Mîrektiya Kilîsê
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin. (kanûna paşîn 2025) |
Mîrektiya Kilîsê (1260-1847) mîrgeheke kurd li herêma Kilîs, Dilok, Efrîn û Helebê de bû.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Li gorî Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî ev mîrgeh ji Menteşe, ê ku di sedsala 11an de ji devera Colemêrg hatibû ye Kilîsê ve hatî bû damezirandin[2]. Du birayên Meteşe hebûne. ji vanan yek Şemsedîn, damezrînerê mîrgeha Şemsoyan Colemêrg , û yek jî Badînan damezrîner mîrgeha Behdînan, bû ye. Mîrê vê mîrgehê inwana Mend girtî bû ne[3]. Bi danûstandinên rind yên ligel xanedana Eyûbiyan vê mîrên vê mîrgehê karibûne erdnîgara fermandariya xwe berebere ji Kilîs û Cûmê li alîye Helebê û Elbistanê fireh bikin. Paşê Eyûbiyan Mirên Kilîsê dikin Mîrên Mîran ên Heleb û Şamê. Piştê hilveşandina dewlata Eyûbiyan mîrên mendî serweriya Memlûkan dabiland nekin û di şerê Împeratoriya Osmanî ê hember Memlûkan de li hember Memlûkan şer dikin. Wê demê li Kilîsê mîr Şêx Îzedîn mîritiye kirî bû ye[4]. Piştê dîlovanîya wî ev mîrgeh derbasê destê sulala Canbolatan dibe, ji ber ku kurên Şêx Îzedîn tunebûne.
Mîrên Kilîsê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mend (1260-1277)
- Ereb (1277-1301)
- Cemal (1301-1344)
- Ehmed (1344-1351)
- Habîb (1351-1388)
- Kazim(1388-1421)
- Şêx Îzedîn (1421-1467)
- ...
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kurdica: Mîrên Kilîsê (almanî)
- ^ Dr. Rashow, Khalij J. Mîrgeha Shêxên Shingal û Kilîs. Lekonîn 7, r. 23
- ^ Mend heta îro jî navê kasteke şêxan di nava Kurdên Êzidî de ye. bb. Bois, Thomas. L´âme des Kurdes á la lumiére de leur folklore (Dt. Übersetzung: Yekta Geylanî, kurdische Volksdichtung) 1985 Bonn.
- ^ Balkêş e ku navê êla Kurdên Kilîsê ya ku nuha tevahî asîmîle bû ye, heta sedsala 20'min Şêx Îzedînî bû. Winter, Stefan. Kurdên li Sûrî di neynika çavkaniyên arşîvî de.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |