Hezan, Licê
Hezan | |
|---|---|
| Savat | |
Gundê Hezanê | |
| Koordînat: 38°20′38″Bk 40°37′26″Rh / 38.34389°Bk 40.62389°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Diyarbekir |
| Navçe | Licê |
| Nahiye | Hezan |
| Bilindahî | 1.090 m (3580 ft) |
| Nifûs (2012) | 280[1] |
| Koda postayê | 21700 |
| Koda telefonê | (+90) 412 |
![]() | |
| biguhêre | |
Hezan (bi tirkî: Kayacik - Savat) gund û nehiyeyeke navçeya Licêya Diyarbekrê ye.
Hejmara niştecihên Hezanê di sala 2008'an de digihe 329 kesan[2]. Hezan ji bajarê Diyarbekir 76 km û ji navçeya Licê 24 km dûr e.
Gundiyên Hezanê debara xwe bi çandiniya titûnê, rez, genim û bi xwedîkirina heywanan dikin. Bostanên Hezanê de xiyar, firingî, îsot, bacan, bamî, kundir, petêx û zebeş tên çandin.
Çiyayê Dêrê, çiyakî blind e, mirov dikare li Diyarbekir, Licê, Hênê, Hezro û deverê din ser çiyayê Dêrê temaşe bike. Li ser çiyayê Dêrê pêlgir (radar) û qereqola jendermeyan hene.
Li nehiyê dibistan, xalîçêkirin, mizgeft, dîwana şêxan û merqed, firoşgeh û qereqol hene. Gundî bi kirmanckî (zazakî) diaxivin û kurmancî jî baş dizanin.
Xwepêşandanên di 28'ê xizîrana 2013'an de li Hezanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di roja înê ya 28'ê xizîrana 2013'an de gelê Hezanê dest bi xwenîşandanên li dijî avakirina qereqola jendermeyan kirine û di encama van bûyeran de xortekî bi navê Medeni Yıldırım ji aliyê cendirmeyan ve hate kuştin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne[3][4].
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Gelhe[5] |
|---|---|
| 2012 | 280 |
| 2000 | 260 |
| 1990 | - |
| 1985 | - |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2014
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 adar 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 hezîran 2013
{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ https://archive.today/20130629181635/www.france24.com/en/20130628-one-killed-turkish-army-disperses-protesters
- ^ http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=7211
- ^ Yerelnet, Savat, ji orîjînalê di 1 sibat 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 hezîran 2014
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
