Emîn Alî Bedirxan
Emîn Alî Bedirxan | |
|---|---|
Emîn Alî di sala nêz. 1899an | |
| Jidayikbûn | nêz. 1852 |
| Mirin | nêz. 1926 Qahîre, Komara Misirê |
| Pîşe | Dadger, siyasetmedar, çalakvan |
| Xebatên navdar | Yek ji damezrînerên Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan (1908) Cigîrê serok yê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (1917-1920) |
| Dîn | Sunî îslam |
| Zarok | Celadet Alî Kamiran Alî Sureya Hikmet Tevfik Safder Bedirxan Mezyiet[1] |
| Dê û bav | Bedirxan Beg (bav) Rewşen Xanim (dê) |
| Malbat | Malbata Bedirxaniyan |
| biguhêre | |
Emîn Alî Bedirxan (1851-1926) siyasetmedar û dadgerekî kurd bû ku yek ji damezrînerên Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan û cîgirê serokê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê bû.
Emîn Elî wekî kurê Bedirxan Beg, hikumdarê dawîn û şoreşvanê mezin yê mîrektiya Botanê û hevjîna wî Rewşen li Kandiye ya girava Krîtê jidayikbûye. Emîn Elî li gelek bajarên cuda di sîstema dadweriya osmanî de wek karmend xebitiye û piştre tevlî siyaseta kurd bûye û di sala 1918an de ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe parêzvanî kiriye. Ew yek ji nûnerên kurd di Konferansa Aştiyê ya Parîsê ya piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de bû. Demek kurt berî damezrandina Komara Tirkiyeyê, ew sirgûnî Misirê dibe ku di sala 1926an de li wir jiyana xwe jidest dide. Kurên wî Sureya, Celadet û Kamiran wekî kesayetiyên herî girîng di tevgera kurdperwerîyê de têne bibîranîn.[2]
Jiyana berê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Emîn Elî Bedirxan di nav malbata Bedirxaniyan de ji dayik bûye ku yek ji navdartirîn eşîrên esilzade yên kurd ên sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan bû. Malbata Bedirxaniyan mîrata xwe ya siyasî digihîne bavê wî, Bedirxan Beg ku hikumdarê dawî ya mîrektiya Botan bû ku têkçûna wî ji aliyê împeratoriya osmanî ve di sala 1847an de xalek werçerxê ya diyarker di dîroka siyasî ya kurd de nîşan didaye. Wekî neviyê vê malbatê, Emîn Elî Bedirxan ne tenê hestek xurt a nasnameya kurd bû, di heman demê de kevneşopiyek tevlêbûna siyasî û hilberîna rewşenbîrî jî mîrat girt ku çalakiyên wî yên paşîn şikil daye.[3]
Di demekê de ku gelek endamên malbata Bedirxan piştî tepeserkirina mîrnişînên kurd li sirgûnî an nîv-sirgûniyê dijiyan, ew di sala 1852an de li Kandiye ji dayik bûye. Emîn Elî Bedirxan li girava Krîtê, bi çanda siyasî ya osmanî, perwerdehiya nû û torên rewşenbîrî yên navherêmî re rûbirû mabû. Berevajî gelek navdarên kurd ên ku li hawîrdorên gundewarî an eşîrî kokên wan hebûn, Emîn Elî Bedirxan di hawîrdorek bajarî û pirzimanî de mezin bûye ku bîranîna malbata kurd bi bandorên burokratîk û rewşenbîrî yên osmanî re li hev civandiye.[4] Emîn Elî Bedirxan perwerdehiyek nûjên a wê demê wergirtiye û bi gelek zimanan ku di nav de osmanî, yewnanî, erebî û fransî jî, fêr bû ku ev yek bûye sedem ku ew bi ramana siyasî û rojnamegeriya hemdem re eleqedar bibe.[1] Dema ku nîqaşên li ser destûrî, nenavendîbûn û mafên hindikahiyan zêde bibûn, perwerdehiya wî bi veguherîna berfirehtir a împeratoriya osmanî re, di serdema dawiya Tenzîmat û Hemîdiye de hevdem bû. Van herikînên rewşenbîrî bandorek kûr li ser nêrîna wî ya cîhanê kirin û paşê pabendbûna wî ya bi çalakiya çandî û siyasî ya kurdî re bandor lê kiriye.[5]
Bîranîna malbatê di awayiya hişmendiya wî ya siyasî de roleke navendî lîstiye. Malbata Bedirxaniyan çîrokên xweserî, berxwedan û sirgûniyê parastin ku dîroka Kurdistanê wekî têkoşînek li dijî navendîbûnê çarçove kirine. Emîn Elî Bedirxan van çîrokan di destpêkê de navendî dike û marjînalîzekirina siyasî ya kurd wekî berhema pêvajoyên dîrokî dîtiye, ne wekî bûyerên îzole. Ev perspektîv wî ji hevdemên ku bi giranî bi çarçoveyên eşîrî an dînî nêzîkî nasnameya kurd dibûn, cuda kiriye.[6]

Kariyera pîşeyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Emîn Elî Bedirxan jiyana xwe ya pîşeyî di nav rêveberiya dadwerî ya osmanî de destpêkiriye ku hem paşxaneya wî ya elît û hem jî perwerdehiya wî ya nû nîşan dida. Di salên 1880î de, ew wekî mufetîşê dadwerî hatiye tayînkirin, pozîsyonek ku wekî beşek ji reformên dadwerî yên ku di sala 1879an de hatine destpêkirin, hate afirandin ku armanc ew bû ku prosedurên qanûnî standard bike û çavdêriya navendî ya dadgehên parêzgehan xurt bike. Di vê kapasîteyê de, Emîn Elî Bedirxan li bajarên cuda yên li seranserê împeratoriya osmanî xizmet kiriye, li wir ew bi çavdêriya dadgehan, nirxandina karmendên dadwerî û alîkariya di bicîhanîna çarçoveya qanûnî ya nû de hatiye erkdar kirin. Xebata wî ew li xaçerêya siyaseta dewletê ya reformîst û rastiyên rêveberiya herêmî danî ki pir caran aloziyên di navbera desthilata navendî û pratîkên herêmî de eşkere kiriye.[7]
Tevî rola wî yê di pêşvebirina reformên dadwerî de, kariyera Emîn Elî Bedirxan ne bênavber bû. Di sala 1888an de, ew ji erka xwe ya mufetîşê dadwerî hate dûrxistin, pêşveçûnek bû ku dîroknasan bi gelemperî di çarçoveya berfirehtir a gumanbariya siyasî ya li hember endamên malbatên navdar ên kurd di dawiya serdema Hengên Hemidiyê de şîrove dikirin. Çend sal piştî ji kar derxistina wî, xuya ye ku ew bê karekî fermî bû ku rewşek hem dûrketina wî ji xizmeta dewletê û hem jî rewşa nebaş a navdarên kurd di nav pergala burokrasiya osmanî de nîşan daye.[8]
Di sala 1894an de, Emîn Elî Bedirxan dema ku ji bo encumena bajarê Stembolê hatiye erkdar kirin, vegeriyaye jiyana giştî.[zelalkirin hewce ye] Ev pozîsyon nîşana rehabîlîtasyoneke qismî bû û rê daye wî ku dîsa bikeve nav derdorên îdarî yên li navenda împeratoriyê. Hebûna wî di encumena bajêr de bi serdemeke aloziya siyasî ya zêde re hevdem bû ku di nav de çavdêriya zêde ya elîtên hindikahî û dijberiya zêde ya li dijî desthilatdariya otokratîk hebû. Her çend encumena xwedî desthilata rêveberiyê ya sînorkirî bû jî, wê ezmûneke hêja di rêveberiya bajarî de da Bedirxan û têkiliya wî bi torên siyasî yên reformîst ên li paytextê re xurt kiriye.[6] Di destpêka salên 1900an de, Emîn Elî Bedirxan careke din wekî mufetîşê dadwerî hate tayînkirin û rolek mîna ya ku du dehsal berê girtibû, ji nû ve girt ser milê xwe. Wî şandine çend parêzgehan ku di nav de Edirne û Enqere û li wir di nav pergala dadwerî ya împeratoriyê de xebata xwe berdewam kiriye. Ev serdema duyem a xizmetê nîşan dide ku tevî ji kar dûrxistinên berê û gumanên siyasî, wî navûdengekê wekî rêveberek jêhatî û pêbawer parastiye. Peywirên wî li seranserê herêmên cihêreng ên erdnîgarî û siyasî yên împeratoriyê têgihîştina wî ya rêveberiya împeratoriyê berfirehtir kiriye û nêrîna wî ya rexnegir a li ser desthilata navendî xurt kiriye.
Jiyan li sirgûnê (1906-08)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di navbera salên 1906ê û 1908an de, dema ku ew hate sirgûnkirin, di rêça pîşeyî ya Emîn Elî Bedirxan de xirabbûnekî mezin çêbûye. Ev sirgûnî ne encama kiryarên wî bi xwe bû lê di çawên osmaniyan de bi skandalek siyasî ve girêdayî bû ku endamên malbata wî jî di nav de bûn. Pismamê wî Ebdulrezaq Bedirxanî û birayê wî Şamil Paşayê Bedirxanî bi sûcê beşdarbûna di kuştina Ridvan Paşa ku şaredarê Stembolê ya wî demê bû, hatine tawanbarkirin. Di atmosferek gumanbar a ku piştî wê çêbûye, Emîn Elî Bedirxan ji karê xwe hatiye dûrxistin û wekî tevdîrek ji ber vê yekê hate sirgûnkirin ku ev yek cezayê kolektîv ê ku di dawiya serdema osmanî de pir caran li ser malbatên elîte dihatiye ferzkirin nîşan dide.[9]
Ev serdema sirgûniyê di kariyera wî de xalek werçerxê nîşan daye. Ji xizmeta fermî ya dewletê qutbûyî, Emîn Elî Bedirxan bala xwe zêdetir daye ser çalakiyên rewşenbîrî, rojnamegerî û siyasî ku bingehek ji bo tevlêbûna wî ya paşê di rêxistinên çandî û siyasî yên kurdî de danî. Ezmûna xizmeta îdarî û pişt re ji kar derxistin û sirgûniyê nêrîna wî ya siyasî bi awayekî kûr guhertiye, gumanbariya wî ya li hember desthilatdariya navendî xurt kiriye û beşdariya rola wî ya dawîn wekî rewşenbîrekî pêşeng ê kurd di destpêka sedsala bîstan de bû.
Siyaseta serxwebûna Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Emîn Alî Bedirxan wekî yek ji rêxistvanên siyasî yên kurd ên navendî yên serdema dawî ya osmanî û destpêka piştî-osmanî derket holê ku çalakiyên wî siyaseta komeleyan, rojnamegerî, dîplomasî û lobiya navneteweyî dihewîne. Têkiliya wî di rêxistinên kurdî de hem eslê wî yê arîstokratîk û hem jî baweriya wî ya ku daxwazên siyasî yên kurd divê bi şêweyên sazûmanî yên nûjen werin îfadekirin, ne tenê bi rêbazên eşîrî an leşkerî, nîşan dide.
Rêxistina siyasî ya kurd piştî 1908an
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan
Piştî Şoreşa Tirkên Ciwan a 1908an û hilweşandina siltan Ebdulhemîd II, destûr hat dayîn ku Emîn Alî Bedirxan ji sirgûnê vegere Stembolê. Vegerandina desthilatdariya destûrî pencereyek kurt ji bo rêxistina siyasî ya kêmneteweyan afirand ku Bedirxan ev pencere bikaranî da ku ji nû ve bikeve jiyana giştî. Di heman salê de, ew bû endamê damezrîner ê Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan ku yekem rêxistina siyasî ya kurd a nûjên bû ku bi eşkereyî li paytexta osmanî dixebitiye. Di nav cemiyetê de, Bedirxan ji komeke rewşenbîr û navdarên kurd bû ku girîngiyê didan perwerdehî, vejîna çandî û temsîliyeta siyasî di çarçoveyek destûrî de. Di vê heyamê de, wî têkiliyên nêzîk bi Seyîd Ebdulqadir, navdar û çalakvanekî siyasî yê din ê kurd yê navdar re daniye. Her çend her du zilam jî ji bo pêşveçûna siyasî ya kurdan dilsoz bûn jî, têkiliya wan jixwe cûdahiyên stratejîk ên bingehîn ên di derbarê armancên dawîn ên tevgera kurdî de nîşan didaye.
Cemiyeta Teawun û Tereqiyê ya Kurdan temenkurt bû. Di sala 1909an de, Komîteya Yekîtî û Pêşketinê (KYP) ya desthilatdar rêxistin qedexe kir, ji ber ku seferberiya siyasî ya kurd wekî ne lihevhatî bi rojeva wê ya navendî û neteweperest dît. Tepeserkirina cemiyetê sinorên pirrengiya destûrî di bin tirkên ciwan de nîşan da û çalakvanên kurd ên wekî Emîn Alî Bedirxan ber bi şêweyên rêxistinî yên dijbertir ve bir.
Serokatiya Cemiyeta Tealiya Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurdistanê
Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem û hilweşîna desthilatdariya osmanî, Emîn Alî Bedirxan di serdema agirbestê de wekî kesayetiyek siyasî ya pêşeng a kurd ji nû ve derket holê. Di sala 1918an de, ew wekî cîgirê serokê Cemiyeta Tealiya Kurdistanê hate hilbijartin ku bû rêxistina sereke ya siyasî ya kurd li Stembolê ya dagirkirî.
Dema wî di cemiyetê de bi nîqaşeke navxweyî ya tund ve hate nîşankirin. Bedirxan bi eşkereyî li dijî hilbijartina Seyîd Ebdulqedir wek serok derket ku ev yek nerazîbûnên îdeolojîk ên kûrtir di nav serokatiya kurd de nîşan dida. Di demekê de ku Ubeydullah xweseriya kurdan di nav dewleteke tirk a pêşerojê de diparast, Emîn Alî Bedirxan ji bo serxwebûna tevahî ya kurdan arguman dikir, her çend bi naskirina sembolîk a siltanê osmanî wek xelîfê re were hev kirin da ku rêwitiya îslamî were parastin.[10]
Ev nakokî rê li ber Bedirxan negirt ku di nav rêxistinê de pir çalak bimîne. Wî beşdarî nivîsandina memorandûmên siyasî, şekildana peyama navneteweyî ya cemiyetê û hevrêzkirina têkiliyan bi dîplomatên biyanî re bû. Nêzîkatiya wî baweriyek nîşan dida ku daxwazên kurdan divê di heman demê de li ser qanûna navneteweyî, meşrûiyeta xanedaniyê û neteweperweriya nûjên werin bicihkirin.

Dîplomasiya navneteweyî û Konferansa Aştiyê ya Parîsê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê
Emîn Alî Bedirxan dîplomasiya navneteweyî wekî qada navendî didît ku tê de îdîayên siyasî yên kurd dikarin bi rastî piştî hilweşîna împeratoriya osmanî werin pêşve xistin. Di dema agirbestê de, ew bawer bû ku çarenûsa Kurdistanê ne tenê bi serhildanên herêmî, lê bi biryarên ku ji hêla hêzên Hevpeyman ve di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hatine girtin, dê were destnîşankirin. Ji ber vê yekê, wî hewlek mezin da lobiya dîplomatên biyanî û daxwazên kurdan bi şertên ku bi prensîbên xwerêvebirina piştî şer re li hev dikin, amade bike.[11] Di nava kampa siyasî ya kurdan de, Bedirxan wekî yek ji parêzvanên herî eşkere yên serxwebûna tevahî ya kurdan derket holê. Ev helwest wî ji nûnerên din ên kurd ên ku di çarçoveyek ji nû ve avakirî ya tirkî an osmanî de xweseriyê tercîh dikirin, cuda kiriye. Li Parîsê, ev cudahî bi taybetî di nakokiyên bi Şerîf Paşa re ku bi fermî Cemiyeta Tealiya Kurdistanê temsîl kiriye û xeteke dîplomatîk a hişyartir dişopand, eşkere bûn. Bedirxan rexne li tiştên ku wî di danûstandinên Şerîf Paşa de wekî tawîzên zêde didît, nemaze di derbarê sînorên axê û rêjeya serweriya kurdan de, girtiye.[11][12]
Xalek navendî ya nakokiyê li ser berfirehiya axê ya dewletek kurdî ya pêşerojê dibû. Emîn Alî Bedirxan israr kir ku parêzgeha Wanê ji ber pêkhateya demografîk a kurd û girîngiya dîrokî ya wê beşek yekgirtî ya Kurdistanê ye. Ew li dijî pêşniyarên ku Wanê ji bo bicihanîna îdiayên ermeniyan an jî nirxandinên stratejîk ên Hevalbendan derdixistin bûye. Di notên ku ji rayedarên konferansê re hatine şandin de, Bedirxan tekez kir ku her dewletek kurdî ku ji Wanê bêpar bimîne dê ji hêla aborî û siyasî ve ne guncaw be.[11]
Ji bilî kanalên konferansa fermî, Bedirxan li Stembolê înîsiyatîfên dîplomatîk ên paralel dimeşandiye. Wî bi nûnerên Hevalbendan re, bi taybetî Richard Webb, nûnerê komîserê bilind ê brîtanî, têkiliyek rasterast domand ku wî nexşeyek berfireh pêşkêş kiriye ku sinorên dewletek kurdî ya pêşerojê destnîşan kiriye. Ev nexşe û memorandûm hewldana Bedirxan nîşan didan ji bo wergerandina armancên kurdan bo pêşniyarên jeopolîtîk ên berbiçav ku dikarin ji hêla siyasetmedarên ewropî ve werin nirxandin.[13] Tevî van hewldanan, Bedirxan sinorkirinên dîplomasiya kurdî li Parîsê zêdetir naskir. Guhertina pêşîniyên hêzên Hevpeyman, îdiayên ermenî yên hevrikî û bilindbûna tevgera nîjadperestiya tirkî di bin serokatiya Mustafa Kemal de, perspektîfên dewletbûna kurdî têk birin. Heta sala 1920an, Bedirxan gihîşt wê encamê ku piştgiriya navneteweyî ji bo Kurdistaneke serbixwe ne mimkûn e ku pêk were, ev têgihîştinek bû sedema zêdebûna nerazîbûnê di nav derdorên siyasî yên kurdî de. Digel vê yekê, dîroknas tekez dikin ku çalakiyên wî yên dîplomatîk yek ji hewldanên herî domdar û sîstematîk ên kurdan temsîl dikir ji bo tevlîbûna pergala navneteweyî di dema çareseriya piştî şer de.[14][15]
Rêxistinên paşê û tora navneteweyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî têkçûna danûstandinên piştî şer ji bo misogerkirina dewleta kurdî, Emîn Alî Bedirxan bi alîkariya damezrandina Komeleya Rêxistinên Civakî yên Kurdî ku bi eşkereyî ji bo Kurdistaneke serbixwe piştgirî dikir, çalakiya xwe ya siyasî domand. Ev rêxistin ji stratejiyên reformîst ên berê dûrketinek radîkaltir temsîl dikir û bêhêvîbûna zêde ya Bedirxan ji dîplomasiya navneteweyî nîşan dida.[16] Di vê serdemê de, wî çalakiyên xwe ji sinorên Tirkiyeyê wêdetir berfireh kir. Bedirxan bi dîplomatên yewnan re têkilî danî, ji bo destpêşxeriyên siyasî yên kurd piştgirîya derve xwestiye. Wî herwiha bi kurê xwe Celadet Alî Bedirxan re jî hevkarîyek nêzîk kir, torên nifşan di nav dîyasporaya malbata Bedirxaniyan a berfirehtir de li hev kiriye. Bi hev re, wan pêşniyarên piştgirîkirina serhildanek kurdan li herêma Mûsilê ji rayedarên brîtanî re kirin, her çend ev hewldan di dawiyê de ji hêla Brîtanyayê ve hatin redkirin ku aramiya herêmî li ser armancên kurdan danî pêşiyê.
Her ku damezrandina Komara Tirkiyeyê nêzîk dibû, Emîn Alî Bedirxan gihîşt wê encamê ku berdewamiya çalakiyên siyasî li Anatolya an Stembolê êdî ne mimkun e. Ew çû sirgûnî Misirê ku salên dawî yên jiyana xwe li wir derbas kir. Her çend ji navendên rêxistina siyasî ya kurdan dûr ket jî, ew heta mirina xwe di sala 1926an de ji hêla rewşenbîrî ve bi doza kurdan ve girêdayî ma.[17][18]
Îdeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Îdeolojiya siyasî ya Emîn Alî Bedirxan neteweperweriya kurdî, rewatiya xanedaniyê û sembolîzma îslamî tevlihev kiriye ku hem paşxaneya wî ya arîstokratîk û hem jî têkiliya wî bi ramana siyasî ya nûjên re nîşan dida. Berevajî navdarên kurd ên reformîst ku di destpêkê de di çarçoveya siyasî ya osmanî an tirkî de li hev digeriyan, Bedirxan bi berdewamî ji bo prensîba xweseriya kurdan arguman dikir û her ku diçû serxwebûnê li şûna xweseriyê tercîh kiriye. Neteweperweriya wî ne di seferberiya girseyî an tundûtûjiya şoreşgerî de bû, lê di baweriya ku îdîayên siyasî yên kurdan dikarin bi rêya hiqûqa navneteweyî, dîplomasiyê û presedanên dîrokî rewa bibin.[11]
Taybetmendiyeke cuda ya îdeolojiya Bedirxan hewldana wî ya lihevhatina neteweperweriya nûjên bi rêwitiya îslamî bûye. Dema ku ew ji bo Kurdistaneke serbixwe diparast, wî piştgirî da naskirina sembolîk a siltanê osmanî wekî xelîfe û xelîfetiyê wekî saziyeke yekgirtî ya ku dikare rewatiya olî bide dewleteke kurdî ya pêşerojê dîtiye. Ev helwest wî ji herikînên neteweperwer ên sekuler û tevgerên bi tevahî dînî cuda dikir. Dîroknas vê sentezê wekî hewldanek pragmatîk şîrove dikin ku di heman demê de ji elîtên dînî yên kurd, serokên eşîran û temaşevanên navneteweyî yên bi aramiya herêmî re eleqedar bang bike.[19]
Bedirxan her wiha ji serhildana çekdarî ya pêşwext wekî stratejiyeke sereke ji bo bidestxistina armancên siyasî yên kurdan bi guman bû. Her çend sempatî bi berxwedana kurdan re hebû jî, wî serhildanên nehevrêz wekî stratejîk bêbandor û potansiyel felaket di nebûna piştgiriya derve de dîtiye. Vê helwesta hişyar wî bi aktorên kurd ên çekdartir re li hev kir û tercîha wî ya ji bo dîplomasiyê, danûstandinên elîteyê û parêzvaniya navneteweyî şekil da. Lêkolîneran destnîşan kirine ku darvekirina wî li sirgûnê û têkçûna hewildanên dîplomatîk piştî Şerê Cîhanî yê Yekem nîşana kêmbûna vê herikîna destûrî-dîplomatîk di nav neteweperweriya kurd a destpêkê de bû.[14][16]
Helbest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çend Emîn Alî Bedirxan bi giranî bi çalakiyên xwe yên siyasî û rêxistinî tê nasîn jî, wî di heman demê de wekî beşek ji tevgera rewşenbîrî ya destpêkê ya kurdî bi derbirîna helbest û wêjeyî jî mijûl bû. Helbestên wî kariyerek wêjeyî ya serbixwe pêk neanîn, lê beşek ji hewldanek berfirehtir bû ji bo eşkerekirina nasnameya kurdî, hişmendiya dîrokî û azweriya siyasî. Lêkolîner destnîşan dikin ku berhemên wî yên wêjeyî veguherîna ji derbirîna elît a kevneşopî ber bi gotara neteweperwer a nûjên nîşan didin û balkêşiya hestyarî bi niyeta siyasî re tevlihev dikin.[4] Nivîsên helbestî yên Bedirxan bi çalakiya çandî ya malbata Bedirxaniyan û bi derketina holê ya çanda çapkirina kurdî di dawiya serdema osmanî de ve girêdayî bûn. Li şûna ku balê bikişîne ser mijarên kesane, helbesta wî tekezî li ser nasnameya kolektîf, sirgûnî, windakirina xweseriyê û pêşeroja Kurdistanê kir. Dîroknas bi gelemperî berhemên wî yên edebî wekî temamkerê çalakiya wî ya siyasî şîrove dikin ku wekî wesîleyek ji bo seferberî û parastina çandî xizmet dike, ne wekî projeyek estetîk a xweser.[6]
Mîrasê wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Emîn Alî Bedirxan di dîroknivîsiya kurdî de wekî kesayetek girîng a veguhêz di navbera elîtên arîstokratîk ên kurd yê sedsala nozdehan û derketina holê ya çalakvaniya siyasî ya kurd a nûjen di destpêka sedsala bîstan de tê bîranîn. Girîngiya wî kêmtir di destkeftiyên siyasî yên berbiçav de ye, lê di hewldanên wî yên domdar de ji bo diyarkirina îdîayên kurd bi rêya rêxistin, dîplomasî û parêzvaniya navneteweyî di demekê de ku rêyên weha bi lez digirtin. Zanyar tekez dikin ku kariyera wî sînorên stratejiyên destûrî û dîplomatîk di rûyê navendîbûna neteweperest a zêdebûyî li Tirkiyeyê de nîşan dide.[18] Di dîroka berfirehtir a neteweperweriya Kurdî de, Bedirxan gelek caran wekî nûnerê tevgereke nerm û ji hêla elîtê ve tê binavkirin ku serxwebûn bi rêyên qanûnî û navneteweyî li şûna serhildana girseyî dixwest. Hevkariya wî bi kesayetên paşîn re, di nav de kurê wî Celadet Bedirxan, alîkarî kir ku çalakvaniya siyasî û çandî ya kurdî derbasî sirgûnê bibe, bi taybetî li cihana ereb. Dîroknas mirina wî li sirgûnê wekî sembola cihguhertina serokatiya siyasî ya kurd piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê û tepeserkirina jiyana siyasî ya rêxistinkirî ya kurd li Anatolyayê dibînin.[17][15]
Binerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Henning 2018, r. 347.
- ^ Henning, Barbara (3 nîsan 2018). Narratives of the History of the Ottoman-Kurdish Bedirhani Family in Imperial and Post-Imperial Contexts: Continuities and Changes. University of Bamberg Press. r. 332, n. 1028. ISBN 978-3-86309-551-2.
- ^ vanBruinessen 1992, rr. 175–177.
- ^ a b Jwaideh 2006, rr. 92–94.
- ^ Bozarslan 2008, rr. 329–331.
- ^ a b c McDowall 2004, rr. 55–56.
- ^ vanBruinessen 1992, rr. 176–178.
- ^ Jwaideh 2006, rr. 93–95.
- ^ McDowall 2004, rr. 56–57.
- ^ McDowall 2004, rr. 101–102.
- ^ a b c d McDowall 2004, rr. 107–110.
- ^ Bozarslan 2008, rr. 331–333.
- ^ McDowall 2004, rr. 110–112.
- ^ a b McDowall 2004, rr. 112–114.
- ^ a b Bozarslan 2008, rr. 333–335.
- ^ a b Olson 1989, rr. 92–95.
- ^ a b vanBruinessen 1992, rr. 185–187.
- ^ a b McDowall 2004, rr. 154–156.
- ^ Jwaideh 2006, rr. 183–187.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Emîn Alî Bedirxan de hene