Demaxê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mêjiyê mirov hat beralîkirin)
Beşên demaxê.

Demax (bi înglîzî:brain) navê gelemperî ye ji bo pêkhateya nav kilox. Herwisa beşê serekî yê demarekoendama navendî ye.

Pir caran ji dewsa demax peyva mejî (bi îngilîzî: cerebrum) tê bikaranîn, lê bi eslê xwe mejî beşek ji demaxê ye. Demax ji çar pişkan pêk tê; mejî, demaxê navê, qedê demax û mejîk[1]. Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarîbûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Lê piraniya xebatê demax ji bo kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navekî ya laş e[2]. Demax ji demarexane, xaneyên glîa û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire[2].

Destekkirin û parastina demaxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perdeyên mejî mejîyê dorpçê dikin û diparêzin.

Demax di nav hestiyê kiloxê de, dirkepetik di nav hestiyên birrbirre de tên parastin. Herwiha demax û dirkepetik ji aliyê perdeyên mejî ve dorpêçkirî ne. Di navbera perdeyên mejî û hestiyê kiloxê de şileya mejî- dirkepetik heye.

Perdeyên mejiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Perdeyên mejiyê

Demax û dirkepetik bi sê perdeyên parêzger ve dapoşî ne. Perdeyên mejî (bi latînî: yekjimar meninx, pirjimar meninges ) navê gelemperî ye ji bo van hersê perdeyan.[3] Perdeya req , perdeyek qalind û zexm e, ji du çînên bestreşaneyê pêk tê. Karê sereke ya perdeya req, parastina demax û dirkepetikê ye. Çîna aliyê derve rûyê hundir ê hestiyê kiloxê dapoş dike û wekî bergê hestî kar dike. Çîna navî ya perdeya req, demaxê ji aliyê derve ve dorpêç dike. Di navbera perdeya req û ya tenik de perdeya tevnepîrikî cih digire. Şêweyê vî perdeyê dişibe tevnepîrikê, loma vî navê lê kirine. Ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Perdeya tenik ji çînek tenik a bestereşaneyê pêk tê. Perdeya tenik raste rast bi rûyê demax û dirkepetikê ve di nav tekilî de ye, rûyê demax û dirkepetikê mîna pêçek plastîkî dapoş dike[3].

Her çar zikokên mejî bi şileya mejî-dirkepetik ve tijî ne.

Zikokên demaxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahiya demax di nav kiloxekelênê de cih digire. Lê di nav demaxê de çar çavikên piçûktir jî heye û bi şileya mejî-dirkepetik tijî ne. Evan çavikan wekî zikokên demaxê tê navkirin (bi îngilîzî: brain ventricles). Navê van zikokan; zikokên tenîştê, zikokê sêyêm, zikokê çarem e.

Şileya Mejî-dirkepetik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şileya mejî-dirkepetik ji bo xwedîkirina xaneyên demaxê, madeyên sûdbexş dabîn dikin. Herwiha şileya mejî – dirkepetik mîna balifek destek dide demaxê û wî ji derbên hawirdorê diparêzê[4]. Şileya mejî-dirkepetik di nav zikokan de tê çêkirin. Xaneyên ependîmî corek ji xaneyên glîa ne û kûlkdar in. Xaneyên ependîmî di zikokan de ji mûlûleyên xwînê, xwînê parzûn dikin. Ji xwînê hin made û şilemênî digrin ji bo çêkirina şileya mejî-dirkepetik[5]. Şileya mejî-dirkepetik, av, hin pêkhateyên xwînê, molekulên sade, hin îyonan û gazên henasedanê lixwe digire. Ev molekulên di nav şileya mejî-dirkepetikê, di navbera şaneya demar û zikokan de bi hêsanî alûgor dibin[5].

Mejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mejî pişka herî gir ê demaxê ye.
 Gotara bingehîn: Mejî (mejiyê mezin)

Mejî (bi îngilîzî: cerebrum, telencephalon) beşa herî gir e di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e. Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Piraniya kiloxekelênê bi mejî tijî ye. Ango mejî pişka herî gir ê demaxê ye. Mejî navenda herî dawî û armanc e ji bo girtin û yekxistina ragihandinan.[6]Mejî agahiyên ji derdorê hatî saz dike, bi vî awayî bertekên guncav û rêkxistî çêdike[4].Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e.Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê[1]. Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne[7].

Pilên mejiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşên livînê kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyen peyker dike.

Her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dibe. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe[5]. Navbera pilan de xetek berçav tune ye. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: frontal lobe) tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: parietal lobe) cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: occipital lobe) heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: temporal lobe) cih digire[1].

Tûkila mejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewr lixwe digire. Ev beşa gewr wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne[8]. Li tûkila mejî de 100 bîlyonê(mîlyar) zêdetir laşê demarexaneyan heye[8]. %80yê mejiyê mirov ji tûkila mejî( bi îngilîzî: cerebral cortex) pêk tê[9].

Sê karên sereke têkiliye bi tûkila mejî[3]:

-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê

-Hestkirin. Ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.

-Kontrola çalakiyên masûlkeyên kakûtê.

Beşên tûkila mejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor pêkanîna erkê xwe, tûkila mejî dabeşî sê beşan dibe[10];

Beşên livînê (bi îngilîzî: motor areas); li beşa pişt(para) ya navçavepilê de cih digire. Kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyên peykerê dike[3].

Beşên hestê (sêhkirin) ( bi îngilîzî: sensory areas); Beşa hestelaşê li aliyê pêşî yê dîwarepilê de cih digire. Bi navbeynkariya hestewergiran, ji endamên hestê yên wekî çav, guh, pest, ziman û difin agahî digire û şîrove dike.

Beşên pêwendîkirinê( bi îngilîzî: association areas); Her çar pilên mejî beşa pêwendîkirinê lixwe digin[10]. Beşên pêwendîkirinê navend e ji bo karê entelektuelî, bîr û ziman (peyvîn). Herwisa şîrovekirina agahdariyên hestê li vir rû dide.

Madeyê spî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin[9]. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gurzkî li ba hev dirêj dibin[10].

Erkên madeyê spî;

-Demarexaneyên heman nîvê mejiyê bi hev re girê dide.

-Nîvê rastê bi nîvê çepê mejî ve girê dide.

-Mejiyê bi beşên din ên demax û dirkepetikê ve girê dide[10].

Demaxê Navberê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Demaxê navberê
Talamus û hîpotalamus du beşeên sereke yê demaxê navberê ne.

Navberedemax di navbera mejî û beşên din ên koendama demarê de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide[5]. Ango ji bilî hestê bêhngirtinê, agahiyên ji dirkepetik û demarekoendama çêwe, pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî[5]. Talamus û hîpotalamus beşên demaxê navberê ne û pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye. Hestewergir ji her aliyê laş de demareragihandin werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên (kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a tûkila mejîyê[9]. Wekî mînak gava mirov li cihekî qerebalix de hewla xwendina pirtûkek bike, talamus dengên derdorê parzûn dike û naşîne mejiyê, bi vî awayê mirov di nav dengê bilind a qerebalixê de dikare bala xwe bide ser xwendina pirtûkê[11]. Herwisa talamus mejiyê agahdar dike ko demareragihandin ji kîjan hestewergirê tê û bi kîjan hestê re têkiliye. Wekî mînak, talamus ji mejî re dide zanin ko demareragihandina hatî ji çavan tê, loma agahiyên dîtinî lixwe digire[11].

Demaxê navber di navbera mejî û qedê demax de cih digire.

Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana hormonan dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike[8]. Hîpotalamus sinyalan dişîne rijenê hîpofîzê, Ji rijênê hîpofîzê çend hormon tên derdan, van hormonên hîpofîzê bandor li ser rêjênên din û xaneyan dike[7]. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e. Ta (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin[12].

Qedê demax[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

{{Gotara bingehîn|Qedê demax}

Qedê demax ji demaxê navetast, pirik û lakêşemoxê pêk tê.

Qedê demax ( bi îngilîzî: brain stem) ji pirik, demaxê naverast û lakêşemox pêk tê. Qedê demax demaxê bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in[9].Qedê demax demareragihandinên ji mejiyê ji bo masûlkeyan rêk dixe[10]. Ji bilî wî, gellek erkên laş ji aliyê qedê demax ve tên kontrolkirin. Wekî mînak; henasedan, heriskirin, rêjeya lêdana dil, daqurtîn, pestoya xwînê, meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin[12].

Demaxê naverast[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demaxê naverast (bi înglîzî: midbrain), mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide[3]. Ji bo refleksên bihîstinê û dîtinê rola demaxê naverast girîng e[3]. Tewereyên hestê bihîstinê jî tê de, hemû tewereyên hestê an di demaxê naverast de bi dawî dibin an jî ji wir ber bi mejî ve dirêj dibin[9].

Pirik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirik (bi îngilîzî:pons) bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê[3]. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê de ji aliyê pirikê ve tê çêkirin[5]. Di pirikê de navendên refleksê hene ji bo livîna kiloxê. Li vir livîna serê mirov li gor kartêkirên dîtinî an jî bihîstinî (guhdarî) tê rêkxistin[8]

Lakêşemox[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lakêşemox (bi îngilîzî: medulla oblongata), navendên giring ên ji bo berdewamiya jiyanê li lakeşemoxê ne. Navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin[1][3].

Mejîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: mejîk
Şeweye qurmiçinên madeyê spî dişibe darê.

Mejîk, (bi îngilîzî: cerebellum)

Her wekî mejî, mejîk jî ji du pişkan pêk tê. Herdu nîvên mejîkê bi şerîdek zirav a navî ji hev tên cudakirin, navê vî şerîdê vermîs e[3].Heke mejîk bi dirêjkî were jêkirin, şêweyê nexşên birgeha dirêjkî ya madeyê spî ya nîvê mejikê dişibe darê, loma her yekê van beşan wekî dara jiyanê (bi latînî: arbor vitae) jî tê navkirin[11].Mejîk ji masûlkeyan, jêyan, gehan, çavan û ji guhan demareragihandinên hestê werdigire, bi vî awayê ji rewşa laş agahdar dibe ü karê masûlkeyan rêk dixe[2]. Ji bilî wê mejîk ji tûkila mejî jî demareragihandinên livîne werdigire. Piştî tekûzkirina van ragihandinan, mejîk demareragihandinên livînê bi navbeynkariya qedê demax dişîne masûlkeyan[1].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b c Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  3. ^ a b c d e f g h i Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  5. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ a b c d Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  9. ^ a b c d e Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  10. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  11. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  12. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,