin.

Ji bo YPJê berxwedana çekdarî tenê navgînek e ji bo guhertina civakî. Ew xwe wekî beşek tevgerek femînîzma gerdûnî dibînin û balê dikişînin ser girîngiya femînîzma înterseksional, ku li ser cûrbecûr zordariyê radiweste. Berxwedana YPJê ne tenê bi serkeftinên leşkerî, bi felsefeya wekhevî û dadmendiya civakî jî bala navneteweyî kişand ser xwe. Şervanên YPJê xwe weke şervanên ku ji bo siberoja civakek azad û wekhev têdikoşin dibînin. Fermo armanca YPJê, digel rêxistinên din ên kurd, avakirina Suriyeke demokratîk û civateke azad e.

<1>YPJ xwe weke fermandariya giştî û fermandariyên jêrîn bi rexistin dike li gorî vê yekê, bîryargeha giştî li ser 3 navendan tê bi rexistin kirin. Navenda yekemîn bîryargeha Cizîrê ya duyemîn bîryargeha Kobanê û ya sêyemîn bîryargeha Efrînê.

<2>Merciya bîryaran ya herî jor(karar merci) konferansa YPJ ye. Di rewşên awarte de meclîsa leşkerî kom dibe. Xebata YPJ ya salekî dinirxîne û pilansaziya salê derdixinê.

<3>Meclîsa Leşkerî ya YPJ ji 31 kesan pêk tê, 6 mehan carekî civîna xwe ya asayî çêdike û ji hemû xebatên YPJ berpirsiyare.

<4>Her herêm di nav xwe de rêveberiya xwe ya leşkerî derdixe.

<5>Meclîsa leşkerî ya YPJ hemû xebatan dişopîne û sazîbûna xwe pektînê, tayîn û terfî dike.

<6>Meclîsa herêmî ya YPJ karê xwe bi bîryargehêre dimeşîne, hemû bîryargeh bi bîryargeha navendî ve girêdayî û karûbarê xwe bi rêve dibe. Li gorî mezinbûna navçeyan ji hejmarek pêwîst a endamên YPJ pektê. 3 mehan carekî civînên xwe li dardixe û bîryarên bîyargeha herêmî bi cih tînê.

<7>YPJ ji 3 beşên esasî pektê. Ev beş jî ev in:

a-Hêzên pispor

b-Yekîneyên berxwedanê

c-Hêzên herêmî

<8>YPJ li gorî sistema navendîtiya demokratîk rapor, emir û talîmatê kar dike. Pêşniyarên fermandariya jêrîn yên paye (tayîn) û diyarkirinê (terfî) bi êrêkirina fermandariya YPJ'ê pêktê.

<9>Tayîn û diyarkirin (erk-terfi) her şervanekî YPJ li gorî ferman û rayê tê kirin. Di bin agahdariya fermandariyê de bi rêkûpêkkirina hêzê li gorî qadan tê çêkirin.

<10>Fermandariya YPJ ji 3, an jî 5 kesan pêktê.

Endamtiya YPJê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

•Her endameka YPJ di heman demê de endama YPG ye û rêziknameya YPG dipejirîne.

•Endamên YPJê di çarcoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gel û jina kurd li ser bingeha welatparêziyê bi awayekî exlaqî û polîtîk ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibe.

Her hemwelatiyek jin a Suriye ku 18 saliya xwe temam kiribe (lê belê ji ber kevneşopiyên civakî ku hîna li ser jinê berdawam dike û di temenek biçûk de tê zevicandin divê ew keçên ciwan bigire nava xwe û biparêze) û pîvanên endamên YPJ û YPG pejiran dibe û piştî serlêdana cihê pêwistî û îtîna perwerdeya leşkerî û bîrdozî her wiha piştî sond dayînê dikare bibe endama YPJ.

Derketina ji endamtiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di reziknameya YPG de pîvanên derketina ji endamtiyê YPJ jî, ji bo xwe esas digire.

Kesên ku pirsgirêkên xwe yên tenduristî heye û nêrzîkbûnên ku zanista cinsî û heskirina wê qazanç neke, bi zanabûn têkiliyên ji derveyî exlaqê civakê di nava me de ferz dike, jiyana leşkeri û disiplînê bi zanabûn xerab dike tevî ku perwerde û nêzîkbûnên qazançkirinê hene, lê belê yên ku di paşverûtî de israr dike ji nava YPJ tê derxistin. Li gorî vê yekê bi êrêkirina bîryargeha navendî ya YPJ ji endamtî tê derxistin.

Sonda endamtiya YPJ

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bingeha paradigmaya civaka demokratîk,ekolojîk û azadiya zayendî de ji bo Suriyeke demokratîk û Kurdistaneke azad li ser vê esasê, ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim bê ku cudahiya ol, ziman, netew, mezheb, zayend û partiyan bikim li dijî hemû êrişên derve û hundir parastina rewa esas bigirim, di felsefeya azadiya jin de, ezê xwe avabikim, li ser bingeha rêziknameya YPJ bê ku li peyî berjewendiyên takekesî bigerim ezê bi cesaret, disiplîn û bi bîryar tevlî bibim. Li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzekê mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarcoveyê de li ser hemû nirxên xwe yên netewî xeta azadiya jin, li hemberî şehîdên Kurdistanê, gelên Kurdistanê û hemû hevalên xwe yên têkoşînê sond dixwum, sond dixwum, sond dixwum.

Peywir û wezîfeyên endamên YPJê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Di rêziknameya YPGê de beşa erkên endamên YPG ku hatiye diyarkirin pêktîne.

2. Li hemberî her cureyên êrişên ku li ser jinê pêşdikevin û li hemberî paşverûtiyan jin têkoşînê bi zanistiya xwe ya parastina rewa pêşdixe û di her astê de têkoşîn dide.

3. Di jiyanê de xwedî seknek azadîxwaz bi regez, dilnizm, kedkar, parvekirin, samîmî û durustiyê, hemû xweşikbûna di dilê xwe de dicivîne ji bo hevalên xwe dibe cavkaniya hêvî, moral û kêyfxweşî ye.

4. Di xeta azadiya jinê de hêzên parastina jin a pispor pêşdixîne û taxtîkên demê bi awayekî xuluxkar diafîrine û hevparbûnê esas digire.Li hemberi zêhniyeta zilam a serdest têkoşîna zayendî dike.

5. Bi hêz li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derdikeve û pîlanên YPJ û YPG derbasî jiyanê dike.

Rêkxistinkirina YPJ

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

YPJ hêza pêşeng a YPG ye.

–Di nava hêza YPG de jin bi rêxistinkirina xwe bi awayekî xweser çedike.

–Di nava YPG de kota cins herî kêm ji %40 xwe bi rêxistin dike.

–YPJ hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistan û Suriyê ye.

–Hêzên YPJ li hemberî hemû destavêtina li ser jin û civakê (cinsi, fizîkî, çandî û exlaqî) mafê xwe yê parastinê pêktîne.

–Tayîn û terfî ji aliyê fermandariya YPJê ve tê pêkanîn.

Fermandariya Akademiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

–Di bunya hemû bîryargehan de akademiyên parastinê yên jin weke akademiyên Şehîd Şîlan bi nav dibin.

–Fermandariya akademiyan girêdayî bîryargehên YPJ bi rêya şaxên jêrîn xwe bi rêxistin dike.

–Di perwerdeyan de bi rêya bernameyên bîrdozî û leşkerî avakirina hişmendiya demokratîk ekolojîk û azadiya zayendî, netewî, jiyana azad û zanistiya zayendî, qazançkirina tarz û pîvanan esas tê girtin.

–Di akademiyan de di xeta parastina rewa de bi perwerdeyên taxtîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêktîne.

–Akademiyên parastinê yên Şehîd Şîlan, bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPJ perwerde dike hem ji bo hêzên YPJ pispor bibin dewreyên pisporiyê vedike. Di heman demê de ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên fermandaran dewreyan vedike.

–Akademiyên paratinê yên Şehîd Şîlan wekî fermandariya akademiyên leşkerî ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe bi rêxistin dike û şaxên xwe vedike.

–Di bin banê akademiyan de ji bo endamên YPJ bigehin asta pisporbûnê dewreyên pisporbên û branşbûnê (Çekên giran, Sabotaj, Suîkast, lêdana nêz û hwd.) têne vekirin.

Sîstema YPJ'ê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rêxistinkirina YPJê de sîstema li ser 3 lingan tê avakirin esas e. Li gorî vê yekê

1.Sîstema YPJê ji tîm,taxim, yekîne, tabur û bîryargeh tê avakirin.

2.Tîmek ji 3 an jî 5 kesan tê avakirin.

3.Taximek ji 2 tîman tê avakirin.

4.Yekîneyek ji 2 taximan tê avakirin.

5.Tabur ji 2 yekîneyan tê avakirin.

Yekîneyên YPJ'ê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xalên di rêziknameya YPG de, yên ji bo yekîneyên pispor, yekîneyên berxwedanê, hêzên herêmî hatiye diyar kirin dipejirîne. Li gora vê yekê:

Di çarcoveya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî de bi armanca rakirina hemû cureyên êrişên li ser jin û civakê yekîneyên profesiyonel tên avakirin. Ev yekîne jî ji yekîneyên pispor yên YPJ pêk tê. Ji kesên ku 24 saetan tevlî xebatên YPJ dibin di perwerdeyên bîrdozî û leşkerî re derbas dibin û di stratejiya parastina rewa de pisporbûne pêktên.

Taybetmendiyên Endamên Profesiyonel

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

a. Welatparêz û civakparêz e

b. Xwedî hişmendî, bi cesaret û çalak e

c. Afîriner, fedakar, kedkar û bi înîsiyatîf e

ç. Di warê taxtîk û teknîka leşkerî de têgehiştî ye

d. Ji cinsê xwe hesdike û diparêz e

e. Xwedî disiplîna cewheriye û xwe perwerde dike

ê. Ji ber ku bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî tevdigere, zayendîperestiya civakî red dike.

f. Ji rexne û rexnedayinê re vekiriye û guherîn û veguherinê esas digire.

Yekîneyên Berxwedanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Ji kadroyên YPJ, eyalet û qadan tên avakirin. Her kadroyek girêdayî xwe yek an jî du yekîneyan avadike. Ji bo li dijî dagirkirina dijminan derbikeve, yekîneyên berxwedanê xwe gelekî baş amade dikin.

2. Yên di van yekîneyan de cih digirin gelekî bi baldarî têne hilbijartin bi her awayî kesên bi bawer in.

3. Her kadroyek YPJ yekîneya xwe di perwerdeya taybet re derbas dikin.

4. Di yekîneyan de veşartîbûn esas tê girtin. Endamên yekîneyan hevudu nas nakin.

5. Endamên van yekîneyan xwedî disiplîn û tarzê xebatê ne.

6. Di her şert û mercan de qabîliyeta xwe ya şerkirinê diparezin.

Yekîneyên Herêmî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Yekîneyên herêmî kesên welatparêz û girêdayî axa xwe ne.

2. Yekîneyên herêmî kesên ku girêdayî mala xwe ne. Û jiyana wan ya şaqsî heye ku nikarin 24 saetan di nava xebatê de cihê xwe bigirin, lê belê berbirsiyartîyên xwe yên welatparêzî û parastina herêma xwe pêktînin.

3. Bê ku pêvîstiyên mala xwe îhmal bike tevlî nava xebatên parastinê dibe.

4. Tevlîbûna wê ne li ser esasê berjewendiyên maddî û malbatî ye.

Karên hundirîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pergala ferman û talîmatê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di xebatê de navendîtiya demokratîk esas e. Pêkanîna navendîtiyê bi ferman û talîmatê çêdibe. Şêwazê pêkanîna aliyê wê yê demokratîk jî bi civîn, danûstandin û bi tevlîbûna hemû endaman a ji bo biryaran û pêşkêşkirina her cureyên pêşniyaran çêdibe.

Pergala Raporê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

a. Di derbarê xebatên têne meşandin de ji jêr ber bi jor ve agahdarkirina qedemeyên fermandariyê esas digirin. Endamên yekîneyên YPJ piştî ku fermana jêre hatiyedayîn bi cih anîn, tekmîla encamê didin fermandarê ku talîmat danê. Di nava dema hatiye danîn de her yekîneyek û fermandariyek di derbarê xebatên xwe de tekmîla devkî û nivîskî dide rêveberiya jor. Di nava dema hatiye diyar kirin de civînên xwe çêdikin, tekmîl û raporên xwe amade dikin. Rêxistinên jêrîn yên bi awayekî rêkûpêk tekmîl û raporên xwe amade nekirine wekî ku pêywîra xwe bi cih ne anîne têne hesibandin.

b. Mafê her endameki YPJ heye ku fermandariya xwe bişopînê, rexne bike û rêbaza civînan, heger ev rexne derbas neke mafê xwe yê her cure pêşnîyar bike jî heye.

c. Her endamek YPJ 6 mehan carekî rapora xwe dinivîsîne.

d. Her endameke YPJ dema pêwîst bibîne dikare ji bo rêxistina xwe rapor binivîsîne.

a. Her yekîneyên YPJ li gorî pêwîstiyan civînên xwe lidar dixin.

b. Rojane tekmîlên tîman têne girtin û 3 rojan carekê encamên van tekmîlan têne nirxandin û parvekirin.

c. Yekîneyên YPJ heftê carekî tekmîl û 15 rojan carekî civîna xwe çêdikin. Di heman demê de encêmn civînê weke raporekê pêşkêşî fermandariya jor dikin.

ç. Taxim 15 rojan, bolûk jî mehê carekî civînên xwe çêdikin û raporên xwe pêşkêşî jor dikin.

e. Her bîryargeh mehê carekî civîên xwe çêdikin û encamên van weke rapor pêşkêşî civîna bîryargeha YPJ a navendî dikin.

Di xebatên leşkerî de pêdiviya disiplîneke bi hêz derbikeve pêş heye. Disiplîn bi tevahî qaydeyên leşkerî ve girêdayî îradeya azad û avakirina rizgarkirina demokratîk e. Disiplîn xebat, çalakî û yêkîtiya kar bi hêz dike, lewra serkeftinê jî bi xwe re tîne. Meşandina têkoşînê ya bi awayekiî serkeftî ancax bi qebulkirina hemû qaydeyan û disiplîna cewherî gengaze.Di hemû cihan de bi disiplînekê cewherî tevdigere, dibin her şert û mercî de xwe di warê leşkerî û fizikî de xwe perwerde dike.

Qaydeyen ku divê li ber çavan bêne girtin û li gorî van tevbigerin.

a. Li gorî qaydeyên veşartîbûnê tevdigerin.

b. Li dijî hemû êrîşan bê tawîzbûyîn.

c. Desturnedayîna zarara li dijî nirxên têkoşînê û gelê me.

ç. Parastina nirxên madî yên hatine teslîm kirin û li gorî pêdiviyan bikaranîna wan.

d. Bi pergal tevgerîn. Di her şert û mercan de li dijî zehmetiyan derketin û bi înîsiyatîfbûyîn.

Rexne û Rexnedayîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo ku endamên rêxistinê ji kemasî û şaşitiyên xwe xelas bibin û nirxên azadiyê û zêhniyeta demokratîk derxîne hole rexne û rexnedayîn girînge. Her endamekê YPJê li dijî her şaşitî û nebesiyan, bi hesta berpirsiyariyê di civînan de rexne û rexnedayînê pêşdixîne. Çeka rexne û rexnedayînê ji bo têkbirin û biçûkxistina kesan nayê bikaranîn berovajî vê yekê weke amûreke nûbûn û pêşvebirinê tê bikaranîn. Endamên YPJ ji rexne û rexnedayînê re vekirî ye. Li hember pergala kapîtalîst xwedî têkoşînek radîkal e û li hember hemû paşverûtiyan şer dike û ji bo rexnedayînê dilnimz e, xwe bi felsefeya azadiyê avadike.

a. Di rêziknameya YPG de madeyên ku derbas dibin YPJ dipejirîne.

b. Jina ku îradeya jin esas nagire, xweseriya xwe naparêze, pirsgirêkên di nava jin de bi zilam re parve kirin suc tê hesibandin.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Başer, Çağlayan (27 gulan 2022). "Women Insurgents, Rebel Organization Structure, and Sustaining the Rebellion: The Case of the Kurdistan Workers' Party". Security Studies (bi îngilîzî). 31 (3): 381–416. doi:10.1080/09636412.2022.2097889. ISSN 0963-6412.
  2. ^ "A Commune in Rojava?". New Politics (bi îngilîziya amerîkî). 31 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
  3. ^ Tax, Meredith (2016). A Road Unforeseen: Women Fight the Islamic State (bi îngilîzî). Bellevue Literary Press. ISBN 978-1-942658-10-8.
  4. ^ jankalan (3 adar 2013). "Formation the first battalion of women's protection units in western Kurdistan". JAN KALAN (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  5. ^ "Meet the female soldiers in Syria and Iraq fighting for gender equality as much as freedom | Ghostarchive". ghostarchive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 kanûna paşîn 2022. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Flock, Elizabeth (19 tîrmeh 2021). "'Now I've a purpose': why more Kurdish women are choosing to fight". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  7. ^ Tank, Pinar (17 çiriya pêşîn 2017). "Kurdish Women in Rojava: From Resistance to Reconstruction". Die Welt des Islams (bi îngilîzî). 57 (3–4): 404–428. doi:10.1163/15700607-05734p07. ISSN 1570-0607.
  8. ^ "Kurds press Sinjar operation in north Iraq". gulfnews.com (bi îngilîzî). 20 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  9. ^ News, Elizabeth Griffin published in (1 çiriya pêşîn 2014). "These Remarkable Women Are Fighting ISIS. It's Time You Know Who They Are". Marie Claire Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  10. ^ Varghese, Johnlee (10 tebax 2014). "ISIS Threat: Kurdish Forces Rescue 10,000 Yazidis from Sinjar Mountains". www.ibtimes.co.in (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  11. ^ Varghese, Johnlee (6 tebax 2014). "ISIS Threat: 25,000 Children Starving in Sinjar Mountains [Photos]". www.ibtimes.co.in (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  12. ^ Report on the Protection of Civilians in Armed Conflict in Iraq: 6 July – 10 September 2014. UN Assistance Mission for Iraq (UNAMI) and the Office of the High Commissioner for Human Rights (OHCHR). Retrieved 4 April 2015.
  13. ^ Gardner, David (4 nîsan 2017). "Chaos will reign when Isis loses Raqqa". Financial Times. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.
  14. ^ "The commander Clara: 4 stages achieved their aims | ANHA". web.archive.org. 9 çiriya pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ Schneider, 18 10 2014 um 18:21 von Wieland (18 çiriya pêşîn 2014). "Kämpferinnen der YPJ: "Die IS-Terroristen haben Angst vor uns..." Die Presse (bi almanî). Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  16. ^ "Syria conflict: The 'war crimes' caught in brutal phone footage" (bi îngilîziya brîtanî). 3 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.