George Grigore

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
George Grigore, li Mêrdînê, 2006

George Grigore nivîskar, wergêr, lêkolîner, fîlolog, profesor û rohilatnasêkî roman e .

George Grigore di roja 2 Şibata sala 1958'an de li gundê Grindu yê ku girêdayî bajarokê Ialomiţa (Romanya) ji dayîk çêbû. Sala 1983'an ji zanîngeha Bûkareştê, Fakulta Zimanên Bîyanî û Edebîyatê beşa erebî-çînî mezûn bû. Di sala 1997'an de li Zanîngeha Bûkareştê bi xebata xwe ya Pirsgirêka wergera Quranê bi zimanê Romanî ve doktora xwe ya beşa fîlolojiyê wergirt.

Çalakyên wî[biguherîne]

Di hezîrana sala 2000'î de, wek weşanvan û werger, Bûkareştê li weşanxaneya Kriterionê koleksiyona Pirtûkxana îslamê damezrand. Di vê pirtûkxanê de, pirtûkên ku wî wergerandin wek çavkanyên saloxdar hatin pejirandin. Ew cara despêkê wergera Quranê bi zimanê romanî derket pêş. Ev wergera wî, piştî çapa yekem ya sala 2000'î, dîsa pir caran hat çap kirin. Di sala 2003'an de li Stenbolê bi du zimanî, erebî-romenî, hat çapkirin. Grigore, ji sala 2001'ê pêde hevkarê weşana kovara Romano-Arabica yê ye. Ev kovar ji hêla Navenda Lêkolînên derbarê ereban tête amadekirin. Wî ji bilî wergerên ji zimanê erebî, hin tişt ji edebîyata romenî jî wergerand bi zimanê erebî. Sala 1995 li Bexdayê, antolojya helbesta romanî bi navê Ar fi trebuit (Xwezî bibaya) bi zimanê erebî weşand. Herwusa ev xebata wî ji hêla Yekîtiya Niviskarên Îraqê hate xelatkirin.

Dîsa, şanoya Matca (mak, çavkanî) ya ku ji hêla Marin Sorescu hatiye nivisandin wergerand erebî û li Bexdayê hat weşandin. Sala 2002'an şahesera Carolina Ilinca yê Tirania Visului (Zulma xewnê) li Lubnanê bi zimanê erebî weşand. Xebatên wî yên pedagojîk ne ev tenê ne. Him ji bo xwendekarên zanîngehê û him jî çi kesên dixwezin fêrî erebî bin, ferheng, rêzimanên axaftin û rastnivîsa erebî weşand. Digel van xebatên xwe, li ser hin zaravên erebî jî lêkolîn çêkir (bi taybet zaravê erebiya Bexda û Mêrdînê). Derbarê ziman û zaravên erebî li derveyî welêt gelek gotar û lêkolînên wî hatin weşandin. (Îraq, Tirkiye, Polonya, Holand, Maroko, DYE; Urdun, Yekheviya Mîrên Ereban) Ji bilî xebatên ser zimanê erebî, mêla xwe daye ser zimanê kurdî jî. Sala 1994 Mishefa Reş, Kitabul Celwe ya Êzîdiyan di sala 1997'an de di rûpelên dîrokê de gelê Kurd weşand.

Xelatên wî[biguherîne]

Cara despêkê di sala 1991 di Bexdayê de bi helbestvaniyê dest bi xebata xwe kir. Hingê berhema xwe ya “buhar” romanî û erebî nivisand. Sala 2000'î Xelata Walahiya, sala 2005'an jî xelata Na-man li Lubnanê wergirtin.

Konferansên navnetewî yên ku ew beşdarbû[biguherîne]

Bexda (1997), Marakeş (2000), Amman (2000), Stenbol (2000, 2004), Tetouan (2001), Tiflis (2001), Cádiz (2002), Kazablanka (2003), Bûkareşt (2003; 2007, 2008), Hammamet (2004), London (2005), Mêrdîn (2006, 2007), Maryland (2006), Viyana (2006), Sêrt (2006), Colchester (2008) û hwd.

Endametiyên wî[biguherîne]

  • Saziya Zaravnasa Ereban ya Navnetewî
  • Yekîtiya Niviskarên Romanyayê
  • Navenda Lêkolînên Ereban – Zanîngeha Bûkareştê
  • Yekîtiya Niviskar û wêjewanên Îraqê

Xebatên wî yên wî bi xwe nivisandin û wergerên kû wî çêkirin wek cild çapûn[biguherîne]

  • Coranul (Quran), werger ji zimanê erebî li romanî, pêşgotin û têbiniyên wê; George Grigore, Weşanên Kriterion, Bûkareşt, 2000, 2002; Weşanên Herald, 2005, 2007.
  • Coranul (Quran) (Çapa du zimanî erebî-romenî), Ji erebî wergerandina li romenî, pêşgotin û têbiniyên wê: George Grigore. Weşanên Cagri, Stenbol 2003.
  • George Grigore. L’arabe parlé à Mardin (Zaravê erebî yê ku li Mêrdînê tête axaftin). Weşanên Zanîngeha Bûkareştê, 2007.
  • George Grigore, Din arta culinară a Orientului arab (Hunerê aşpêjiya erebên rohilat), Weşanên Iacobi, Bûkareşt , 1991.
  • Poveşti irakiene (Çîrokên Îraqî) Ji erebiya Iraqê hêla George Grigore hatin hilbijartin û wergerandin. Weşanên Coresi, Bûkareşt, 1993.
  • George Grigore. Yazidiţii; Cartea Neagră, Cartea Iluminării (Êzîdiyan; Misheba reş û Kitêba celwe). Weşanên Călin, Bûkareşt , 1994.
  • Ar fi trebuit – Kāna yağibu (Xwezî biba) (Ji helbestên hemdemî yên roman wergera bi erebî, werger ji hêla Georgê Grîgore û Kamil Oued Al-Amîrî hate çêkirin, Weşanên El-Ibda, Bexda, 1995.
  • George Grigore, Poporuk kurd – pagini de istorie (Gelê Kurd – Rûpelên dîrokê), Weşanên Interprint, Bûkareşt , 1997.
  • George Grigore, Bucate arabe (Xwerinên ereban), Pêşgotin: Vasilica Ghiţă-Ene. Weşanên Călin, Bûkareşt. 1997.
  • George Grigore, Problematica traducerii Coranului în limba română (Pirsgirêka wergera Quranê bi zimanê romenî) Pêşgotin: Nadia Anghelescu. Weşanên Ararat, Bûkareşt, 1997.
  • George Grigore ve Şero Berazi, Rêkêşa axaftina kurdî-romanî, Weşanên Kriterion, Bûkareşt , 1998.
  • George Grigore ve Nicolae Dobrişan, Dicţionar Arab-Român (Ferhenga erebî-romenî), Weşanên Teora, Bûkareşt, 1998.
  • George Grigore, Ta‘allum al-luġa ar-rūmāniyya bidūn mu‘allim (Fêrbûna romenî bê mamoste). Weşanên Dar aş-şurūq, Beyrut, 2000.
  • Al-Ghazali (Xezalî), Firida luminilor (Gencîna ronahîyan), Wergera ji erebî, pêşgotin û têbinî: George Grigore, Mîstîzma Islam ê – Rêyana Dervişan (G. Grigore ve L. Munteanu), Weşanên Kriterion, Bûkareşt, 2001.
  • Ibn Tufayl. Hayy bin Yaqzan (Yazqan kurê hayy), Werger ji erebî bi romenî, pêşgotin û têbinî: George Grigore, Weşanên Kriterion, Bûkareşt, 2001.
  • Ibn Ruşd. Cuvânt hotărâtor (Fasl-ul makâl), Wergera ji erebî bi romenî, pêşgotin û têbinî: George Grigore, Weşanên Kriterion, Bûkareşt, 2001.
  • Badiuzzaman Said Nursi. Cuvinte (Gotinan), Werger: George Grigore, Weşanên Nesil, Istenbol, 2002.
  • Ibn Arabi. Geneza cercurilor. Filiaţia spirituală (Zayîna çemberê, şibandina gîhanî)), Wegera ji erebî bi romenî. Pêşgotin û têbinî: Rodica Firănescu ve George Grigore. Weşanên Kriterion, Bûkareşt, 2003.
  • Ochiul lăuntric – perspective islamice asupra divinităţii (Çavê hundir – nêrînên xwedayî yên İslami); Ji erebî lêkolîn û werger George Grigore, Weşanên Herald, Bûkareşt, 2005;
  • Ali bin Abi Talib (Hz. Elî). Nahj al-balāġa/Calea vorbirii alese (Nahc-ul belağa), wegera ji erebî bi romenî, pêşgotin û têbinî: George Grigore. Weşanên Kriterion, Cluj-Napoca, 2008.

Têkiliyên wî bi derve re[biguherîne]