Here naverokê

Bêdlîs (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Bidlîsê
Bitlis
Koda parêzgehê: 13
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Bidlîs
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008) 326.897 kes
Rûerd 8.582 km2
Berbelavî 38,1 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 7 navçe
Hejmara bajarokan 15 bajarok
Hejmara gundan 338 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 428

Bidlîs (bi tirkî: Bitlis) bajar, navçe û parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Bêdlîs e.

Parêzgeh navê xwe ji bajarê navendî Bedlîsê girtiye. Rûbera wê 8.294 km û nifûsa wê 353.988 e (2022).[1] Piraniya gel kurd in.[2]

Dîroka Bedlîsê digihêje heya serdema neolîtîkê, lê li Bedlîsê lêkolînên pêşkeftî yên arkeolojîk nehatine kirin. Li gorî zanyaran Bêdlîs pêşî beşeke Împeratoriya Ûrartûyan bû, piştre bû ya Med û Persan. Îskenderê Makedonî li bajarê Bedlîsê kelehek çêkir û navê fermandarekî Makedonî yê bi navê Bedlis da keleh û bajarê. Piştî Îskender û Împaratoriya Diadoçiyan Bedlîs kete destê Romayiyan û heta sedsala 7an di bin desthilatdariya Bîzans de ma.

Piştî ku tirk derbasî herêmê bûn, Bitlîs pêşî kete destê Eyyûbîyan û pişt re jî kete destê Şahê Xorizm. Bitlîs dû re bû qurbana êrîşên Mongolan. Di sala 1514an de parêzgeh kete destê Osmaniyan. Ji ber ku Bedlîs li ser sînorê di navbera Osmanî û Farisan de bû, Sultan otonomiyeke berfireh da mîrên kurdên herêmê. Li Bedlîsê xanedaneke kurdan hat avakirin û di bin destê wê de Bedlîs geşbûneke çandî dît. Di sala 1864an de veguherî Vilayê Bitlîsê, ku ji ber nifûsa wê ya ermenî ya di wê demê de, di nav şeş Vîlayên Ermenîstanê de (Vilâyat-ı Sitte) dihat hesibandin. Piştî hilweşîna Osmaniyan parêzgeh ji aliyê Rûsyayê ve ji bo demeke kurt hat dagirkirin û piştre kete destê Tirkiyeyê.

Asîmîlasyon û tirkkirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[3], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[4] Bi vî havî Bidlîs di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Bitlîs bi giştî ji çiya û deştan pêk tê. Ji ber vê yekê, ew bajarek ji bo xwedîkirina ajalan guncantir e.Ji ber ku avhewa bejayî dijwar e, darên pel-pel ên mîna xurmeyan nikarin li vir şîn bibin.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ biruni.tuik.gov.tr https://biruni.tuik.gov.tr/medas/?kn=95&locale=en. Roja gihiştinê 3 gulan 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ "Encyclopaedia of Islam New Edition Online (EI-2 English)". referenceworks (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 gulan 2024.
  3. ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  4. ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.