6ê adarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji 6'ê adarê hat beralîkirin)
<< Adar 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1921 – Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
  • 1975 – Li Cezayîrê, li ser navê rejîma Îraqê Saddam Hûsên û li ser navê Îranê Şah Riza Pehlewî, piştî guftugoyekê peymanek mohr kirin. Li gorî peymanê;
    • – Wê her du alî, sînorên xwe li hemberî kesên bi ziyan (yanî li hemberî Kurdan) asê bikin.
    • – Wê sînor ji nû ve werin diyarkirin û pirsgirêka rêya ser ava Şetê, were çareserkirin.
    • Piştî vê peymanê, hukumeta Îranê berê xwe ji Kurdan zîvirand. Rejîma Îraqê, muhdetek kin da Kurdan da ku xwe pispêrin wan. Di 22 adarê de koçber Kurdan, ji ** Başûrê welêt dest pê kir û bi deh hezaran Kurd, li welatê xwe û li deverên din bûne mihacir.
  • 1949 – Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
  • 1987Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
  • 1994 – Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1902Real Madrid hate damezrandin.
  • 1925 – Li Tirkiyeyê ku di cîhanê yek ji welatên herî zêde rojnameyan digire ye, bi biryara lijneya wezîran a tirk li Stenbolê 4 rojname hatin girtin. Piştî 3 rojên din du rojnamayên din hatin girtin. Rojnameyên hatine girtin ev in; Tevhid-i Efkar, İstiklal, Son Telgraf, Aydınlık, Sebilülreşat û Orak Çekiç
  • 1957 – Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
  • 1965 – Mîtînga ku karkerên di kargeha titûnê de dixebitîn, di pêşengiya Partiya Karker a Tirkiyeyê de pêkanî, rastî êrîşeke tund hat.
  • 1983 – Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
  • 1987 – Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
  • 1995 – Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
  • 2007 – Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]