Peymana Sevrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Peymana Sêwrê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Parvekirina Anatoliyê li gorî Peymana Sevrê
Kurdistan1920.png

Peymana Sevrê peymaneka aştiyê (bi fransizî: Traité de Sèvres) bû ko di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanî yê Yekê, bil ji Emrîkayê û Emperatoriya Osmanî da li 10ê Tebaxa 1920ê piştî dumahiya Şerê Cîhanî yê Yekê ji bo sulh û aşîtiye li bajarê Parîsê hat morkirin. Ji dewleta Osmaniyan û saziyên Ermenî û Kurd jî xwest ko ji bo parastina mafê xwe û pêşkêşkirina daxwaziyên xwe nûnerên xwe bişînin lihevhatinê. Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, komele û cemiyetên Kurdan jî Şerîf Paşa şandin. Qedera Bakûrê Kurdistanê di vê peymanê de gelek hate gengeşe kirin ku heta hindek mercên di derheqê kurdan de hebûn. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman mor kir. Ji ber ko parlemana Osmaniyan li 18ê Adara 1920ê hatbû hilweşandin, peyman jibo erêkirinê negehişt ber destê parlemanê û bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mehmedê Şeşemîn û di Takvim-l Vakayi, rojnameya fermî ya Osmaniyan da jî nehat belavkirin.

Şerê Serxwebûna Tirkiyê bi seroktiya Ataturkî û berjewendiyên hevalbendên mîna Brîtanya û Fransayê karekê weha kir ko careka dî ew vegerin ser mêza danûstandinan û li şûna bicihkirina Peymana Sevrê, Peymana Lozanê hat morkirin.

Şerîf Paşayê nûnerê gelê Kurd 2 daxwazname jibo maf û xwestekên Kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: ya yekê li 22ê Adara 1919ê, ya duyê li 1ê Adara 1920ê. Her wiha Şerîf Paşa bi nunerê Ermeniyan nîqaş vekirin, lihevhatin û nêzikayi cekir, bi hevre li 20e heyva Çirya Paşîn sala 1919ê daxuyaniyeka hevbeş pêşkêşî kongreyê kir.

Li 10ê Tebaxa 1920ê, Peymana Sevrê hat pejirandin. Ji bo gelê Kurd di xalên 62, 63, 64an da ev biryar hatin girtin. Di nav sînorê Osmaniyan da wê dewleteka Kurd a xudmuxtar bihêt sazkrin, Salekê pîştî dengdaneka giştî li ser daxwazên gelê Kurd, dewleteka Kurdî a serbixwe were damezirandin. Kurdên herêma Mûsilê jî, wê têkevin nav sînorê vê dewleta serbixwe. Lê ev xal hemî li ser kaxizê man.

Bi dûçûna Peymana Sevrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû. Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64'an destnîşan dikin, bê di çi rewşê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62'an Kurdistanê weha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan dê di pêşerojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne". Di destpêkê de, di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîzan, Fransa û Îtalya de, dê mîna herêmek xweser bimîne. "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe berde," (Bend: 64). Dawiya vê beşa peymanê wiha ye: "Heger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin."

Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, paşî dev ji gelşên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn.


Mercên Peymanê[biguherîne]

Peymanê bi awayekê fermî, û li goreyê lihevhatineka nepenî di navbera hevalbendan da ko binaxeyê wê li heyva Nîsana 1920ê di Konfransa San Rîmoyê da hatbû danan, Emperatoriya Osmanî parçeparçe kir. Ev peyman xwedî 433 madeyan e, sê madeyên vê peymanê; madeya 62,63 û 64ê rasterast li ser xweserbûna Kurdistanê disekine.

Rojhilata Navîn[biguherîne]

Li goreyê Peymanê, dibê xweserî jibo Komara Demokratîk ya Ermenistanê (Ermenistana Wîlsonî) û Hîcazê ra misoger bibûya. Piştî heyamekê û li goreyê hindek mercên mîna rapirsîn anko referandumekê Kurdistaneka xweser bihatiba afirandin. Li goreyê bendên 62-64ê ji pişka 3ê ji Peymanê, dibê Wîlayeta Mûsilê jî bihatiba ser wê Kurdistana xweser.

Brîtanyayê mafê Serperiştiya Îraqê û Felestînê wergirt. bi biryareka paştir Felestîn kevt bi serperiştiya Neteweyên Yekgirtî. Fransayê mafê Serperiştiya Libnanê û Sûryaya Mezin wergirt.

Anadolî[biguherîne]

Yewnan: Agirbesa Murosê, û piştra jî, Dagîrkiina Izmîrê ji aliyê Yewnanian ve, li 21ê Gulana 1919ê desthilata wan herêman êxist destê Yewnanian. Li 30ê Tîrmeha 1922ê ew herêm wekî herêmeka parêzgarîkirî hat ragehandin û li goreyê Peymana Sevrê jî benderê serekî yê Izmîrê Smîrna û piraniya deverên Trakiyaya Rojhilatê û hindek deverên rojavaya Anadolê dikevtin bin desthilata Yewnanian.

Îtalya: