Kabe

Kabe

Kabe (erebî الكعبة‎‎ el-Keʿbe) xaniyekî çargoşe li bajarê Mekeyê li Erebistana Siyûdî ye. Kabe bi perdeyekî neqişkirî û reş hatiye dadan û ji bona misilmanan xaniyê herî pîroz e. Misilman Kabeyê wekî "mala Xwedê" dibînin û her sal bi milyonan bawermend ji bona serlêdana Kabeyê terin hec. Bi gotinên din Kabe sembola yekîtiya hemû misilmanan e. Ji ber vî yekê bawermend di nimêjê da berê xwe didin Kabeyê yanê qibleyê.

Di gora ola Îslamê Kabeyê di hêla Îbrahîm pêxember û lawê wî Îsmaîl pêxember hatiye înşakirin. Di sala 570'an da serokê leşkeran bi nav Ebrehe xwestiye ku Kabeyê hilbişînî û ji bona vî bi hêzên xwe hatiye Mekeyê, lê Xwedê bi xwe Kabe parastiye û hêzên Ebrehe tune kiriye.

Misilman li hec Kabeyê tewaf dikin. Tewaf heft caran li dora Kabeyê fitilandin e. Tewaf berevajiyê zivirandina saetê, ji hecer el-eswed (berê reş/kevirê reş) dest pê dike û heft caran tê dubarekirin.

Wêneyên Kabeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]