Here naverokê

Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe
52°31′30″Bk 13°20′58″Rh / 52.525°Bk 13.3494°Rh / 52.525; 13.3494
DewletAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Mitte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe perestgehek îslamî ya ne-mezhebî li navçeya Berlînê ya Moabitê ye. Mizgeft îslama pêşverû temsîl dike. Jin û mêr wek hev têne hesibandin û bi hev re dua dikin. Heman tişt ji bo misilmanên LGBTIQ jî derbas dibe.

Mizgeft di hezîrana 2017an de vebû. Avakirina wê vedigere parêzer û parêzvana mafên jinan Seyran Ateş, ya ku bi eslê xwe kurd e.[1] Damezrênerên din doktor û nivîskar Mimoun Ezîzî, çalakvana mafên mirovan Saîda Keller-Messahli, zanyarê siyasî Elham Manea û zanayê îslamî Abdel-Hekîm Urghî ne.

Heya çiriya pêşîn ê 2020an, bawermendan avahiyek dêra evangelîst a St Johannis bikardianîn. Dû re derbasî avahiyeke din a li heman beşa Berlînê bûn.

Agahiyên bingehîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seyran Ateş di gotareke xwe ya di rojnameya hefteyî ya Die Zeit de, avakirina mizgeftê wiha nirxand: “Em roja înê, 16ê hezîranê, li Berlînê Mizgefta Îbn Ruşd Goethe vedikin, ji ber ku em dixwazin îslamê ji hundir ve reform bikin. [...] Mizgefta nû ya li Berlînê armanc dike ku bibe malek ruhanî, nemaze ji bo wan jin û mêrên ku di mizgeftên kevneşopî de xwe rehet nabînin û êdî naxwazin ji wan re bê gotin ku dê çawa ola xwe bijîn. Divê tolerans, ne tundî û wekheviya zayendî di pêş de be.”[2]

Mizgeft navê xwe ji bijîjk û ​​fîlozofê endulusî Averroes (bi erebî: Îbnî Ruşd, 1126-1198) wergirtiye. Beşê din ê navê ji helbestvanê alman Johann Wolfgang von Goethe (17491832) ji bo xebatên wî yên bi îslamê re, wek mînak di Dîwana Rojava-Rojhilatê de.[3]

Nêrîna teolojîk ya mizgeftê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mizgeft hewl dide ku îslameke lîberal pêk bîne. Li gorî vê yekê divê jin û mêr karibin bi hev re nimêj bikin, jin jî divê karibe mizgîniyê bide û jin ne mecbûr in ku serê xwe bigirin. Jin û mêrên hevzayend bi eşkere têne pêşwazî kirin. Wekî din, tê gotin ku mizgeft ji mezhebên îslamî yên cuda re vekirî ye, wek ji bo sunnî, şîe, elewî û sofiyan.[4]

Ew yekem mizgefta bi vî rengî ye li Almanya û yek ji yekem li Ewrûpa û her wiha li seranserê cîhanê ye.[5][6]

Damezrîner Seyran Ateş nêrîna teolojîk ya mizgeftê wiha rave dike: "Pêdiviya me bi ravekirineke dîrokî-rexneyî ya Qur'anê heye" û "Pirtûkeke ji sedsala 7an, mirov nikare bi wateya gotin bi gotin bigire. Em ji bo xwendina Quranê ya ku ji bo dilovanî, hezkirina Xwedê û herî zêde ji bo aştiyê ye, radiwestin." Mizgeft "cihê hemû wan kesan e ku li gor rê û rêbazên misilmanên kevneperest nagerin”.[7]

  1. Eddy, Melissa (22 hezîran 2018). "By Taking a Bullet, a Muslim Woman Finds Her Calling". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  2. "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 26 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  3. Drobinski, Matthias. "Seyran Ateş eröffnet liberale Moschee in Berlin". Süddeutsche.de (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  4. Welle (www.dw.com), Deutsche. "Ibn-Rushd-Goethe: Eine Moschee für alle | DW | 16.06.2017". DW.COM (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  5. "Ibn-Rushd-Goethe-Moschee: Seyran Ates sieht liberale Muslime bedroht - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  6. "Berliner Moschee für liberale Muslime: "Der Islam gehört nicht den Fanatikern"". Der Tagesspiegel Online (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
  7. •. "Berlin's First 'Liberal Mosque' Fights Extremism, Death Threats With 'Modern Islam'". NBC Chicago (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)