Cejna Qurbanê
Cejna Qurbanê, Eyda heciyan an jî Eyda qurbanê (bi erebî: عيد الاضحى, lat. Ayd al-Adha; bi farisî: عید قربان, lat. Eyd-e Qorban; bi tirkî: Kurban Bayramı) li gorî baweriya misilman cejna qurbankirina ajalan a dînê îslamê ye. Ew li gorî salnameya hîcrî di roja 10an a meha Zîlhice de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û salnameya gregorî de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo misilmanan dema ferza îslamî ya serdankirina Kabeyê ye ku misilman bi vê serdanê dibin hecî.
Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê qebûlkirin. Cejna Qurbanê bi Cejna Remezanê re yek ji girîngtirîn cejnên îslamê ye.
Sedem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji ceribandinên sereke yên jiyana Îbrahîm ew bû ku bi kuştina kurê xwe yê delal bi fermana Xwedê re rû bi rû bimîne. Li gorî vegotina nû, Îbrahîm her tim pîsxwenê dîtiye ku kurê xwe Îsmaîl kurê Hecîra dikuje. Îbrahîm dizanibû ku ev fermanek ji Xwedê ye û wî ji kurê xwe re got, wekî ku di Quranê de tê gotin "Ey lawo, ez di xewna xwe de dibînim ku ez te serjê dikim", Îsmaîl bersiv da: "Bavo, tiştê ku ji te tê emir kirin bike." Ibrahîm xwe amade kir ku radestî daxwaza Xwedê bibe û xwe amade bike ku kurê xwe wekî bawerî û peristina Xwedê serjê bike.[1] Şeytan di dema amadebaşiyê de, Îbrahîm û malbata wî ji cîbicîkirina emrê Xwedê dûr dixe û Îbrahîm bi avêtina keviran Şeytan ji wî dûr xist. Ji bo bîranîna redkirina Şeytan, kevir li stûnên sembolîk têne avêtin kevirkirina Şeytan di dema merasimên Hecê de.[2]
Xwedê dildariya Îbrahîm a ji bo qurbankirina tiştê ku jê re ezîz bû nas kir û hem Îbrahîm û hem jî Îsmaîl qedrê xwe da. Serfirîşte Cibrayîl ji Îbrahîm re got: " Ey Îbrahîm, te ayetan pêk anîn û berxekî ji esmanê ji aliyê serfirîşte Cibrayîl ve ji pêxember Îbrahîm re pêşkêş kir ku li şûna Îsmaîl serjê bike. Misilmanên cîhanê Cejna Qurbanê ji bo bîranîna hem dilsoziya Îbrahîm û hem jî saxbûna Îsmaîl pîroz dikin.[3][4][5]
Nimêja Cejna Qurbanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wek Cejna Remezanê roja cejna qurbanêya pêşin an jî duyem nimêja cejnê he ye. Ew du rekatin û sibe bi cimate tê kirin.
Daraza Qurbanê gorî Zavan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qurbanê, ew kesên narewîtî, azad û qasî nîsab male xwe henî dikin. Nîsaba ji bo qurbanê wiha ye: ew kesî, hewceyiyên bingehîyen wek xanî, tiştên bingehiyên xanî, heywana ji bo siyar bûne, sê qat kincên xwe, ew kesên li aborîye wan peyda dike û li deynên xwe bê tir qasî 80, 18 gr zerî xwe heyî qurbanê dike. Lê qurban daraza qurbanê gorî zavan cihê bi cihê ye. .
Şafiî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî şafiîyan qurban kirin suneta mûekkede ye. Ew kesên, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekede ye.
Malikî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî malikîyan qurban kirinê suneta mûekkede ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekkede ye.
Henefî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî henefîyan qurban kirin ew kesî rewşa xwe rind re wacib e. Ew kesî, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin wacib e.
Henbelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî henbelîyan ew kesî rewşa xwe rind re ferza kifaye ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin ferza kifaye ye.
Ajalên tên Qurban kirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mih, bizin, hêştir, dewar û ga dikanin werin qurbankirin. Li wan divê ko bikêmasî deve 5, dewar û gemêş 2, mîh û bizin ji 1 dîtî be. Mîh û bizinan ancax yek kes dikana qurban bike. Deve, dewar û gemêşan jî heta 7 kesan mirov dikana tev qurban bike. Ew heywanên bi kêmasî wek çav, gunên xwe tune, naxweş, lawaz qurban nabin.
Li gorî Salnameya gregorî dîroka pîrozkirina cejnê:
- 1418 (Salnameya koçî): 7ê nîsanê, 1998
- 1419 (Salnameya koçî): 27ê adarê, 1999
- 1420 (Salnameya koçî): 16ê adarê, 2000
- 1421 (Salnameya koçî): 5ê adarê, 2001
- 1422 (Salnameya koçî): 23ê sibatê, 2002
- 1423 (Salnameya koçî): 12ê sibatê, 2003
- 1424 (Salnameya koçî): 1ê sibatê, 2004
- 1425 (Salnameya koçî): 21ê kanûna paşîn, 2005
- 1426 (Salnameya koçî): 10ê kanûna paşîn, 2006
- 1427 (Salnameya koçî): 31ê kanûna pêşîn, 2006
- 1428 (Salnameya koçî): 20ê kanûna pêşîn, 2007
- 1429 (Salnameya koçî): 8ê kanûna pêşîn, 2008
- 1430 (Salnameya koçî): 27ê çiriya paşîn, 2009
- 1431 (Salnameya koçî): 16ê çiriya paşîn, 2010
- 1432 (Salnameya koçî): 6ê çiriya paşîn, 2011
- 1433 (Salnameya koçî): 26ê çiriya pêşîn, 2012 (hatiye hesabkirin)
- 1434 (Salnameya koçî): 15ê çiriya pêşîn, 2013 (hatiye hesabkirin)
- 1435 (Salnameya koçî): 4ê çiriya pêşîn, 2014 (hatiye hesabkirin)
- 1436 (Salnameya koçî): 23ê îlonê, 2015 (hatiye hesabkirin)
- 1437 (Salnameya koçî): 11ê îlonê, 2016 (hatiye hesabkirin)
- 1438 (Salnameya koçî): 1ê îlonê, 2017 (hatiye hesabkirin)
- 1439 (Salnameya koçî): 21ê tebaxê, 2018 (hatiye hesabkirin)
- 1440 (Salnameya koçî): 11ê tebaxê, 2019 (hatiye hesabkirin)
- 1441 (Salnameya koçî): 31ê tîrmehê, 2020 (hatiye hesabkirin)
- 1442 (Salnameya koçî): 20ê tîrmehê, 2021 (hatiye hesabkirin)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bate, John Drew (1884). An Examination of the Claims of Ismail as Viewed by Muḥammadans (bi îngilîzî). BiblioBazaar. r. 2. ISBN 978-1117148366. Ji orîjînalê di 6 sibat 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.
Ishmael sacrifice.
- ^ Firestone, Reuven (1990). Journeys in Holy Lands: The Evolution of the -Ishmael Legends in Islamic Exegesis (bi îngilîzî). SUNY Press. r. 98. ISBN 978-0791403310. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.
- ^ "The Significance of Hari Raya Aidiladha". muslim.sg (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 14 hezîran 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.
- ^ Elias, Jamal J. (1999). Islam (bi îngilîzî). Routledge. r. 75. ISBN 978-0-415-21165-9. Ji orîjînalê di 10 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.
- ^ Muslim Information Service of Australia. "Eid al – Adha Festival of Sacrifice" (bi îngilîzî). Missionislam.com. Ji orîjînalê di 8 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 gulan 2022.