Zimanê gîlekî

Ji Wîkîpediya
(ji Zimanê gilekî hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  Gîlekî
گیلکی''
 
Welat Îran
Hêrem an navçe Gîlan
Hejmara zimanaxêvan 2-4 milyon
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de
Alfabe
Dabeşandina malbata ziman
Hind û Ewropî
Zimanên hind û îranî
Zimanên îranî
Zimanên îraniya rojava
Zimanên îraniya bakûrê rojava
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ye li
Bi rêxistin
ISO 639-1
ISO 639-2 ira
ISO/DIS
639-3
glk
SIL mzn
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan

Zimanê gîlekî (bi farsî: گیلانی، گیلی, gîlanî, gîlî) zimanek e, yê ku li herêma Gîlanî ya Îranê tê axaftin. Ew yek ji şaxên Hind û Ewropî û dikeve beşa zimanên îranî yên bakurê rojava.

Mirov dikare gîlekî bi sê paran bike: gîlekiya rojava, gîlekiya rohelat û galeşî (li çiyayên Gîlanê tê axaftin). Di navbera gîlekî û mazenderanî de, zimanekî dinî ji îraniya bakurê roava ye, gorî wuşeyên xwe pir hevşibî he ye. Gorî hin çavkaniyan hejmara gîlekîaxêvan di 1993'an de dorî 3 milyon kes bû.

Gîlekî bi zimanê zazakî ve jî, ji hin hêlan de pir li hev tên. Bi zimanê farsî ve jî, ji hêla rêzimanî jî gelek cidatî peyda bûne. Di zimanê gîlekî de hembera farsî (û gelemperî hembera kurdî) rengdar û tûnîkerli ber tûnîbûyîn xwe tên.

  • Nola ku di gîlekiya rojava de mêhin zakan (zarokê mêhîn) (farsî, beçayî mêhîn); gîlekiyê rojhelat de xirsî kutî (çêla hirç) (farsî, beçî xers).
  • Mînakî bo rêngdaran: gilekiya roava pîlla-yî zakan (zarokê mezin), sûrx gul (gola sor); gîlekiya roava: sard aw (ava sar) (farsî, abî sard ), kul çaqû (kêra tûj) (farsî, çaqû-yî tîz).


[biguherîne] Berhevdana gîlekî û kurdî

Gîlekî Kurdî
zay/zak zarok, zek
ĵor jor
kîĵa/kilka keç, kîj
daar dar
bûşû biçe (here), biço
purd pir, pird
zama zava, zama
çê gûdin çêkirin
xûr ewr, hewr
kîlîk (gîlekiya kevnar) kûleke
rîka role (xortê/a biçûk)
jeqele çikole
rûja (stêrk) roj
dîm demûçew, devûçev, dirûv

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din