Zimanên Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vê bi  zimanên hind û ewropî re tev li hev neke.

Piraniya zimanên Ewropayî endamên Malbata zimanên hind û ewropî ne. Ev malbata ji çend beşan pêk dihê;  romanî, germanî, baltîslavîalbanîkeltîermenî û helenîk (Yewnanî). Zimanên ûralî jî, ku li mecarî, fînî û estonî jê ne, bi awayekî berbiçav li Ewropayê peyda dibin. Malbatên zimanên tirkî û mongolî jî çend endamên ewropayî dihewînin ku li başûrê rojavaya Ewropayê malbata zimanên qafqasya bakurî û qafqasya başûrî giring in. Zimanê baskî zimanekÎ serbixwe yê Pîrenê ye ku ti têkiliya wî bi zimanên din re tune, herwihazimanê maltî ku ji erebiya seqîlyayê tê ku ew zimanekî samî ye û ew zimanê samî tenê li Ewropayê heye ku xwedan statûyeke fermî ye.

Malbata zimanên hind û ewropî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata zimanên hind û ewropî ji proto- hind û ewropî hatiye ku wisa tê bawerkirin ku ji berî hezarên salan de li Ewropayê dihat axivîn lê bi taybetî Ewropaya Rojava serdest bû.

Belavbûna zimanê Baltî li Baltyayê.

Albanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du zaravayên sereke yên Albanî hene, gek û tosk in. Ev ziman li AlbanyaKosova (albaniyên kosovayê)û hin beşên Montenegro (albaniyên Montenegroyê), Serbistan (Newala Presevo), Tirkiye, Îtalyaya başûrî (Arbereş), beşên rojavayî yên Makedonyaya Bakur, Yewnanistan(Arvanitîka û Albaniyên Çamê) û Albaniyên diyasporayê

Ermenî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê ermenî du zaravayê sereke hene, ermeniya rojavayî û ermeniya rojhilatî. Ew li Ermenistanê tê axaftin, ku tê de tenê statûya fermî ya wê heye, û her weha li cîranên Gurcistan, Îran û Azerbaycanê ( bi giranî li Komara Artsax) tê axaftin.Li Tirkiyê jî ji aliyê hindikahiyeke pir biçûk (Ermeniyên rojavayî û Hamşenî) û ji aliyê hindikahiyên biçûk li gelek welatên din ên ku endamên diyasporaya ermenî ya pir belavbûyî lê dijîn, tê axaftin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]