Wêranşar, Riha: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
B →top: --Bikaranîna dîroka rms |
||
Rêz 1: | Rêz 1: | ||
{{Bikaranîna dîroka rms}} |
|||
{{Bêçavkanî}} |
{{Bêçavkanî}} |
||
{{Ev gotar|li ser navçeya Rihayê ye. Ji bo wateyên din yên Wêranşar, li [[Wêranşar]] binêre}} |
{{Ev gotar|li ser navçeya Rihayê ye. Ji bo wateyên din yên Wêranşar, li [[Wêranşar]] binêre}} |
Guhartoya 19:54, 21 tebax 2021
Wêranşar Viranşehir | |
Wêranşar
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha |
Serbajar | Wêranşar |
Qeymeqam | Önder Çengel |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 115 gund |
Gelhe (2020) | 204.100 kes |
Rûerd | 1.843 km2 |
Berbelavî | 86,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 89.940 kes |
Koordînat | 37°13′57″Bk 39°45′57″Rh / 37.23250°Bk 39.76583°Rh |
Bilindayî | 560 m |
Koda postayê | 63700 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Κωνσταντίνη, Konstantíne, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.[çavkanî hewce ye]
Xwarin
Li herêma Wêranşarê fêkiyeke taybet a bi navê Şelengo heye. Şelengo weke petîxê biçûk e. Xwarina wî wekî xîyara ye.Xwarineke bi navê Sogîlme jî heye ku bi bacanreşk tê çêkirin. Bacanê reş davêjin nava tenûrê, piştî wê bi sîra di nav rûn de sor dikin.
Çand
Çanda Wêranşarê bi gelemperî li ser çanda Kurdan e.
Dîrok
Navê Wêranşarê dî dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.
Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi inglîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]
Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê Nebeyûb hatine dîtin.[çavkanî hewce ye]
Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema împeratoriya Romayê de ji aliyê Konstantîn I ve li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye avakirin. Bajar ji aliyê êrîşa farisan û erdhejeke giran ve hatiye hilweşandin.[çavkanî hewce ye]
Ji sala 363 heta 540an ev bajar bûye cihekî giring yê dema Bîzansê, bi taybetî jî di serên di nava faris û romaniyan. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir ji dayik bûye. Bajar di sala 639an de ji aliyê ereban ve tê fethkirin.
Wêranşar li parêzgeha Rihayê weke navenda pemûyê tê nasîn. Ji ber çandiyariya xwe ya pêşktî aboriya bajêr her ku diçe mezrir dibe û bûye mînakek bo hemû bajarên Kurdistanê.
Erdnîgarî
Li rojhilatê Wêranşarê Qoser, li bakur-rojhilat Dêrik û Çiyayê Mazî, li başûr Serê Kaniyê, li Rojava Riha, li bakur-rojava Siwêreg û li bakur Çinar heye.
Bilindayiya ji rûyê avê 620 m ye. Dûrbûna wê ya ji Rihayê 92 km ye.
Wêranşar bajarekî di deştê de ye. Mirov dikare bêje ti çiya lê tune ye. Li Wêranşarê çemekî bi navê Cûrcûb heye.
Gundên Wêranşarê
Ji bo gundên Wêranşarê binêre: Gundên Wêranşarê
Çavkanî
- Dr Ebdulla Xefur (Abdulla Ghafur) (2000). "Kurdistan - Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997". Stockholm.
Girêdanên derve
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |