Antarês: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:de:Antares; kozmetik değişiklikler
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: navê şablonê
Rêz 26: Rêz 26:


{{Esman|16|29|24|-|26|25|55|600}}
{{Esman|16|29|24|-|26|25|55|600}}
{{Stêrên Geştirîn ên Ezmana Şev}}
{{Geştirîn stêrên esmanê şevê}}


[[Kategorî:Dûpişk (komstêr)]]
[[Kategorî:Dûpişk (komstêr)]]

Guhartoya 11:24, 5 tebax 2012

Qiyaskirina Antaresê û bi rojê ve

Antares an Qelbeleqreb an jî α Scorpii (Alpha Scorpii) stêra tewrî geş a di komstêra dûpişkê de ye. Ew 550 salên roniyê dûrî dinê ye[1]. Navê wê tê mehneya dijê(antî)-Marsê. Xwedewanda yewnanî Ares, ji hêla Romiyan wek Mars dihat bi nav kirin. Çima ku rengê Antares dişibe rengê Marsê meriv dibe wan şaş bike, bi taybetî gava ku komstêr nêzîkî eklîptîk dibe, hana hatiye binavkirin. Navê wê yê din Qelbeleqreb (قلب العقرب, dilê Eqrebê) jî ji erebî derhatiye. Ew bi Deberan, Spica û Regulus ve yek ji çar stêrên geş ên nêzikî eklîptîk in.

Taybetmendiyên fizîkî

Geşî

Bi qedra zahirî ya 1,09 ew 15'emîn geştirîn stêra li ezmana şevê ye. qedra wê ya mitleq jî -5,3 e û bi vê ve dorê 10.000 car ji rojê geştir e. Rûyê wê rêjeyî sar e û tenê 3.400 kelvîn e û vê lomê rûyê wê rengekî tirincî nîşan dide û pirr tîrêjên înfrarûj diçûrisîne ku bi çavên merivan nayên dîtin.

Mezinahî

Eşkêla wê nêzî 1144 milyon kîlometre ye û ev nêzî 850 car ya rojê ye. Giraniya wê jî 15 car ya rojê ye [2]. Bi va eşkêla xwe ve bihata danîn şûna rojê wê şûneka heta Mars bigirta.

α Scorpii B

Antares bi stêreke li kêleke ya nebalkêş ve stêrcêwiyeke pêk tîne. Qedra wê ya zahirî 5,5 mag e. Bi vê ve ew xweyî geşiyeke 1/370 a Antares e û xweyî geşiyeke 170 car a rojê ye. Ew dorgerra xwe 878 salan, ango 550 yekeya astronomîk, de temam dike.

Raçavkirin

Gava ku Antares nêzikî eklîpktîk dibe, ji hêla roj, hîv û gerstêrkên din ve pêşî dikare li wê bê girtin. Pêşîlêgirtina paşîn a gerrstêrkekê 17'ê rezberê 525 berî zayînê[çavkanî hewce ye] ji hêla gelawêjê ve hat pêkanîn, ya nêziktir jî ê 17'ê kewçêrê 2400'î de dîsa ji hêla gelawêjê ve bê pêkanîn. Lêbelê ew ji hêla hîvê ve 31'ê tîrmehê 2009'an de pêşî lê hate girtin[3].

Antares hersal di roja 31'ê gulanê de hema di mideta şevê gîşê de dîtbar e. Ew bi roçûna re li dûv rojê, bi rohelat re hema li ber rojê heltê. Ew li dor 30'ê kewçêrê du-sê hefteyan li ezmana şevê, çima ku xwiyayî nêzika rojê ye, ne dîtbar e.

Çavkanî

Girêdanên derve