Xaç (komstêr): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rûpela nû: "300px|right|thumb|Komstêra Xeçê '''Xeç''' (Latinî '''Crux''') komstêreeka li ezmana başûr e. Xeç komstêra biçûk, lêbelê k..."
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1: Rêz 1:
[[Wêne:Crux constellation map.png|300px|right|thumb|Komstêra Xeçê]]
[[Wêne:Crux constellation map.png|300px|right|thumb|Komstêra Xeçê]]
'''Xeç''' ([[Latinî]] '''Crux''') [[komstêre]]eka li ezmana başûr e. Xeç komstêra biçûk, lêbelê komstêreka pirr balkêş û naskirî ye. Çar stêrên xwe yên geş xeçeka balkêş nîşan dide. Ew di rê kadizan de dimîne. Komstêr bi rohelat, roava û bakur bi [[Kentaur (komstêr)|Kentaur]]ê ve cîran e. Ew ji Ewropaya Navîn pê ve li bakur nayê dîtin.
'''Xeç''' ([[Latinî]] '''Crux''') [[komstêr]]eka li ezmana başûr e. Xeç komstêra biçûk, lêbelê komstêreka pirr balkêş û naskirî ye. Çar stêrên xwe yên geş xeçeka balkêş nîşan dide. Ew di rê kadizan de dimîne. Komstêr bi rohelat, roava û bakur bi [[Kentaur (komstêr)|Kentaur]]ê ve cîran e. Ew ji Ewropaya Navîn pê ve li bakur nayê dîtin.




Rêz 19: Rêz 19:
|  '''[[Betaya Xeçê]]''' (β Crucis, Beta Crucis, [[Becrux]])||   1,25||   353
|  '''[[Betaya Xeçê]]''' (β Crucis, Beta Crucis, [[Becrux]])||   1,25||   353
|-
|-
|  '''[[Lambdaya Xeçê]]''' (γ Crucis, Theta Crucis, [[Gacrux]])||    1,59||   87,9
|  '''[[Gamaya Xeçê]]''' (γ Crucis, Theta Crucis, [[Gacrux]])||    1,59||   87,9
|-
|-
|  '''[[Deltaya Xeçê]]''' (δ Crucis, Delta Crucis, [[Decrux]])||    2,79||   364
|  '''[[Deltaya Xeçê]]''' (δ Crucis, Delta Crucis, [[Decrux]])||    2,79||   364

Guhartoya 11:06, 5 tebax 2012

Komstêra Xeçê

Xeç (Latinî Crux) komstêreka li ezmana başûr e. Xeç komstêra biçûk, lêbelê komstêreka pirr balkêş û naskirî ye. Çar stêrên xwe yên geş xeçeka balkêş nîşan dide. Ew di rê kadizan de dimîne. Komstêr bi rohelat, roava û bakur bi Kentaurê ve cîran e. Ew ji Ewropaya Navîn pê ve li bakur nayê dîtin.


Xeç ne ji 48 komstêrên ji hêla Batlamyûs ve qal bûye. Ew di wan deman de li Yewnanîstana kevnare dihat dîtin, lê bi ser Kenaturî ve dihat hesibandin. Lê ji ber liva tewereya dinê(Axial precession) ew bi başûr ve liviya.

Nîşandana Başûr

Çima ku li başûr tu stêrên wek stêra bakurê ya ku qutba başûr nîşan dide tune ew wek dîtina alîyan muhîm e. Gava deryavanên ewropî di sedsala 16'an de ber bi başûr ve derketina gerr û seyehatan Xeçê bala wan kişand û wan bawer kir ku ew Xeça pîroza xristiyaniyê dibînine. Tewereya wê ya tîkane(emûdî) başûr nîşan dide û ew bona dîtina aliyên erdnîgarî gelek muhîm e. Di sala 1501'ê de Amerigo Vespucci giringiya wê ya bo dîtina aliyan dîtibû û cara siftê Andrea Corsali di sala 1515'ê de ew bi dirêjî tearîf kiriye. Wek komstêr cara siftê di sala 1589'a de ji hêla Petrus Plancius wek komstêrek li ser giroverek hat nîşan dan. Stêrên Acrux(α Crucis) û Gacrux(γ Crucis) dikare alîya başûr nîşan bide. Gava merîv xêza ji Gacrux de dertê û ber bi Acrux ve dihere teqîb bike ew hema hema qutba başûr nîşan dide.

Pênc stêrên geşên di komstêra Xeçê de yên li ser goşeya jor û rastê xwiya dibin. Gacrux rengsor li jor xwiya dibe.
Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
  Alfaya Xeçê (α Crucis, Alpha Crucis, Acrux)     0,77    321
  Betaya Xeçê (β Crucis, Beta Crucis, Becrux)    1,25    353
  Gamaya Xeçê (γ Crucis, Theta Crucis, Gacrux)    1,59    87,9
  Deltaya Xeçê (δ Crucis, Delta Crucis, Decrux)    2,79    364

Navên çar stêrên geştir Acrux, Becrux, Gacrux und Decrux ji navên wan ên binavkirina Bayerê Alpha, Beta, Gamma û delta û kurtkirina navê komstêrê Crux de tê.


Acrux sîstemeka stêran a ji sê stêran pêk tê ye. Gacrux stêrcêwiyek e.

Alayên lê komstêra Xeç henî

Li alaya dewletên Awistralya, Samoa, Zelanda Nû, Papua Gîneya Nû û Brezîlyayê stêrên ku komstêra Xeçê nîşan didin hene. Ji xeynî vê hin herêmên li van welatan ku ew li ser alaya xwe bişûn kirinî jî hene.

Çavkanî