Zimanên keltî

Zimanên keltî ew zimanên ji proto-keltî hatin afirandin û yek ji şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li berî zayinê ew li tevayiya Ewropa dihatin axaftin. Îroj zimanên keltî li Keyaniya yekbûyî ya Brîtanya, Îrlenda û Bretanya (li Fransayê) tên peyivîn.
Zimanên proto-keltî wiha pareve bûbûn:
- Gaulî an gallî û zimanên nêzî malabata wê, lepontî, norî û galatî. Ev ziman li Fransa, Anatolya, Belçîka û Îtalyayê dihatin xeberdan.
- Keltîberî, li nîvgirava Îberî, li ser xakên îroyîn ên Portûgal, Galîsya û Spanyayê dihatin axaftin.
- Goidelî, bi zimanên îrlendî, gaeliya skotlendî û manks ve.
Îroj
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mirov dikare zimanên keltî wek zimanên keltî yên parzemînî û zimanên keltî yên giravî an yên giravên brîtanyayî bike du paran. Li wan zimanên keltî yên parzemînî bi tunî mirine. Zimanên li pêmanî zimanên giravî yên îroyîn wiha parve du paran dibin.
Zimanên goidelî îroj li Brîtanya wek îrlendî, skotlendî û manks tên axaftin. Skotlendî li bakur-rojavayayê Skotlendayê, Îrlendî jî li Îrlendayê tê axaftin. Manks bi tenê ji aliyê wan kesên bi zimên re alîkadarî dibin tê xeberdan.
Zimanên britonî wêlsî, kornî û bretonî ne. Kornî di sedsala 18'an de mirî bû jî îroj xebatên ji bo şunda vejandinê hene. Wêlsî li bakura Wêlsê tê dengkirin. Bretonî jî li Bretanya û hin giravên Brîtanya tê axaftin.
Skotlendî îroj li Kanadayê jî tê peyivîn.
Zimanên keltî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên goidelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanên britonî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |