Eléonore Fourniau
Eléonore Fourniau | |
|---|---|
Eléonore Fourniau | |
| Jiyan | |
| Jidayikbûn | 1987 Parîs, Fransa |
| Netewe | Oksîtanî |
| Cureyê muzîkê | Folklorîk |
| Pîşe | Stranbêj |
| Salên çalak | 2010–niha |
| Malper | eleonorefourniau.com |
| biguhêre | |
Eléonore Fourniau (jdb. 1987 li Bordeaux, Fransa), stranbêj û muzîkvaneke oksîtanî-fransî ye ku bi gelemperî muzîka xwe bi zimanê kurdî çêdike. Eléonore Fourniau bi taybetî bi karê muzîka xwe yê bi kurdî hatiye naskirin û di adara sala 2024an de albûma xwe ya yekem a bi navê Neynik derxistiye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eléonore Fourniau wekê keça dê û bavek akademîsyenê oksîtanî li Bordeauxê jidayîk bûye.[1] Hem dê û hem jî bavê wî li ser Asyaya Navîn lêkolîn kirine. Fourniau ji 11 heta 14 saliya xwe li Taşkent, Ûzbêkistanê jiyan dike û li wir fêrê pîyanoya klasîk dibe.[2] Di salên 1980î de malbata wê li Tirkiyeyê dijîya. Eléonore Fourniau li École Normale Supérieure de Lyon zimanê rûsî û dîrok xwendiye.[3] Piştî qedandina vê perwerdeyê, di sala 2010an tê Tirkiyeyê û li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê perwerdeya xwe berdewam dike.[4] Dema ku fêrî jenbûna enstrûmentayê rojhilatî dibe, dersên piyanê dide xwendevanan. Li Konservatuara Stembolê xwendekarên kurd nas dike û bi wan re komek muzîkê bi navê Koma Esman ava dike.[5] Xwestekên wê ji bo ji muzîka kurdî çêdibe û li gorî vê meraqê ji gelek muzîkvanan perwerde werdigire û beşdarî kursa muzîkê ya Erdal Erzincan dibe.[2] Di salên paşerojê de bi muzîka gelên Anatolyayê re eleqedar bûye. Di repertuwara wê de stranên ji xeynî stranên kurdî stranên bi zimanên din jî hene. Bi muzîkjenên Luna Silva û Noémie Naël re, Eléonore Fourniau koma Trio Samaïa ava kir.[6] Navê vê kome navê ji navê danseke kevneşopî ya gurcî tê. Kome Samaïa bi çend zimanan stran dibêjin ku di nav van zimanan de kurdî, lazî, swêdî, spanî, ladîno û bulgarî hene.
Eléonore Fourniau bi muzîkjen û hunermendên wekê Erdal Erzincan, Merdal Erzincan, Mikaîl Aslan, Birol Topaloğlu, Keyvan Çemirani, Gülseven Medar, Dengbêj Xalîde û Petra Nachtmanova[7] konseran lidarxistiye.
Di sala 2019an de li bajarê Montrealê bi muzîkvanên Rojhilata Kurdistanê re stranên kurmancî û soranî pêşkêş kirine. Fourniau bi van muzîkvanan re li Festîvala Ruhê Pîroz a Cîhanê (World Sacred Spirit Festival) li Hindistanê konser lidarxistiye. Di heman demê de Fourniau li Fransa, Almanya, Belçîka, Swîsre, Swêd, Fînlenda, Spanya, Tirkiye, Mexribê, Hindistan, Qirgizistan, Kanada û Awistiralyayê konseran lidarxistiye.
Eléonore Fourniau di sala 2022an de beşdarî şahiya Newroza sala 2022an a Amedê bûye û li Newroza Amedê stranên xwe gotiye.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Neynik (mirror)
Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Esmer eman
- Qumrukê
- Selvê kerazê
- Arix
- Lawo
- Xwezî min te nasnekiri ba
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Eléonore Fourniau Kimdir? Nerelidir?".
- ^ a b Sevi, Selahattin (26 kanûna pêşîn 2020). "Von der großen Vielfalt der Musik". Sinfonie (bi almanî). Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
- ^ "Anatolian music workshop". Centre des musiciens du monde (bi îngilîziya kanadayî). Ji orîjînalê di 7 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
- ^ "Eléonore Fourniau Kimdir? Nerelidir?". kürtler.com (bi tirkî). 28 adar 2021. Roja gihiştinê 28 nîsan 2022.
{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk) - ^ "Muzîkjena Fransî: Ez bi Kurdî, Kurd bi Tirkî diaxivin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
- ^ "Trio Samaïa" (bi fransizî). Roja gihiştinê 8 gulan 2023.
- ^ "Eléonore Fourniau & Petra Nachtmanova". renk. (bi almanî). 26 îlon 2019. Roja gihiştinê 8 gulan 2023.