Sînob
Sînob
| |
---|---|
Sinop ![]() | |
Sînob li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 42°1'36"Bk, 35°9'4"Rh | |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî | |
Paytexta | |
Gelhe | 57.404 (2022) ![]() |
Dem | UTC+3 |
Nîşana wesayîtê | 57 |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Sînob, îro bi fermî Sinop (dîrokî bi yewnaniya kevn: Σινώπη, lat. Sinṓpē; bi latînî: Sinope), bajarekî li bakûrê Tirkiyeyê ye.
Ciyê Coxrafî û Hudûdên Bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajarê Sînobê li cem Deryaya Reş û li ser pozikê Boztepe li bakûrê welatê Tirkiyê ye.
Bajar di nav parelên 41° 12' û 42° 06' bakûr û merîdyenên 34° 14' û 35° 26' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Deryaya Reş ve, li rojava bi Kastamonû ve, li başur bi Çorûm ê ve û li rojhilata başûr jî bi Samsûn ê ve tê girêdan. Temamiya dirêjiya sîndorên bajêr 475 km ne û ji van 300 km reşahî û 175 km jî avî ne. Sînop ji Enqerê 435 km, ji Stembol 760 km û ji Samsûn ê 168 km dûre.
Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pîvana erdê bajêr 5862 km2 ye. Ji vî erdî 54,6% wî daristan, 74,3% çiyan, 2,3% wî zozan û 23,4% wî jî ji platoyan pêk tê.
Av û Hewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li bakûrê heremê îklîma Deryaya Reş û li başûr ji bona çîyayên navber îklîma reşahiyê hukim dike. Li bakûr di navbera zivistan û havînê pirr ferqekî mezin tune. Li her demê salê bahozên xurt di hêla deryayê da tên. Di xêçî çend rojên li havînê hemû sal bi şilî û şepelî derbaz dibe. Lê li başûr şilî, rewa û germahî kêm dibe, zozan û çiya tesîra xwe nîşan didin. Li bajêr bi xwe germahiya salê kêmûzêde 14°. Meha herî germ bi 20° tîrmeh û yê herî sar bi 7° şibat e.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 227.933 e. (Ji gora hêjmara sala 2000) Nifûsa Sînobê ji bona bê kariyê û kêmasiya endûstiriyê her sal hê tere hê kêm dibî. Yê herî bir cîvan û xortên bajêr koçber dibin terin Ewropayê yan jî Stembolê.
Navçeyên bajêr vana ne.