Şêx Mihemed Can

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêx Muhemmed Can hat beralîkirin)
Şêx Mihemed Can
Jidayikbûn1858-59
Amed
Mirin21ê adara 1910an
PerwerdeMedreseyên Kurdistanê
DestûrnameMele Muhemmedê Kurmuşluyê
PîşeFiqih, Mentiq u Hedîs
SerdemSedsala 19an
BandorbarMewlana Xalidê Kurdî
BandorkerZeynelabidin Zinar
ZarokMuhemmed Hesîb, Muhemmed Mûnîr û Muhemmed Behcet.
Dê û bav
biguhêreBelge

Şêx Mihemed Can[1] (1858-1910) fiqihnas, hedîsvan û mentiqvanekî kurd e.[2]

Di 13ê meha şe´bana 1274ên (dike 1858-59ê mîladî) Koçê de li Axtepeya bi ser qeza Çinarê ve (Amed) hatiye dinyayê û di heştê sibata 1325ên romî de (21ê adara 1909-10) jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Şêx Mihemed Can Axtepî kurê Şêx Hesenê Nûranî ye, diya wî Şerîfe Xanim keça Mele Hesen e û birayê bindest ê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Şêx Mihemed Can jî sê kurên xwe hebûne; Muhemmed Hesîb, Muhemmed Mûnîr û Muhemmed Behcet.

Şêx Mihemed Can xwendina xwe ya destpêkê li cem bavê xwe kiriye. Piştre di Medreseya bavê xwe ya li Axtepeyê de li cem Mele Selîm û Mele Muhemmed Emîn xwendina Nehw, tefsîr, hedîs û mentiq xwendiye. Wî destûrnameya xwendinê ji Dersdarê menşûr ê Kurdistanê Mele Muhemmedê Kurmuşluyê wergirtiye. Piştî wergirtina destûrnameya xwendinê Şêx Muhemmed Can çûye Şamê û ji xelîfekî Mewlana Xalidê Kurdî xelîfetiya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye.

Piştî wergitina xelîfetiyê Şêx Muhemmed Can şûnde vegeriyaye gundê xwe Axtepe û li şûna kekê xwe Şêx Ebdurehman di Medresê de desdarî kiriye ta ku çavên xwe ji dinya ruhnik girtine.

Berhemên Şêx Mihemed Can a herî navdar, destana Leyl û Mecnûn e. Tarîxa nivîsandina vê pirtûkê, çewa ku wî bi xwe di malikeke li dawiya wê bi tarîxa koçê nivîsiye, pirtûkê di "Hezar û sêsed û du"duyan de kuta kiriye. Îcar ev tarîx li hember ya Mîladî dike 1884. Ji bilî vê, çend rûpel medhiyeyeke Şêx Mihemed Can jî heye ku li ser Rewdneîma kekê xwe Evdirehmanê Axtepî nivîsiye.

Di hezîrana 1992an de fotoqopiyê pirtûka Leyl û Mecnûn digel wêneyê Şêx Mihemed Can û kekê wî Şêx Evdirehman, bi alîkariya hin biraderan gihane min.

Ev nusxeya destana Leyl û Mecnûnê Şêx Eskeriyê kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî di 1924an de ji nû ve dîsa bi tîpên erebî nivîsiye û di Temûza 1934an de jî kuta kiriye. Herçiqasî di wê navê re deh sal bihurîne û demeke dirêj e jî, lê bila nêye jibîrkirin ku rûxandina Serhildana Kurd a bi serokatiya Şêx Seîd tîna xwe li her tiştî kiribû.[3]

Ev teksta destana Leyl û Mecnûnê 148 rûpel e, digel beşa destpêk û ya dawî tê de 19 sernav û 1882 beyt hene. Helbestên wê hemû xweşxwîn û rewan in û bi deh kiteyan dikişin, qafiyeya her du rêzên malikan jî yek e.

Zeynelabidin Zinar pirtukê ji elîfbêtina erebî ve guhaztiye alfabeya latênî û di 1992an de li Swêdê daye çapkirin.

Şêxê dilovan bi helbestkî serpêhatiya evîna Leyl û Mecnûn bi zaravayê kurmancî nivîsiye û ji me re diyarî hiştiye.

Çend helbest ji Leyl û Mecnûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêx Mihemed Can di destpêka pirtûka xwe de sedemê nivîsandina bi zimanê kurdî weha beyan kiriye:

Kurmancî qesaidê di mewzûn
Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.
Turkî hene, nîne kurdewarî
Kurdî wekî kenzeke veşarî

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad
Leyla-sîfet ew bi ah û feryad?
Işqê qe nekirne ew belakêş?
Hicrê qe nekirne ew cîger-rêş?

Min dî hene, lêkî bê mecal in!
Puraqil û sahibê kemal in!
Sahib-huner û xwedan-hewes bûn
Lê şubhetê teyrekî qefes bûn!

Wan nîne muşîr û ne debîrek
Ne padîşehek, ne wan wezîrek!
Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedanê şîrek

Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris
Carek bibûna li ber me naqis
Her şairekî zebanê Kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan

Her şi´r û qesîde dê bigota
Dunya ser û bin hemî bisota


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/94ZG7VUYBC.pdf
  2. ^ https://kurdistanamin.wordpress.com/sex-mihemed-can/
  3. ^ Şêx Mihemed Can/ Leyl û Mecnûn, Kurdî/kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1992, 352 rûpel, ISBN 91-630-1486-6 Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.